Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 10

Civatên Şedên Yehowa Çida Dikarin Karê Tera Bînin?

Civatên Şedên Yehowa Çida Dikarin Karê Tera Bînin?

Tu qe çûyî civatên Şedên Yehowa? Hergê na, dibeke tu xwe egle dikî, çimkî nizanî wêderê çi diqewime. Dibe ku pirsên usa cem te pêşda tên: “Gelo çira ew civat ferz in? Çira ez gerekê herim wan civata?” Ji vê dersê tuyê pêbihesî, wekî çawa civat dikare alî te bike, ku diha nêzîkî Xwedê bî û seva xwe jî karê bistînî.

1. Çima Şedên Yehowa civata derbaz dikin?

Nivîskarekî Kitêba Pîroz eyan kir, wekî çiqas ferz e tevayî bicivin. Ewî got: “Civatada ezê pesinê Xudan bidim” (Zebûr 26:12). Şedên Yehowa jî mîna xizmetkarên Xwedêye berê, tevayî dicivin, çi ku şabûneke mezin wanara tîne. Temamiya dinyayêda her heftiyê ewana tevayî top dibin, seva ku pesina bidine Xwedê, kilamên pesindayînê bistirên û dua bikin. Xêncî wê yekê, salê çend cara ewana ser civatên mezin jî top dibin.

2. Em ser civata çi hîn dibin?

Ser civata em Xebera Xwedê hîn dibin û mena wê zelal şirovedikin (Bixûne Nehemiya 8:8.) Hergê tu herî ser civatên Şedên Yehowa, tuyê derheqa Yehowa û xeyset-hunurên wîyî baş, hê zêde pêbihesî. Tu çiqas hê zêde pêbihesî derheqa hizkirina Yehowa hindava xwe, haqas hê zêde tuyê bixwazî nêzîkî wî bî. Ser wan civata tuyê usa jî pêbihesî, wekî ça gerekê bijîyî ku nêta jîyîna te hebe û bextewar bî (Îşaya 48:17, 18).

3. Civatên Şedên Yehowa çida dikarin bona te kar bin?

Yehowa temiyê dide me, wekî em “hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev” û “dest ji lihevcivînê nekişînin” (Îbranî 10:24, 25). Ser civata tuyê wan meriva bivînî, kîjan ku bi rastî bona hev xem dikin û mîna te dixwazin hê zêde derheqa Xwedê pêbihesin. Xêncî wê yekê tuyê bivînî, wekî ewana ji Kitêba Pîroz fikirên hêlanî dibêjin (Bixûne Romayî 1:11, 12.) Mecala te wê hebe, ku nasiya xwe bidî him merivên azep him jî yên zewicî, kîjan ku hela hê nava problêmada jî şabûna xwe unda nakin. Ev tenê çend menî ne, ku çima Yehowa dixwaze wekî em civata bernedin!

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku civatên Şedên Yehowa çawa derbaz dibin û çima ferz e hemû tiştî bikin, wekî herine civata.

4. Civatên Şedên Yehowa

Mesîhiyên qirna yekê hergav tevayî top dibûn, seva ku Yehowa bihebînin (Romayî 16:3-5). Bixûne Kolosî 3:16, û paşê caba vê pirsê bide:

  • Mesîhiyên qirna yekê çawa Yehowa dihebandin?

Îro jî Şedên Yehowa hergav dicivin. Seva ku pêbihesî, wekî civatên wan çawa derbaz dibin, vêxe VÎDÊO. Paşê dîna xwe bide ser şikilê ji vê rûpêlê, û van pirsa şêwir ke:

  • Ev yek çi ku te vîdêoyêda dît û çi te ji Kolosî 3:16 xwend, çawa hevva girêdayî ne?

  • Çi diha zef te xweş hat, çaxê te vîdêo yan şikil dinihêrî?

Bixûne 2 Korintî 9:7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima ser civatên Şedên Yehowa, pere nayêne topkirinê?

Tevî merivê ku Kitêba Pîroz te hîn dike, bernama civatê binihêre wekî pêbihesî, ku vê heftiyê ser civatê wê çi bê şêwirkirinê.

  • Kîjan para bernamêye civatê, diha zef te xweş tê?

We zanibû?

Ji malpera jw.org, tu dikarî pêbihesî, wekî nav temamiya dinyayê, civatên me kîderê û çi çax derbaz dibin.

  1. A. Ser civatên me hûnê gotara bibihên usa jî qisekirin û vîdêoya binihêrin. Civatên me, bi kilam û dua destpêdibin û xilaz dibin

  2. B. Hine parên bernamên civatêda, meriv dikarin caba xwe bidin

  3. C. Hemû meriv dikarin bêne civatê; yên azep û yên zewicî, usa jî merivên emirda mezin û zar

  4. Ç. Civatên Şedên Yehowa bêpere ne û wêderê pere nayê topkirinê

5. Gerekê qewatê bidine xebatê, ku bêne ser civata

Werê em derheqa malbeta Îsa şêwir kin. Mesele, ewana gerekê weke 100 kîlomêtra, ji Nisretê heta Orşelîmê, riya çetinra piya biçûna ser cejinê, kîjan ku salê carekê derbaz dibû. Bixûne Lûqa 2:39-42, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ça tu difikirî, malbeta Îsara hêsa bû here Orşelîmê?

  • Çima dibeke bona te jî wê hêsa nîbe herî civata?

  • Ça tu difikirî, hêja ye wekî tu bona vê yekê qewatê bidî xebatê? Çima?

Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî gelek ferz e em tevayî bona hebandinê bicivin. Bixûne Îbranî 10:24, 25, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima em gerekê hergav bêne ser civata?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Eseyî nîne tevayî top bin, çimkî malda jî dikarî Kitêba Pîroz bixûnî.”

  • Ji kîjan rêzê, yan ji kîjan serhatiya Kitêba Pîroz em pêdihesin, ku Yehowa çi ji me dewa dike?

TEMAMKIRIN

Ser civata tuyê hê zêde derheqa Yehowa pêbihesî, dostiya xwe tevî wî hê qewî kî û tevî merivên din Wî bihebînî.

Wekilandin

  • Çima Yehowa dixwaze ku em tevayî bicivin?

  • Ser civatên Şedên Yehowa tuyê çi pêbihesî?

  • Ça tu difikirî, bona te civat wê çida kêrhatî bin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Dibe ku tu hê dudilî yî herî ser civatê yan na? Pêbihese derheqa merivekî, yê ku difikirî wekî hê hazir nîne here ser civatê, lê wede şûnda ewî civat gelek hiz kir.

“Emê Tu Car Bîr Nekin, ku Çawa Rastî Me Hatin” (4:16)

Pêbihese derheqa xortekî cahil, ku civat ça wî xweş hat û ewî çi dikir, wekî hergav here civatê.

“Min Civat Gelek Begem Kirin!” (4:33)

Pêbihese, wekî merivên din derheqa civatê çi difikirin.

”Çira Ez Gerekê Herim Civîna li Odên Civatada?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese derheqa qaçaxekî, yê ku jîyîna xwe guhast paşî wê yekê, gava hatibû ser civata Şedên Yehowa.

”Ez Bêy Qirme Nediçûme Tu Cî” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, 2014)