Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?

Qirara Xwedê Çi ye?

Xwedê dixwaze wekî qirara wî ser temamiya dinyayê bizanibin. Gelo qirara wî çi ye û çawa îro dikarin yên dinêna bona wî hîn kin?

DERSA 1

Şedên Yehowa Merivên Çi Cûreyî ne?

Hûn çend Şedên Yehowa nas dikin? Bi rastî hûn derheqa wan çi zanin?

DERSA 2

Çira Navê Me Şedên Yehowa ye?

Dîna xwe bidine sê meniya, ku çira em ev nav ser xwe digerînin.

DERSA 3

Çawa Rastiyên ji Kitêba Pîroz Hatin Eyankirinê?

Em çawa dikarin bawer bin, ku femkirina me derheqa Kitêba Pîroz rast e?

DERSA 4

Çira Me Welgerandina Dinya Teze Neşir kir?

Çira em dikarin bêjin, ku ev welgerandineke mexsûs e?

DERSA 5

Tu Çi Karê Dikarî Bistînî ji Civata Me?

Em tevayî dicivin, seva ku Nivîsarên Pîroz hîn bin û hev hêlan kin. Hûn ser çevara hatine!

DERSA 6

Topbûn û Hevaltiya Me Tevî Xûşk-Bira Çi Karê Dide Me?

Xebera Xwedê Mesîhiya hêlan dike, wekî hevra hevaltiyê bikin. Pêbihese ku tu çi karê dikarî bistînî ji civîna vî cûreyî.

DERSA 7

Ça Derbaz Dibin Civatên Me?

Tu qe fikiriyî wekî çi diqewime ser civatên me? Bêşik tuyê ecêbmayî bimînî, ku hînbûneke çiqas kêrhatî tu dikarî civatêda bistînî.

DERSA 8

Çira Çaxê Em Diçine Civatê, Kincên Baş û Layîq Xwe Dikin?

Gelo Xwedêra yek e, ku em çi li xwe dikin? Dîna xwe bidinê, wekî kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz rêberiya me dikin kincxwekirin û xemilandina meda.

DERSA 9

Em Ça Dikarin seva Civatê Xwe Rind Hazir kin?

Hergê hûn hîn bin xwe rind bona civatên me hazir kir, ew yek wê alî we bike hê zêde ji wan karê bistînin.

DERSA 10

Çi ye Qulixkirina Tevî Malbetê?

Pêbihese ku çawa ev yek dikare alî te bike hê nêzîkî Xwedê bî û heleqetiya xwe tevî malbeta xwe qewî kî.

DERSA 11

Çira Em Diçine Civatên Mezin?

Em salê sê cara top dibin û civînên mexsûs derbaz dikin. Çawa hûn dikarin ji van civîna karê bistînin?

DERSA 12

Şixulê Belakirina Mizgîniyê Çawa Tê Sazkirinê û Rêberîkirinê?

Em çev didine Îsa û usa dikin, ça ewî dikir gava ser erdê bû. Gelo hine ji mêtodên wî çi ne?

DERSA 13

Çi Tê Hesabê Pêşeng?

Hine Şedên Yehowa xizmetiyêda 30, 50, û hela hê zêde jî sihet her meh xerc dikin. Gelo çi wana hêlan dike ku usa xizmet kin?

DERSA 14

Çi Mekteb Hene bona Pêşenga?

Kîjan hînbûna mexsûs tê dayînê bona wan, yên ku hemû wedê xwe didine şixulê belakirina mizgîniyê?

DERSA 15

Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?

Rûspî mêrên cêribandî ne yên ku civatêda rêberiyê didin. Ewana çi alîkarî didin?

DERSA 16

Berdestiyên Civatê Çi Şixulî Dikin?

Berdestiyên civatê alî civata dikin, wekî hemû tişt baş be. Pêbihese ku çawa şixulê wan karê dide endemên civatê.

DERSA 17

Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?

Bi çi nêtê berpirsiyarên mihalê teseleiya civata dikin? Tu çawa dikarî ji serlêdana wan karê bistînî?

DERSA 18

Em Wedê Xezebê Ça Alî Biratiya Xwe Dikin?

Çaxê teşqele diqewimin, em pêra-pêra destpêdikin alîkariya kêrhatî û berdiliyê bidine merivên cefadîtî. Em ça alîkariyê didin?

DERSA 19

Kî ye “Xulamê Amin û Serwaxt”?

Îsa soz da wekî ew wê xulamek kifş ke, yê ku xwarina ruhanî wê wexta bida. Gelo ew yek ça hate standin?

DERSA 20

Koma Rêberiyê Rojên Îroyîn Çi Şixulî Dike?

Qirna yekêda, komeke biçûke mêrên mezin û şandî civata Mesîhîtîda ça koma rêberiyê xizmet dikirin. Lê gelo îro ewana çi dikin?

DERSA 21

Çi ye Beytel?

Beytel cîkî mexsûs e, kîderêda şixulên ferz têne kirinê. Hê zêde pêbihesin derheqa wan, yên ku wêderê xizmet dikin.

DERSA 22

Çi Şixul Fîlîalêda Tê Kirinê?

Mêvan têne teglîfkirinê li fîlîalên me ser êkskûrsiyayê. Em we jî teglîf dikin!

DERSA 23

Ça Edebyetên Me Têne Nivîsarê û Welgerandinê?

Em edebyetên xwe ser 750 zimana zêdetir neşir dikin. Em çima haqas qewatê didine xebatê bona vê yekê?

DERSA 24

Pera bona Şixulê Meyî Hemdinyayê, ji Ku Tên?

Aliyê perada teşkîleta me ji rêliyên din çida cude dibe?

DERSA 25

Odên Civatê​—Çira û Ça Ava Dikin?

Çima ciyê hebandina me têne navkirinê Odên Civatê? Hê zêde pêbihesin derheqa wê yekê, ku çawa ev avayî alî civatên me dikin.

DERSA 26

Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?

Oda Civatêye temiz û rind xweykirî, navê Xwedayê me rûmet dike. Çi tê kirinê, seva ku Oda Civatê temiz bê xweykirinê?

DERSA 27

Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?

Tu dixwazî hine lêkolîna bikî, seva ku zanebûna xweye derheqa Kitêba Pîroz zêde kî? Here kitêbxaneya Oda Civatê!

DERSA 28

Çi Dikarin Bivînin ser Malpera Me?

Hûn dikarin hê zêde pêbihesin derheqa me û baweriya me. Usa jî hûnê caba pirsên xwe bistînin, kîjan ku Kitêba Pîrozva girêdayî ne.

Tuyê Qirara Yehowa Biqedînî

Jehovah God truly loves you. How can you demonstrate your desire to please Him in your daily life?