Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 23

Ça Edebyetên Me Têne Nivîsarê û Welgerandinê?

Ça Edebyetên Me Têne Nivîsarê û Welgerandinê?

Îdara Nivîskariyê, Dewletên Amêrîkaya Yekbûyî

Korêya Başûrê

Ermenîstan

Bûrûndî

Şrî Lanka

Seva ku em hê rind “mizgîniyê” derbazî “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” bikin, em edebyetên xwe li ser weke 750 zimana neşir dikin (Eyantî 14:6). Lê çawa em evî şixulê nehêsa pêşda dibin? Evê yekê em bi alîkariya nivîskara û bi alîkariya koma tercimana dikin, yên ku Şedên Yehowa ne.

Têksta orîjînal, pêşiyê li ser zimanê Înglîzî tê hazirkirinê. Koma Rêberiyê cabdar e bona şixulê Îdara Nivîskariyê, yên ku fîlîala meye here mezinda nin. Îdara nivîskariyê, nivîskarara xebatê kifş dike. Ev nivîskar fîlîala herî mezinda û fîlîalên dinda jî xizmet dikin. Usa jî ewana cûre-cûre merî ne. Bi saya vê yekê, edebyetên meda têmên usa têne nivîsarê, ku li ser meriyên ji cûre-cûre mileta hukum dibe û ev edebyet gelek meriya xweş tên.

Nivîsarê tercimanara dişînin. Paşî wê yekê çaxê nivîsar seva neşirkirinê hazir dibe, û tê qebûlkirinê, ev bi êlêktronîk hemû komên tercimanara nav temamiya dinyayêda tê şandinê. Koma tercimana têkstê tercime dike, paşê dinihêre û rast dike. Terciman hemû tiştî dikin, ku xeberên rast bijbêrin, wekî hemû fikirên têksta Înglîzî rast derbaz kin li ser wî zimanî, li ser kîjanî ewana weldigerînin (Waîz 12:10).

Bi saya komputerê xebat pêşda diçe. Rast e komputer nikare dewsa nivîskar û tercimana bigire, lê xebata wan bi saya komputerê dikare hê zû pêşda here, çimkî komputera wanda heye ferheng, edebyetên derheqa ziman û edebyetên dinê seva lêkolînê. Xêncî wê yekê, Şedên Yehowa saz kirin bernamek, yê ku wêra dibêjin MÊPS. Bi saya vê bernamê, têkst bi seda zimana dikare top be, paşê van têkstada şikila zêde dikin û dişînin, seva ku bê neşirkirinê.

Lê çira em haqas qewat xerc dikin, wekî hela li ser wan zimana jî welgerînin, ser kîjanî tenê çend hezar merî xeber didin? Çimkî Yehowa dixwaze, wekî “hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:3, 4).

  • Ça edebyetên me têne nivîsarê?

  • Çira em edebyetên xwe, ser gelek zimana weldigerînin?