Elametî bona Mêvana
BIRÊN CABDAR Şixulê wan bira ew e, ku alî me bikin. Lema jî, ji kerema xwe bi temamî tevî wan şixulkariyê bikin û çi ku ewana dibêjin bikin. Mesele, kîderê ereba xwe gerekê bidine sekinandinê, çawa terbetiyê xwey kin, ciyên xwe bigirin û dîsa tiştên din.
NIXUMANDIN Ewên ku wê bêne nixumandinê, gerekê roja Şemiyê şebeqê ciyên xwe wêderê bigirin, kîderê ku wanara hatiye kifşkirinê, seva ku guh bidine gotara nixumandinê. Her kes ji wana gerekê tevî xwe pêjgîr û kincê layîq seva nixumandinê bîne.
QURBANKIRIN Li ser civata mezin êpêce ciyên seva rûniştandinê hene, hacetên dengbihîstinê û usa jî tiştên din. Ev hemû tişt bi rastî jî xercava girêdayî ne. Bi wan tişta em hemûşk şabûnê distînin û ew yek alî me dike hê nêzîkî Yehowa bin. Qurbanên weye rezedilî alîkariyê didin, wekî xercên ku derbazkirina civata mezinva girêdayî ne, bêne dadanê. Ev usa jî piştgiriya şixulê meye hemdinyayê dike. Qutiyên seva qurbankirinê hûn dikarin hêsa di oda civata mezinda bivînin, ewana usa jî bi nîşana hatine kifşkirinê. Hûn usa jî dikarin bi onlayn qurbankirina bikin ser malpera me donate.pr418.com. Hemû qurbankirinên we pir têne qîmetkirinê. Koma Rêberiyê razîbûna xwe hindava we hemûşka dide kifşê, wekî hûn bi merdanî piştgiriya şixulê Padşatiyê dikin.
ALÎKARIYA PÊŞIN Ji kerema xwe bîra xweda xwey kin, wekî alîkariya pêşin bidine wan, kê nikare xwexa alîkariyê bide xwe.
ÎDARA TIŞTÊN UNDAKIRÎ Hemû tiştên undakirî, yên ku hatine dîtinê, gerekê bînin vê Îdarê. Hergê we tiştek unda kir, ji kerema xwe werên vê Îdarê û tiştên xwe bivînin. Zarên ku hatine undakirinê, usa jî gerekê bînin vê Îdarê. Lema jî, seva ku tu kesî eciz nekin û nekevine strêsê, ji kerema xwe miqatî zarên xwe bin û bira ewana timê kêleka we bin.
CIYÊ RÛNIŞTANDINÊ Ji kerema xwe hindava yên dinêna bi qedir bin. Cî tenê seva neferên mala xwe bigirin, tevî kê hûn pê erebê hatine, kê tevî we dimîne, û bona wan tevî kê hûn hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Ji kerema xwe kêleka xwe tu tişt nehêlin, seva ku yên dinêna bivînin, wekî ew cî vala ye û bikaribin xwera cî bigirin.
ALÎKARIYA REZEDILÎ Hergê hûn dixwazin alîkariyê bidine şixulê, ku derbazkirina civata mezinva girêdayî ye, dikarin nêzîkî Îdara Elametiya û Qulixiya Rezedilî bin.
CIVATÊN MEXSÛS
Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê Pêşengên ji 23 heta 65 salî, yên ku dixwazin xizmetkirinêda hê zêde bikin, têne teglîfkirinê ser vê civatê, dêmek Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê. Ev civat roja Ledê paşî nan-xwarinê wê derbaz be. Wede û ciyê derbazkirina vê civatê, wê bê elamkirinê.
Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa hazir kiriye
© 2020 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania