Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tuyê Qirara Yehowa Biqedînî

Tuyê Qirara Yehowa Biqedînî

Em zef ji te razî ne, ku te xwera wede dît eva broşûra xwend, wekî derheqa Şedên Yehowa û şixulên wan pêbihesî. Em guman in, ku eva broşûra wê alî te bike, tu me nas kî çawa merivên ku îro qirara Yehowa diqedînin. Em hêlana didine te, wekî timê zanebûna derheqa Xwedê bistînî, malbet û hevalên xwera derheqa vê yekê gilî kî, usa jî timê bêyî ser civatên me (Îbranî 10:23-25).

Hergê tu derheqa Yehowa hê zêde pêbihesî, tê bivînî, wekî ew bi rastî jî te hez dike. Paşê tê xwexa bixwazî hemû tiştî bikî, wekî hezkirina xwe hindava Yehowa nîşan kî (1 Yûhenna 4:8-10, 19). Lê tu ça dikarî emirê xweyî herrojîda, hezkirina xwe hindava Xwedê bidî kifşê? Û çira xweykirina prînsîpên nav-namûsiyê, bona te kar in? Çi wê alî te bike, wekî tu bixwazî tevî me qirara Xwedê biqedînî? Kî ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, wê bi şabûnê tevî te caba van pirsa bivîne, seva ku tu û malbeta te bikaribin “xwe nava wê hezkirina Xwedê . . . xwey kin”, wekî ew “jîyîna heta-hetayê bide we” (Cihûda 21).

Em bi dil û can te teglîf dikin wekî berdewam kî riya rastiyêda herî, bi hînbûna vê edebyetê “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke“.