Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 8

Yehowa Dixwaze Wekî Cimeta Wî Xwe Temiz Xwey Ke

Yehowa Dixwaze Wekî Cimeta Wî Xwe Temiz Xwey Ke

“Hindava temiza tu temiz î” (ZEBÛR 18:26).

1-3. a) Çira dê dixwaze, wekî zara wêye biçûk temiz be? b) Çira Yehowa dixwaze, wekî cimeta wî temiz be?

 BIDE ber çevê xwe, dê ça zara xweye biçûk hazir dike, ku ew here mektebê. Ew îzbat dibe, wekî serê wî şûştî ye û kincê wî jî temiz û terbet e. Xweykirina zara temizayêda, sihet-qewata wî xwey dike û merivên dor-berê wîra dide kifşê, wekî dê-bavê wî rind pey wî dinihêrin.

2 Bavê me Yehowa dixwaze, wekî em temizayê xwey kin (Zebûr 18:26). Ew zane, wekî temizayî mera karê tîne. Û çaxê em temiz in, bi wê yekê em wî rûmet dikin (Hezeqêl 36:22; bixûne 1 Petrûs 2:12.)

3 Çi tê hesabê temizayî? Û çira temizayî seva me kar e? Diqewime paşî şêwirkirina wan pirsa, emê bivînin çida mera lazim e guhastina bikin.

ÇIRA EM GEREKÊ TEMIZ BIN?

4, 5. a) Çima em gerekê xwe temiz xwey kin? b) Efirîn me çi hîn dikin, derheqa nihêrandina Yehowa ser temizayê?

4 Ji mesela Yehowaye şexsî em hîn dibin temiz bin (Qanûna Kahîntiyê 11:44, 45). Lema jî meniya meye sereke ku çima em gerekê temiz bin, ew e ku em dixwazin “çev bidine Xwedê” (Efesî 5:1).

5 Efirîn gelek tişt me hîn dikin, derheqa wê yekê, ça Yehowa dinihêre ser temizayê. Yehowa tebiyet usa çêkiriye, ku hewa û av timê bi xwe temiz dibin (Yêremya 10:12). Bifikirin derheqa wê yekê, ça erd xwexa temiz dibe, hela wî çaxî jî, gava însanet dike qirêj. Mesele, Yehowa efirînên gelek biçûk çêkiriye, yên ku tên navkirinê mîkrob, kîjana tenê pê hûrbînê dikarin bivînin. Mîkrob dikarin tiştên ku ziyanê tînin, biguhêzin ser tiştên bêxof. Ew guhastin gelek ecêbmayî ne. Zandar hela hê jî hine wan mîkroba didine xebatê, seva qirêjaya tebiyetêda temiz kin (Romayî 1:20).

6, 7. Çawa Qanûna Mûsa nîşan dike, wekî xizmetkarên Yehowa gerekê temiz bin?

6 Usa jî, ji Qanûna ku Yehowa dabû Mûsa bona cimeta Îsraêl, em divînin wekî temizayî çiqas ferz e. Mesele, cimet borcdar bû temizaya fîzîkî xwey ke, seva ku Yehowa hebandina wan qebûl ke. Roja Kewandinê, serekkahîn gerekê rojê du cara serê xwe bişûşta (Qanûna Kahîntiyê 16:4, 23, 24). Û pêşiya wê yekê, ku kahînên din qurban bianiyana, gerekê dest û nigê xwe bişûştana (Derketin 30:17-21; 2 Dîrok 4:6). Hine derecada, cezakirin seva neguhdariya hindava vê qanûnê, mirin bû (Qanûna Kahîntiyê 15:31; Jimar 19:17-20).

7 Lê çi em dikarin bêjin derheqa roja îroyîn? Em ji Qanûnê dikarin gelek tişt hîn bin derheqa normên Yehowa (Malaxî 3:6). Ew yek eyan dide kifşê, wekî xizmetkarên Yehowa gerekê temiz bin. Normên Yehowa nehatine guhastinê. Yehowa îro jî ji xizmetkarên xwe dewa dike, wekî ewana temiz bin (Aqûb 1:27).

ÇI TÊ HESABÊ TEMIZAYÎ?

8. Kîjan derecada em gerekê xwe temiz xwey kin?

8 Ji nihêrandina Yehowa, temizayî tê hesabê ne ku tenê beden, kinc û mala xwe temiz xwey kin, lê hê zêde tişt. Temamiya emirê xweda, em gerekê xwe temiz xwey kin. Nav vê yekê usa jî dikeve hebandin, rabûn-rûniştandin û fikirên me. Seva ku Yehowa me temiz hesab ke, em gerekê hemû derecên emirê xweda temiz bin.

9, 10. Çi tê hesabê hebandina temiz xwey kin?

9 Hebandina temiz. Em tu tiştîda gerekê tev rêlîgiya qelp nebin. Çaxê Îsraêlî dîltiya Babîlonêda bûn, dor-berê wan gelek merivên pûtparist hebûn. Îşaya pêxembertî kiribû, wekî Îsraêlî wê vegerine malên xwe û hebandina temiz dîsa vegerînin. Yehowa gote wan: “Ji wir derkevin, destê xwe li yê mindar nexin! Ji hindurê wêva derkevin”. Ewên ku Xwedêra xizmet dikin, gerekê xwe dûr bigirin ji hînkirin, xeyset-hunur û eyd-qeydên, ku rêlîgiya Babîlonêva girêdayî ne (Îşaya 52:11).

10 Mesîhiyên rast roja îroyîn xwe ji rêlîgiyên qelp dûr digirin. (Bixûne 1 Korintî 10:21.) Ser temamiya dinyayê hene gelek eyd-qeyd, hînkirin, û baweriyên usa ku bi temamî rêlîgiyên qelpva girêdayî ne. Mesele, gelek meriv bawer dikin, wekî paşî mirinê, ruh ji meriva dertê û berdewam dike bijî. Ser hîmê wê baweriyê gelek qeyd hene (Waîz 9:5, 6, 10). Mesîhî gerekê xwe ji wan eyd-qeyda dûr bigirin. Neferên me dikarin zorê me bikin, wekî em bikevine nav wan qeyda. Lê em gerekê îzinê nedin, wekî kesek ser me hukum ke, çimkî em dixwazin ber çevê Yehowa temiz bimînin (Karên Şandiya 5:29).

11. Çi tê hesabê rabûn-rûniştandinêda temiz bin?

11 Rabûn-rûniştandina temiz. Seva em ber çevê Yehowa temiz bêne hesabê, gerekê xwe ji hemû cûre bênamûsiyê dûr bigirin. (Bixûne Efesî 5:5.) Yehowa Xebera xweda mera dibêje “ji qaviyê birevin!” Ew mera eyan dike, wekî merivê ku bênamûsiyê dike û poşman nabe “Padşatiya Xwedê wê war nebe” (1 Korintî 6:9, 10, 18; binihêre Elametiya Zêde 22).

12, 13. Çima em gerekê fikirên temiz xwey kin?

12 Fikirên temiz. Fikir, meriva divin berbi kira (Metta 5:28; 15:18, 19). Fikirên temiz me hêlan dikin, ku xwe li riya temiz bigirin. Em neqedandî ne, û lema jî carna wê fikirên nerast bikevine hişê me. Çaxê usa dibe, em gerekê pêra-pêra wan fikira ji serê xwe derxin. Hergê em usa nekin, wede şûnda dibeke em texmîn kin, wekî dilê me îda xirab bûye. Û dibeke em bixwazin wan tişta bikin, derheqa çi jî difikirin. Dewsa wê yekê em gerekê hişê xwe bi fikirên temiz tije kin. (Bixûne Fîlîpî 4:8.) Lema jî em xwe dûr digirin ji wedederbazkirinên bênamûsî û zorbetî. Em fesal dijbêrin çi bixûnin, binihêrin û derheqa çi xeber din (Zebûr 19:8, 9).

13 Seva ku xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin, em gerekê hebandin, rabûn-rûniştandin û fikirên xweda temiz bin. Seva Yehowa usa jî ferz e, wekî em fîzîkîda temiz bin.

ÇA EM DIKARIN, FÎZÎKÎDA XWE TEMIZ XWEY KIN?

14. Çima em gerekê fîzîkîda xwe temiz xwey kin?

14 Çaxê em bedena xwe û tiştên xweye şexsî temiz xwey dikin, ew yek ça mera, usa jî yên dinra karê tîne. Em xwe baş texmîn dikin, û yên dinra jî wê hewas be kêleka me bin. Lê meniya hê ferz heye, çima jî em gerekê xwe temiz xwey kin. Temizaya me, Yehowa rûmet dike. Bidine ber çevê xwe, hûn her gav zareke qirêj divînin, ji bo wê yekê hûn dikarin derheqa dê-bavên wan xirab bifikirin. Usa jî em, hergê xwe temiz xwey nekin, meriv dikarin ser Yehowa xirab bifikirin. Pawlos got: “Em dikin tu tiştîda nebine bayîsê ketina tu kesî, wekî qulixê me neyê lomekarkirinê; Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kifşê, çawa qulixkarêd Xwedê” (2 Korintî 6:3, 4).

Ça cimeta Yehowa, em gerekê xwe û dor-berê xwe temizayêda xwey kin

15, 16. Çi em gerekê bikin, wekî xwe temiz xwey kin?

15 Beden û kincên me. Temizayî gerekê bibe pareke jîyîna me. Mesele, em timê serê xwe dişon, hergê dest dide, wê baş be her roj serê xwe bişon. Em destê xwe pê sabûnê û avê dişon, heta ku destpêkin xwarinê çêkin yan jî bixwin, îlahî paşî destavê yan paşî wê yekê, çaxê me destê xwe da tiştekî qirêj. Destşûştin gelek tiştekî hêsa ye, lê ev me xwey dike ji cûre-cûre bakteriya û nexweşiya. Ew yek hela hê dikare emirê me xwey ke. Hergê bal me destav yan sîstêma kanalîzasiyayê tune, dîsa jî em dikarin usa bikin, wekî edebê unda kin. Bal Îsraêlên berê destav tune bû, lema jî wana edeb ji mal û ji kaniyên avê dûr çel dikirin (Qanûna Ducarî 23:12, 13).

16 Eseyî nîne kincê me gelek biha bin yan jî bi moda teze bin. Lê ev gerekê temiz, terbet û maqûlî bin. (Bixûne 1 Tîmotêyo 2:9, 10.) Em dixwazin wekî kincxwekirina me timê Yehowa rûmet ke (Tîto 2:10).

17. Çira em gerekê mal û heyata xwe temiz xwey kin?

17 Mal û heyat. Firqî tune em kîderê dijîn, em gerekê mala xwe temiz xwey kin. Em gerekê xem bikin bona wê yekê, ku erebe yan bîsîklêta me temiz be, îlahî gava diçine civatê yan xizmetiyê. Xizmetiyêda em tevî meriva xeber didin derheqa jîyîna ser erdê temiz dinya tezeda (Lûqa 23:43; Eyantî 11:18). Temizayî ku mal û heyata meda tê xweykirinê, dide kifşê, wekî em îda nihada xwe hazir dikin bona jîyîna ser erdê temiz, dinya tezeda.

18. Çira ciyê hebandina me gerekê temiz bê xweykirinê?

18 Ciyê hebandina me. Hergê em ciyê hebandinê, dêmek Oda Civata yan Oda Civata Mezin temiz xwey dikin, bi wê yekê em didine kifşê, wekî temizayî bona me ferz e. Gava meriv cara pêşiyê têne Oda Civata, ewana dîna xwe didin temizaya odê. Ew yek hurmetê dide Yehowa. Çawa endemê civatê, mecala me heye, wekî temizkirina Oda Civatada alîkariyê bidin û temizayê xwey kin (2 Dîrok 34:10).

XEYSET-HUNURÊN XIRAB JI XWE DÛR XIN

19. Em gerekê xwe ji çi dûr bigirin?

19 Rast e Kitêba Pîrozda nayê gotinê derheqa hemû xeyset-hunurên nebaş, yên ku em gerekê ji xwe dûr xin. Lê wêderê tê dayînê prînsîp, yên ku dikarin alî me bikin, ku fem kin nihêrandina Yehowa çi cûreyî ye. Ew naxwaze, wekî em cixarê bikişînin, gelek îçkê vexwin, yan narkotîkayê bidine xebatê. Hergê em dostê Xwedê ne, dêmek emê xwe dûr bigirin ji wan tişta. Gelo çira? Çimkî em pêşkêşa emir qîmet dikin. Tiştên wî cûreyî dikarin emirê me kêm kin, ziyanê bidine sihet-qewata me û merivên dor-berê me. Gelek meriv qewatê didine xebatê, wekî wan xeyset-hunura ji xwe dûr xin, seva ku ziyanê nedine sihet-qewata xwe. Lê meniya meye lape mezin çi ye, ku wan xeyset-hunura biterikînin, ew heye hizkirina me hindava Xwedê. Kulfeteke cahil got: “Bi alîkariya Yehowa min karibû emirê xwe temiz kim û aza bim ji xwestinên xwe. . . . Ez zanim, wekî minê pê qewata xwe nikaribûya ew guhastin bikira”. De were em şêwir kin, pênc prînsîpên ji Kitêba Pîroz, yên ku wê alî me bikin, wan xeyset-hunurên xirab ji xwe dûr xin.

20, 21. Yehowa dixwaze, wekî em kîjan xeyset-hunura ji xwe dûr xin?

20 “Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin” (2 Korintî 7:1). Yehowa dixwaze, wekî em aza bin ji xeyset-hunurên xirab, yên ku dikarin ziyanê bidine hiş û bedena me.

21 Meniya lape ferz, seva ku em “xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin”, 2 Korintî 6:17, 18-da nivîsar e. Yehowa mera dibêje: “Li tiştêd heram nekevin”. Û ew soz dide: “Ezê we qebûl kim, bibime Bavê we, hûnê jî bibine kur û qîzêd min”. Belê, hergê em xwe dûr bigirin ji hemû tiştên ku ber çevê Yehowa netemiz in, ewê me hiz bike, çawa bav zarên xwe.

22-25. Kîjan prînsîpên ji Kitêba Pîroz, dikarin alî me bikin xeysetên xirab terk bidin?

22 “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” (Metta 22:37). Ew temiya lape ferz e (Metta 22:38). Yehowa hêja ye, wekî em bi temamî wî hiz bikin. Ça emê bikaribin bi temamî Xwedê hiz bikin, hergê tiştên usa dikin, çi ku emirê me kin dike û ziyanê dide hişê me? Na, em her tiştî dikin, seva ku qedir hindava jîyînê bidine kifşê.

23 “[Yehowa] xwexa emir, bînê û her tiştî dide hemûya” (Karên Şandiya 17:24, 25). Hergê hevalê te, pêşkêşeke qîmet bida te, gelo teyê ew pêşkêş xirab kira, yan bavîta? Jîyîn pêşkêşeke gelek qîmet e ji Yehowa. Em gelek qîmet dikin wê pêşkêşê. Lema jî em dixwazin usa bijîn, wekî rûmetê bidine Yehowa (Zebûr 36:9).

24 “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). Xeysetên xirab ziyanê didine ne tenê me, lê usa jî merivên meye hizkirî, yên ku her gav nêzîkî me ne. Mesele, merivên ku dijîn tevî wî kê cixarê dikişîne, dikarin nexweşiya giran bistînin tenê ji bo wê yekê ku dûyê cixarê dikişînin xwe. Lê hergê em terk didin wan xeysetên nerast, usa em hindava merivên xweyî nêzîk hizkirinê didine kifşê (1 Yûhenna 4:20, 21).

25 “Bike bîra cimetê, ku gura serwêr û hukumeta bikin, guhdar bin” (Tîto 3:1). Gelek welatada, qedexekirî ye narkotîkê bidine xebatê. Yehowa jî, ji me dewa dike, wekî em qedirê serwêra bigirin, û guh bidine qanûna (Romayî 13:1).

Çaxê em temizayê xwey dikin, em Yehowa rûmet dikin

26. a) Çi em gerekê bikin, wekî Yehowa xizmetkirina me qebûl ke? b) Çira xweykirina temizayê ber çevê Xwedê, tiştekî lapî baş e bona jîyînê?

26 Hergê em dixwazin bibine dostê Yehowa, dibeke mera lazim be hine guhastina bikin. Hergê usa ne, em gerekê hema nihada destpêkin ser xwe bixebitin. Rast e, ne her gav hêsa ye xeysetên xirab terk bidin, lê em dikarin wê yekê bikin! Yehowa soz dide, wekî wê alî me bike. Ew dibêje: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî” (Îşaya 48:17, DT). Hergê em hemû tiştî dikin, wekî xwe temiz xwey kin, wî çaxî em dikarin bawer bin ku Xwedê rûmet dikin.