Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 5

Ça Xwe ji vê Dinyayê Dûr Xwey kin

Ça Xwe ji vê Dinyayê Dûr Xwey kin

“Hûn ne para dinyayê ne” (YÛHENNA 15:19).

1. Îsa şeva pêşiya mirina xwe bona çi ber xwe diket?

 ÎSA şeva pêşiya mirina xwe ber xwe diket, çimkî zanibû, wekî gerekê şagirtên xwe bihêle, û xem dikir bona axiriya wan. Ewî gote wan: “Hûn ne para dinyayê ne” (Yûhenna 15:19). Paşê ewî bona wan Bavê xwera dua kir û got: “Ew ne ji dinyayê ne, çawa ku ez ne ji dinyayê me” (Yûhenna 17:15,16). Bi wê yekê Îsa çi dixwest bigota?

2. Çi tê hesabê xebera “dinyayê”, derheqa kîjanî Îsa digot?

2 Xebera “dinyayê”, tê hesabê merivên ku Xwedê nas nakin û bin hukumê Mîrê-cinada nin (Yûhenna 14:30; Efesî 2:2; Aqûb 4:4; 1 Yûhenna 5:19). Ça em dikarin “ne para dinyayê” bin? Vî serîda emê çend mêtoda şêwir kin: Em Padşatiya Yehowara amin dimînin, tevî şixulê polîtîkayê nabin û wedê bijartina, tevnebûyînê xwey dikin. Em himberî ruhê vê dinyayê dertên. Kincxwekirin û xemilandina me bi milûktî ye, û nihêrandina me ser pera rast e. Em usa jî “her çekê Xwedê” xwe dikin. (Binihêre Elametiya Zêde 16.)

PADŞATIYA XWEDÊRA AMIN BIN

3. Îsa ça ser polîtîkayê dinihêrî?

3 Çaxê Îsa ser erdê bû ewî didît, wekî gelek problêmên meriva hene, û emirê wan çetin e. Ewî bi rastî jî xem dikir bona wan û dixwest alî wan bikira. Lê gelo ew bû serwêrê polîtîkayê? Na. Ewî zanibû, wekî meriv bi rastî jî hewcê Padşatiya Xwedê û hukumtiya wî ne. Îsa gerekê bibûya Padşê wê Padşatiyê, û têma wîye sereke xizmetiya wîda derheqa Padşatiyê bû (Daniyêl 7:13, 14; Lûqa 4:43; 17:20, 21). Îsa nedikete nava şixulê polîtîkayê, ewî tevnebûyîn xwey dikir. Îsa ber Serwêrê Romê Pontîyo Pîlato, got: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36). Şagirtên wî jî mîna wî tevnebûyînê xwey dikirin. Kitêba “Riya Tsîvîlîzasiyayêda” (On the Road to Civilization), derheqa Mesîhiyên pêşin hatiye gotinê, wekî “wê cabdariyên polîtîkî hilnedana ser xwe”. Roja îro, Mesîhiyên rast jî usa dikin. Em bi aminî piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin û nakevine nav şixulê polîtîkayê û şixulên vê dinyayê (Metta 24:14).

Gelo tu dikarî şirovekî, çira tu bi baweriyê piştgiriya Padşatiya Xwedê dikî?

4. Mesîhiyên rast ça piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin?

4 Qasid welatê dinda tevnebûyînê xwey dikin û nakevne nava şixulê vî welatî, ewana vî welatîda bona welatê xwe wekîltiyê dikin. Yên rûnkirî, kîjan hîviyê ne, ku wê serkartiyê tevî Îsa ser ezmana bikin, dereceke usada nin. Pawlos, Mesîhiyên rûnkirîra nivîsî: “Em ji aliyê Mesîhda qasidiyê dikin” (2 Korintî 5:20). Yên rûnkirî, serwêrtiya Xwedê eyan dikin. Ewana hindava polîtîkayê û problêmên vê dinyayê tevnebûyînê xwey dikin (Fîlîpî 3:20). Yên rûnkirî usa jî alî mîlîona meriva dikin, wekî derheqa serwêrtiya Yehowa pêbihesin. “Pezên din”, yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ne dinya tezeda, ya ku Xwedê soz daye, piştgiriya yên rûnkirî dikin. Ewana jî tevnebûyînê xwey dikin (Yûhenna 10:16; Metta 25:31-40). Eyan e, ku Mesîhiyên rast şixulkariyê nakin tevî polîtîka vê dinyayê. (Bixûne Îşaya 2:2-4.)

5. Çi menî hene, seva ku Mesîhî neçine şer?

5 Mesîhiyên rast, xûşk-birên civata xwe hesab dikin ça neferên malbeta xwe, û tevî wan edilayêda dijîn, firqî tune ewana ji kîjan miletî û berekî ne (1 Korintî 1:10). Îsa temîke usa da, wekî hevdu hiz bikin, lê hergê em herine şer, dêmek em himberî neferên malbeta xwe û xûşk-birên xweye ruhanî şer bikin (Yûhenna 13:34, 35; 1 Yûhenna 3:10-12). Usa jî Îsa got, wekî em dijminên xwe jî hiz bikin (Metta 5:44; 26:52).

6. Nihêrandina xizmetkarên Yehowa çi cûreyî ye ser serwêrtiyê?

6 Rast e Mesîhî tevnebûyînê xwey dikin, lê yeke ewana gerekê bixebitin, ku bineliyên baş bin. Mesele, em hindava serwêra qedir didine kifşê bi wê yekê, ku qanûnên dewletê tînin sêrî û xercên dewletê didin. Em usa jî timê dixebitin, wekî “çi ku yêd Xwedê ne bidine Xwedê” (Marqos 12:17; Romayî 13:1-7; 1 Korintî 6:19, 20). “Yêd Xwedê” tê hesabê hizkirina me hindava wî, guhdarî û xizmetiya me. Em hazir in hertim gura Yehowa bikin, hela hê hingê jî, hergê ji bo wê yekê emirê me dikeve bin qeziyê (Lûqa 4:8; 10:27; bixûne Karên Şandiya 5:29; Romayî 14:8.)

“RUHÊ VÊ DINYAYÊ” ÎNKAR KE

7, 8. Çi tê hesabê “ruhê vê dinyayê”, û ew ça ser meriva hukum dike?

7 Xwe dûr bigirin ji dinya Mîrê-cina, tê hesabê îzinê nedin, wekî “ruhê vê dinyayê” ser me kontrol ke. Ew ruh dide kifşê fikir û rabûn-rûniştandina ku ji Mîrê-cina tê, û hukum dike ser wana, yên ku Yehowara xizmet nakin. Lê Mesîhî xwe ji wê yekê dûr digirin. Pawlos got, wekî “me ne ku ruhê vê dinyayê standiye, lê ew Ruhê ji Xwedê” ye (1 Korintî 2:12; Efesî 2:2, 3; binihêre Elametiya Zêde 17).

8 Ruhê vê dinyayê ser meriva hukum dike, wekî ewana bibine xwehiz, babax, û raber. Ew yek usa ser wan hukum dike, wekî ewana difikirin, ku gerekê gura Xwedê nekin. Mîrê-cina dixwaze, wekî meriv wê yekê bikin, çi ku dixwazin û derheqa axiriya kirên xwe nefikirin. Ew dixwaze, wekî meriv bawer kin, ku emirê merivada “dilhavijî, çevhavijî” gelek ferz in (1 Yûhenna 2:16; 1 Tîmotêyo 6:9, 10). Mîrê-cina, diha zef dixwaze xizmetkarên Yehowa bixalifîne, wekî mîna wî bifikirin (Yûhenna 8:44; Karên Şandiya 13:10; 1 Yûhenna 3:8).

9. Ruhê vê dinyayê ça dikare ser me hukum be?

9 Ruhê vê dinyayê ça hewa ye, ku em dikişînine xwe. Hergê em nexebitin ser wê yekê ku himberî ruhê vê dinyayê derên, ewê ser me hukum be. (Bixûne Metelok 4:23.) Ew yek dikare bi tiştên necayîz destpêbe, mesele em îzinê bidin, wekî heleqetiya me tevî wan meriva baş be, yên ku Yehowara xizmet nakin (Metelok 13:20; 1 Korintî 15:33). Yan jî ew ruh dikare hukum be, bi saya pornografiyayê, rabera, û sportên ku jîyîna meriva dikine bin xofê? (Binihêre Elametiya Zêde 18 .)

10. Ça em dikarin miqabilî ruhê vê dinyayê derên?

10 Çawa tu dikarî xwe dûr bigirî ji hukumê ruhê vê dinyayê? Em gerekê xwe nêzîkî Yehowa bigirin û bihêlin, wekî bîlaniya wî rêberiyê me bike. Em gerekê hertim dua bikin, ku Yehowa ruhê pîroz bide me, û timê nava xizmetiyêda bin. Yehowa, Kesê lapî qewat e nav temamiya gerdûnêda. Em bawer in, wekî ewê alî me bike, miqabilî ruhê vê dinyayê derkevin (1 Yûhenna 4:4).

PÊ KINCXWEKIRINA XWE XWEDÊ RÛMET KIN

11. Çawa ruhê vê dinyayê hukum dike ser kincxwekirina meriva?

11 Pê kincxwekirin û xemilandina xwe em dikarin nîşan kin, wekî em ne para vê dinyayê ne. Gelek meriv kincê usa xwedikin, wekî dîna meriva berbi xwe bikişînin, fikirên nerast bal wan pêşda tînin, miqabilîbûnê didine kifşê, yan jî didine kifşê ku gelek perê wan heye. Lê hine meriv ne jî dikevine heyra xwekirin û xemilandinê. Ewana dikarin qirêj û bêterbet xwekirî bin. Lê em gerekê îzinê nedin, wekî ruhê vê dinê hukum ke ser kincxwekirin û xemilandina me.

Gelo pê kincxwekirina xwe ez didime kifşê, wekî qedirê Yehowa digirim?

12, 13. Kîjan prînsîp dikarin alî me bikin wê yekêda, ku çi û ça xwekin?

12 Şedên Yehowa hertim dixwazin, temiz, terbet, bedew û layîq xwekirî bin. Em bi “şermê û berbihêriyê” kinca xwe dikin, seva layîqî wê yekê be, ku me “navê xwedênasiyê hildaye ser xwe” (1 Tîmotêyo 2:9, 10; Cihûda 21).

13 Kincxwekirina me dikare hukum ke ser wê yekê, ku yên din wê xwe ça bidine kifşê hindava navê Yehowa û cimeta wî. Em dixwazin hemû tiştî bikin “bona şikirdayîna Xwedê” (1 Korintî 10:31). Çaxê em milûk û şkestî ne, usa em didine kifşê ku qedirê hest û fikirên meriva digirin. Dêmek kengê em xwera kinca dijbêrin yan safî dikin çawa xwe bixemilînin, em gerekê bîr nekin, wekî bijartina me ser meriva hukum dibe (1 Korintî 4:9; 2 Korintî 6:3, 4; 7:1).

14. Em derheqa çi gerekê bifikirin, çaxê kinca xwera dijbêrin seva şixulên Mesîhîtî?

14 Em ça xwe dikin, gava diçine ser civata yan xizmetiyê? Gelo em pê kincxwekirina xwe dîna meriva dikişînine ser xwe? Gelo merivên din ça dinihêrin ser kincxwekirina me? Gelo em usa difikirin, wekî kincxwekirina me ew tenê bijartina me ye û îşê tu kesî nîne? (Fîlîpî 4:5; 1 Petrûs 5:6). Hemikî, em dixwazin bedew xwekirî bin, lê tiştên ku dikarin bi rastî me bedew kin, ew hene hunurên Mesîhîtî. Ewa ew hunur in, yên ku Yehowa nav meda divîne. Ew hunur didine kifşê, wekî em bi rastî merivne çi cûreyî ne, “merivê hindurê dilda, . . . . ku li ber Xwedê pir bi qîmet e” (1 Petrûs 3:3, 4).

15. Çima Yehowa qeyde kifş nekiriye, hindava wê yekê, ku kincxwekirina me gerekê çi cûreyî be?

15 Yehowa qeyde kifş nekiriye bona wê yekê, ku em çi gerekê xwe kin û çi na. Lê dewsê, ew Kitêba Pîrozda prînsîpa dide me, seva ku alî me bike safîkirina rast bikin (Îbranî 5:14). Yehowa dixwaze, wekî safîkirinên me, firqî tune yên mezin yan yên biçûk, hîmgirtî bin ser hizkirina me hindava wî û meriva. (Bixûne Marqos 12:30, 31.) Ser temamiya dinyayê, cûre-cûre ciyada, cimeta Yehowa bi cûrên eyd-qeydên miletê xwe, kinca xwe dikin û kincên usa ku wana xweş tên. Kincxwekirina usa, bedew e û şabûnê tîne.

NIHÊRANDINA RAST SER PERA

16. Ça nihêrandina vê dinyayê hindava pera, cude dibe ji hînkirina Îsa? Kîjan pirsa em gerekê bidine xwe?

16 Mîrê-cina dixwaze, wekî meriv bifikirin ku pere û tiştên matêrîalî bextewariyê merivara tînin, lê xizmetkarên Yehowa usa nafikirin. Em îtbariya xwe giliyên Îsa tînin, ku got: “Hevza xwe ji timayê bikin, çimkî emirê însên hebûka wîva girêdayî nîne” (Lûqa 12:15). Pere bi rastiyê nikare mera şabûnê bîne. Pere nikare hevalên helal, rihetiya dil yan emirê heta-hetayê mera bide. Belê, em hewcê tiştên matêrîalî ne û em dixwazin emirê xwe bextewar kin. Lê Îsa got, wekî em bi rastî dikarin hingê bextewar bin, çaxê heleqetiya me tevî Xwedê baş e û emirê meda ya sereke ew e, ku em Yehowara xizmet kin (Metta 5:3; 6:22). Pirsê bide xwe: “Gelo nihêrandina vê dinyayê hindava pera, ser min hukum dike? Gelo bi fikir û xeberdana xwe ez didime kifşê, wekî pere bona min gelek qîmet e?” (Lûqa 6:45; 21:34-36; 2 Yûhenna 6).

17. Çawa emirê te dikare diha baş be, hergê tu înkar dikî nihêrandina vê dinyayê ser pera?

17 Hergê em bi temamî wedê xwe xerc kin, wekî Yehowara xizmet kin û înkar kin nihêrandina vê dinyayê ser pera, wî çaxî emê bi jîyîna bextewar bijîn (Metta 11:29, 30). Usa emê dil û hişê xweda edilayê xwey kin (Metta 6:31, 32; Romayî 15:13). Hingê emê kêm xem kin derheqa tiştên matêriyalî. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:9, 10.) Û çaxê em destvekirî bin, ji wê yekê emê şabûnê bistînin (Karên Şandiya 20:35). Hergê em bi jîyîna hêsa bijîn, usa emê bikaribin wedê xwe tevî wan meriva xerc kin, kîjana em hiz dikin (Waîz 5:12).

“ÇEKÊ XWEDÊ LI XWE KIN”

18. Mîrê-cina çi dixwaze bîne serê me?

18 Mîrê-cina her tiştî dike, wekî heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke, lema jî em gerekê her tiştî bikin, wekî xwe ji wî xwey kin. Şerê me “miqabilî ordiyêd ruhaniye xirabe” (Efesî 6:12). Şeytan û cinên wî naxwazin, wekî em bextewar bin û heta-hetayê bijîn (1 Petrûs 5:8). Ew dijminên qewî himberî me şer dikin, lê em bi qewata Yehowa dikarin wî şerîda serkevin!

19. Efesî 6:14-18-da derheqa çekên Mesîhiya, çi tê gotinê?

19 Wedê berê, eskera hemû çek li xwe dikirin, seva şerda xwe xwey kin. Hema bi wî cûreyî, em jî gerekê her çekên ku Yehowa dide me, xwe kin (Efesî 6:13). Usa emê bêne xweykirinê. Derheqa wan çeka em dikarin hê zêde pêbihesin ji Efesî 6:14-18: “Awa ciyê xweda bisekinin, rastiyê mîna kemberê li pişta xwe bişidînin, heqiyê mîna zirih li sîngê xwe wergirin û sol nigêd weda, bona Mizgîniya edilayiyê hazir sekinî bin. Li ser her tiştîra jî baweriyê mîna mertalê bigirine xwe, bi kîjanê hûnê bikaribin hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje, bitemirînin. Û xilazbûnê mîna kumzirihê hildin, mîna şûr jî xebera Xwedê, ku ji Ruhê Pîroz e. Bi hemû dua û reca her gav dua bikin pê Ruhê Pîroz. Ser vê yekê hişyar bimînin”.

20. Çi em gerekê bikin, wekî “çekêd” me alî me bikin?

20 Gava esker yek ji çeka xwe neke û derkeve şer, usa ewê mecalê bide dijminê xwe, ku wî alt ke. Hergê em dixwazin “çekêd” me, me xwey kin, dêmek em gerekê ji wan qe yekê bîr nekin. Çekên me gerekê hertim li me bin û rind xweykirî bin. Çimkî şerê me wê berdewam be, heta ku dinya Mîrê-cina kuta be û cinên wî tevî wî ji erdê bêne hildanê (Eyantî 12:17; 20:1-3). Dêmek hergê em şer dikin himberî xwestinên nerast, yan hine sistbûnên xwe, wî çaxî em gerekê mêrxas bin! (1 Korintî 9:27).

21. Çawa em dikarin şerda serkevin?

21 Em pê qewata xwe nikarin Mîrê-cina alt kin, lê bi qewata Yehowa em dikarin! Seva ku amin bimînin em gerekê Yehowara dua bikin, Xebera wî lêkolîn kin û hevkariyê bikin tevî xûşk-bira (Îbranî 10:24, 25). Ew yek wê alî me bike Xwedêra amin bimînin û baweriya xwe biparêzin.

HAZIR BE BAWERIYA XWE BIPARÊZÎ

22, 23. a) Çawa em dikarin hazir bin, baweriya xwe biparêzin? b) Serê dinda emê çi şêwir kin?

22 Em gerekê timê hazir bin baweriya xwe biparêzin (Yûhenna 15:19). Hine pirsada, fikir û nihêrandina Şedên Yehowa cude dibin ji fikir û nihêrandina merivên din. Pirsê bide xwe: “Gelo ez bi rastî fem dikim çira em xwe nihêrandina usa digirin? Gelo ez îzbat bûme, wekî ew hemû tişt, çi ku Kitêba Pîrozda nivîsar e û xulamê amin û serwaxt dibêje rast e? Gelo ez firnaq dibim vê yekêra ku ez Şedê Yehowa me? (Zebûr 34:2; Metta 10:32, 33). Gelo ez dikarim hêsa derheqa baweriya xwe merivara gilî kim?” (Metta 24:45; Yûhenna 17:17; bixûne 1 Petrûs 3:15.)

23 Gelek derecada eşkere eyan e, ku em çi gerekê bikin, wekî xwe ji vê dinyayê dûr bigirin. Lê hine derecada ew yek eyan nayê kifşê. Mîrê-cina dixwaze me bike telikê û seva vê yekê cûre-cûre dereca dide xebatê. Dêmek ew cûre-cûre telika datîne, û ji wana yek wedederbazkirin e. Lê gelo çawa em dikarin bi bîlaniyê wedederbazkirina bijbêrin? Serê dinda emê derheqa wê yekê şêwir kin.