Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 27

Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?

Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?

Îsraêl

Komara Çêxyê

Bênîn

Giravên Kaymanê

Dixwazî hine lêkolîna bikî, seva ku zanebûna xwe derheqa Kitêba Pîroz hê zêde kî? Dibek tu dixwazî hê zêde pêbihesî derheqa hine giliyên ji Kitêba Pîroz, yan jî derheqa hine meriya, ciya, û dîsa gelek tiştên din derheqa çi jî Kitêba Pîrozda tê gotinê? Yan dibek jî tu difikirî, gelo Xebera Xwedê dikare problêmên minda alî min bike? Hergê tu dixwazî caba hine pirsên xwe bivînî, tu dikarî bêyî kitêbxana me, yê ku Oda Civatêda ne.

Kitêbxanada hene edebyet seva lêkolînê, ku alîkariyê didin. Dibek cem te ser zimanê te, ne hemû edebyetên Şedên Yehowa hene. Lê kitêbxana Oda Civatêda, gelek edebyet hene. Mesele, vira cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîroz hene, ferhengên rind, û dîsa kitêbên din, yên ku dikarin alîkariyê bidine te. Pêşiya civatê yan jî paşî civatê, tu dikarî herî kitêbxanê. Hergê kitêbxanêda komputer heye, vê komputerêda usa jî Kitêbxana Birca Qerewiliyê tu dikarî bivînî. Ev heye bernama êlêktronîk, kîderê ku cûre-cûre edebyetên me hene. Bi saya vê bernamê tu dikarî hêsa elametiya bigerî û lêkolînê bikî.

Şagirtên Civîna ya Bijîn û Xizmet kin, ji kitêbxanê karê distînin. Hergê tera dersek dane, tu dikarî herî kitêbxane civatê, seva ku li wir dersa xwe hazir kî. Berpirsiyarê Civînê ya Bijîn û Xizmet kin, cabdar e bona kitêbxanê. Ew xem dike û miqat dibe, wekî edebyetên teze jî kitêbxanêda hebin û wekî ewana cîda bin. Berpirsiyarên mektebê, yan jî ev merî yê ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, dikarin tera nîşan kin, wekî ça tu dikarî elametiyên zêde, yê ku tera lazim in, bivînî. Her kitêb gerekê cîda bê xwendinê û ji kitêbxanê neyê derxistinê. Em usa jî gerekê miqatî van kitêba bin, ser lênekin û nîşana daneynin.

Kitêba Pîrozda nivîsar e, ku hergê em dixwazin zanebûnê derheqa Xwedê bistînin, em gerekê hazir bin lêkolînê bikin, û zanebûnê ku ça “xizne” veşartî ye, bigerin (Metelok 2:1-5). Belê, kitêbxana Oda Civatê dikare alî te bike, wekî tu destpêkî bigerî.

  • Kîjan cûre-cûre edebyet, kitêbxana Oda Civatêda hene?

  • Kî dikare alî te bike, wekî tu kitêbxanêda bikaribî hê rind lêkolînê bikî?