Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

5-11 Tebaxê

ZEBÛR 70-72

5-11 Tebaxê

Kilama 59 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Nisilên Dinra Derheqa Qewata Yehowa Bêjin

(10 deqe)

Dawid cahiltiya xweda timê destê Yehowa didît (Zb. 71:5; w99 1/9 18 ¶17)

Çaxê Dawid emirda mezin bû, ewî piştgiriya Yehowa ser xwe texmîn dikir (Zb. 71:9; g04 10/8 23 ¶3)

Dawid cahilara derheqa emirê xwe gilî dikir û bi vê yekê wana qewî dikir (Zb. 71:17, 18; w14 15/1 23 ¶4-5)

PIRSÊ BIDE XWE: “Kîjan xizmetkarî, ku îda gelek wede Xwedêra xizmet dike, ez dikarim teglîfî ser Qulixkirina Tevî Malbetê kim, wekî ew derheqa xwe mera gilî ke?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 72:8—Sozê Yehowa ji Destpêbûn 15:18, ku Ewî dabû Birahîm, ça wedê serwêrtiya Silêman Padşa hate sêrî? (it-1 768)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 25:1-18 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Çaxê meriv destpêdike tevî te bikeve dewê, xeberdana xwe bi merîfetî xilaz ke (lmd dersa 4, abzasa 5).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Xeberdana xwe tevî merivê xwe berdewam ke, yê ku dudilî dibe wekî Kitêba Pîroz hîn be (lmd dersa 8, abzasa 4).

6. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke

(5 deqe) Gotar. ijwfq 49—Têma: Çira Şedên Yehowa Hine Hînkirinên Xwe Guhastine? (th dersa 17)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 76

7. Mêtodên bona Qulixkirina Tevî Malbetê

(15 deqe) Şêwirkirin.

Qulixkirina Tevî Malbetê wedekî gelek ferz e, seva ku zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Ef. 6:4). Bona hînbûnê xîret lazim e, lê ev wede dikare zarara hewas be, îlahî hergê xwestina wan heye rastiyên Kitêba Pîroz pêbihesin (Yn. 6:27; 1 Pt. 2:2). Şêwir ke çargoşe bi navê “ Mêtodên bona Qulixkirina Tevî Malbetê”, kîjan ku dikare alî dê-bava bike, wekî Qulixkirina Tevî Malbetê kêrhatî û hewas derbaz kin, û paşê wan pirsa şêwir kin:

  • Ji van mêtoda hûn kîjanî dixwazin bidine xebatê?

  • Dîsa kîjan hine mêtodên kêrhatî we bona xwe dît?

Vêxe VÎDÊO Qulixkirina Tevî Malbetê Diha Baş kin. Paşê pirs bide guhdara:

  • Mêr ça dikare qulixkirina tevî malbetê bona kulfeta xwe hewas ke, hergê zarên wan tune ne?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 123 û Dua