Elametî bona hazira
CIVATÊN MEXSÛS
QULIXKIRIN LI BEYTELÊ Her qulixkarê nixumandî heta 35 salî yê ku derheqa qulixkirina li Beytelê difikire, dikare bê li ser vê civatê, ya ku wê roja Înî paşî nan xwarinê derbaz be. Wede û ciyê derbazkirina vê civatê, pêşda wê bê elamkirinê.
MEKTEBA SEVA MIZGÎNDARÊN PADŞATIYÊ Pêşengên ji 23 heta 65 salî, yên ku dixwazin qulixkirina xwe hê zêde kin, têne teglîfkirinê li ser vê civatê, dêmek Mekteba seva Mizgîndarên Padşatiyê. Ev civat roja Ledê paşî nan xwarinê wê derbaz be. Wede û ciyê derbazkirina vê civatê, wê bê elamkirinê.
ELAMETÎ SEVA HAZIRA
BIRÊN CABDAR Şixulê wan bira ew e, ku alî me bikin. Lema jî, ji kerema xwe bi temamî tevî wan şixulkariyê bikin û çi ku ewana dibêjin bikin. Mesele kîderê avta xwe gerekê bidine sekinandinê, çawa terbetiyê xwey kin, ciyên xwe bigirin û dîsa tiştên din.
NIXUMANDIN Ewên ku bêne nixumandinê, gerekê roja Şemiyê şebeqê ciyên xwe bigirin wê derê, kîderê ku wanara hatiye kifşkirinê, seva ku guh bidine gotara nixumandinê. Her kes ji wana gerekê tevî xwe pêjgîr û kincê layîq seva nixumandinê bîne.
QURBANKIRIN Li ser civata mezin êpêce ciyên seva rûniştandinê hene, hacetên dengbihîstinê û usa jî tiştên din. Ev hemû tişt bi rastî jî xercava girêdayî ne. Çi jî hebe ewên ku têne li ser civata mezin, wanara xweş tê hazir bin ser vê civatê. Çimkî ev yek alî me dike hê nêzîkî Yehowa bin. Qurbanên weye rezedilî alîkariyê didin, wekî xercên ku derbazkirina civata mezinva girêdayî ne, bêne dadanê. Ev usa jî piştgiriya şixulê meye hemdinyayê dike. Qutiyên seva qurbankirinê hûn dikarin hêsa di oda civata mezinda bivînin, ewana usa jî bi nîşana hatine kifşkirinê. Hemû qurbankirinên we pir têne qîmetkirinê. Koma Rêberiyê razîbûna xwe hindava we hemûşka dide kifşê, ku hûn bi merdanî piştgiriya şixulê Padşatiyê dikin.
ALÎKARIYA PÊŞIN Ji kerema xwe bîra xweda xwey kin, ku li wir TENÊ ALÎKARIYA BI LEZ didin.
ÎDARA TIŞTÊN UNDAKIRÎ Hemû tiştên undakirî, yên ku hatine dîtinê, gerekê bînin vê Îdarê. Hergê we tiştek unda kir, ji kerema xwe werên vê Îdarê û tiştên xwe bivînin. Zarên ku hatine undakirinê, usa jî gerekê bînin vê Îdarê. Lê bîra xweda xwey kin wekî eva ew cî nîne kîderê ku zar dikarin xwera top bin. Ji kerema xwe miqatî zarên xwe bin û bira guhê we li ser wê yekê be, ku ewana kêleka we bin.
CIYÊ RÛNIŞTANDINÊ Ji kerema xwe hindava yên dinêna jî berbihêr bin. Cî tenê seva wan meriya hûn dikarin bigirin, yên ku tevî we avtêda hatine, yan jî ewên ku tevî we dimînin, yan jî seva wan tevî kîjana ku hûn niha hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikin. Ji kerema xwe li ser ciyê kêleka xwe, tu tişt nehêlin seva ku yên dinêna bivînin wekî ew cî vala ye, û bikaribin xwera cî bigirin.
QULIXIYA REZEDILÎ Hergê hûn dixwazin alîkariyê bidine şixulê ku derbazkirina civata mezinva girêdayî ye, dikarin nêzîkî Îdara Elametiya û Qulixiya Rezedilî bin.
Hazirkiriye bi Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa