DERSA 22
Tu Ça Dikarî Mizgîniya Xêrê Bela kî?
Tu çiqas hê zêde Kitêba Pîroz hîn dibî, haqas hê zêde fem dikî wekî hemû meriv gerekê evê rastiyê pêbihesin. Lê dibeke tu berxwe dikevî ku ça merivara gilî kî derheqa vê yekê, çi ku tu pêhesiyayî. Were em şêwir kin ku çi bikin, wekî berxwe nekevin û bi şabûnê mizgîniya xêrê bela kin.
1. Tu ça dikarî mizgîniyê gilî kî wan merivara, kîjana tu nas dikî?
Şagirtên Îsa gotin: “Em nikarin bona wan tiştên ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî” (Karên Şandiya 4:20). Wana rastiya Kitêba Pîroz usa qîmet dikir, ku dixwestin çiqas dikarin hê zêde merivara gilî kin. Hergê xwestina te jî usa heye, mecala ji destê xwe bernede ku bi qedir neferên xwera û hevalên xwera gilî kî vê yekê, çi ku tu pêhesiyayî (Bixûne Kolosî 4:6.)
Hine mesele ku ça xeberdanê destpêkin
-
Seva tevî neferên xwe destpêkî derheqa Kitêba Pîroz xeber dî, tu dikarî usa bêjî: “Ez wê heftiyê tiştekî hewas pêhesiyam”.
-
Hevalê xwera yê ku nexweş e yan jî berxwe dikeve, rêzeke usa bixûne, wekî wî qewî kî.
-
Çaxê hevalkarê te ji te dipirse tu çawa nî, qe çi heye çi tune, hingê jêra gilî ke ku tu wedê hînbûna Kitêba Pîroz yan jî civatêda, çi pêhesiyayî.
-
Malpera me jw.org nîşanî hevalên xwe ke.
-
Meriva teglîfî ser hînbûna xweye Kitêba Pîroz ke, yan jî nîşanî wan ke, ku ewana ça dikarin xwexa bi saya malpera jw.org bixwazin, wekî tevî wan hînbûnê derbaz kin.
2. Çira wê baş be nêtê daynî pêşiya xwe ku tevî civatê xizmet kî?
Şagirtên Îsa ne tenê nasên xwera şedetî didan, lê hemû merivara. Îsa “ewana dudu-dudu pêşiya xweva şandine . . . cî û bajara” (Lûqa 10:1). Bi saya wê yekê, gelek meriva mizgîniya xêrê bihîstin. Çaxê şagirtên Îsa tevayî mizgînî bela dikirin, wana şabûneke mezin distand (Lûqa 10:17). Lê tu dikarî tevî civatê hevkariyê bikî, dêmek mizgîniyê bela kî?
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese tu çi dikarî bikî, wekî zef berxwe nekevî û ji belakirina mizgîniyê şabûnê bistînî.
3. Yehowa wê alî te bike
Hinek ditirsin şedetiyê bidin, çimkî berxwedikevin ku meriv wê derheqa wan çi bifikirin, yan jî wê ça xwe bidine kifşê.
-
Lê tera çetin e çi ku pêdihesî, merivara gilî kî? Şiroveke.
Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Şedên Yehowayî cahil çi kirin, wekî berxwe nekevin?
Bixûne Îşaya 41:10, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Çira gerekê dua bikî çaxê ditirsî mizgîniyê bela kî?
We zanibû?
Gelek Şedên Yehowa wedekî difikirîn, wekî wê tu car newêribin mizgîniyê bela kin. Mesele, Sêrgêyra çetin bû tevî meriva xeber de, çimkî ewî xwe bêkêr hesab dikir. Wede şûnda ewî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ew dibêje: “Rast e tirsa min hebû, lê min destpêkir merivara gilî kim vê yekê, çi ku pêdihesiyam. Rast bêjim, hema evê yekê alî min kir, wekî xwe kêrhatî hesab kim û usa jî baweriya min gelek qewî bû”.
4. Bi qedir be
Pêşiya ku merivara mizgîniyê gilî kî, bifikire ne ku tenê derheqa vê yekê ku tuyê çi bêjî, lê usa jî tuyê ça bêjî. Bixûne 2 Tîmotêyo 2:24 û 1 Petrûs 3:15 û paşê van pirsa şêwir ke:
-
Tu ça dikarî wan rêza bidî xebatê çaxê tevî meriva derheqa Kitêba Pîroz xeber didî?
-
Tu ça gerekê xwe bidî kifşê hergê kesek ji neferên te yan jî hevalên te tevî te qayîl nînin? Tu çi gerekê nekî?
-
Çira dewsa ku zorê meriva bikî, wekî bêne ser fikirên te, diha baş e bi taktîkî pirsa bidî wan?
5. Belakirina mizgîniyê şabûnê tîne
Yehowa şixul dabû Îsa, wekî mizgîniyê bela ke. Îsa ça xwe da kifşê hindava wî şixulî? Bixûne Yûhenna 4:34, û paşê van pirsa şêwir ke:
-
Çaxê em xwarina kêrhatî dixwin, em qewî dibin û şabûnê distînin. Çira Îsa qedandina qirara Xwedê, dêmek usa jî belakirina mizgîniyê, beramberî nanxwarinê kir?
-
Bi texmîna te, çira belakirina mizgîniyê şabûnê tîne?
Şîret
-
Çaxê civatêda pê dersa dertên, dîna xwe bidê ku ça tevî meriva xeberdanê destpêdikin.
-
Nêtê dayne pêşiya xwe, wekî civatêda pê dersê derkevî. Ew yek wê alî te bike ku hêsa tevî meriva xeber dî derheqa wê yekê, çi ku pêdihesî.
-
Bide xebatê çargoşa vê kitêbêda, navê kîjanê ye “Hine Meriv Dibêjin” yan jî “Dibeke Hine Meriv Pirseke Usa Bidin”, wekî hîn bî caba wan pirsa bidî, kîjan ku meriv gelek car didin.
DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Qe çawa nî?”
-
Tu ça dikarî evê mecalê bidî xebatê, wekî wî merivîra gilî kî, ku tu wedê hînbûna Kitêba Pîroz çi pêhesiyayî?
TEMAMKIRIN
• Belakirina mizgîniyê şabûnê tîne û destpêkirina xeberdanê dikare diha hêsa be, ne ku ça tu difikirî.
Wekilandin
-
Çira em gerekê mizgîniyê merivara gilî kin?
-
Tu ça dikarî vê yekê bi qedir bikî?
-
Tu çi dikarî bikî, wekî tirsa xwe bidî hildanê?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Bifikire ku tu ça dikarî pê karta jw.org, bi çar mêtoda mizgîniyê bela kî.
Pêbihese ku belakirina mizgîniyêda kîjan hunur wê alî te bikin.
“Gelo Tu Hazir î ku Bibî ‘Mesîgir’?” (“Birca Qerewiliyê”, Îlon, 2020)
Binihêre ça mesela ji Kitêba Pîroz dikare mêrxasiyê bide me hemûya, çawa biçûka usa jî mezina.
Pêbihese ça tu dikarî neferên mala xwera, yên ku Yehowa rind nas nakin, derheqa Kitêba Pîroz gilî kî.
“Ça Xebera Xwedê Bigihînin Dilê Merivên Xweye Nebawer” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Adarê, 2014)