Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 12

Xeberdana Te “Bira Kêrhatî be”

Xeberdana Te “Bira Kêrhatî be”

“Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştên ku kêrî guhdara tên û karê didine wan”. (EFESÎ 4:29).

1-3. (a) Xwedê çi pêşkêş daye me, û ça hinek nerast wê didine xebatê? (b) Em evê pêşkêşê ça gerekê bidine xebatê, wekî di hizkirina Xwedêda bimînin?

BIDE ber çevê xwe ku te pêşkêşek daye kesekî, lê ewî pêşkêşa te ne rast da xebatê. Teyê çi li ser xwe texmîn kira? Mesele hergê tu avto-mekînê bidî merivekî, lê ew ji bo avtoajotina nefesal, ziyanê bida kesekî. Hilbet tuyê gelek berxwe kevî.

2 Ev yek ku em dikarin xeber din, pêşkêşeke qîmet e ji Xwedê. Ne axir “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” ji Xwedê ye (Aqûb 1:17). Bi saya vê pêşkêşê, ku me ji heywana cuda dike, em dikarin him fikirên xwe, him jî hestên xwe derbazî hev bikin. Lê hela bifikire ku dilê Yehowa çiqas dêşe çaxê kesek evê pêşkêşê nerast dide xebatê, û bi xeberdana xwe ziyanê dide meriya!

3 Seva ku em di hizkirina Xwedêda bimînin, lazim e em evê pêşkêşa xeberdanê usa bidine xebatê, çawa ku Efirandar serê-sêrîda xwestiye. Yehowa rind mera dide kifşê, ku çi xeberdan wî xweş tê. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan” (Efesî 4:29). Were em pêbihesin, ku çima em gerekê zimanê xwe bikaribin, ji kîjan xeberdanê gerekê dûr bin, û çi xeberdan “kêrî guhdara tên û karê didine wan”.

ÇIMA EM GEREKE ZIMANÊ XWE BIKARIBIN

4, 5. Ça hine metelokên ji Kitêba Pîroz qewata xeberdanê eyan dikin?

4 Meniya ewil, ku çima em gerekê zimanê xwe bikaribin ew e, ku qewata xeberdana me mezin e. Di kitêba Metelok 15:4-da usa nivîsar e: “Zimanê şa ker jiyanê dide, lê belê zimanê çewt [çep, DT] ruhê birîndar dike” *. Zimanê şa û rihet dikare meriya nûyajîn û qewî bike. Lê zimanê çep dikare hilşîne. Bi rastî jî qewata ziman heye yan birîndar ke, yan jî qenc ke (Metelok 18:21).

5 Di meteloka dinda rind tê eyan kirinê ku qewata ziman çiqas e: “Gotinên bêfikirandin hatine gotin, mîna şûr dibirin” (Metelok 12:18). Xeberên bêfikirandî û lez gotî, dikarin mîna şûr birîndar kin û heleqetiya orta meriya xirab kin. Dibek kesekî bi giliya dilê te birîndar kiriye. Lê bîr neke ku di vê metelokêda usa jî tê gotinê ku meriv bi giliya usa jî dikare qenc ke. Giliyên rind hazirkirî, yên ku ji devê xizmetkarên bîlan dertên, dikarin dilê teyî birîndar qenc kin, û edilayê bidine te. Hilbet te jî li ser xwe texmîn kiriye qewata xeberên qenc. (Bixûne Metelok 16:24.) Çimkî em zanin ku qewata xeberdanê mezin e, lema em dixwazin xeberdana xwe bidine xebatê ne ku wekî birîndar kin, lê qenc kin.

Xeberdana rihet, nûyajîn û qewî dike

6. Çima çetin e zimanê xwe bikaribin?

6 Lê yazix, ku em çiqasî jî bixwazin em nikarin bi temamî zimanê xwe kontrol bikin. Meniya duda ku çima em gerekê zimanê xwe bikaribin ew e, ku em merîne gunekar in û qusûr in, û lema em nikarin zimanê xwe rast bidine xebatê. Giliyên meriv ji dilê meriv dertên, lê “dilê meriv . . . xirab e” (Destpêbûn 8:21, PKM; Lûqa 6:45). Lema jî gelek çetin e zimanê xwe bikaribin. (Bixûne Aqûb 3:2-4). Rast e em nikarin bi temamî zimanê xwe kontrol kin, lê em gerekê bixebitin ku çiqasî dikarin hê zêde kontrol kin. Çawa sovekarê ku pêşberî pêla diçe û gelek qewat xerc dike, usa jî em gerekê gelek qewat xerc kin, seva ku zimanê xwe rast bidine xebatê.

7, 8. Bona çi emê ber Yehowa cabê bidin?

7 Meniya sisiya, ku çima em gerekê zimanê xwe bikaribin ew e, ku her kes ji me bona xeberdana xwe wê ber Yehowa caba xwe bide. Dêmek xeberdana me ne ku tenê li ser heleqetiya me tevî meriya, hukum dibe, lê usa jî li ser wê yekê ku Yehowa wê me qebûl ke, yan na. Di kitêba Aqûb 1:26-da nivîsar e: “Hergê yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e” *. Çawa ku em ji serê 11 pêhesiyan, xeberdana me xizmeta meva girêdayî ye. Hergê em zimanê xwe nikarin, dêmek zimanê me jer e û xeberdana me bêmerîfetî ye, wî çaxî xizmeta me ber çevê Xwedê pûç e. Bi rastî jî ew fikir me hişiyar dike! (Aqûb 3:8-10).

8 Gelek meniyên me hene, ku em pêşkêşa xeberdanê rast bidine xebatê. Pêşiya ku em pêbihesin, ku kîjan e xeberdana qenc ya ku qewî dike, were em pêbihesin ku Mesîhiyên rast ji kîjan xeberdana gerekê dûr bin.

XEBERDANA KU HILDIŞÎNE

9, 10. (a) Di vê dinyayêda xeberdana çi cûreyî bûye tiştekî bi normal? (b) Çima em gerekê ji xeberdana necayîz dûr bin? (Binihêre usa jî spartin).

9 Xeberdana necayîz. Di vê dinyayêda xeberdana necayîz, çêr û xeberdana bêmerîfet tiştên normal in. Gelek meriv van xebera didine xebatê çaxê hêrs dikevin. Hinek jî van xebera ji bo wê yekê didine xebatê, ku xeberên din nizanin. Gelek car seva ku meriya bidine kenandinê, merivên henekçî derheqa heleqetiya sêksûal tiştên bênamûsî dibêjin. Lê bi rastî xeberdana necayîz, ew henek nîne. Weke 2 000 sal pêşda Pawlosê şandî gote civata di Kolosîda wekî ewana ji “xeberêd necayîz” xwe dûr bigirin (Kolosî 3:8). Lê civata Efesiyêra Pawlos got, ku “henekêd qelpê xirab” nava Mesîhiyên rast qe gerekê neyne gotinê (Efesî 5:3, 4).

10 Xeberdana necayîz bêhurmet dike him Yehowa Xwedê, him jî xizmetkarên wî. Ji bo hizkirina hindava Xwedê em xwe ji hemû xeberên necayîz dûr digirin. Çaxê Pawlos derheqa “kirêd binyata însên” got, ewî usa jî da xebatê xebera “heramî”, kîjan ku usa jî tê hesabê xeberdana necayîz (Galatî 5:19-21). Ev pirseke giran e. Hergê Mesîhî xeberên necayîz, bênamûsî û xeberên ku hildişînin dibêje, û hergê bona wê yekê çend cara şîreta didine wî, lê ew tobe nake û dîsa wan xebera dibêje, wî çaxî ew ji civatê derdixin *.

11, 12. (a) Çi tê hesabê geveztî, û ça ev yek dikare ziyanê bide? (b) Çima xizmetkarên Yehowa gerekê dûr bin ji buxdanbêjiyê?

11 Geveztî û buxdan. Xeysetê meriva heye, ku derheqa mervên mayîn xeber din. Gelo ev yek xirab e? Hergê tiştên baş û kêrhatî xeber didin, wî çaxî na. Mesele hergê xeber didin derheqa wê yekê ku kesek wan paşwaxtiya hatiye nixumandinê, yan jî kesek hewce ye ku alîkariyê bidinê. Mesîhiyên berê xem dikirin bona hev du, û hev du qewî dikirin, wana derheqa xûşk-bira deng û besên usa gilî dikirin ku hev du bişidînin (Efesî 6:21, 22; Kolosî 4:8, 9). Geveztî tê hesabê ew xeberdan çaxê fakta diguhêzin yan jî tiştên merivaye şexsî dibêjin, dêmek tiştên ku merivên din gerekê pênehesin. Carna geveztî dibe berbi buxdana, lê buxdan timê ziyandar e. Buxdan, ev heye belakirina elametiya qelp, seva ku navê meriya xirab kin. Mesele, Fêrisiya seva ku navê Îsa xirab kin, buxdan avîtine wî (Metta 9:32-34; 12:22-24). Buxdan gelek car dibe berbi şerkirinê (Metelok 26:20).

12 Yehowa wê eseyî ceza ke wan meriya, yên ku pêşkêşa xeberdanê nerast didine xebatê û buxdana davêjine meriya û orta wan hevdixin. Yehowa nefret dike wan meriya yên ku şer-dewa dikine orta meriya (Metelok 6:16-19). Xebera Yûnanî dîabolos, kîjan ku tê hesabê “buxdanbêj”, ev heye navekî Şeytan. Şeytan Îblîs e, dêmek buxdanbêjê ku buxdan avîte Xwedê (Eyantî 12:9, 10). Bêşik em naxwazin bibine mîna Şeytan, lema jî em gerekê dûr bin ji buxdanbêjiyê. Civat ciyê buxdanbêjiyê nîne, çimkî buxdan meriya dibe berbi “hêrsketinê”, “dutîretiyê, cudatiyê” (Galatî 5:19-21). Lema jî pêşiya ku bona kesekî elametiyê bela kî, pirsên usa bide xwe: “Ev elametiya rast e, yan na? Hergê ez evê elametiyê bela kim ez qenciyê dikim, yan xirabiyê? Eseyî ye, yan jî lazim e evê elametiyê bêjim, yan na?” (Bixûne 1 Têsalonîkî 4:11.)

13, 14. (a)Xeberdana ku bêhurmet dike, çi ziyanê dide? (b) Çi tê hesabê kifirî-zifirî, û kî ku kifiriya dike çi ziyanê dide xwe?

13 Kifirî-zifirî. Ça me îda got, xeber dikarin dilê meriya birîndar kin. Çimkî em gunekar in, carna em tiştên usa dibêjin, ku paşê poşman dibin. Lê Kitêba Pîroz temiyê dide me, wekî em xwe ji xeberdana usa dûr bigirin, him civatêda him jî di malbetêda. Pawlosê şandî giliyê usa got: “De bira her telayî, hêrs, berzeqî, qare- qar û kifirî-zifirî ji we dûr bin tevî her cûre kîn-boxiyêva” (Efesî 4:31). Di welgerandinên dinênada dewsa xebera “kifirî-zifirî” tê xebitandinê xeberên usa: “Xeberdana ku bêhormet dike”, “xeberdana zulmî”. Çaxê kesekî bi xeberên xwe bêhurmet dikî, yan jî timê kirîtîk dikî û neheq dikî, wî çaxî ew meriv dikare xwe kêmqîmet û qe ne tu tişt hesab ke. Îlahî dilê zara gelek nazik e, lema kifirkirin û bêhurmetkirin dikare ziyaneke mezin bide zara (Kolosî 3:21).

14 Kitêba Pîroz sert qedexe dike kifirkirinê, dêmek xeberdana ku meriya bêhurmet dike. Kî ku bi xebera, meriya bêhurmet dike ew dikare ziyanê bide xwe. Çimkî hergê ew çend cara bê şîretkirinê, lê rast nebe, wî çaxî ew wê ji civatê bê derxistinê. Hergê ew tobe neke wî çaxî ew dikare kerema jîyîna heta-hetayê unda ke (1 Korintî 5:11-13; 6:9, 10). Dêmek hergê em nerastiyê dibêjin, û bi xeberên xwe ziyanê didin, usa jî hergê xeberdana me necayîz e, wî çaxî em nikarin hizkirina Xwedêda bimînin. Çimkî xeberdana usa hildişîne.

XEBERDANA KU QEWÎ DIKE

15. Xeberdana çi cûreyî karê tîne û qewî dike

15 Ça em dikarin pêşkêşa xeberdanê usa bidine xebatê çawa ku Xwedê serê-sêrîda qirar kiriye? Bîne bîra xwe ku Xwedê me hêlan dike tenê “tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan” bêjin (Efesî 4:29). Yehowa şa dibe çaxê em tiştên usa xeber didin, çi ku meriya hêlan dike, dilgerm û qewî dike. Lê di Kitêba Pîrozda konkrêt nehatiye nivîsarê ew xeberên bona qewîkirinê, wekî bizanibin çi xebera bidin xebatê. Lema jî, seva ku giliyên usa bêjin lazim e meriv pêşda rind bifikire (Tîto 2:8). Niha emê xeber din bona sê nîşana, wekî çawa em dikarin bizanibin kîjan xeberdan “kêrî guhdara tên û karê didine wan”. Xeberdana ku karê tîne ya pêşin gerekê qenciyê bîne, ya duda gerekê rast be, û ya sisiya gerekê bi remtî be. Were niha derheqa xeberdana ku qewî dike hine meselên konkrêt pêbihesin. (Binihêre çargoşe li ser rûpêla 140, navê çargoşê usa ne: “ Gelo Xeberdana Min Qewî Dike?”)

16, 17. (a) Çima em gerekê payê meriya bidin? (b) Çi mecalên me hene payê meriya bidin di civatêda? Û di malbetêda?

16 Payîdayîna dilpakî. Yehowa û Îsa Mesîh rind zanin ku lazim e xeberê payîdayînê û qewîkirinê (Metta 3:17; 25:19-23; Yûhenna 1:47). Em jî çawa Mesîhî gerekê payê meriya bidin. Lê çima? Di Metelok 15:23-da aha tê gotinê: “Bersîva li cîh, xwediyê xwe kêfxweş dike û gotina ku di cîhê xwe de tê gotin, çiqas xweşik e!” Hela pirsê bide xwe: “Ez çi ser xwe texmîn dikim çaxê bi dil û can payê min didin? Payê usa min firnaq û dilgerm dikin?” Bi rastî payî dide kifşê ku şixulê te hatiye texmînkirinê û tu têyî qîmetkirinê. Ev yek te dide bawerkirinê ku tu dikarî şixul bikî û bal te xwestin pêşda tê ku hê zêde bikî. Çaxê paya didine te, zef te xweş tê rast e? De wekî usa ne, tu jî payê meriva bide. (Bixûne Metta 7:12.)

17 Bixebite ku merivada tiştên baş bivînî û paya bidî wan. Di civatêda tu dikarî bibihêyî têmaya rind sazkirî, texmîn kî ku mizgînvanê cahil hemû tiştî dike ku ruhanîda pêşda here, yan jî Mesîhî kîjan ku rast e emirda mezin e, lê her tim tê civatê. Payê dilpakî wê alî wan meriva bikin ku ewana ruhanî qewî bin. Di malbetêda jin û mêrara lazim e paya bidine hev û razîbûna xwe hevra bidin kifşê (Metelok 31:10, 28). Lê çaxê zara qîmet dikin ewana ji şabûnê geş dibin. Ça tev û av lazim û kar e bona şînkayê, usa jî payîdayîn bona zara. Dê-bavno, her mecalekê bidine xebatê wekî payê zarên xwe bidin bona şixul û hunurên wane baş. Payîdayîn wê alî wan bike, ku ewana hê mêrxas bin û ewana wê hêlan bin timê tiştên rast bikin.

18, 19. Çira em gerekê bêtimayî wedê xwe xerc kin, seva ku dil bidine xuşk-bira, û ça dikarin evê yekê bikin?

18 Dil bidine hev. Yehowa xem dike bona “belengaza” û dilşkestiya (Zebûr 72:13; Îşaya 57:15). Xebera Xwedê me hêlan dike: “Dil bidine hev” û “kêrî ketiya” bên (1 Têsalonîkî 5:11, 14). Em sed selefî zanin ku çaxê em alîkariyê didine ketiya, Yehowa divîne û dişêkirîne şixulê me.

Yehowa şa dibe çaxê em tiştên usa dibêjin çi ku qewî dike

19 Ça tu dikarî dil bidî wan meriya, yên ku dilteng bûne? Nefikire ku tu eseyî gerekê problêma wî safî kî. Hergê tu pê xebera, dil bidî wî, ev yek îda gelek baş e. Wana bide bawerkirinê ku tu wana qîmet dikî û hazir î alî wan bikî. Hûn dikarin tevayî dua bikin. Tu dikarî duakirinêda hîvî ji Xwedê bikî, wekî ew bira yan xûşk fem bike, ku em û Xwedê çiqas wî yan wê hiz dikin (Aqûb 5:14, 15). Bêje wî yan wê, ku ew gelek qîmet e bona xûşk-bira (1 Korintî 12:12-26). Wîra rêzeke usa bixûne ji Kitêba Pîroz, ku bê kifşê wekî Xwedê îlahî bona wî xem dike (Zebûr 34:18; Metta 10:29-31). Hergê tu bi dil û can wedê xwe xerc kî, seva ku bi xeberên qenc dil bidî ber wî merivî, tuyê bikaribî wî bidî bawerkirinê, ku ew qîmet e û gişk wî hiz dikin. (Bixûne Metelok 12:25.)

20, 21. Bi saya çi şîret dikare karê bîne?

20 Şîreta kêrhatî. Me her kesîra lazim in şîret, çimkî em gişk jî gunekar in. Kitêba Pîroz me hêlan dike: “Guh bide şîretê û perwerdeyê qebûl bike ku, di mayîna temena xwe de tu zaniyar bibe” (Metelok 19:20). Şîreta ne tenê rûspî dikarin bidin. Mesele, dê-bav şîreta didine zarên xwe (Efesî 6:4). Xûşkên emirda mezin dikarin şîreta bidine cahila (Tîto 2:3-5). Hizkirin me hêlan dike, ku em şîreta bi curekî usa nedin, ku dilê meriya bêşînin. Lê çi wê alî me bike vê yekêda? Emê niha xeber din bona sê tişta, yên ku wê alî me bikin, ku em şîreta bi cûrekî usa bidin wekî kêrhatî be. Ya pêşin, çi ye nêt û merema wî kî ku şîretê dide. Ya duda, hîmê şîretê çi ye. Û ya sisiya, şîret bi çi cûreyî tê dayînê.

21 Seva ku şîreta te karê bîne, pirseke usa bide xwe: “Lê minra wê kengê hêsa be şîretê qebûl kim? Hilbet wî çaxî, çaxê tu zanî wekî ewê ku şîretê dide te, dilê wî ser te dişewite û nêt-fikirên wî veşartî nînin, dêmek eşkere ye ku ew tera qenciyê dixwaze, ne ku xirabiyê. Lema tu jî gerekê hema bi wî cûreyî şîreta bidî. Bîr neke ku şîreta baş gerekê li ser hîmê Kitêba Pîroz be (2 Tîmotêyo 3:16). Carna dibek em rêzê ji Kitêba Pîroz nexûnin û ne jî ezberî bêjin, lê şîreta me dîsa jî gerekê li ser hîmê Kitêba Pîroz be. Lema jî rûspî tu car şîreta ji ber xwe dernaxin, û fikirên xwe zorê ser meriyava nakin. Ewana usa jî tu car nêta tu xebereke ji Kitêba Pîroz nagohêzin, wekî îzbat kin ku yan çi fikira wî ji Kitêba Pîroz e. Şîreta me wî çaxî kareke mezin tîne çaxê em rast şîreta didin. Hergê tu şîretê bi hizkirinê bidî, wî çaxî meriv wê hêsa qebûl ke çimkî tu wî nimiz nakî (Kolosî 4:6).

22. Tu pêşkêşa xeberdanê ça dixwazî bidî xebatê?

22 Bi rastî jî xeberdan ev pêşkêşeke bêhesab qîmet e ji Xwedê. Ji bo hizkirina hindava Xwedê em gerekê rast bidine xebatê evê pêşkêşê. Bira timê bîra meda be, ku qewata xeberdana me mezin e, ew dikare yan qewî ke, yan jî hilşîne. Were em xeberdana xwe usa bidine xebatê, çawa ku Xwedê serê-sêrîda qirar kiriye, dêmek bona qewîkirinê bidine xebatê. Hergê em usa bikin, wî çaxî xeberdana me wê bibe kerem bona meriva, û emê bikaribin hizkirina Xwedêda bimînin.

^ abz. 4 Xebera Îbranî, yên ku di Metelok 15:4-da hatiye welgerandinê ça “çep”, usa jî tê hesabê “paşopê” û “nerast”.

^ abz. 7 Xebera Yûnanî kîjan ku li ser zimanê me hatiye welgerandinê ça “pûç”, usa jî tê hesabê “bêkêr” (1 Korintî 15:17).

^ abz. 10 Di Kitêba Pîrozda xebera “heramî” derheqa cûre-cûre guna tê gotinê. Rast e ne ji bo hemû cûre heramiyê meriv gerekê ji aliyê civatê bê şîretkirin û rastkirinê. Lê hergê ew heramiya giran dike û tobe nake wî çaxî ew ji civatê derdixin (2 Korintî 12:21; Efesî 4:19; Binihêre “Pirsên Xwendewana” ji “Birca Qerewiliyê” 15 Tîrmeh sala 2006).