Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 13

Rêlîgiyên Qelp Nerast Xwedê Eyan Dikin

Rêlîgiyên Qelp Nerast Xwedê Eyan Dikin

Hergê Xwedê hizkirin e, lê çira ew rêlîgiyên ku derheqa Xwedê meriva hîn dikin, haqas zulmiyê dikin? Çimkî ew rêlîgiya qelp in. Ewana pê kirên xwe û gotinên xwe meriva hêlan dikin, wekî merî derewên wan bawer kin. Lê ewana evê yekê ça dikin? Xwedê ji bo wê yekê çi ser xwe texmîn dike? Û ewê seva vê yekê çi bike?

1. Ewana pê hînkirinên xwe Xwedê ça eyan dikin?

Rêlîgiyên qelp “rastiya Xwedê derewiyêra guhêrîn” (Romayî 1:25). Mesele, gelek rêlîgiya peyçûyên xwera navê Xwedê eyan nakin. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê ku gerekê navê Xwedê bidine xebatê (Romayî 10:13, 14). Çaxê tiştekî zulm diqewime, hine serwêrên rêlîgiya dibêjin, wekî ew qirara Xwedê ye. Lê ew yek derew e. Xwedê kaniya zulmiyê û xirabiyê nîne (Bixûne Aqûb 1:13.) Lê yazix, rêlîgiyên qelp pê derewên xwe meriva ji Xwedê dûr dixin.

2. Ewana pê kirên xwe Xwedê ça eyan dikin?

Rêlîgiyên qelp hindava merivada usa nînin çawa Yehowa. Kitêba Pîroz dibêje ku “gunên wê ser hev cî bûne gihîştine heta ezmên” (Eyantî 18:5). Îda bi qirna serwêrên dewleta çi ku dikin, bin hukumê rêlîgiyada dikin. Hine serwêrên rêlîgiya dixwazin dewletî bin, û ji peyçûyên xwe pera dewa dikin. Ew kirên wan didine kifşê wekî ewana Xwedê nas nakin, lema jî îzina wana tune derheqa Wî hîn kin (Bixûne 1 Yûhenna 4:8.)

3. Xwedê ça xwe texmîn dike ji bo kirên rêlîgiyên qelp?

Hergê tu hêrs dikevî çaxê divînî rêlîgiyên qelp çi dikin, tu ça difikirî, lê Xwedê ça xwe texmîn dike? Ew meriva hiz dike, lê hêrs dikeve ser serwêrên rêlîgiyên qelp, yên ku derheqa wî nerastiyê hîn dikin û hindava peyçûyên xwe xirab in. Ew soz dide, wekî rêlîgiyên qelp wê bêne hildanê “û îdî tu car” wê xuya nebin (Eyantî 18:21). Zûtirekê Xwedê wê hemû rêlîgiyên qelp kuta ke (Eyantî 18:8).

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde pêbihese ku Xwedê ça dinihêre ser rêlîgiyên qelp. Pêbihese ku ew rêlîgiya çi dikin, usa jî pêbihese ku çira tu gerekê nehêlî, wekî ew rêlîgiya te bidine sekinandinê ku derheqa Xwedê pêbihesî.

4. Xwedê ne hemû rêlîgiya qebûl dike

Gelek merî bawer in, wekî rêlîgiya mîna cûre-cûre riya ne, kîjan ku dibin berbi Xwedê. Lê gelo ew yek rast e? Bixûne Metta 7:13, 14, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa wê rê, kîjan ku dibe berbi jîyînê?

Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Xwedê hemû rêlîgiya qebûl dike?

5. Rêlîgiyên qelp hizkirina Xwedê eyan nakin

Rêlîgiyên qelp derheqa Xwedê pê cûre-cûre mêtoda nerastiyê hîn dikin. Mêtodeke gelek xirab ew e, ku ewana piştgiriya şera dikin. Seva ku meselekê bivînin, vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Wedê Şerê Hemdinyayêye II, gelek rêlîgiya piştgiriya çi dikirin?

  • Tu çi difikirî derheqa wê yekê, ku dêr piştgiriya çi dikirin?

Bixûne Yûhenna 13:34, 35; 17:16, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Tu ça difikirî, Yehowa çi ser xwe texmîn dike, çaxê rêlîgiya piştgiriya şera dikin?

  • Rêlîgiyên qelp sebebên gelek tiştên xirab in. Bi nihêrandina te, ji çi tê kifşê, wekî rêlîgiyên qelp hizkirina Xwedê eyan nakin?

Bi kirên rêlîgiya qelp, hizkirina Xwedê nayê kifşê

6. Xwedê dixwaze meriya ji rêlîgiyên qelp aza ke

Bixûne Eyantî 18:4, a û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ça ser te hukum dibe zanebûna wê yekê, ku Xwedê dixwaze alî wan meriva bike, yên ku aliyê rêlîgiya qelpda hatine xalifandinê?

7. Berdewam ke derheqa Xwedêyê rast pêbihese

Çima tu gerekê ji bo kirên rêlîgiya qelp, baweriya xwe hindava Xwedêda unda nekî? Bide ber çevê xwe, wekî kur şîreta bavê hilnade hesab, ji mal diçe û dikeve ser riya xirabiyê. Bav kirên kurê xwe qebûl nake. Çima wê nerast be, wekî bav neheq kin wê yekêda, ku çi hate serê kurê wî?

  • Çima wê nerast be em Yehowa neheq kin ji bo kirên rêlîgiyên qelp û çima em gerekê berdewam kin hê nêzîkî Yehowa bin?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez Xwedê bawer nakim, çimkî rêlîgiya sebebê gelek problêma ye.”

  • Tu jî usa difikirî?

  • Çima baweriya te hindava Yehowa, ji bo kirên rêlîgiyên qelp gerekê sist nebe?

TEMAMKIRIN

Ji bo hînkirin û kirên rêlîgiyên qelp, meriv destpêdikin derheqa Xwedê nerast bifikirin. Xwedê wê rêlîgiya qelp kuta ke.

Wekilandin

  • Tu derheqa hînkirin û kirên rêlîgiya qelp çi difikirî?

  • Yehowa ser rêlîgiya qelp ça dinihêre?

  • Axiriya rêlîgiya qelp wê ça be?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Çima Yehowa dixwaze wekî em tevî wan meriva wî bihebînin, yên ku wîra xizmet dikin?

“Gelo Ese ye ku Bawermend Endemê Teşkîleta Rêlîgî be?” (Gotara ji malperê)

Keşîşek rêlîgiya xweda kete şikê. Lê evê yekê riya wî negirt, wekî derheqa Xwedê rastiyê pêbihese.

“Çima Keşîş Dêr Hîşt” (“Hişyar Bin!”, Sibat, 2015)

Bi seda sala rêlîgiya tiştên nerast derheqa Xwedê hîn dikin, ji bo çi jî gelek meriva tirê, Xwedê yekî zulm e û bona me xem nake. Pêbihese, wekî derheqa Xwedê kîjan derewa bela dikin.

“Derew, ji bo Kîjanî Çetin Dibe Xwedê Hiz Bikin” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Mijdarê, 2013)

a Seva ku pêbihesî çima kitêba Eyantî rêlîgiya qelp beramberî kulfetê dike, kîjan tê navkirinê Babîlona Mezin, binihêre Elametiya Zêde 1.