Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

26 Tebaxê–1 Îlonê

ZEBÛR 78

26 Tebaxê–1 Îlonê

Kilama 97 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Neaminiya Îsraêliya—Mesela Nebaş

(10 deqe)

Îsraêliya qenciya ku Yehowa bona wan kiribû, bîr kirin (Zb. 78:11, 42; w96 1/12 29-30)

Îsraêliya nedişêkirandin, çi ku Yehowa bona wan dikir (Zb. 78:19; w06 15/7 17 ¶16)

Îsraêlî ser şaşiyên xwe hîn nedibûn û gelek car neamin bûn (Zb. 78:40, 41, 56, 57; w11 1/7 10 ¶3-4)


BIFIKIRE: Çi dikare alî me bike Yehowara amin bimînin?

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 78:24, 25—Çira mana hatiye navkirinê “nanê ezmên” û “nanê milyaketa”? (w06 15/7 11 ¶4)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 26:1-19 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Meriv hêlan ke, ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 5, abzasa 5).

5. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Bi saya belavokê xeberdanê destpêke. Meriv hêlan ke, ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 5, abzasa 4).

6. Xeberdanê Destpêkin

(deqek) MAL BI MAL. Meriv dibêje wekî kin tevî wî xeber dî. Wî hêlan ke, ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 2, abzasa 5).

7. Xeberdanê Destpêkin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Besa Kitêba Pîroz neke, lê bi tebiyetî wî bide femkirinê, wekî tu Şedê Yehowa yî û wî hêlan ke, wekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 2, abzasa 4).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 96

8. Ji Mesela Fîlîpoyê Mizgîndar Hîn bin

(15 deqe) Şêwirkirin.

Kitêba Pîrozda cûre-cûre serhatî hene, ça yên baş usa jî yên nebaş. Seva ku ji van serhatiya dersa hîn bin, wede û xîret lazime. Em gerekê van serhatiya ne ku tenê bixûnin, lê usa jî kûr ser van bifikirin û li gora vê yekê bijîn.

Fîlîpoyê mizgîndar Mesîhî bû, yê ku nas bû ça merivekî “bi bawerî û Ruhê Pîrozva tijî” (Kr.Şn. 6:3, 5). Gelo em ji mesela wî çi hîn dibin?

Vêxe VÎDÊO Hîn bin ji Fîlîpoyê Mizgîndar. Paşê pirsa bide guhdara, ku ewana çi hîn bûne:

  • Ji vê yekê, ku Fîlîpo xwe ça da kifşê, çaxê dereca wî nişkêva hate guhastinê? (Kr.Şn. 8:1, 4, 5)

  • Ji keremên ku Fîlîpo stand, gava hazir bû here wêderê, kîderê ku hewcetî hebû? (Kr.Şn. 8:6-8, 26-31, 34-40)

  • Ji kara ku Fîlîpo û malbeta wî standin, çaxê mêvanhezî dane kifşê? (Kr.Şn. 21:8-10)

  • Ji şabûna ku malbetê stand, gava çev dane mesela Fîlîpo?

9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 101 û Dua