MÎNA ÎSA BIJÎN
Cahilno, Kirên Qencda Xîret bin
Pawlosê şandî, nema xweyî Tîtora nivîsî, wekî xortên cahil, gerekê bixebitin ku bibine meselekî baş (Tît. 2:6, 7). Hine wext şûnda di vê serîda, Pawlos dide kifşê, wekî cimeta Yehowa wê bê paqijkirinê, ku bibine “xîretkêşêd kirinêd qenc” (Tît. 2:14). Yek ji wan kirên qenc ev heye belakirina mizgîniyê derheqa Padşatiya Xwedê û hînkirin. Hergê tu cahil î, wê baş be qewata xwe bidî xebatê, wekî peşengê komekdar yan pêşengê hertim xizmet kî (Mtl. 20:29).
Hergê tu dixwazî wek pêşeng xizmet kî, dikarî nêtên rêalî daynî pêşiya xwe (Lq. 14:28-30). Besa xeberê, tê çawa ebûra xwe bikî, hergê wek pêşengê hertim xizmet kî? Dua bike ku Yehowa alî te bike (Zb. 37:5). Derheqa vê nêta xwe, tevî dê-bavê xwe xeber de, usa jî tevî ewên ku îda gelek wext pêşeng in. Paşê, qewatê bide xebatê ku herî berbi nêta xwe. Bêşik Yehowa wê xîreta te xizmetêda kerem ke!
BINIHÊRE VÎDÊO “CAHIL, YEHOWA HURMET-RÛMET DIKIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
-
Hineka rastî çi çetinaya hatin, ku bikaribin ça pêşeng xizmet kin, û çawa wana evê yekê kir?
-
Çi cûreyî dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, bibine pêşengên hertim?
-
Çima ferz e, wekî bernameke baş cem te hebe bona xizmetê?
-
Çi cûreyî endemên civatê dikarin piştgiriya pêşenga bikin?
-
Çi kerema distînin ewên ku pêşeng xizmet dikin?