Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 44

Gelo Hemû Cejin Xwedê Xweş Tên?

Gelo Hemû Cejin Xwedê Xweş Tên?

Yehowa dixwaze wekî em ji jîyînê lezetê bivînin û ji wedederbazkirina jî şabûnê bistînin. Lê gelo hemû cûre wedederbazkirin Xwedê xweş tên? Û em ça dikarin vê pirsêda hizkirina xwe Yehowara bidine kifşê?

1. Çira gelek cejin Yehowa xweş nayên?

Dibeke tu ecêbmayî bimînî çaxê pêbihesî ku gelek cejin ser hîmê Nivîsarên Pîroz nînin û rêlîgiya qelpva girêdayî ne. Ew cejin dibeke sêrbaziyêva girêdayî bin, yan jî ser hîmê vê hînkirinê bin, ku paşî mirinê ruhê meriv berdewam dike dijî. Lê hine cejin ser hîmê hînkirinên qelp in û baweriya hindava bextva girêdayî ne (Îşaya 65:11). Yehowa xizmetkarên xwera dibêje: “Ji nava wan derên, cude bin. Li tiştên heram nekevin” (2 Korintî 6:17). a

2. Yehowa ça dinihêre ser wan cejina, kîjan ku hurmetê didine meriya?

Yehowa mera dibêje wekî em fesal bin û hurmetê nedine meriya (Bixûne Yêremya 17:5.) Mesele, hine cejin serwêra yan jî eskera hurmet dikin. Lê hine cejin jî hurmetê didine sîmbolên miletiyê û azaya welat (1 Yûhenna 5:21). Hene cejinên usa jî, kîjan ku polîtîkayêva û hine teşkîletava girêdayî ne, yên ku meriva saz kirine. Yehowa wê çi ser xwe texmîn ke, hergê em hurmetê bidine benda yan teşkîletekê, îlahî hergê ewana fikirên usa pêşda tînin, kîjan ku miqabilî qirara Xwedê ne?

3. Ji bo çi hine cejin necayîz in?

Kitêba Pîroz “serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina” bêhemdê xwe, sûcdar dike (1 Petrûs 4:3). Ser hine cejina meriv xwe kontrol nakin û tiştên necayîz dikin. Lê em gerekê nav-namûsiya xwe temiz xwey kin, seva ku tu tişt dostiya me tevî Yehowa xirab neke.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese tu ça dikarî pê safîkirinên xweye bi bîlanî, kîjan ku cejinava girêdayî ne, dilê Yehowa şa kî.

4. Înkar ke cejinên usa, kîjan ku Yehowa bêhurmet dikin

Bixûne Efesî 5:10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Em gerekê çida bawer bin, çaxê safî dikin hela cejinê derbaz kin yan na?

  • Mihala teda kîjan cejin belabûyî ne?

  • Tu ça difikirî, ew cejin Yehowa xweş tên yan na?

Mesele, tu qe fikirîyî ku Xwedê ça dinihêre ser cejina roja bûyînê? Kitêba Pîrozda qe nayê gotinê, wekî kesek ji xizmetkarên Yehowa, roja bûyînê derbaz dikir. Lê dîna xwe dide rojên bûyîna wan du meriya, kîjan ku Yehowara xizmet nedikirin. Bixûne Destpêbûn 40:20-22 û Metta 14:6-10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ew herd rojên bûyînê çida mîna hev in?

  • Li gora wan du serhatiya, Yehowa ça dinihêre ser roja bûyînê?

Diqewime tu difikirî: “Gelo bona Yehowa yek e ku ez roja bûyînê û cejinên ne ser hîmê Nivîsarên Pîroz, derbaz dikim yan na?” Bixûne Derketin 32:1-8, paşê vêxe VÎDÊO, û van pirsa şêwir ke:

  • Çira em gerekê bizanibin, ku Yehowa çi qebûl dike û çi na?

  • Ça em dikarin evê yekê bizanibin?

Em ça dikarin pêbihesin hela cejin Xwedê xweş tê yan na?

  • Gelo ev cejin ser hîmê Nivîsarên Pîroz e? Seva ku caba vê pirsê bistînî, hîmê vê cejinê lêkolîn ke.

  • Gelo ev cejin hurmetê dide meriva, teşkîleta yan sîmbolên miletiyê? Berî pêşin em hurmetê didine Yehowa û bawer dikin, ku tenê ew dikare problêmên însanetê safî ke.

  • Gelo edet û kirên vê cejinê miqabilî Kitêba Pîroz in yan na? Em gerekê hemû aliyada temiz bimînin.

5. Bi merîfet be wekî meriv qedirê baweriya te bigirin

Dibeke tera çetin be nekevî bin hukumê meriva, gava ewana zorê te dikin wan cejina derbaz kî, kîjan ku Yehowa xweş nayên. Bi sebir û merîfetî merivara derheqa safîkirinên xwe şiroveke. Seva ku bivînî ça evê yekê bikî, vêxe VÎDÊO.

Bixûne Metta 7:12, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Li gora vê rêzê, gelo tu gerekê neferên xwera bêjî, wekî kîjan cejinê îzina wan tune derbaz kin?

  • Tu ça dikarî neferên xwe bidî bawerkirinê, wekî rast e tu wan cejina derbaz nakî, lê ew nayê hesabê ku tu wana hiz nakî û qîmet nakî?

6. Yehowa dixwaze em bextewar bin

Yehowa dixwaze wekî em tevî malbet û hevalên xwe wede derbaz kin û şabûnê bistînin. Bixûne Waîz 8:15, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ev rêz ça dide kifşê, ku Yehowa dixwaze wekî em bextewar bin?

Yehowa dixwaze wekî cimeta wî tevayî wede derbaz kin û şabûnê bistînin. Vêxe VÎDÊO, ku bivînî wekî ça ew yek zelal tê kifşê ser civatên mezine hemdinyayê.

Bixûne Galatî 6:10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Gelo em gerekê cejina derbaz kin, ku meriva xweş bên û usa “qenciyê” bikin?

  • Çi cûre qencî te diha bextewar dike, gava tu ji borcdariyê tiştekî dikî, yan ji dil?

  • Şedên Yehowa carna tevî zarên xwe top dibin, wekî zar tevayî şa bin, û him jî pêşkêşa didine wan. Hergê zarên te hene, tu çi dikarî bona wan bikî, wekî ewana şa bin?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Firqî tune kaniya wan cejina ji ku tê, serî ew e ku rind wedê xwe tevî malbet û hevalên xwe derbaz kin.”

  • Tuyê çi bêjî?

TEMAMKIRIN

Yehowa dixwaze wekî em tevî malbet û hevalên xwe wede derbaz kin û şabûnê bistînin. Lê ew usa jî dixwaze, wekî em xwe dûr bigirin ji cejinên ku wî xweş nayên.

Wekilandin

  • Em kîjan pirsa dikarin bidine xwe, wekî têderxin kîjan cejin Yehowa xweş nayên?

  • Em ça dikarin malbet û hevalên xwera derheqa safîkirinên xwe cejinava girêdayî, şirovekin?

  • Em ji ku zanin ku Yehowa dixwaze wekî em bextewar bin û şabûnê bistînin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese derheqa hine cejinên ku Mesîhî derbaz nakin.

“Çira Şedên Yehowa Cejinên Belabûyî Derbaz Nakin?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese derheqa çar meniya, kîjan ku didine kifşê wekî çima em bawer dikin, ku cejina roja bûyînê Xwedê xweş nayê.

“Çira Şedên Yehowa Roja Bûyînê Derbaz Nakin?” (Gotara ji malperê)

Binihêre ku ça mektebêda qerfê xwe cahilekî kirin, ji bo baweriya wî hindava Cejina Roja Bûyîna Îsa.

“Hingê jî bi Merîfet be Gava Qerfê Xwe Te Dikin” (2:04)

Bi mîlyona Mesîhiya safî kirine, ku Cejina Roja Bûyîna Îsa derbaz nekin. Lê wana çira usa safî kiriye?

“Wana Tiştekî Diha Baş Dît” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Kanûna Pêşin, 2012)

a Binihêre Elametiya Zêde 5 wekî pêbihesî ku çi bikî vê derecêda, gava merivên der-dorê te cejina derbaz dikin.