Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 10

Zewac​ Pêşkêşa ji Xwedê yê

Zewac​ Pêşkêşa ji Xwedê yê

“Sê qat ben . . . zû naqete” (WAÎZ 4:12).

1, 2. (a) Derheqa bûk û zeva kîjan pirs dikarin cem me pêşda bên? (b) Emê di vî serîda derheqa kîjan pirsa xeber din?

TU HIZ dikî herî dewata? Gelek hiz dikin herine dewata, çimkî dewat wanra şabûnê tîne. Dewatêda ewana bûk û zeva divînin, yên ku pir bedew xwekirî ne. Xêncî vê yekê, beşera bûk û zeva, ji bo şabûnê gelek xweş e. Vê rojê ewana bê hesab şa ne, û li ser axiriya xwe bi baweriyê dinihêrin.

2 Lê yazix, ku zewac roja îroyîn halekî gelek xirabda ne. Rast e, em dixwazin ku bûk û zeva bextewar bin, lê cem me dikarin pirsên usa pêşda bên: “Gelo ewana wê bextewar bin? Gelo zewaca wan wê dirêj bikişîne?”. Caba van pirsa wê yekêva girêdayî ye, hela mêr û jin wê îtbariya xwe şîretên Xwedê bînin, yan na. (Bixûne Metelok 3:5, 6.) Seva ku mêr û jin bikaribin nava hizkirina Xwedêda bimînin, ewana gerekê şîretên Xwedê derheqa zewacê biqedînin. Werên em niha ji Kitêba Pîroz caba pirsên usa pêbihesin: “Çima meriv dixwazin bizewicin? Hergê te safî kiriye bizewicî, ça gerekê xwera bijbêrî jin yan mêr? Tu çawa dikarî xwe bona malbetê hazir kî? Û merivên zewicî ça dikarin di malbeta xweda bextewariyê xwey kin?”

ÇIMA MERIV DIXWAZIN BIZEWICIN?

3. Çima wê bêaqlayî be ku xwe bê menî zewacêva girêdin?

3 Hinek difikirin, ku hergê zewacêda nînî nikarî bextewar bî, û hergê mêrê te yan jina te tune, nikarî bextewariyê û rihetiyê bistînî. Lê bi rastî ev yek usa nîne. Çimkî Îsa xwexa nezewicî bû, û ewî nezewacbûn himberî pêşkêşê kir û got wekî kî dikare azep bimîne bira usa jî bijî (Metta 19:11, 12). Pawlosê şandî jî bona nezewacbûnê xeber dida (1  Korintî 7:32-38). Lê ne Îsa, ne jî Pawlos bona vê yekê qanûn kifş nekirin, çimkî di Kitêba Pîrozda înkarkirina zewacê himberî “hînkirinêd cina” dibe (1  Tîmotêyo 4:1-3). Çaxê meriv azep e, ev yek mecalê dide wî ku hemû wedê xwe bona Yehowa xerc ke. Lema jî, wê bêaqlayî bûya hergê kesek bizewiciya yan mêr kira tenê ji bo wê yekê çimkî hemûşk dizewicin û mêr dikin.

4. Çima zewaca baş bona hînkirin û şîretkirina zara ferz e?

4 Lê hine meniyên usa hene bona kîjana hêja ye meriv bizewice yan jî mêr ke. Zewac jî pêşkêş e ji Xwedê. (Bixûne Destpêbûn 2:18.) Çimkî kara zewacê jî heye, û ew dikare bextewariyê jî bîne. Mesele, zewaca baş ew heye hîmê lape baş bona bextewariya malbetê. Çimkî di malbeta başda dê-bav dikarin hizkirinê hindava zarên xwe nîşan kin, rêberiyê bidine wan û wana hîn kin (Zebûr 127:3; Efesî 6:1-4). Lê nêta zewacê tenê ew yek nîne, ku zarên meriya hebin.

5, 6. (a) Çi kar heye ji hevaltiya nêzîk li gora kitêba Waîz 4:9-12? (b) Çima dikarin zewacê himberî benê sêqetkirî kin?

5 Were em bifikirin derheqa rêza sereke ya wî serî û kontêksta wê: “Du kes ji kesekî qenctir e, ji ber ku bona keda wan heqdestên wan qenc dibe. Ji ber ku, ger bikevin, wê yek hevalê xwe rake; lê belê wey li serê yê ku tenê be û bikeve! Tu kesê ku wî rake nîne. Him jî du kes pevra rakevin, dê germ bibin; lê belê zilamekî tenê wê çawa germ bibe? Zilamek bi ser yê ku tena serê xwe yî bikeve, dê du kes li hember wî di ber xwe de bidin; sê qat ben jî zû naqete” (Waîz 4:9-12).

6 Van rêzada berê ewlin tê gotinê derheqa qîmetê hevaltiyê. Lê bi rastî jin mêr jî hevalên heve nêzîk in. Ça ji van rêza tê kifşê, hevaltiya usada mêr û jin dikarin komekê û dilbîniyê bidine hev û usa jî hevdu xwey kin. Zewac îlahî hingê qewî ye, çaxê ev tevgirêdan, ne tenê bi du meriya ye. Çimkî ça ev rêz nîşan dikin, benê duqet dikare zû biqete, lê benê sê qet çetin tê qetandinê. Hergê jin û mêr bixebitin ku berê pêşin dilê Yehowa şa kin, hingê tevgirêdana wan wê bibe mîna benê sêqetê. Lema jî, çaxê mêr û jin Xwedêra amin in, zewaca wan zef qewî dibe.

7, 8. (a) Pawlos çi şîret da Mesîhiyên azep, bal kîjana ku xwestina sêksûal qayîm heye? (b) Kitêba Pîroz çi nihêrandina rêalîstî dide kifşê derheqa zewacê?

7 Tenê zewacêda îzin heye hewcên xweye sêksûal razî kin. Bona wan meriya kî ku zewacêda nin, heleqetiya sêksûal bi rastî şabûnê dikare bîne (Metelok 5:18). Cahiltiya geş, ew ev wede ye çaxê xwestina sêksûale qewî, teze pêşda tê. Xwestina meriva ku hewcên sêksûal razî ke, dikare bal meriva pêşda bê hela hê vî çaxî jî, çaxê wedê cahiltiya wîye geş îda derbaz bûye. Hergê ev xwe zeft neke, yanê xwe negire, wê tiştê ne temiz û bênamûsî bike. Lema jî Pawlos ji bîna ber Xwedê got: “Hergê xwe zeft nakin, bira bizewicin-mêr kin, çimkî qenc e ku ew bizewicin-mêr kin, ne ku xweda bişewitin” (1  Korintî 7:9, 36; Aqûb 1:15).

8 Firqî tune meriv ji bo çi meniyê dizewice yan mêr dike, ferz ew e ku bi rêalîstî ser emir binihêrin. Bi giliyê Pawlos, kî ku zewacêda ne “wê rastî oxirmêd giran bên” (1  Korintî 7:28). Merivên ku zewacêda nin rastî çetinayên usa tên, ku bal yên nezewicî tune ne. Hergê te safî kiriye bibî xweyê malbetê, wê tera kar be ku pêbihesî, ça dikarî çetinaya çiqas heye kêm kî, û malbetêva bextewar bî. Şîreta pêşin ew e ku gerekê xwera bi aqilayî jin yan mêr bijbêrî.

KÎ TERA DIKARE BIBE MÊR YAN JINA BAŞ?

9. Pawlos bi kîjan meselê nîşan kir wekî tevî nebawera bizewicin yan mêr kin, çiqas xof e?

9 Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê prînsîpeke ferz nivîsî, kîjan ku gelek ferz e bidin xebatê çaxê xwera jin yan mêr dijbêrin: “Tevî nebawera nekevine binê nîrekî” (2  Korintî 6:14). Ewî ev mesele ji jîyîna gundîtî anî. Hergê du heywana bikine bin nîrekî, û ev her du çapa hev nîbin, û firqî hebe orta qewata wan jî hingê her du jî wê biçerçirin. Bi vî cûreyî, hergê jin û mêr, yek Mesîhî ye lê yên din nebawer e, bê şik ewana wê hev fem nekin û hevra razî nebin. Çimkî hergê ji wana yek bixwazibe nava hizkirina Yehowada bimîne, lê yê din bona wê yekê hevekî yan jî qe xem neke, vî çaxî meremê wan wê yek nîbin û wê nikaribin hev fem bikin û ji çetinaya wê xilaz nebin. Lema jî Pawlos Mesîhiya hêlan dike, wekî tenê tevî Mesîhiya bizewicin yan mêr kin (1  Korintî 7:39).

10. Çaxê meriv miqabilî şîreta Xwedê dertê axiriyêda çi çetinayî pêşda tên?

10 Lê hine Mesîhiyên azep difikirin ku diha rind e tevî nebawera bikevine bin nîrekî, ne ku tenêbûnêda biçerçirin. Ewana zanin ku usa îzin tune, lê yeke miqabilî şîreta Kitêba Pîroz diçin. Û ewana dizewicin yan mêr dikin tevî wan meriya, yên ku Yehowara xizmet nake. Bi rastî ev safîkirina wan tenê xirabiyê tîne. Mesîhiyên usa jîyîna xwe girêdidin tevî wan meriya, tevî kîjana ku ewana nikarin derheqa pirsên zef ferz û qîmet xeber din. Axiriyêda ewana diha tenê dimînin ne ku pêşiya dewatê. Çiqas hewas e ku bi hezara Mesîhiyên azep guh didine vê şîreta Xwedê, û aminiya xwe wî tînin vê pirsêda. (Bixûne Zebûr 32:8.) Ewana evê baweriyê ku bizewicin unda nakin, lê lez nakevin, çimkî xwera mêr yan jin nava Mesîhiyada digerin.

11. Çi dikare alî te bike wekî tu bi bîlanî xwera mêr yan jina layîq bijbêrî? (Binihêre çargoşe “ Çawa Xwera Bijbêrin Mêr Yan Jina Layîq?”.)

11 Bi rastî ne hemû xizmetkarên Yehowa dikarin tera bibine jin yan mêrê layîq. Hergê tu dixwazî bizewicî yan mêr kî, bigere merivekî usa ku xeysetên wî (wê) mîna yê te bin û nêt-meremên wîyî (wêye) ruhanî mîna yê te bin, û usa jî ku Xwedê gelek hiz bike. Xulamê amin û serwaxt gelek xwarina ruhanî daye seva ku derheqa wê têmayê bifikirin. Tuyê rast bikî hergê pêşiya evê safîkirina ferz, dua bikî û bixûnî û usa jî bifikirî ser wan şîretên Kitêba Pîroz û bi van şîreta rêberî bî *. (Bixûne Zebûr 119:105.)

12. Di gelek welatada çi ye qeyde û ji Kitêba Pîroz kîjan mesele dikare alîkariyê bide dê-bava?

12 Gelek welatada qeyde ye, wekî dê-bav xwexa zarên xwera jin yan mêr bijbêrin. Çimkî di wan welatada hildidin hesab ku dê-bav di vê pirsa ferzda hê bîlan û cêribandî ne. Gelek car hatiye kifşê, ku ew zewaca dê-bava jibartiye gelek qewî bûye çawa ku ev yek tê kifşê ji mesela xizmetkarê Xwedê yê berê. Roja îroyîn derecên usada dê-bav dikarin gelek tişt hîn bin ji mesela Birahîm, kîjanî ku xulamê xwe şand wekî Îshaqra jinê bijbêre. Seva Birahîm ferz nîbû ku keçik dewletî ye yan kesîb e. Lê ewî hemû tişt kir wekî Îshaqra jinê ji wan meriya bîne, kî ku Yehowara xizmet dike * (Destpêbûn 24:3, 67).

 

TU ÇAWA DIKARÎ BONA MALBETA BAŞ, XWE HAZIR KÎ?

13-15. (a) Ça prînsîpa ji Metelok 24:27 dikare alî wî merivî bike yê ku dixwaze bizewice? (b) Kî ku dixwaze mêr ke, gerekê bona çi pêşda xwe hazir ke?

13 Hergê tu dixwazî bizewicî yan mêr kî, wê aqilayî be ku evê pirsê bidî xwe: “Bi rastî ez hazir im bona wê yekê?” Caba vê pirsê gerekê wê yekêva girêdayî nîbe hela tu çi difikirî bona hizkirinê, sêksê, hevaltiyê û şîretkirina zara. Hê ferz ew e wekî kî ku dixwaze bizewice yan mêr ke gerekê bona wan cabdariya bifikire kîjan ku paşî zewacê wê ser stûyê wê be.

14 Kî ku dixwaze bizewice, pêşiyê gerekê rind li ser wê prînsîpê bifikire: “Pêşiyê li derva karê xwe biqedîne û zeviya xwe amade bike; dawiyê xaniyê xwe ava bike” (Metelok 24:27). Ev çi tê hesabê? Wedê berê hergê kesekî dixwest bizewiciya û malbet saz kira, ewî gerekê pirseke usa bida xwe: “Ez hazir im xwey bikim jin û zarên xwe?” Dêmek ew gerekê pêşiyê bixebitiya, mesele erdê xwe bêcer kira. Ev prînsîp rojên îroyînda jî tê xebitandinê. Ewê ku dixwaze bizewice, gerekê hazir be cabdariyê jî hilde ser xwe. Hergê sihet-qewata wî digihîjê, gerekê bixebite. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî mêrê ku bona hewcên malbeta xweye fîzîkî, êmosiyî û ruhanî xem nake, ew ji nebawera xirabtir e! (Bixûne 1  Tîmotêyo 5:8.)

15 Kî ku safî dike mêr ke, gerekê hazir be ku êpêce cabdarî hilde ser xwe. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa hine hunur û feresetên usa, kîjan ku jinêra lazim in seva ku alîkariyê bide mêrê xwe (Metelok 31:10-31). Merivên ku ne hazir in cabdariyê hildin ser xwe, lê lez dikevin bizewicin yan mêr kin, xwehiz in. Çimkî ewana bona xwe difikirin û nefikirin derheqa kara jin yan mêrê xweyî axiriyê. Lê lape ferz ew e, wekî kî ku dixwaze bizewice yan mêr ke, aliyê ruhanîda gerekê hazir be.

16, 17. Kî ku hazir dibe bona bizewice yan mêr ke, gerekê li ser kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz bifikire?

16 Pêşiya ku bikevine zewacê her kes gerekê bifikire, wekî Xwedê çi cabdarî da jin û mêrra. Mesele mêr gerekê fem bike, ku çi tê hesabê serê malbeta Mesîhtî bî. Ev cabdarî îzinê nade wî bêrem û bêmerîfet be. Lê dewsê ew gerekê çev bide Îsa Mesîh, wekî ew çi cûreyî serwêrî dikir (Efesî 5:23). Jin jî gerekê fem bike ku çi ye cabdariya wêye qîmet. Ew gerekê bifikire hela hazir e gura “qanûna mêrê xwe” bike (Romayî 7:2). Ew îda niha bin qanûna Yehowa û Îsada ye (Galatî 6:2). Lê qanûna mêrê wê, ev qanûneke din e. Lema jî ew gerekê bifikire hela hazir e alîkariyê bide mêrê xweyî nekamil û gura wîda be? Hergê hazir nîne, hê baş e mêr neke.

17 Xêncî vê yekê jin û mêr gerekê hazir bin xem kin bona hewcên heve mexsûs. (Bixûne Fîlîpî 2:4.) Pawlos nivîsî: “Her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike [qedir bigire, DT]”. Ji bîna ber Xwedê Pawlos kifş kir, ku bona mêr gelek ferz e wekî jina wî qedirê wî bigire; lê jin hewce ye ku mêrê wê lê hiz ke (Efesî 5:21-33).

Wê aqilayî be ku wedê hevnaskirinê tenê nîbin

18. Çima wedê hevnaskirinê lazim e xwegirtin?

18 Çaxê du meriv dixwazin bizewicin, dikarin hine wede tevayî derbaz kin seva safî kin hela layîqî hev in, yan na. Lê ev yek bona wedederbazkirinê nîne. Ev bona vê yekê ye, wekî ewana hev rind nas kin û binihêrin hela dixwazin hev bistînin, yan na. Ewana hingê jî gerekê bikaribin xwe bigirin. Çimkî xwestina wane ku nêzîkî hev bin dikare zef qewî be. Rast e bi tebiyetî ye ku ewana bixwazin fîzîkî nêzîkî hev bin, lê ewana gerekê fesal bin ku gune nekin. Hergê ewana bi rastî hev hiz dikin wê tiştên usa nekin, çi ku wê ziyana ruhanî bide wî merivî kîjanî ku hiz dike (1  Têsalonîkî 4:6). Lema jî wedê hevnaskirinê gerekê xwe bigirin. Ev hunur wê temamiya jîyîna teda tera karê bîne, firqî tune hûnê hev bistînin yan na.

ÇA MALBETA QEWÎ SAZ KIN

19, 20. Nihêrandina Mesîhiya ça gerekê cuda be ji nihêrandina dinya yê belabûyî? Meselê bîne.

19 Hergê mêr yan jin dixwazin malbeta qewî saz kin, wanra lazim e ku nihêrandina wan li ser cabdariyên wan rast be. Gelek car roman û sînem bi dewatê xilaz dibin, dêmek yan çi, bi axirîke bextewar. Di jîyîna rastda dewat ev xilazî nîne, lê destpêka vê tevgirêdanê ye, kîjan ku bi qirara Yehowa gerekê qet neqete (Destpêbûn 2:24). Yazix, ku rojê meda gelek usa nafikirin. Di hine kûltûrada sazkirina malbetê hesab dikin, çawa du benê hevva girêdayî. Meriv dibek qe jî fem nakin, ku ev mesele çiqas rind dide kifşê nihêrandina belabûyî hindava zewacê. Çima dikarin usa bêjin? Çimkî rast e girêdana baş gerekê qewî be, lê du ben ça dikarin hêsa hevva girêdin usa jî hêsa vekin.

20 Roja îroyîn gelek merî zewacê hesab dikin tevgirêdana wedelû. Merivên usa hêsa dikevine zewacê, çimkî bawer in ku hergê çetinayî hebe, dikarin hêsa hev biqetin. Were em bînine bîra xwe ku Kitêba Pîroz zewacê himberî benê sê qat dike. Mesele çaxê bona gemiyê togê çêdikin, dixebitin ku ev zef qewî be usa ku ber firtona jî teyax ke. Usa jî zewac gerekê qewî be. Îsa gotye: “Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Metta 19:6). Hergê bikevî zewacê (bizewicî yan mêr kî), nihêrandina te li ser zewacê gerekê mîna ya Îsa be. Gelo ev barekî giran e? Na.

21. Jin û mêr hindava hev gerekê çawa bin û çi dikare di vê pirsêda alî wan bike?

21 Jin û mêr hindava hev gerekê rast bin. Hergê her kes ji wan qewatê bide xebatê wekî bivînin kirên û xeyset-hunurên hevî baş, hingê zewaca wan wê wanara şabûnê û rihetiyê bîne. Lê gelo dibe, wekî nav merivê gunekarda tiştên baş bivînin? Erê dibe. Mesele, nihêrandina Yehowa rêalîstî ye, lê em zanin wekî ew nav meda tiştên baş divîne. Zebûrbêj pirs kir: “Ya Yah, Hergê tu fesadiyan bihesibînî; ma kî dikare li ser lingan raweste, ya Yehowa” (Zebûr 130:3, DO). Nihêrandina jin û mêr jî gerekê himberî hev baş be û hazir bin hevdu bibaxşînin. (Bixûne Kolosî 3:13.)

22, 23. Birahîm û Serayê çi meseleke baş hîştine bona jin û mêra roja îroyîn?

22 Çiqas sal derbaz dibe haqas di malbetêda bextewarî dikare hê zêde be. Di Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê bona jin û mêrê emirê xweda mezin, Birahîm û Sera. Di jîyîna wanda çetinayî û kul-derd jî hebûn. Pêşiyê ewana di şeherê pêşdaçûyî, Ûrda dijîtin. Lê paşê çaxê Sera 60 salî zêdetir bû, ew pêhesiya ku gerekê mala xweye baş bihêle û here di çadirada bijî. Bide hesabê xwe, çiqas çetin bû wêra ku gura mêrê xwe bike. Em zanin ku Serayê qedirê mêrê xwe girt û safîkirina wî qebûl kir. Serda jî ça komekdar, ewê alî mêrê xwe kir, wekî ev safîkirina wî pêk bê. Serayê gura mêrê xwe dikir, ne tenê seva wê yekê ku bê kifşê. Lê ewê dilê xweda jî ser Birahîm digot “xweyê min” (Destpêbûn 18:12, PKM; 1  Petrûs 3:6). Ewê bi dil û can qedirê mêrê xwe digirt.

23 Belê, ev yek nayê hesabê ku Birahîm û Sera hemû pirsada hevra razî bûn. Mesele, carekê Serayê tiştek Birahîmra got çi ku “gelekî giran li ser Birahîm rûnişt”. Lê bi rêberiya Yehowa, Birahîm bi milûktiyê gura jina xwe kir. Bi vê yekê malbeta wî kerem stand (Destpêbûn 21:9-13, PKM). Ji mesela Birahîm û Serayê jin û mêrên îroyîn gelek tişt dikarin xwera hîn bin, hela hê ew jin û mêr jî yên ku gelek sal di zewacêda nin.

24. Zewacên ça, Yehowara hurmetê tînin û çima?

24 Roja îroyîn di civata Mesîhiyada bi hezara malbetên bextewar hene. Di van malbetada jin zef qedirê mêrê xwe digirin, lê mêr jî jinê xwe hiz dikin û qîmet dikin. Xêncî vê yekê, ewana her du jî qirara Yehowa datînin ciyê pêşin jîyîna xweda. Dêmek hergê dixwazî bikevî zewacê tu gerekê bi aqilayî xwera jin yan mêr bijbêrî û rind hazir bî bona sazkirina malbetê û usa jî hemû tiştî bikî, wekî malbeta teda hizkirin û edilayî hebe. Hergê usa bikî, zewaca te wê hurmetê Yehowara bîne û alî te bike ku bimînî nava hizkirina Xwedêda.

^ abz. 11 Binihêre kitêba “Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin” ya ku Şedên Yehowa neşir kirin.

^ abz. 12 Berê hine xizmetkarên Yehowa, xweyê gelek jina bûn. Mesele jinên Birahîm û Îshaq jî gelek bûn. Rast e ew qeyde ji Xwedê nîbû. Lê Yehowa îzin da xizmetkarên xwe û Îsraêliyên berê, ku gelek jinên wan hebin. Usa jî seva ku hemû tişt ciyê xweda be, Xwedê cimeta xwera derheqa vê yekê hine qanûn dan. Lê Mesîhiyên îroyîn zanin ku Yehowa miqabilî wê yekê ye, ku çend jinên mêrekî hebin (Metta 19:9; 1  Tîmotêyo 3:2).