SERÊ 27
“Pawlos . . . Şirovedikir û bi Merîfetî Dannasîn Dikir”
Çaxê Pawlos Romêda girtiyê malê bû, ewî berdewam dikir Mizgîniyê bela ke
Ser hîmê Karên Şandiya 28:11-31
1. Pawlos û yên ku tevî wî bûn, çida bawer bûn û çira?
2, 3. Gemiya ku Pawlos têda bû, berbi ku diçû û ewî temamiya rê çi texmîn dikir?
“Pawlos . . . Şikirî Da Xwedê û Dilê Wî Şidiya” (Karên Şandiya 28:14, 15)
4, 5. (a) Birên ji Potiyolê ça Pawlos û merivên tevî wî qebûlkirin, û çira ev azayî wîra hatibû dayînê? (b) Gava Mesîhiyên kelêda rabûn-rûniştinêda meseleke baş in, ev yek çi karê tîne?
6, 7. Birên ji Romê çida hezkirina mezin dane kifşê hindava Pawlos û yên ku tevî wî bûn?
8. Çira gava Pawlos çev bira ket, şikirî da Xwedê?
9. Em ça dikarin çev bidine xîreta wan bira, yên ku rastî Pawlos hatin?
“Hemû Cîya Miqabilî Wê Xeber Didin” (Karên Şandiya 28:16-22)
10. Romêda Pawlos kîjan derecada bû û çaxê ew gihîşte wêderê, ewî destpêkir çi bike?
11, 12. Çaxê Pawlos tevî Cihûya xeber dida, ewî çi got, wekî ewana guh bidine wî?
13, 14. Pawlos ça destpêkir derheqa Padşatiyê xeber de û em ça dikarin çev bidine wî?
“Pawlos . . . Şirovedikir û bi Merîfetî Dannasîn Dikir” û Vê Yekêda Mesele Mera Hîşt (Karên Şandiya 28:23-29)
15. Kîjan çar tişta em pêdihesin, gava dîna xwe didine xizmetiya Pawlos?
16-18. Pawlos çira ecêbmayî nema, gava Cihûyên Romê rastî qebûl nekirin û em gerekê ça bin hindava vê yekê, gava meriv rastiyê înkar dikin?
“Ewî Padşatiya Xwedê bi Mêrkîmî . . . Dannasîn Dikir” (Karên Şandiya 28:30, 31)
19. Pawlos çi dikir çaxê girtiyê malê bû?
20, 21. Çaxê Pawlos Romêda bû, ewî alî kê kir?
22. Ji çi tê kifşê, ku Pawlos wedê xwe pûç xerc nedikir, çaxê ew girtiyê malê bû?
23, 24. Ça gelek Şedên Yehowa, yên ku bona baweriya xwe ketine kelê, çev didine Pawlos?
25, 26. Wedê Pawlos kîjan pêxembertî nava 30 sala kêmtirda hate sêrî û rojên meda ev pêxembertî ça tê sêrî?