Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 13

Çi Tê Hesabê Pêşeng?

Çi Tê Hesabê Pêşeng?

Kanada

Xizmetiya mal bi mal

Hînbûna Kitêba Pîroz

Hînbûna Kitêba Pîroze şexsî

“Pêşeng”, tê gotinê ser wan meriva, yên ku pêşiyê diçin û rê vedikin, seva ku yên dinê bikaribin derbaz bin. Îsa jî awa gotî pêşeng bû, çimkî ev hate şandinê ser erdê, wekî xizmet ke û bi vê yekê seva xilazbûnê rê veke (Metta 20:28). Lema jî ewên ku pey Îsa diçin, çev didine wî û gelek wede xerc dikin seva ku meriya “bikin şagirtên” wî (Metta 28:19, 20). Hinek merî vê xizmetiyêda nin, ya ku em xizmetiya pêşengî dibêjin.

Xizmetkarê hertim. Hemû Şedên Yehowa mizgîniya xêrê bela dikin. Hineka ji wan safî kirine, wekî ça pêşengên hertim xizmet kin, û mehê 70 siheta xizmet bikin. Seva vê yekê wana safî kir kêm bixebitin. Hineka jî safî kirin xizmet kin ça pêşengên mexsûs, seva ku wan ciya xizmet kin, kîderê hewce ye. Û her meha ewana 130 siheta zêdetir xizmet dikin. Ev pêşeng pey hebûnê nakevin û bi emirekî hêsa dijîn, û gumana wan ew e, ku Yehowa derheqa hewcên wan wê xem bike (Metta 6:31-33; 1 Tîmotêyo 6:6-8). Kî ku nikare xizmet ke ça pêşengê hertim, dikare ça pêşengê komekdar xizmet ke, û mehê 30 yan 50 siheta xizmet ke.

Pêşeng ji bo hezkirina xwe hindava Xwedê û meriya evê yekê dikin. Mîna Îsa Mesîh, em jî fem dikin ku seva meriya gelek ferz e, pêbihesin derheqa Xwedê û qirara wî (Markos 6:34). Cem me heye zanebûneke usa, ya ku îda îro dikare alî meriva bike û him jî gumana wan derheqa axiriyê hê qewî ke. Ji bo hezkirina hindava meriya, pêşeng bi merdanî hemû wedê xwe û qewata xwe didine wê yekê, seva ku alî meriva bikin mizgîniya xêrê pêbihesin (Metta 22:39; 1 Têsalonîkî 2:8). Bi saya vê yekê baweriya wan hê qewî dibe, ewana hê nêzîkî Xwedê dibin, lema jî ewana bextewar in (Karên Şandiya 20:35).

  • Çi tê hesabê xebera “pêşeng”?

  • Ji bo kîjan meniyê pêşengên hertim xizmet dikin?