DERSA 18
Em Wedê Xezebê Ça Alî Biratiya Xwe Dikin?
Çaxê teşqele diqewimin, Şedên Yehowa pêra-pêra destpêdikin alîkariyê û dilbîniyê bidine biratiya xwe, yên ku ji bo van bela ziyanê ketine. Alîkariya usa, rind nîşan dike hezkirina meye bi dil, hindava hev (Yûhenna 13:34, 35; 1 Yûhenna 3:17, 18). Lê em ça alîkariyê didine wan?
Em pera qurban dikin. Çaxê Cihûstanêda xelayîke giran destpêbû, Mesîhiyên Entakyayê alî biratiya xwe kirin, wanara pere şandin (Karên Şandiya 11:27-30). Roja îroyîn jî, çaxê em pêdihesin ku welatekîda xûşk-birên me rastî telî-tengiya hatine, em him pera him jî tiştên wanara lazim bi saya civatê dişînin (2 Korintî 8:13-15).
Em alîkariya lazim didin. Rûspiyên civata wî ciyî, pêşiyê destpêdikin her endemên civatê bigerin û wan ciyê bêxofda cîwar kin. Komîtêya komekdayînê jî, seva wan xem dike û xwarinê, ava temiz, kinca, alîkariya doxdirtiyê û ciyê sitarê dide wan. Gelek Şedên Yehowa kî çi dikare, bi rezedilî û kîsî xwe diçin, seva ku malên ziyanbûyî û Odên Civata ava kin. Ew yek ku teşkîleta meda yektî heye, û em dibine cêribandî çaxê tevayî dixebitin, alî me dike, wekî wedê çetinaya pêra-pêra şixulkariyê bikin û alîkariyê bidine ziyankêşa. Rast e em alî “xûşk û birayên” xwe dikin, lê em alî wan meriya jî dikin, yên ku ne ji dînê me ne (Galatî 6:10).
Em dilbîniyê ji Kitêba Pîroz didine meriya. Kî ku ji xezebê ziyan standiye, wanara eseyî dilbînî lazim e. Wan çaxa em qewatê distînin ji Yehowa, yê ku heye “Xwedêyê hemû berdiliyê” (2 Korintî 1:3, 4). Em tevî wan merivên ziyankêş derheqa sozên Xwedê ji Kitêba Pîroz bi şabûn xeber didin û wana didine bawerkirinê, ku zûtirekê Padşatiya Xwedê wê hemû xezeba ku mera êşê û cefê tîne, bide hildanê (Eyantî 21:4).
-
Çira çaxê teşqele diqewimin, Şedên Yehowa pêra-pêra destpêdikin alîkariyê bidine meriya?
-
Em çi dilbîniya ruhanî, dikarin bidine merivên ziyankêş?