Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

2

Navê Xwedê Peymana Nûda

Navê Xwedê Peymana Nûda

Zandarên Kitêba Pîroz tevî wê yekê razî ne, ku Peymana Kevine orîjînalêda navê Xwedê bi Têtragramaton (יהוה) weke 7 000 car hatiye nivîsarê. Lê ji wan heçî zef hesab dikin, ku Peymana Nûye orîjînalêda tunebûye navê Xwedê. Lema jî, gelek welgerandinên Kitêba Pîroze îroyînda, “Peymana Nûda” navê Xwedê tune. Gelek welgera, çaxê ji Peymana Kevin rêzên usa weldigerandin, kîderê ku Têtragramaton hebû, dewsa navê Xwedê sernavên wîye usa didane xebatê ça “Xudan”.

Lê welgerandina “Dinya Teze” bi vî qeydeyî nehatiye çêkirinê. Welgera, Peymana Nûda 237 cara navê Xwedê “Yehowa” dane xebatê. Wana du tiştên ferz hildane hesab: Ya pêşin, destnivîsarên Peymana Nû yên orîjînal îro tunene, û ew destnivîsarên ku îro hene, paşî nivîsandina orîjînalê lape kêm du qirne şûnda hatine nivîsarê. Ya duda, wan çaxa kî ku ji destnivîsara berdigirtin, Têtragramaton diguhastin ser “Xudan”, hineka jî ji destnivîsarên usa berdigirtin, kîderê ku navê Xwedê îda tunebû û hatibû guhastinê.

Komîtêya “Welgerandina Dinya Teze” li ser hîmê îzbatiyên bi îtbar, hatin li ser wê nêtê, ku Peymana Nûye orîjînalêda Têtragramaton hebûye. Jêrê têne dayînê ew îzbatiyên bi îtbar:

  • Peymana Kevinda, ya wedê Îsa Mesîh û şandiyên wî, Têtragramaton hebû. Berê, gelek zandar tevî wê yekê razî nedibûn, lê ew yek îzbat bû çaxê nêzîkî Kûmranê hate dîtin destnivîsareke Peymana Kevin, ya qirna yekê.

  • Peymana Kevinda, ya wedê Îsa Mesîh û şandiyên wî, ya ku li ser zimanê Yûnanî hatibû welgerandinê, Têtragramaton hebû. Gelek qirna, zandara tirê ku Peymana Kevinda ya li ser zimanê Yûnanî, dêmek Sêptûagîntayêda navê Xwedê bi Têtragramaton tunebû. Lê orta qirna 20-da, hine parên destnivîsarên berê ya Sêptûagîntayê hatine dîtin, kîjan ku wedê Îsa Mesîh didane xebitandinê. Wan nivîsarada navê Xwedê bi herfên Îbranî heye. Ew tê hesabê, ku Kitêba Pîrozda ser zimanê Yûnanî navê Xwedê hebû. Lê destnivîsarên Sêptûagîntayêda ya qirna çara D.M., mesele Kodêksa Vatîkanî û Kodêksa Sînayîda, ji kitêba Destpêbûn heta Malaxî navê Xwedê tune. Lema jî em ecêbmayî namînin ku destnivîsarên Peymana Nûda ya wan çaxa, navê Xwedê tune.

    Îsa Mesîh eşkere got: “Ez bi navê Bavê xwe hatim”. Ewî usa jî dida kifşê, ku hemû tişt “bi navê Bavê” xwe dike.

  • Ji nivîsarên Peymana Nû tê kifşê ku Îsa Mesîh gelek car dida xebatê navê Xwedê û ew nav meriyara dida naskirinê (Yûhenna 17:6, 11, 12, 26). Îsa Mesîh raste-rast got: “Ez bi navê Bavê xwe hatim”. Îsa ew yek jî kifş kir, ku ewî bi navê bavê xwe hemû tişt dikir (Yûhenna 5:43; 10:25).

  • Nivîsarên Peymana Nû jî çawa ku Peymana Kevin, ji bîna ber Xwedê ye, lema jî wê bi logîkî nîbûya hergê Peymana Nûda navê Xwedê tune bûya. Orta qirna yekêda D.M. Aqûbê Şandî gote rûspiyên Orşelîmêda: “Şimhûn gilî kir, ku çawa pêşiyê Xwedê rema xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cimetekê derxe, wekî navê wî hildine ser xwe” (Karên Şandiya 15:14). Ew giliyên Aqûb wê ne bi logîkî bûna, hergê qirna yekêda tu kesî nizanibûya û nedana xebatê navê Xwedê.

  • Peymana Nûda navê Xwedê bi cûrekî kin nivîsandî heye. Kitêba Eyantî 19:1, 3, 4, 6-da, welgerandina ser zimanê Yûnanîda, heye xebera “Alêlûyah”. Ev xeber ji zimanê Îbranî hatiye û tê hesabê “Rûmet kin Yah”. Lê xebera “Yah” ev heye navê Xwedê “Yehowa” bi cûrekî kin nivîsandî. Peymana Nûda dîsa nav hene, yên ku hîmê wan ji navê Xwedê hatiye hildanê. Mesele, gelek zandar dibêjin ku navê Îsa tê hesabê: “Yehowa ye Xilazkirin”.

  • Ji nivîsarên berê yên Cihûya, tê kifşê ku Mesîhiyên Cihû nivîsarên xweda navê Xwedê didane xebatê. Weke sala 300-da D.M., nivîsandina qanûnên ezberî ya Tosefta xilaz bibû. Vê kitêbêda derheqa nivîsarên Mesîhîtî, yên ku roja Şemiyê dişewitandin, usa hatiye nivîsarê: “Kitêbên ku dişewitandin, yên Mizgînvana û mînîma [dibeke Mesîhiyên Cihû] ji agir xilaz nedikirin, lê dihîştin wekî ew kitêb tevî navê Xwedê ku têda nivîsar bûn, bişewitin”. Dîsa wê kitêbêda nivîsar e giliyên Mamostekî Cihû bi navê Yosêyê Celîlê. Ew destpêka qirna dudada dijît. Ji gotinên wî tê kifşê, ku xêncî roja Şemiyê, rojên dinda jî kitêb dişewitandin, lê “navê Xwedê ji wan nivîsara [ça tê kifşê, ji nivîsarên Mesîhiya] dibirîn û xwey dikirin”.

  • Hine zandarên Kitêba Pîroz, tevî wê yekê razî ne, wekî wan rêzada yên ku ji Peymana Kevin hildane û nivîsîne Peymana Nûda, dibeke jî navê Xwedê nivîsar bû. Ferhengeke Kitêba Pîrozda usa nivîsar e: “Em bawer in ku wan rêzada, yên ku ji Peymana Kevin hatine nivîsarê Peymana Nûda, dibek hemûyada yan jî hinek rêzada Têtragramaton ‘Yahweh’ hebûye, û bona wê yekê meniyên hîmgirtî hene” (The Anchor Bible Dictionary). Zandar Corc Haûrd dibêje: “Wê Kitêba Pîrozda ya li ser zimanê Yûnanî [Sêptûagîntêda], ya ku dêra ewlin dida xebatê, hingê Têtragrama hela hê nivîsar bû. Lema jî aqilayî ye ku bawer kin, wekî nivîskarên Peymana Nû çaxê rêzên ji Peymana Kevin Peymana Nûda nivîsîne, Têtragrama xwey kirine”.

  • Hine welgerên nav û deng Peymana Nûda jî navê Xwedê didane xebatê. Heta ku “Welgerandina Dinya Teze” derketa, hine welgerandinada hela hê zûdava navê Xwedê didane xebatê. Mesele, ser zimanê Înglîzî hebû welgerandina Literal Translation of the New Testament . . . From the Text of the Vatican Manuscript, (1863) ya Hêrman Haînfeterî; usa jî A The Emphatic Diaglott (1864) ya Bênjamîn Wîlson; The Epistles of Paul in Modern English (1898), ya Corc Barkêr Stîvênz; St. Pauls Epistle to the Romans, ya W.G. Rêzêford (1900); The New Testament Letters, Êpîskopa Londonê J.W.S. Wand (1946). Xêncî wê yekê, destpêka qirna 20-da welgerandina Îspanîda, welger Pablo Bêsson kitêba Lûqa 2:15 û Cihûda rêza 14-da daye xebatê navê Xwedê “Jehová”. Usa jî ewî weke 100 cara navê Xwedê spartinada nivîsîbû. Pêşiya wan welgerandina, qirna 16-da Peymana Nûda, welgerandina ser zimanê Îbranî, gelek ciya Têtragramaton hatibû xebitandinê. Nivîsarên Peymana Nûda yên ku hatibûn welgerandinê ser zimanê Almanî, lape kêm 11 welgerandinada navê Xwedê “Yehowa” hatibû xebitandinê (yan jî navê bi Îbranî “Yahweh” translîtêrasiya dikirin), û çar welgerandinada paşî xebera “Xudan” navê Xwedê neynikada nivîsar bû. Weke 70 cara zêdetir welgerandinên ser zimanê Almanîda, navê Xwedê nivîsar e spartinada yan elametiyên zêdeda.

    Navê Xwedê kitêba Karên Şandiya 2:34, welgerandina Bênjamîn Wîlsonda (The Emphatic Diaglott) (1864)

  • Ser 100 zimana zêdetir welgerandinên Peymana Nûda, navê Xwedê heye. Ser zimanên belabûyî Afrîkayêda, Amêrîkayêda, Asyayêda, Ewropayêda û Giravên Bera-hêsada gelek welgerandinada û gelek ciyada navê Xwedê nivîsar e (Binihêre rûpêla 12, 13). Ew welgerên ku navê Xwedê dane xebatê, ev nav ji bo van meniya nivîsîne, yên ku jorê hatine dayînê. Hine welgerandinên Peymana Nû, wan paşwextiya hatine nivîsarê. Mesele, welgerandina sala 1999 ser zimanê Rotûmanî, 48 rêzada navê Xwedê “Jihova” 51 cara hatiye xebitandinê, û usa jî welgerandina zimanê Batakêda (Toba) ya sala 1989 (Endoneziya), navê Xwedê “Jahowa” 110 cara hatiye xebitandinê.

    Navê Xwedê kitêba Marqos 12:29, 30-da welgerandina ser zimanê Hawayî

Bêşik, eva menîke hîmgirtî ye, wekî navê Xwedê Yehowa, Peymana Nûda hatibû nivîsarê. Welgerên “Dinya Teze” usa jî kirin. Wana ji bo qedirê mezin hindava Navê Xwedê û ji bo xofa ber Xwedê, xebitîn wekî hemû tiştî usa binivîsin çawa ku orîjînalêda hebûye (Eyantî 22:18, 19).