Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

29 Tîrmehê–4 Tebaxê

ZEBÛR 69

29 Tîrmehê–4 Tebaxê

Kilama 13 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Ça Zebûra 69-da Derecên ji Emirê Îsa Hatine Pêxembertîkirinê

(10 deqe)

Îsa bê menî nefret dikirin (Zb. 69:4; Yn. 15:24, 25; w11 15/8 11 ¶17)

Îsa hindava mala Yehowa xîret bû (Zb. 69:9; Yn. 2:13-17; w10 15/12 8 ¶7-8)

Îsa pêşiya mirinê êşeke giran kişand û şerava tevî zirav hevxistî dixwestin bidana wî (Zb. 69:20, 21; Mt. 27:34; Lq. 22:44; Yn. 19:34; g95 10/22 31 ¶4; it-2 650)


BIFIKIRE: Yehowa çira xem kir, wekî pêxembertiyên derheqa Mesîh Nivîsarên Îbranîda bêne lêkirinê?

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 69:30, 31—Ev rêz ça dikarin alî me bikin, wekî em duayên xwe diha baş kin? (w99 15/1 18 ¶11)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Bi Sebir bin—Mesela Îsa

(7 deqe) Şêwirkirin. Vêxe VÎDÊO, û paşê şêwir kin lmd dersa 8, abzasa 1-2.

5. Bi Sebir bin—Çev Bidine Îsa

(8 deqe) Şêwirkirina ser hîmê lmd dersa 8, abzasa 3-5 û “Usa jî Binihêrin”.

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 134

6. Hewcên Civatê

(5 deqe)

7. Prînsîpên bona Qulixkirina Tevî Malbetê

(10 deqe) Şêwirkirin.

Meha Çileyê, sala 2009, Lêkolîna Kitêbê ya Civatê kirine tevî Mekteba Xizmetkirinê ya Têokratîk û Civata Qulixiyê. Ev yek mecal da malbeta, wekî her heftiyê qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Geleka razîbûna xwe dane kifşê, çimkî ev yek hatibû kirinê, wekî alî wan bike diha nêzîkî Yehowa û hevdu bin (Qn.Dc. 6:6, 7).

Kîjan hine prînsîp dikarin alî malxên malê bikin, wekî qulixkirina tevî malbetê diha baş kin?

  • Timê derbaz kin. Hergê dibe, her heftê bona qulixkirina tevî malbetê wede kifş kin. Hergê roja kifşkirî neyê standinê, pêşda safî kin, ku rojeke din derbaz kin.

  • Xwe hazir kin. Şêwira xwe tevî kulfeta xwe bike û cara ji zara pirs ke, ku çi wê wanra hewas be, wekî wedê qulixkirina malbetê derbaz bin. Bona hazirbûnê gelek wede nelazim e, îlahî hergê malbet hine tişta îda her heftê dike.

  • Têmên usa bijbêre, ku bona malbeta te kêrhatî be. Zar çiqas mezin dibin, haqas hewce û nihêrandinên wan têne guhastinê. Ev yek ku tu çi cûreyî qulixkirina tevî malbetê derbaz dikî, gerekê alî hemû neferên te bike, wekî baweriya wan qewî be û ewana diha nêzîkî Yehowa bin.

  • Bira qulixkirina tevî malbetê bi hezkirin û bê strêsê derbaz be. Cara çaxê hewa dest dide, hûn dikarin qulixkirina tevî malbetê derva derbaz kin. Hergê lazim e, wedê hînbûnê hinekî hêsa bin. Rast e hûn gerekê derheqa wan problêma jî şêwir kin, rastî kîjana zarên we tên, lê fesal bin, wekî wedê qulixkirinê wana sûcdar nekin û sert şîret nekin.

  • Qulixkirina tevî malbetê tenê bi cûrekî derbaz nekin. Mesele, hûn dikarin xwe bona pareke civatê hazir kin, vîdêoyekî ji jw.org binihêrin û şêwir kin, yan jî bi saya temaşê, xwe bona xizmetiyê hazir kin. Rast e, wedê qulixkirina tevî malbetê, ya sereke gerekê şêwirkirin be, lê dîsa jî ev wedê kifşkirî, neferên malê dikarin bona hînbûna şexsî jî bidine xebatê.

Evê pirsê bide guhdara:

  • We ça ev prînsîp wedê qulixkirina tevî malbetê daye xebatê?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 114 û Dua