Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 5

Tu Çi Karê Dikarî Bistînî ji Civata Me?

Tu Çi Karê Dikarî Bistînî ji Civata Me?

Argentina

Sîêrra-Lêonê

Bêljîk

Malazya

Gelek meriv hesab dikin, ku Xwedê gerekê dilê xweda bawer kin, û eseyî nîne herin civata, dêra yan paristgeha. Lê kara te çi ye, hergê tu bêyî ser civata Şedên Yehowa?

Nava merivên qenc û dilovan tuyê şabûnê bistînî. Mesîhiyên qirna yekê, tevayî top dibûn û civat saz dikirin, seva ku Xwedêra xizmet kin. Li wir ewana Xebera Xwedê hîn dibûn û dil didane hev (Îbranî 10:24, 25). Çimkî civatêda hezkirin hebû, lema jî wana texmîn dikir ku ewana nava hevalên qencda nin, bi rastî nava xûşk-birên xweye ruhanîda nin (2 Têsalonîkî 1:3; 3 Yûhenna 14). Mesîhiyên berê mera meseleke baş hîştine, lema em jî mîna wan civata derbaz dikin û şabûneke mezin distînin.

Kar ew e, ku civatêda tuyê hîn bî ça prînsîpên ji Kitêba Pîroz bidî xebatê. Wedê berê, ça jî Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, mêr, jin û zar timê diciviyan. Îro jî gava em tevayî top dibin, mêrên cêribandî û maqûl ser hîmê Kitêba Pîroz me hîn dikin û alî me dikin, ku hê kûr pêbihesin, hela ça em dikarin şîret û prînsîpên ji Kitêba Pîroz emirê xweda bidine xebatê (Qanûna Ducarî 31:12; Nehemiya 8:8). Ser civatê, ji me her kes dikare caba xwe bide û pê kilama pesinê Xwedê bide, bi saya vê yekê baweriya me tê kifşê (Îbranî 10:23).

Hergê tu gumana xwe bidî ser qewata Xwedê, tuyê karê bistînî. Derbekê Pawlosê şandî civatekêra giliyên usa gotibû: “Ez gelekî heyra dîtina weda me, . . . ku hûn baweriyêda bişidin. Awa gotî ez jî tevî we, em dil bidin ber hev, bi wê baweriya min û weye her du aliyava” (Romayî 1:11, 12). Belê, gava em têne civatê û timê hev divînin, em baweriyêda dişidin û qewata me jî zêde dibe, wekî em ber çevê Xwedê rast bijîn.

Hûn jî dikarin nêtê daynin pêşiya xwe, bêne civatên me, wekî karê bistînin. Em bi dil û eşq te teglîf dikin. Were ser çeva! Derê civata me seva hemûya vekirî ye û wira pera top nakin.

  • Me çev daye kê, ku em dicivin?

  • Em çi karê dikarin bistînin, hergê herin civatên Şedên Yehowa?