Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Rastiyê Hîn ke

Rastiyê Hîn ke

Destpêbûyî ji meha Îlonê, di “Bernama Civînêda ya Bijîn û Xizmet kin”, wê pêşanîna teze bê zêde kirinê bi navê “Rastiyê Hîn ke”. Nêta me wê ew be, wekî hînkirineke Kitêba Pîroz meriyara eyan kin û seva vê yekê bidine xebatê pirs û rêz.

Hergê em divînin ku kesek hewasa xwe dide kifşê, em dikarin wîra edebyetekê bihêlin, yan vîdêoya jw.org nîşan kin. Em gerekê nava çend rojada serlêdana dubare bikin, wekî tevî wî merivî şêwirkirina xwe berdewam kin. Pêşanînên teze wê li ser hîmê fikirên sereke bin, yên ku em dikarin bivînin li xilaziya seriyada ji pirtûka “Kitêba Pîroz Çi Dikare Me Hîn ke?”. Li wir em dikarin pirs û rêzên zêde bivînin, yên ku dikarin alî me bikin serlêdana dubare bikin yan jî hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kin, û seva vê yekê tenê Kitêba Pîroz bidine xebatê.

Tenê rêk heye, ya ku dibe berbi jîyînê (Mt. 7:13, 14). Em xeber didin tevî cûre-cûre meriya, yên ku ji cûre-cûre rêlîgiyayê ne, lema jî em gerekê dîna wan bidine rastiyên Kitêba Pîroz, yên ku xût wana dikeve (1 Tîm. 2:4). Çaxê em rind zanin cûre-cûre têmên Kitêba Pîroz û hê cêribandî dibin, seva ku “xebera rastiyê rast” şiro vekin, hingê şabûna me hê zêde dibe û em rind rastiyê derbazî meriya dikin (2 Tîm. 2:15).