Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 10

Çaxê Malbetêda Kesek Nexweş e

Çaxê Malbetêda Kesek Nexweş e

1, 2. Şeytan ça dixwest bi qeziya û nexweşiyê aminiya Îbo bişkêne?

 ÎBO dikarin hesab kin ça merivekî xweyê malbeta bextewar. Kitêba Pîrozda derheqa wî usa tê gotinê “ji hemûya lawên Rojhilatê, ew zilam, yê herî mezin bû”. Dehe zarên Îbo hebûn, heft kur û sê qîz. Xêncî vê yekê, ew êpêce dewletî bû, û dikaribû malbeta xwe ça lazim e xwey kira. Ya lape ferz ew bû, ku Îbo borcdarî hildida ser xwe, wekî alî zarên xwe bike, seva ewana ber çevê Yehowa temiz bimînin. Bi saya wê yekê malbeta wî qewî û bextewar bû (Îbo 1:1-5).

2 Jîyîna Îboye xweş, ber çevê Şeytan, yê ku dijminê Yehowa Xwedê ye, veşartî nîbû. Ew dijminê ku timê mecala digere, wekî aminiya xizmetkarê Xwedê bişkêne, hucumî ser Îbo kir û malbeta Îboye bextewar kuta kir. Paşê jî ew derbazî ser Îbo bû, “ji peniya lingan, heta serê wî bi qunêrên xirabva li Îbo xist”. Şeytan dixwest bi wan qeziya û nexweşiyê aminiya Îbo bişkêne (Îbo 2:6, 7).

3. Nexweşiya Îbo çi cûreyî bû?

3 Kitêba Pîrozda navê nexweşiya Îbo nayê gotinê, lê tê gilîkirinê ew nexweşî çi cûreyî bû. Dêmek temamiya bedena Îbo kurm ketibûnê, çermê wî qalçik dida û dipizirî. Ji hilma devê wî meriv aciz dibû, û bîna genî ji wî dihat. Îbo gelek diçerçirî û dinaliya (Îbo 7:5; 19:17; 30:17, 30). Vî cefê giranda ew nava xaliyêda rûniştibû, kudurekî ji cêr hildabû û xwe dixurand (Îbo 2:8). Halê Îbo zulma giran bû!

4. Çi çetinayî cara malbetada pêşda tên?

4 Weyê xwe ça texmîn kira, hergê biketana dereceke usa çetin? Niha Şeytan xizmetkarên Xwedê bi nexweşiya naçerçirîne, çawa serê Îbo kir. Lê gelek meniyên din jî hene, ji bo çi meriv dikare nexweş keve. Mesele, qisûrtiya meriva, strêsên roja îroyîn û jîyîna xirab. Lema jî em gerekê hazir bin, çimkî kesek ji neferê me jî dikare nexweş keve. Rast e em miqatî sihet-qewata xwe dibin, lê yeke dîsa nexweş dikevin. Hinek giran nexweş dikevin û mîna Îbo diçerçirin. Çaxê malda kesek nexweş dikeve çetinayên mezin dikarin pêşda bên. Were niha em binihêrin, Xebera Xwedê ça alîkariyê dide, wekî pêşiya nexweşiyê bigirin, kîjan ku berêda dijminê însanetê ye (Waîz 9:11; 2 Tîmotêyo 3:16).

WEDÊ ÇETINAYA HÛNÊ ÇA XWE BIDIN KIFŞÊ?

5. Çaxê malbetêda kesek wedekî kin nexweş dikeve, neferê malê gerekê çi bikin?

5 Çaxê meriv hînî jîyîna xwe dibe û nişkeva emirê wî tê guhastinê, wîra çetin dibe. Îlahî hingê çetin e, çaxê meniya guhastinê ev e, ku neferekî malê, nexweşê giran e û nexweşî dirêj dikşîne. Hergê nexweşî dirêj nakşîne jî, yeke lazim e malbetêda guhastina bikin. Gerekê hine tişt ji xwe kêm kin û bona yê nexweş çi lazim e, gerekê bikin. Dibeke neferên malêra lazim bê dengê xwe nekin, seva yê nexweş aciz nebe. Dibek ewana usa jî mecbûr bin hine şixulê xwe bihêlin. Hine malbetada zar bona xûşk-birên xwe, yan dê-bavên xweye nexweş berxwe dikevin. Dibek lazim be zarara bêjin, wekî ewana hê zêde dîna xwe bidine yên nexweş (Kolosî 3:12). Hergê nexweşî wedelû ye jî, wî çaxî jî neferên malê gerekê hazir bin, seva alî yê nexweş bikin çida ku ew hewce ye. Û malbetêda her kes gerekê bawer be, wekî hergê ew nexweş keve, usa jî wê alî wî bikin (Metta 7:12).

6. Neferên malbetê dikarin bikevine çi halî, çaxê kesek ji merivê wan nexweş dikeve bi nexweşiya giran û dirêj?

6 Lê ça bikin hergê nexweşî giran e û dirêj dikişîne, û lazim e malbetêda guhastina bikin? Mesele hergê malda kesek învalît (nivîşkan) bûye, nexweşiya wî Altsgêymêra ye, yan nexweşîke din? Yan jî hergê nexweşiya kesekî pisîxîkî ye çawa şîzofrenî? Hingê meriv destpêdike berxwe keve, seva merivên xweye nexweş, çimkî divîne ça ew diçerçire. Lê carna, ewana dilteng dibin, çimkî nexweşiya merivên nêzîk, emirê wan diguhêze û azaya wan kêm dike. Ji wan kesek dibeke bînteng be û bêje: “Çira ev yek hema hate serê min?”

7. Jina Îbo ça xwe da kifşê çaxê mêrê wê nexweş bû, û ewê derheqa çi bîr kiribû?

7 Dibeke fikirên usa hatibûn hişê jina Îbo jî. Bînine bîra xwe, ewê pêşiya nexweşiya mêrê xwe çiqas derdê giran dît. Hemû zarên wê hevra mirin, paşê jî qeziya pey hevra dihatin. Ev hemû tişt bûne sebeb, ku ewê xwe unda kiribû. Û axiriyêda mêrê wêyî serxwe û xebatçî, ber çevê wê qidûm ketibû û ji nexweşiya giran dinaliya. Jina Îbo tiştekî lapî ferz bîr kiribû. Ew hebû heleqetiya wê û mêrê wê tevî Yehowa. Kitêba Pîroz dibêje: “Û jina wî gote wî: ‘Tu hela hê xwe bêqusûrtiya xweva digirî! Nifira Xwedê bike û bimire’” (Îbo 2:9, DT).

8. Çaxê malbetêda kesek bi nexweşiya giran nexweş dikeve, kîjan rêz dikare alî nefera bike, wekî rast binihêrin ser vê dereca teze?

8 Gelek car meriv dilteng dibin û hêrs dikevin, ji bo fikirên usa, mesele, çima bona nexweşiya merivekî, lazime jîyîna xwe bi temamî biguhêzin. Lê hergê Mesîhî bikeve dereceke usa, ew gerekê fem bike, wekî ev yek bona wî mecal e ku, hizkirina xweye helal bide kifşê. Hizkirina rast “sebir dike, hizkirin dilovaniyê dike . . . feyda [kara] xwe nagere . . . ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike” (1 Korintî 13:4-7, ÎM). Îzin nedin wekî fikirên xirab ser we hukum kin, lê usa bikin wekî hûn wan fikira kontrol kin (Metelok 3:21).

9. Kîjan gilî dikarin alî malbetê bikin, wekî ewana ruhanîda sist nebin û dilteng nebin?

9 Çaxê malda kesek nexweşê giran e, çi gerekê bikin, wekî heleqetiya malbetê tevî Xwedê sist nebe û malbet dilteng nebe? Bona her nexweşiyê, xemkirin û qenckirina başqe lazim e. Lema jî wê nerast be hergê vê kitêbêda şîreta bidin, derheqa wê yekê ça miqatî yên nexweş bin û bi çi mêtodî wana qenc kin. Yehowa ruhanîda “yê tewiyayî dide sekinandinê” (Zebûr 145:14). Dawid Padşa nivîsiye: “Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb, rojêd tengasiyêda Xudanê wî xilaz ke. Xudanê wî xwey ke û emir bidê. . . . Xudanê nexweşîyêda cî-nivîna wî bê remê” (Zebûr 41:1-3). Yehowa xizmetkarên xwe ruhanîda xwey dike, îlahî wî çaxê gava ewana dilteng dibin û berxwe dikevin (2 Korintî 4:7). Gelek meriv, malên kîjanada nexweşê giran hene, qayîl in tevî giliyên zebûrbêj: “Xudan min gelek tengasî kişandin, weke xebera Xwe ruh bide ber min” (Zebûr 119:107).

HAZIRBÛNA BI DILÊ RIHET

10, 11. a) Çaxê malda nexweşê giran heye, çi ferz e bikin? b) Kulfeteke Mesîhî ça teyax kir, çaxê malxê wê nexweşê giran bû?

10 Metelokeke ji Kitêba Pîroz dibêje: “Ruhê mêriv li nexweşîya sebir dike, lê ruhê birîndar kî dikare teyax ke?” (Metelok 18:14). Çaxê malda kesek dikeve strêsê, ev yek ser temamiya neferê malê jî hukum dibe. Dêmek “dilê rihet jîyîna bedenê ye” (Metelok 14:30). Çaxê malda neferek nexweş e, malbet dikare ewê çetinayê hêsa derbaz ke, hergê her kes aliyê xweda hazir e tiştekî bike. (Beramber kin Metelok 17:22.)

11 Kulfeteke Mesîhî rastî çetinayên giran hat, çaxê şeş sal paşî mêrkirina wê, paralîçê mêrê wê xist. Ew xûşk tîne bîra xwe: “Ji bo vê yekê zimanê malxê min giran bû, û xeberdana wî nedihate femkirinê, gelek qewat û sebir lazim bû, wekî fem kin, ew çi dixwaze bêje”. Lê hela bidin ber çevê xwe, mêrê wê xwexa çiqas çerçirî û çi halîda bû. Gelo wana çi dikir, seva teyax kin? Rast e ewana gelek dûr dijîtin ji oda civatê, lê ewê xûşkê hemû tişt dikir, wekî tevî mêrê xwe ruhanîda qewî bimînin. Ewê usa dikir, wekî haş teşkîleta Xwedê hebe û berdewam dikir, xwarina ruhanî distîne ji “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar bin!” Ewan hemû tişta qewat dida wê, lema ewê karibû malxê xweyî hizkirî çar sala xwey ke, heta mirina wî.

12. Çawa ji mesela Îbo tê kifşê, merivên nexweş çida dikarin alî neferên mala xwe bikin?

12 Rast e Îbo nexweşê giran bû, lê yeke ew qewî ma. Ewî jina xwe pirsî: “Ma em qenciya Xwedê qebûl bikin û xirabiyê qebûl nekin?” (Îbo 2:10). Ecêbmayî nemînin ji gotinên Aqûb derheqa Îbo, wekî sebirkirin û teyaxkirina Îbo, meseleke gelek baş e bona me! Aqûb 5:11-da nivîsar e: “We bona sebira Îbo bihîstiye û we dît, Xudan axiriya wî çawa xêr kir. Xudan çiqasî îsaf û rem e!” Usa jî îro, çaxê yên nexweş ber êşa xwe teyax dike, bi vê yekê alî neferên mala xwe dike, wekî nihêrandina baş xwey kin.

13. Çaxê mala meda nexweşê giran heye, em çi gerekê nekin?

13 Ew meriv mala kêda nexweşê giran hebûye, dibêjin wekî sêrîda wanara çetin bû. Ewana usa jî dibêjin wekî gelek tişt girêdayî ye wê yekêva, ku ça em dinihêrin ser wê derecê. Sêrîda dibeke çetin be emirê malbetê biguhêzin, yan jî usa bikin ku hal pak be. Lê hergê meriv qewatê xerc ke, wê bikaribe hînî dereca teze be. Hin jî ferz e dereca xwe beramberî dereca wan meriva nekin, malên kîjanada nexweş tunene, usa jî nefikirin, ku emirê wan meriva diha hêsa ye, û wekî “ewa nerastî ye!” Bi rastiyê tu kes nizane, çi bar ser milê merivên dine. Her Mesîhî berdiliyê distînin ji giliyên Îsa: “Werine cem min hemûyêd westiyayî û bargiran û ezê rihetiyê bidime we” (Metta 11:28).

BERÊ EWLIN ÇI FERZ E BIKIN

14. Berê ewlin çi gerekê bikin çaxê malda kesek nexweşê giran e?

14 Hergê malbetêda kesek nexweşiya giran ketiye wê baş be bînin bîra xwe evan giliyên ji bîna ber Xwedê: “Merem û tivdîr . . . bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî” (Metelok 15:22). Wê çiqas baş be, hergê malbet top be û tevayî şêwir kin derheqa wan pirsa, kîjan ji bo nexweşiyê pêşda hatine. Û ew şêwirkirin wê kêrhatî be, hergê bi dua û pê rêberiya Xebera Xwedê bê kirinê (Zebûr 25:4). Derheqa çi malbetêda dikarin xeber din? Lazim e derheqa qenckirinê, xerca û guhastinên emirê malbetê safîkirina bikin. Mesele, kê wê ber yê nexweş here-bê? Yên mayîn çi alîkariyê dikarin bidin? Ew safîkirinên teze wê ça hukum bin ser her neferekî malê? Ça alîkariyê bidine wan, kê ber yên nexweş diçe-tê, bona ruhaniya wî û hewcên wîye din?

15. Ça Yehowa alî wan malbeta dike, kîjanada nexweşê giran heye?

15 Hergê em Yehowara dua bikin seva rêberiya me bike, bifikirin ser Xebera wî û bi mêrxasî wê rêda herin, kîjan Kitêba Pîroz nîşanî me dike, emê gelek car keremên usa bistînin ku em qe hîviyê jî nîbûn. Rast e cara nexweşî qenc nabe, lê çaxê em dîsa jî baweriya xwe Yehowa tînin, ew yek wê bona me kar be (Zebûr 55:22). Zebûrbêj nivîsiye: “Huba Teye amin Xudan, ez qedîm kirim. Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyêd Te nefsa min şa dikin”. (Zebûr 94:18, 19; usa jî binihêre Zebûr 63:6-8.)

ÇA ALÎ ZARA BIKIN

Hergê malbetêda hemûşk hevra kar bikin, malbet wê ber çetinaya teyax ke

16, 17. Gava dê-bav zarên xwera şirovedikin derheqa yên nexweş, ewana gerekê dîna xwe bidine ser çi?

16 Çaxê kesek ji neferên malê nexweşiya giran dikeve, zarên wê malê dikarin rastî çetinaya bên. Ferz e, dê-bav alî zara bikin, wekî ewana halê malbetê fem kin û bizanibin ça dikarin alîkariyê bidin. Çaxê malda yek ji zara nexweş dikeve, zarên din bidine bawerkirinê, wekî hûn ne ku tenê bona yên nexweş xem dikin, lê bona wan jî. Gerekê dîna dê-bava ser zara be, wekî ewana hevra nekevine hucetê û hev nedine xeyîdandinê. Îlahî wedê çetinaya, dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana hevra gelek nêzîk bin û hev hiz bikin.

17 Çaxê dê-bav zarara bi zimanê hêsa, ne ku bi zimanê doxtoriyê şirovedikin, wî çaxî zarara wê hêsa be halê yên nexweş fem bikin. Dêmek wanara eyan kin, ku yê nexweş çi ser xwe texmîn dike. Û çaxê ewana bivînin, wekî xûşk yan birê wanî nexweş nikare gelek tişt bike, lê ewana dikarin, wî çaxî ewana wê hê zêde hazir bin yên nexweş “hiz bikin” û “rem” bin hindava wan (1 Petrûs 3:8).

18. Ça dikarin alî zarên mezin bikin, wekî ewana fem kin çi çetinayî malbetêda pêşda hatine, ji bo nexweşiyê û ew femkirin çi karê dikare wanara bîne?

18 Zarên mezinra gerekê şirovekin, wekî halê malbetê çetin bûye û lazim e, wekî her kes hazir be tiştekî ji xwe kêm ke. Dibeke ji bo xercê dermana û qenckirina yê nexweş, dê-bav nikaribin zarara haqas tişta bikirin, çiqas ewana bixwazin. Lê gelo ewana wê seva wê yekê bixeyîdin û berxwe kevin? Yan wê halê malbetê fem kin, û hazir bin ji xwe kêm kin? Gelek tişt girêdayî ye wê yekêva, ku ew pirs ça tê şêwirkirinê û nihêrandina neferê malbetê çi cûreyî ye. Bi rastiyê gelek malbetada nexweşiya neferekî alî zara kiriye ku usa bikin, çawa Pawlos şîretê dide: “Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire. Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:3, 4).

NIHÊRANDINA ME SER QENCIKIRINÊ

19, 20. a) Çaxê malda neferek nexweş dikeve, malxê malê çi borcdariyê hildide ser xwe? b) Rast e Kitêba Pîroz kitêba doxtoriyê nîne, lê ew çi rêberiyê dide derheqa pirsên qenckirinê?

19 Mesîhî narevin ji wan cûrê qenckirina, kîjan miqabilî qanûnên Xwedê nînin. Çaxê malda kesek nexweş dikeve, neferê malê dixwazin tiştekî bikin, wekî êşa wî kêm be. Lê cara gotina hekîma hev nagire, lema jî lazim e fesal bin. Xêncî wê yekê van salên paşwextiyêda nişkêva nexweşiyên teze û çetinayên sihet-qewatêva girêdayî pêşda tên. Û bona gelek ji wan nexweşiya hê mêtodên qenckirinê nedîtine. Lê cara jî çetin e têderxin ew çi nexweşî ye. Wan derecada Mesîhî çi gerekê bike?

20 Rast e nivîskarekî Kitêba Pîroz doxtor bûye, û Pawlos derheqa tiştên doxtoriyê şîretên kêrhatî daye hevalê xwe Tîmotêyo, lê Kitêba Pîroz ne kitêba doxtoriyê ye. Ew kitêb rêberiyê dide bona emirê bi namûsî û ruhanî (Kolosî 4:14; 1 Tîmotêyo 5:23). Lema jî malxê malê gerekê xwexa safîkirinên bîlanî bike, bona mêtodên qenckirinê. Diqewime ew safî ke nihêrandina çend hekîma pêbihese. (Beramber kin Metelok 18:17.) Femdarî ye, malxê malê dixwaze alîkariya baş bide neferê xweye nexweş, lema jî ew alîkariya hekîmên baş û cêribandî digere. Hine meriv cûrên qenckirinên nebelabûyî dijbêrin. Ew safîkirin jî ser xwestina malbetê ye. Lê çaxê Mesîhî pirsên derheqa sihet-qewatê safî dikin, Xebera Xwedê wî çaxî jî berdewam dike bibe “çira gavêd” wan û “ronaya şiverîyêd” wan (Zebûr 119:105). Ewana berdewam dikin pey rêberiya Kitêba Pîroz diçin (Îşaya 55:8, 9). Lema jî ewana xwe dûr digirin ji wan cûrên qenckirinê, kîjan girêdayî ne sêrbaziyêva û miqabilî prînsîpên Yehowa ne (Zebûr 36:9; Karên Şandiya 15:28, 29; Eyantî 21:8).

21, 22. Kulfeteke ji Asiyayê ça fikirî ser prînsîpa ji Kitêba Pîroz û çira safîkirina wê rast bû dereca wêda?

21 Were binihêrin serhatiya kulfeteke ji Asiyayê. Ew kulfet tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêdike, û paşî hine wede, jêra qîzek bû ji wedê xwe zûtir, kaşa kîjanê 1 470 giram bû. Kuleke çiqas giran kete dilê wê kulfetê çaxê ji hekîma pêhesiya, wekî zar wê rast mezin nebe û tu car rê neçe. Hekîma şîret da wê, wekî zarê tesmîlî ciyê zarên bêxweyî bike. Lê malxê wê nizanibû çi bike. Ewê kulfetê dikaribû ji kê alîkarî bixwesta?

22 Ew gilî dike: “Hate bîra min, wekî Kitêba Pîrozda nivîsar e: ‘Ewled pêşkêşêd Xudan in, berê zika dayîna Wî ye’” (Zebûr 127:3). Ewê safî kir, vê “pêşkêşê” bive mal, miqatî wê be û xwey ke. Sêrîda gelek çetin bû wê dayka cahilra. Lê hevalên wêye Şedê Yehowa alîkarî didane wê, lema jî ewê karibû bi cûrekî mexsûs ewê zarê xwey ke. Paşî 12 sala ew qîzik îda diçû ser civata û bi şabûnê hevaltî dikir tevî zarên weke xwe. Ew dê dibêje: “Ez çiqas razî me, wekî prînsîpên ji Kitêba Pîroz alî min kirin safîkirina rast bikim. Kitêba Pîroz alî min kir, wekî îsafa min temiz bimîne ber Xwedê û ez xilaz kirim ji wê safîkirinê, bona kîjanê ezê poşman bûma û temamiya emirê xwe biçerçiriyama”.

23. Kitêba Pîroz çi berdiliyê dide merivên nexweş û yên ku wan xwey dikin?

23 Zûtirekê emê ji hemû nexweşiya xilaz bin. Îşaya pêxember nivîsiye derheqa wî wedeyî çaxê tu kes wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşaya 33:24). Eva soza wê dinya tezeda bê sêrî, kîjan ku gelek nêzîk e. Lê heta hatina wê rojê, em gerekê sebir kin nexweşiya û mirinê. Em gelek şa ne, wekî Kitêba Pîroz alî me dike û rêberiyê me dike. Normên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku derheqa rabûn-rûniştinê hatine lêkirinê, nayêne guhastinê, û gelek qîmettir in ji fikirên merivên gunekar. Merivên bîlan wê razî bin tevî giliyên zebûrbêj: “Hînkirina Xudan kamil e, mêriv ew nûyejîyîn dike. . . . Qanûnêd Xudan rast in, dilê mêriv şa dikin. . . . Qirarêd Xudan heq in, temamîya xweva ew rast in” (Zebûr 19:7, 9, 11).