Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qirara Xwedê Çi ye?

Qirara Xwedê Çi ye?

Xwedê dixwaze, wekî em cinetêda ser erdê, edilayêda û bextewariyêda heta-hetayê bijîn!

Dibek tu difikirî: “Ev yek çawa wê biqewime?” Kitêba Pîroz dibêje, ku ev yek bi saya Padşatiya Xwedê dikare biqewime, û qirara Xwedê ew e, ku hemû merî pêbihesin derheqa vê padşatiyê û qirara Xwedê seva me (Zebûr 37:11, 29; Îşaya 9:7).

Xwedê dixwaze, wekî em karê bistînin.

Mîna bavekî baş, ku tenê qenciyê zarên xwera dixwaze, Bavê meyî ezmana jî dixwaze, wekî em heta-hetayê bextewar bin (Îşaya 48:17, 18). Yehowa soz dide, wekî kî ku “emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17).

Xwedê dixwaze, wekî em bi rêberiya wî bijîn.

Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Efirandarê me dixwaze “rêyên xwe hînî me bike”, wekî em bikaribin wê rêra herin, kîjan ku ew nîşanî me dike, dêmek bi rêberiya Yehowa bijîn (Îşaya 2:2, 3). Yehowa cimeteke usa saz kiriye, ya ku “navê wî” hildane ser xwe, seva ku qirara wî ser erdê eyan kin (Karên Şandiya 15:14).

Xwedê dixwaze, wekî em bi yektî wîra xizmet kin.

Bi saya wê yekê ku em rast Yehowara xizmet dikin, em bi hezkirina hindava hev dibine yek (Yûhenna 13:35). Lê kî roja îroyîn hemû ciya hîn dike meriya, wekî ça bi yektî Xwedêra xizmet kin? Em we teglîf dikin caba vê pirsê ji vê broşûrê pêbihesin.