Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ELAMETIYA ZÊDE

Em Gerekê Çawa bin, Hindava Wî Merivî yê ku ji Civatê Derxistine

Em Gerekê Çawa bin, Hindava Wî Merivî yê ku ji Civatê Derxistine

Çaxê merivê me yan jî hevalê meyî nêzîk, gunên xwe tobe nake û wî ji civatê derdixin, dilê me gelek dêşe. Lê çaxê em qebûl dikin rêberiya ji Kitêba Pîroz derheqa derxistina ji civatê, em bi vê yekê didine kifşê, wekî Yehowa gelek hiz dikin û wîra amin in. * Were em xeber din derheqa hine pirsa, yên ku van derecava girêdayî ne.

Em gerekê çawa bin, hindava wî merivî yê ku ji civatê derxistine? Kitêba Pîroz dibêje: “Hûn tevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pûtparist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî talankir e. Tevî yê usa heta nên jî nexwin!” (1 Korintî 5:11). Derheqa wî merivî ku “nava hînkirina Mesîhda namîne”, em giliyê usa dixûnin: “Hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî. Çimkî kî silavê bide wî, ew tevî kirêd wîye xirab dibe” (2 Yûhenna 9-11). Em xeber nadin tevî merivên ku civatê derxistine, ne derheqa pirsên ruhanî, ne jî derheqa tiştên din. Di “Birca Qerewiliyêda”, ya sala 1981, 15 Îlonê li ser rûpêla 25, hatiye gotinê: “Hergê tu kesekî silav kî jî, ev dikare bibe gava pêşin, wekî destpêkî tevî wî bikevî xeberdanê yan jî hevaltiyê bikî. Gelo hêja ye wekî em gava pêşin daynin, wekî nêzîkî wî merivî bin ku ji civatê derxistine?”

Gelo eseyî ye, hemû aliyava xwe dûrî van meriya bigirin? Belê eseyî ye, û seva vê yekê çend menî hene. Ya pêşin, bi vê yekê em aminiya xwe hindava Yehowa û Xebera wî didine kifşê. Em gura Xwedê dikin ne tenê çaxê mera hêsa ye, lê usa jî çaxê çetin e. Hizkirina hindava Xwedê me hêlan dike wekî hemû temiyên Xwedê biqedînin, çimkî em fem dikin ku ew Xwedayê heq û bi hizkirin e û qanûnên wî kareke mezin didine me (Îşaya 48:17; 1 Yûhenna 5:3). Ya duda, çaxê em xwe ji wî merivî yê ku tobe nake, dûr digirin, bi vê yekê em xwe û civatê aliyê ruhanîda û namûsiyêda xwey dikin û navê civatê baş tê xweykirinê (1 Korintî 5:6, 7). Ya sisiya, çaxê em xwe qewî li prînsîpên Kitêba Pîrozva digirin, ev yek dikare karê wî merivîra jî bîne yê ku ji civatê hatiye derxistinê. Kî ku alîkariya rûspiya înkar dikir, dikare poşman be bona kirên xwe, çaxê bivîne ku em jî piştgiriya safîkirina koma rûspiya dikin. Çaxê ew unda dike heleqetiya xweye baş tevî wan meriya kîjana ku ew hiz dike, ev yek alî wî dike ku ser hişê xweda bê û fem bike ku gunê wî çiqas giran e, û paşê jî wê qewatê bide xebatê, wekî dîsa vegere bal Yehowa Xwedê (Lûqa 15:17).

Hergê merivê ku ji civatê derxistine merivê me ye. Di vê derecêda aminiya me hindava Yehowa Xwedê û qanûnên wî dikare bê cêribandinê, çimkî heleqetiya neferên malê gelek nêzîk e. Lê gelo em gerekê çawa bin himberî merivê xwe kîjan ku ji civatê derxistine? Em nikarin niha derheqa hemû dereca xeber din yên ku dikarin pêşda bên, lê werên em bona du dereca xeber din.

Hergê neferê malê yê ku ji civatê derxistine tevî we dijî, wî çaxî hûn dikarin bona tiştên her rojî tevî wî xeber din, çimkî ev nefera malbetê ye. Lê heleqetiya weye ruhanî tevî wî gerekê tune be. Çimkî çaxê ewî gune kir, bi vê yekê ewî xwexa heleqetiya xweye ruhanî tevî malbetê qetand. Mesele, hergê malbet top dibe wekî qulixkirina tevî malbetê derbaz kin û ew merivê ku ji civatê hatiye derxistinê li wê derê ye, ew nikare tevî şêwirkirinê be. Lê hergê ewê ku ji civatê hatiye derxistinê zara negihîştî ye, dê-bav borcdar in wekî berdewan kin zara xwe şîret kin û hîn kin. Lema jî îzina dê-bava heye, ku tevî zara xwe hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin (Metelok 6:20-22; 29:17). *

Çaxê yek ji neferê malê, ku ji civatê hatiye derxistinê başqe dijî, ew îda dereceke mayîn e. Carna usa diqewime, ku pirsên bona malê gerekê tevî wî safî kin. Wî çaxî gerekê çiqas dikarin tevî wî kin xeber din. Neferên malbetêye amin, meniya nagerin wekî xeber din tevî wî merivê xwe, yê ku ji civatê hatiye derxistinê û başqe dijî. Lê dewsê, ewana piştgiriya van temiya dikin, yên ku tevî pirsa derheqa derxistina ji civatê girêdayî ye. Çimkî ewana hindava Yehowa û teşkîleta wî amin in. Ew yek bona kara wî merivê gunekar e jî, çimkî bi wê ew wê bikaribe xwera ji vê cezakirinê dersê hilde (Îbranî 12:11). *

^ abz. 1 Prînsîpên Kitêba Pîroz ku vê têmayêva girêdayî ne, têne xebatê seva wan meriya jî yên ku ji civatê derxistine.

^ abz. 2 Hê zêde elametî derheqa wê yekê ku dê-bav gerekê çi cûreyî bin himberî zara xweye negihîştî, ya ku ji civatê hatiye derxistinê, binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya sala 2001, 1 Cotmehê, li ser rûpêla 16-17.

^ abz. 3 Hê zêde elametî derheqa wê yekê, ku çawa xwe bigirin tevî merivê xweye ku ji civatê hatiye derxistinê, binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya sala 1988, 15 Nîsanê, li ser rûpêla 26-31, usa jî “Qulixkirina meye Padşatiyê”, ya sala 2002, meha Tebaxê, li ser rûpêla 3, 4.