“Xwe nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke”
Ev edebyet wê alî te bike berdewam kî prînsîpên Kitêba Pîroz di jîyîna xweda bidî xebatê, û usa xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kî.
Nema ji Koma Rêberiyê
Koma Rêberiyêye Şedên Yehowa, hêlan dike hemûyên ku Yehowa hiz dikin, wekî çev bidine mesela Îsa, yê ku nava hizkirina Bavê xweda dima.
SERÊ 1
“Em Hizkirina Xwe Hindava Xwedêda Didine Kifşê”
Tenê cimlekêda Kitêba Pîroz şirowedike ku çawa tu dikarî bidî kifşê ku Xwedê hiz dikî.
SERÊ 2
Ça Tu Dikarî Îsafa Xwe Temiz Xwey kî?
Gelo hergê îsafa me li ber çevê Xwedê netemz e, ew dikare temiz be?
SERÊ 3
Wana Hiz Bike, Kîjana Xwedê Hiz Dike
Yehowa, bijartina hevalada fesal e, em jî gerekê di vê yekêda çev bidine wî.
SERÊ 4
Çira Gerekê Qedirê Serwêrtiyê Bigirin?
Nivîsarên Pîroz sê derecên jîyînê eyan dikin, kîderê ku Xwedê dixwaze wekî em qedirê serwêrtiyê bigirin.
SERÊ 5
Ça Xwe ji Dinyayê Dûr Xwey kin
Xebera Xwedê dîna me dide pênc tişta, çida em gerekê ji dinyayê xwe dûr bigirin.
SERÊ 6
Ça Bijbêrin Wedederbazkirina Kêrhatî?
Sê pirs yên ku wê alî te bikin safîkirina aqlayî bikin.
SERÊ 7
Tu Jîyîn usa Qîmet Dikî çawa Xwedê Qîmet Dike?
Dibe ku ew hê zêde tê hesabê, ne ku tenê jîyîn merivê dinê hildî?
SERÊ 8
Xwedê Merivên Temiz Hiz Dike
Kitêba Pîroz dikare alî te bike xwe dûr bigirî ji kirên usa çi ku dikare ber çevê Yehowa te heram ke.
SERÊ 9
“Ji Qaviyê Birevin”
Her sal bi hezara Mesîhiya bênamûsiyê înkar dikin. Çawa tu dikarî ji vê yekê xwe dûr bigirî?
SERÊ 10
Zewac Pêşkêşa ji Xwedê yê
Çawa tu dikarî xwe hazir kî, ku zewaca te serfiraz be? Hergê tu îda mêrkirî yî yan zewicî yî, çawa tu dikarî usa bikî ku zewaca te dirêj bikişîne?
SERÊ 11
Zewaca Her Kesî Bira Hurmet be
Şeş pirsên ku dikarin alî te bikin halê zewaca xwe bextewar kin.
SERÊ 12
Xeberdana Te “Bira Kêrhatî be”
Xeberdana dikare yan meriya dilteng ke, yan jî wana hêlan dike. Hîn be evê pêşkêşê usa bidî xebatê, çawa ku Yehowa qirar kiriye.
SERÊ 13
Eydên ku Xwedê Xweş Nayên
Hine cejn û eyd-qeyd dikarin usa bêne kifşê, ku tê bêjî Xwedê hurmet dikin, lê bi rastî dilê wî diêşînin.
SERÊ 14
Her Tiştîda Rast û Helal bin
Seva ku tevî meriya dilpak bî, heye gavekî ferz ku tu gerekê bavêjî.
SERÊ 15
Şabûnê Bistîne ji Xebata Xwe
Cabên pênc pirsên sereke dikarin alî te bikin têderxin, wekî evê xebatê qebûl kî yan na.
SERÊ 16
Miqabilî Şeytan û Hunurên Wî be
Em fem dikin wekî qewata Şeytan heye, û lema em dixebitin seva ku xwe dûr bigirin ji wê yekê, çi ku dikare me bixelifîne. Çima?
SERÊ 17
“Xwe li ser Baweriya Xwe ya Herî Pîroz Ava Bikin”
Sê gav dikarin alî te bikin baweriya xwe daha qewî kî, seva ku bikaribî xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kî.
ELAMETIYA ZÊDE
Em Gerekê Çawa bin, Hindava Wî Merivî yê ku ji Civatê Derxistine
Bi rastî lazim e ku es hemû heleqetiya xwe tevî merivên usa bidime sekinandinê?
ELAMETIYA ZÊDE
Çira û Çiçax Xûşk Gerekê Serê Xwe Girêdin?
Kitêba Pîroz dîna me dide sê tişta, çi ku dikarin alî te bikin caba xwe bidî.
ELAMETIYA ZÊDE
Hurmetkirina Beyraqê, Dengdaîn û Qulixa Bajarvaniyê
Kîjan rêberiya ji Kitêba Pîroz dikare di wan pirsada rêberiya baş bide û îsafa te jî temiz xwey ke?
ELAMETIYA ZÊDE
Firaksiyên Xûnê û Opêrasî
Hergê hine tişt hildî hesab û bikî, tê bikaribî bi serfirazî qenckirineke baş bijbêrî.
ELAMETIYA ZÊDE
Nihêrandina Kitêba Pîroz ser wê yekê Çaxê Başqe Dijîn û ji Hev Diqetin
Li gora Kitêba Pîroz ne hemû merivên ku ji hev diqetin dikarin dîsa bizewicin?
ELAMETIYA ZÊDE
Ça Safî kin Wan Problêma, Çaxê ji bo Xebatê yan Şixulekî, Hev Fem Nakin
Gelo Mesîhî dikare li ser xûşk yan bira, ber dîwanê şixul veke?