Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 3

Tevî Wan Meriva Hevaltiyê Bike, yên ku Xwedê Hiz Dikin

Tevî Wan Meriva Hevaltiyê Bike, yên ku Xwedê Hiz Dikin

“Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan” (METELOK 13:20, DT).

1-3. a) Çi em dikarin hîn bin ji Metelok 13:20? b) Çira ferz e bi bîlanî xwera hevala bijbêrin?

 TE QE texmîn kiriye zar ça dîna xwe didine dê-bavên xwe? Zar heta ku destpêkin xeber din, ewana hîn dibin ji wê yekê çi ku dibihên û dibînin. Gava zar mezin dibe, ew xwexa çev dide dê-bavê xwe. Ecêbmayî nîne, wekî merivê mezin jî dikare destpêke çev bide wî merivî, tevî kê diha zef wede derbaz dike.

2 Metelok 13:20-da tê gotinê: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, DT”. Xebera “rê diçe” tê hesabê ne ku tenê kêleka wî merivî bî, lê hê zêde tişt. Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz got, wekî ev gilî, tevî kesekî rê diçî, tê hesabê ku tu heleqetiya nêzîk tevî wî xwey dikî û wî hiz dikî. Em gelek dikevin bin hukumê wan meriva, tevî kê gelek wede derbaz dikin, îlahî hergê em wana hiz dikin.

3 Hevalên me dikarin çawa baş usa jî xirab ser me hukum kin. Metelok 13:20-da usa jî tê gotinê: “Lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve, DT”. Ev gilî, “karê kê” tevî kesekî ye, ji zimanê Îbranî tê hesabê, her gav tevî wî kesî ye û hevaltiyê tevî wî dike (Metelok 22:24; Hakimtî 14:20). Seva ku bi bîlanî xwera hevala bijbêrin, were em bifikirin ku Yehowa merivên çi cûreyî xwera dijbêre ça dost.

XWEDÊ KÊ HESAB DIKE DOSTÊN XWE?

4. Çima qedirekî mezin e, ku bibine dostê Xwedê? Ji bo çi Yehowa, Birahîm hesab kir dostê xwe?

4 Yehowa, Efirandarê Erd û Ezmana, mecaleke usa daye me, wekî em bibine dostên wî. Ew bi rastî qedirekî mezin e, çimkî Yehowa hemû kesî hesab nake dostê xwe. Ew wan meriva dijbêre, yên ku wî hiz dikin û baweriya xwe wî tînin. Were em Birahîm bînine bîra xwe. Ew hazir bû bona Xwedê her tiştî bike. Her cara Birahîm îzbat dikir, wekî ew amin û guhdar e. Ew hela hê hazir bû jî kurê xwe Îshaq bike qurban. Birahîm bawer bû, wekî “Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rake” (Îbranî 11:17-19; Destpêbûn 22:1, 2, 9-13). Ji bo wê yekê, ku Birahîm amin û guhdar bû, Yehowa wî hesab kir dostê xwe (Îşaya 41:8; Aqûb 2:21-23).

5. Çawa Yehowa xwe dide kifşê hindava wan, yên ku wîra amin in?

5 Yehowa gelek qîmet dike dostên usa, yên ku aminiya xwe hindava wî hê ferz hesab dikin, ne ku tiştekî din. (Bixûne 2 Samûyêl 22:26.) Ewana amin û guhdar in, çimkî Yehowa hiz dikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê “hevalê sitqê dilê rast e” yên ku gura wî dikin (Metelok 3:32). Yehowa dostên xwe teglîf dike, wekî “konê” wîda bibine mêvanên wî. Û wana teglîf dike, wekî wîra xizmet kin û her car wîra dua bikin (Zebûr 15:1-5).

6. Çawa em dikarin hizkirina xwe hindava Îsa bidine kifşê?

6 Îsa got: “Her kesê ku min hiz bike, wê gotina min xwey ke, Bavê minê jî wî hiz bike” (Yûhenna 14:23). Seva ku bibine dostê Yehowa, em usa jî gerekê Îsa hiz bikin û şîretên wî bînine sêrî. Mesele, em guh didine temiya Îsa, mizgîniya xêrê bela dikin û şagirta hazir dikin (Metta 28:19, 20; Yûhenna 14:15, 21). Ji bo wê yekê ku em Îsa hiz dikin, em “pêgeha wîda” diçin (1 Petrûs 2:21). Yehowa şa dibe çaxê divîne, wekî em hemû qewata xwe didine xebatê, seva ku xeber û kirên xweda çev bidine Kurê wî.

7. Çima em gerekê îzbat bin, wekî hevalên me dostên Yehowa ne?

7 Dostên Yehowa xîret, amin û guhdar in, ewana Kurê wî hiz dikin. Gelo bijartina hevalada em çev didine Yehowa? Hergê hevalên te çev didine Îsa û derheqa Padşatiya Xwedê meriva hîn dikin, ewana dikarin ser te baş hukum bin û alî te bikin, ku Yehowara amin bimînî.

JI MESELÊN KITÊBA PÎROZ DERSA XWERA HILDIN

8. Ji hevaltiya Rût û Nahomiyê çi te xweş hat?

8 Kitêba Pîrozda em dikarin bixûnin derheqa gelek hevala, mesele hevalên usa ça Rût û xasiya wê, Nahomî. Welat û eyd-qeydên herd jina ji hev cude dibûn, û hin jî Nahomî gelek ji Rût mestir bû. Lê ewana bûne hevalên nêzîk, çimkî wan herda jî Yehowa hiz dikirin. Çaxê Nahomiyê dixwest ji Mowabê vegere welatê xwe Îsraêlê, “Rût ji wê neqetîya”. Ewê gote Nahomiyê: “Cimeta teyê cimeta min be, Xwedê teyê Xwedêyê min be” (Rût 1:14, 16). Rût gelek heyf bû Nahomiyêra. Kengê ewana hatine Îsraêlê, Rût gelek dixebitî, wekî alîkariyê bide hevala xwe. Nahomiyê gelek Rût hiz dikir û şîretên kêrhatî dida wê. Rût guh dida hevala xwe û axiriyêda ewana herd jî gelek kerem standin (Rût 3:6).

9. Ji hevaltiya Dawid û Yonatan çi te xweş hat?

9 Meseleke din derheqa hevaltiya baş, ya Dawid û Yonatan e, yên ku Yehowara amin bûn. Yonatan weke 30 sala ji Dawid mestir bû û ew gerekê paşî bavê xwe bibûya padşê Îsraêlê (1 Samûyêl 17:33; 31:2; 2 Samûyêl 5:4). Lê çaxê Yonatan pêhesiya, wekî Yehowa, Dawid bijartiye ku bibe padşa, ewî hevsûdî nekir û wîra nekete hucetê. Lê dewsê, Yonatan her tişt dikir, wekî piştgiriya Dawid bike. Mesele, gava Dawid kete dereceke xof, Yonatan alî wî kir “û destê wî, bi Xwedê va xwurttir kir”. Ewî bona Dawid hela hê emirê xwe jî dikire bin qeziyê (1 Samûyêl 23:16, 17). Dawid jî hevalekî amin bû. Ewî çawa ku soz dabû, wekî wê xem ke bona malbeta Yonatan, paşî mirina Yonatan, ewî hema usa jî kir (1 Samûyêl 18:1; 20:15-17, 30-34; 2 Samûyêl 9:1-7).

10. Ji mesela sê xortên Îbranî, em çi hîn dibin derheqa hevaltiyê?

10 Sê xortên cahil Şedrak, Meşak û Abednego, ku Îbranî bûn, ji nefera qetandibûn û biribûn Babîlonê. Rast e, ewana ji neferên xwe dûr bûn, lê xwexa alîkarî didane hevdu, wekî Yehowara amin bimînin. Çaxê ewana hinekî mezin bûn, baweriya wana hate cêribandinê. Nebûkedneser Padşa ferman da, wekî ewana serê xwe ber heykelê zêr daynin. Şedrak, Meşak û Abednego înkar kirin serê xwe ber pût daynin û gotine padşa: “Emê xudanên tera xizmet nekin û serê xwe ber heykelê zêr, yê ku te daniye, daneynin, DT”. Çaxê baweriya wan sê hevala hate cêribandinê, wana aminiya xwe hindava Xwedê xwey kirin (Daniyêl 1:1-17; 3:12, 16-28).

11. Ji ku em zanin, wekî Pawlos û Tîmotêyo hevalên nêzîk bûn?

11 Gava Pawlos rastî xortekî cahil Tîmotêyo hat, ewî dîna xwe da, wekî Tîmotêyo Yehowa hiz dike, û bi dil û can xem dike bona civatê. Pawlos Tîmotêyo hîn dikir, wekî cûre-cûre şeherada alîkariyê bide xûşk-bira (Karên Şandiya 16:1-8; 17:10-14). Tîmotêyo usa bi dil û can şixulkarî dikir, wekî Pawlos got: “Tevî min Mizgînîdayînêra . . . xizmetî kir”. Pawlos zanibû, wekî Tîmotêyo wê mîna “pêşewitîkî xem bixwe” bona xûşk-bira. Pawlos û Tîmotêyo bûne hevalên nêzîk, çimkî bi dil û can tevayî Yehowara xizmet dikirin (Fîlîpî 2:20-22; 1 Korintî 4:17).

ÇAWA XWERA HEVALA BIJBÊRIN

12, 13. a) Çira wedê bijartina hevala, hela hê civatêda jî em gerekê fesal bin? b) Çira Pawlosê şandî şîreteke usa da, ya ku nivîsar e 1 Korintî 15:33-da?

12 Em dikarin ji xûşk-bira hîn bin û alî hevdu bikin, wekî amin bimînin. (Bixûne Romayî 1:11, 12.) Lê hela hê civatêda jî, em gerekê fesal bin çaxê xwera hevalên nêzîk dijbêrin. Dor-berê me xûşk-birên ji cûre-cûre milet û bereka ne. Hinek ji wan teze bûne Şedên Yehowa, hinek jî îda gelek sal Yehowara xizmet dikin. Çawa ku bona êmîş wede lazim e, wekî ew bigihîje, usa jî seva ku heleqetiya meriva tevî Yehowa hê qewî be, wede lazim e. Lema jî em gerekê sebir û hizkirinê bidine kifşê hindava hevdu û timê bi bîlanî hevala xwera bijbêrin (Romayî 14:1; 15:1; Îbranî 5:12–6:3).

13 Carna derecên çetin dikarin civatêda pêşda bên, û wî çaxî mera diha lazim e fesal bin. Diqewime xûşk-bira kirên usa bikin, çi ku Kitêba Pîroz qedexe dike. Yan diqewime hinek destpêdikin bikine kute-kut û bi wê yekê xirab hukum bin ser civatê. Bona tiştên usa em gerekê ecêbmayî nemînin, çimkî hela hê qirna yekêda jî carna civatada problêm pêşda dihatin. Lema jî Pawlosê şandî, şîreteke usa da Mesîhiya: “Nexapin! Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korintî 15:12, 33). Pawlos Tîmotêyo şîret dikir, wekî wedê bijartina hevala fesal be. Roja îroyîn em jî gerekê vê yekêda fesal bin. (Bixûne 2 Tîmotêyo 2:20-22.)

14. Bijartina hevala ça dikare hukum be ser heleqetiya te tevî Yehowa?

14 Em gerekê heleqetiya xwe tevî Yehowa biparêzin. Ew tiştekî lapî qîmet e, bona me. Wê nebaş be hergê em hevaltiyê bikin tevî wan meriva, yên ku wê xirab hukum bin ser baweriya me û heleqetiya me tevî Yehowa. Usa naqewime, ku pembû bikine nava şeravê lê ev avê hilçine xwe. Mîna vê yekê, hergê em hevaltiyê bikin tevî wan, yên ku xirabiyê dikin, wê mera hêsa nîbe tiştên baş bikin. Em gerekê fesal bin, çaxê hevalê nêzîk xwera dijbêrin (1 Korintî 5:6; 2 Têsalonîkî 3:6, 7, 14).

Tu dikarî hevalên baş xwera bijbêrî yên ku Yehowa hiz dikin

15. Tu çi dikarî bikî, seva ku civatêda hevaltiya baş xwera qazanc kî?

15 Civatêda hûn dikarin xwera hevalên usa bivînin, yên ku bi rastî Yehowa hiz dikin. Ewana wê bibine hevalên weyî lapî baş (Zebûr 133:1). Hevala tenê ji miletê xwe û emirda weke xwe nejibêre. Bîr neke, wekî Yonatan ji Dawid gelek mestir bû û Rût ji Nahomiyê gelek cahiltir bû. Em dixwazin guh bidine vê şîreta ji Kitêba Pîroz: “Dilê xwe . . . fireh bikin” (2 Korintî 6:13, ÎM; bixûne 1 Petrûs 2:17.) Çiqas hê zêde tu çev bidî Yehowa, haqas hê zêde meriv wê bixwazin tevî te hevaltiyê bikin.

ÇAXÊ PROBLÊM PÊŞDA TÊN

16, 17. Hergê kesek civatêda me dide xeydandinê, em çi gerekê nekin?

16 Her malbetekêda, neferên malê ji hev cude dibin fikirada û feresetada. Ew cudebûn civatêda jî heye. Ew yek tiştekî hewas e, çimkî em dikarin ji hevdu gelek tişta hîn bin. Lê carna ji bo wê yekê dikare problêmeke usa pêşda bê, wekî em civatêda xûşk-bira fem nekin û ji wan eciz bin. Ew yek dikare bibe menî, ku em bixeydin û destpêkin ber xwe kevin (Metelok 12:18). Gelo em gerekê îzinê bidin, wekî çetinayên usa me sist kin û em xwe ji civatê dûr bigirin?

17 Na. Hela wî çaxî jî gava kesek me dide xeydandinê, ew yek gerekê mera nebe menî, wekî em neyêne ser civatê. Çimkî Yehowa em nedane xeydandinê. Ewî emir û her tişt daye me. Lema jî Yehowa hêjayî hizkirin û aminiya me ye (Eyantî 4:11). Civat pêşkêşa Yehowa ye bona me û civatêda em hîn dibin baweriya xwe qewî xwey kin (Îbranî 13:17). Em tu car gerekê vê pêşkêşa wî înkar nekin ji bo wê yekê, ku kesekî em dane xeydandinê. (Bixûne Zebûr 119:165.)

18. a) Çi wê alî me bike heleqetiya baş xwey kin tevî xûşk-bira? b) Çima em gerekê bibaxşînine xûşk-bira?

18 Em xûşk-birên xwe hiz dikin û dixwazin heleqetiya me tevî wan baş be. Yehowa hîviyê nîne, wekî meriv bêqisûr bin, usa jî em gerekê hîviya wê yekê nîbin (Metelok 17:9; 1 Petrûs 4:8). Em hemû jî şaşiya dikin, lê hizkirin alî me dike “li hev bibaxşînin” (Kolosî 3:13). Hizkirin me dide sekinandinê, ku çetinayên biçûk nekine problêmên mezin. Bi rastî, gava kesek me dide xeydandinê mera çetin dibe derheqa wê yekê nefikirin. Gelek hêsa ye ser wî merivî hêrs kevî û kînê bajoyî, lê ji bo wê yekê emê şabûnê nestînin, û bibine merivne hêrs. Lê hergê em şaşiyên wan bîr kin, wê dilê meda edilayî be û emê civatêda yektiyê xwey kin. Lê ya lape ferz ew e, wekî emê heleqetiya baş tevî Yehowa xwey kin (Metta 6:14, 15; Lûqa 17:3, 4; Romayî 14:19).

ÇAXÊ KESEK JI CIVATÊ TÊ DERXISTINÊ

19. Çi derecada em gerekê heleqetiya xwe biqetînin tevî endemê civatê?

19 Ew malbet kîjanîda hizkirin heye, her kes aliyê xweda dixebite, ku yên din bextewar ke. Lê bide ber çevê xwe, wekî yek ji neferên malê dibe raber. Her endemên malbetê qewatê didine xebatê, seva ku alî wî bikin, lê ew alîkariya wan înkar dike. Ew usa jî dikare safî ke ji mal here, yan jî malxê malê dikare bêje wî ku ji mal derê here. Tiştên usa carna civatêda jî diqewimin. Mesele kesek berdewam dike tiştên usa bike, çi ku Yehowa xweş nayê û usa civat ziyana ruhanî distîne. Ew alîkariyê înkar dike û dide kifşê, wekî naxwaze bibe para malbeta civata Yehowa. Ew dikare xwexa safî ke ji civatê here, yan jî rûspî wê wî ji civatê derxin. Hergê tiştekî usa diqewime, Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî em gerekê “tevî wî nebin” (Bixûne 1 Korintî 5:11-13; 2 Yûhenna 9-11). Bi rastî ew yek dikare çetin be, îlahî hergê ew hevalê me ye, yan neferê malbeta me ye. Lê wê derecêda, aminiya me hindava Yehowa gerekê diha qewî be, ne ku hindava kesên din. (Binihêre Elametiya Zêde 8.)

20, 21. a) Ça derxistina ji civatê hizkirinê dide kifşê? b) Çira ferz e bi bîlanî xwera hevala bijbêrin?

20 Çaxê kesek ji civatê tê derxistinê, ew yek dide kifşê hizkirina Yehowa. Usa civat tê xweykirinê ji wan meriva, yên ku pişta xwe didine Yehowa (1 Korintî 5:7; Îbranî 12:15, 16). Ew yek usa jî mecalê dide me, wekî em hizkirinê bidine kifşê hindava Yehowa, navê wîyî pîroz û normên wîye bilind (1 Petrûs 1:15, 16). Derxistina ji civatê nîşan dike hizkirin hindava wî merivî, yê ku ji civatê hatiye derxistinê. Ew cezakirin wê alî wî merivî bike, wekî ew fem ke, ku tiştekî nerast kiriye û hêlan be, bê guhastinê. Gelek ji wan meriva, yên ku ji civatê hatine derxistinê, wede şûnda paşda vegeriyane û civatê bi dil û can ew qebûl kirine (Îbranî 12:11).

21 Çi jî hebe, hevalên me ser me hukum dikin. Lema jî em gerekê gelek fesal xwera hevala bijbêrin. Hergê me xweş tên ew meriv, yên ku Yehowa hiz dikin, wî çaxî emê nava merivên usada bin, yên ku wê alî me bikin heta-hetayê Yehowara amin bimînin.