Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 21

Çi ye Beytel?

Îdara senetkariyê, Dewletên Amêrîkaya Yekbûyî

Almanya

Kenya

Kolombya

Çi ye Beytel?

Beytel ev xebereke Îbranî ye, ya ku tê hesabê “Mala Xwedê” (Destpêbûn 28:17, 19). Ev nav layîqî wan avaya ye, kîderê ku Şedên Yehowa hemû welatada xizmet dikin, û ji kîderê şixulê belakirina mizgîniyê tê sazkirinê û pêşda diçe. Koma Rêberiyê, Niyû-Yorkêda, Dewletên Yekbûyîda fîlîala herî mezinda xizmet dikin, û şixulên Şedên Yehowa nav temamiya dinyayê, ji wir tê rêberîkirinê. Usa jî ji wir ewana pey fîlîala dinihêrin, yên ku cûre-cûre welatada nin. Ser wan meriya, yên ku van avayada xizmet dikin, dibêjin endemên malbeta Beytelê. Mîna malbetekê, ewana tevayî dijîn, dixwin, dixebitin, tevayî jî Kitêba Pîroz hîn dibin. Evan hemû tişta malbeta Beytelê bi yektî dike (Zebûr 133:1).

Beytel cîkî mexsûs e, kîderê ku endemên wî rezedilî xizmet dikin. Hemû Beytelada, mêr û jinên Mesîhî bi aminiyê şixulê Xwedê dikin, û hemû wedê xwe didine şixulê belakirina mizgîniyê (Metta 6:33). Rast e tu kes ji wana pera yan heq seva vî şixulî nastîne, lê wanra otax, xwarin û usa jî perê cêva wan seva hewcên wanî herrojî, didin. Her kes Beytelêda cûre-cûre şixul dike. Hinek ji wan, neşirxanêda şixul dikin, hinek jî xwarinê hazir dikin, kinca dişon, yan jî didine hev û usa jî şixulên mayîn dikin.

Beytel ciyê şixulkariyê ye, yên ku piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê dike. Nêt-merema her Beytelekê ew e, wekî rastiya Kitêba Pîroz bigihîne gelek meriya. Eva broşûra jî vê yekê îzbat dike. Ew bin rêberiya Koma Rêberiyê hatiye nivîsarê, bi têksta êlêktronîk ev broşûr weke bi seda komên tercimanara hatiye şandinê, û wan Beytelada kîderê neşirxane heye, ev edebyet bi mekînên ku zû-zû dixebitin, hatiye derxistinê. Paşê jî ev edebyet 110 000 civatara zêdetir hatiye şandinê. Bi van hemû şixula, neferên Beytelê piştgiriya şixuleke gelek ferz dikin, dêmek şixulê belakirina mizgîniyê (Markos 13:10).

  • Kî Beytelêda xizmet dike, û ça derheqa hewcên wan dişirmîş dibin?

  • Neferên Beytelê piştgiriya kîjan şixulê ferz dikin?