Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 8

Çira Çaxê Em Diçine Civatê, Kincên Baş û Layîq Xwe Dikin?

Çira Çaxê Em Diçine Civatê, Kincên Baş û Layîq Xwe Dikin?

Îsland

Meksîka

Gînea-Bîssau

Fîlîpîn

Dîna xwe bide ser şikilên vê broşûrê ku çaxê Şedên Yehowa diçine civatê, ewana ça baş kinca xwe dikin. Çira çaxê em diçine civatê, em gelekî dîna xwe didine ser kincxwekirina xwe?

Seva ku hindava Xwedêda qedir xwe nîşan kin. Bi rastî Xwedê dîna xwe dide dila, ne ku kincxwekirinê yan bedewiya meriya (1 Samûyêl 16:7). Lê çaxê em dicivin ku wîra xizmet kin, xwestina me ew e ku nîşan kin, wekî em hin qedirê Xwedayê xwe digirin, hin qedirê xûşk-birên xwe. Hergê kesekîra bêjin, ku ew gerekê ber padşakî yan serwêrekî bisekine, ew wê kincên baş û layîq xwe ke, wekî nîşan ke ku qedirê serwêrtiya wî digire. Xwedê Yehowa heye “Padşayê heta-hetayê”, lema jî çaxê em diçine civata wî, dêmek ciyê hebandina wî, bi kincxwekirina xwe, em eyan dikin hela em qedirê wî digirin yan na (1 Tîmotêyo 1:17).

Seva ku eyan kin van şîret û prînsîpa bi kîjana em dijîn. Kitêba Pîroz şîreta dide me, wekî em kincxwekirinêda “bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin” (1 Tîmotêyo 2:9, 10, Kitabı Mukaddes Şirketi). Kîjan kincxwekirin bê “şerm” dikare bê hesabê? Mesele, kincxwekirina gelek vekirî û ne namûsî, yan jî çaxê kincên usa xwe dikin, wekî dîna meriya gelekî berbi xwe bikişînin. Lê kincxwekirina bê “edeb” tê hesabê kincên sera-bera xwekirî, nepak yan jî ecêb. Lê hergê tu wan şîreta bidî xebatê, nefikire ku tu îda nikarî xwera kinca bijbêrî. Dîsa gelek cûre kincên layîq hene, ku em dikarin xwera bijbêrin. Bi kincxwekirina baş û layîq em dikarin bê xeberdan “hînkirina bona Xilazkirê me Xwedê, her aliyava bixemilînin” û “şikiriyê bidine Xwedê” (Tîto 2:10; 1 Petrûs 2:12). Kincxwekirina meye baş ser civata, hukum dibe ser nihêrandina meriya, wekî ewana wê çi cûreyî ser xizmetkirina me binihêrin.

Hergê kincên teye seva civatê tune, em hêlana didine te, wekî ev nebe menî ku neyêyî civatê. Eseyî nîne wekî kinc biha be, yan jî gelek bedew, ferz ew e, wekî kinc temiz û layîq be.

  • Ew yek çiqasî ferz e, hela çi kinc me ne çaxê em Xwedêra xizmet dikin?

  • Bi kîjan şîret û prînsîpa em rêberî dibin, çaxê xwera kinca dijbêrin?