Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 20

Koma Rêberiyê Rojên Îroyîn Çi Şixulî Dike?

Koma rêberiyê qirna yekêda

Dixûnin neme ji koma rêberiyê

Koma Rêberiyê Rojên Îroyîn Çi Şixulî Dike?

Qirna yekêda Orşelîmêda, hine mêrên Mesîhî “şandî û berpirsiyar” hebûn, yên ku ça koma rêberiyê xizmet dikirin. Ewana hemû pirsên ferz nav civata Mesîhiyên ku kifşkirî bûn, safî dikirin (Karên Şandiya 15:2). Ewana derheqa hemû pirsa tevî hev dişêwirîn, wekî pêbihesin hela çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa wan pirsa, û bi saya vê yekê ewana hemû tiştîda hevra qayîl dibûn. Bi vê yekê wana dihîşt, ku ruhê Xwedê ser wan hukum ke (Karên Şandiya 15:25). Îro jî Koma Rêberiyê bi vî cûreyî dike.

Xwedê wana dide xebatê, seva ku qirara xwe bîne serî. Ev birên ji aliyê Xwedêda kifşkirî, yên ku Koma Rêberiyêda xizmet dikin, Kitêba Pîrozda gelek kûr dibin û lêkolînê dikin. Lema jî ewana şixulê xweda gelek cêribandî ne û rind zanin ça em dikarin şixulê xwe rind bikin, û pirsên ruhanî jî gelek rind şirovedikin. Koma Rêberiyê her heftiyê dicivin, seva ku dişirmîş bin derheqa hewcên biratiya meye hemdinyayê. Ça jî qirna yekêda dihate kirinê, ewana bi nema, bi berpirsiyarên rêwî û yên mayîn, ser hîmê Kitêba Pîroz rêberiyê didin. Ev yek alî cimeta Xwedê dike, wekî fikirên wan û şixulên wan yek be (Karên Şandiya 16:4, 5). Koma Rêberiyê miqatî hazirkirina xwarina ruhanî dibe, û hêlana dide hemûşka seva ku şixulê belakirina mizgîniyê cem wan, ser ciyê pêşin be. Ewana usa jî cabdar in bona kifşkirina bira ser cûre-cûre şixula.

Koma Rêberiyê pey rêberiya Xwedê diçe. Ewana rêberiya Yehowa Xwedayê hemû Zorayiyê digerin, usa jî rêberiya Îsa Mesîh, dêmek Serê civatê (1 Korintî 11:3; Efesî 5:23). Tu kes ji Koma rêberiyê, xwe ça serokê cimeta Xwedê hesab nake. Ewana tevî hemû Mesîhiyên kifşkirî “pey Berx [Îsa] diçin, kuda ku ew diçe” (Eyantî 14:4). Koma Rêberiyê gelek ji me razî ne, çaxê em seva wan û xebata wan dua dikin.

  • Qirna yekêda, kî koma rêberiyêda xizmet dikir?

  • Ça roja îroyîn, Koma Rêberiyê rêberiya Xwedê digerin?