Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiya Zêde

Elametiya Zêde

  1 PRÎNSÎP

Qanûnên Xwedê ser hîmê prînsîpa ne. Ew prînsîp rastiyên sereke ne, ji Kitêba Pîroz. Ewana alî me dikin, fem kin, fikir û nihêrandina Yehowa ser tişta. Prînsîp alî me dikin, wekî em emirê xweda safîkirinên baş û tiştên rast bikin. Ewana derecên usada alî me dikin, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda qanûn nehatiye dayînê.

Serê 1, abzasa 8

 2 GUHDARÎKIRIN

Guhdarîkirin tê hesabê, wekî em bi hazirbûnê wê yekê dikin, çi ku Yehowa mera dibêje. Yehowa dixwaze, wekî em ji bo hizkirinê guhdariya wî bikin (1 Yûhenna 5:3). Hergê em Yehowa hiz dikin û îtbariya xwe wî tînin, emê her derecada guh bidine şîretên wî. Emê hela hê wî çaxî guh bidine wî, gava mera çetin be jî. Hergê em guh bidine Yehowa, emê karê bistînin, çimkî Yehowa me hîn dike, ça îda nihada emirê xwe baş kin. Usa jî ew soz dide, wekî axiriyêda emê şabûnê bistînin ji gelek keremên wî (Îşaya 48:17).

Serê 1, abzasa 10

 3 AZAYA BIJARTINÊ

Yehowa azaya bijartinê daye me her kesî, dêmek feresetekî usa, wekî xwexa safîkirina bikin. Ewî em mîna robota çênekirine (Qanûna Ducarî 30:19; Yêşû 24:15). Em dikarin azaya xwe bidine xebatê, seva ku bijartinên baş bikin. Lê hergê em fesal nîbin, emê safîkirinên nerast bikin. Azaya meye bijartinê tê hesabê, wekî em gerekê xwexa safî kin, em dixwazin Yehowara amin bimînin û dixwazin îzbat kin, wekî bi rastî wî hiz dikin, yan na.

Serê 1, abzasa 12

 4 PRÎNSÎPÊN NAV-NAMÛSIYÊ

Yehowa prînsîpên nav-namûsiyê, yan rêberî seva rabûn-rûniştandin û kirên me kifş kiriye. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin derheqa wan prînsîpa û wê yekê ça ewana dikarin alî me bikin bi emirekî baş bijîn (Metelok 6:16-19; 1 Korintî 6:9-11). Ew prînsîp alî me dikin pêbihesin, çi ber çevê Yehowa rast e, lê çi na. Ew şîret alî me dikin, hîn bin çawa hizkirinê bidine kifşê, safîkirinên rast bikin û çawa heyf bin hindava meriva. Rast e, çiqas wede diçe, haqas normên vê dinyayê xirab dibin, lê normên Yehowa nayêne guhastinê (Qanûna Ducarî 32:4-6; Malaxî 3:6). Gava em guh didine wan şîreta, ew yek me xwey dike ji ziyana fîzîkî û êmosîalî.

Serê 1, abzasa 17

 5 ÎSAF

Îsafa me alî me dike, em têderxin çi rast e û çi xirab e. Yehowa îsaf daye me hemûya (Romayî 2:14, 15). Em gerekê îsafa xwe anegorî prînsîpên Yehowaye namûsiyê hîn kin, seva ev rast bixebite. Axiriyê, îsafa me wê alî me bike safîkirinên usa bikin, ku Xwedê xweş bên (1 Petrûs 3:16). Îsafa me dikare rêberiyê me bike, wekî em safîkirinên bêaqilayî nekin, yan jî çaxê em tiştekî nerast dikin, îsaf dikare me biçerçirîne. Dikare usa biqewime, wekî îsafa me sist be, lê pê alîkariya Yehowa em dîsa jî dikarin îsafa xwe qewî kin. Îsafa temiz alî me dike, wekî hişê meda edilayî be û em qedirê xwe bizanibin.

Serê 2, abzasa 3

 6 XOFA XWEDÊ

Xofa ber Xwedê tê hesabê, wekî em usa wî hiz dikin û qedirê wî digirin, ku naxwazin dilê wî bêşînin. Xofa ber Xwedê alî me dike tiştên rast bikin û tiştên xirab înkar kin (Zebûr 111:10). Ew me hêlan dike guh bidine her tiştî, çi ku Yehowa ji me dewa dike. Usa jî ew alî me dike bînin sêrî sozên ku me daye Yehowa, çimkî em qedirê wî zanin. Xofa ber Xwedê hukum dike ser hiş-aqilê me, ser wê yekê ça em xwe didine kifşê hindava merivên din û ser bijartina meye her rojî.

Serê 2, abzasa 9

 7 TOBEKIRIN

Tobekirin ew e, çaxê meriv ber xwe dikeve, çimkî tiştekî nerast kiriye. Ewên ku Xwedê hiz dikin, tobe dikin çaxê fem dikin, wekî tiştekî usa kirine, ku miqabilî normên Yehowa ye. Hergê me tiştek nerast kiriye, em gerekê ji Yehowa hîvî kin, wekî ser hîmê qurbana Îsa bibaxşîne me (Metta 26:28; 1 Yûhenna 2:1, 2). Çaxê em bi dil û can tobe dikin û îda tiştên xirab nakin, wî çaxî em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê me bibaxşîne. Em gerekê îda xwe neheq nekin seva şaşiyên xweye berê (Zebûr 103:10-14; 1 Yûhenna 1:9; 3:19-22). Em gerekê hemû qewata xwe bidine xebatê, seva ku ji şaşiyên xwe dersê hîn bin, fikirên nerast înkar kin û pê normên Yehowa bijîn.

Serê 2, abzasa 18

 8 DERXISTINA JI CIVATÊ

Hergê ew meriv, kîjanî gunê giran kiriye, tobe nake û naxwaze pey normên Yehowa here, ew îda nikare bibe endemê civatê. Ew gerekê ji civatê bê derxistinê. Çaxê kesek ji civatê tê derxistinê, em gerekê îda tevî wî şixulkariyê nekin û xeber nedin (1 Korintî 5:11; 2 Yûhenna 9-11). Derxistina ji civatê navê Yehowa û civatê xwey dike (1 Korintî 5:6). Ew cezakirin usa jî dikare alî wî merivî bike, wekî dîsa vegere bal Yehowa (Lûqa 15:17).

Serê 3, abzasa 19

 9 TEMÎ, RÊBERÎ Û ŞÎRET

Yehowa me hiz dike û dixwaze alî me bike. Lema jî ew bi saya Kitêba Pîroz û merivên ku Xwedê hiz dikin, temiya, rêberiya û şîreta dide me. Em, ça merivên gunekar, hewcê wê alîkariyê ne (Yêremya 17:9). Çaxê em bi qedir in û guh didine rêberiya wan bira, yên ku ji Yehowa hatine kifşkirinê, bi wê yekê em qedirê Yehowa digirin û gura wî dikin (Îbranî 13:7).

Serê 4, abzasa 2

 10 BABAXÎ Û MILÛKTÎ

Ji bo wê yekê ku em gunekar in, babaxî û xwehizî hêsa dikare bal me pêşda bê. Lê Yehowa ji me dewa dike, wekî em milûk bin. Gelek car em dikarin milûktiyê hîn bin çaxê fem dikin, ku em himberî Yehowa çiqas biçûk in (Îbo 38:1-4). Seva ku milûk bin, ferz e hîn bin hê zêde derheqa meriva bifikirin û seva wana diha xem kin, ne ku seva xwe. Babaxî meriva hêlan dike, xwe ji merivên din çêtir hesab kin. Merivê milûk nihêrandina xwe hindava xwe rast xwey dike. Ew şaşiyên xwe dide rûyê xwe, baxşandinê dixwaze û şîreta qebûl dike. Merivê milûk îtbariya xwe Yehowa tîne û guh dide rêberiyên wî (1 Petrûs 5:5).

Serê 4, abzasa 4

 11 SERWÊRTÎ

Serwêrtî îzin dide, wekî qirar û safîkirina bikin. Serwêrê herî jorin ser erdê û ezman, Yehowa ye. Nav dinyalikêda Yehowa herî himzor e, çimkî ewî hemû tişt efirandiye. Ew her gav serwêrtiya xwe seva kara efirînên xwe dide xebatê. Yehowa cabdariyê dide hine meriva, wekî seva me xem bikin. Û ew dixwaze, wekî em tevî wan meriva şixulkariyê bikin, mesele tevî dê-bava, rûspiyên civatê û usa jî merivên dîwanê (Romayî 13:1-5; 1 Tîmotêyo 5:17). Lê çaxê qanûnên meriva miqabilî qanûnên Xwedê ne, hingê em guh didine Xwedê, ne ku meriva (Karên Şandiya 5:29). Çaxê em qebûl dikin wan serwêra, kîjana Yehowa dide xebatê, usa em nîşan dikin, wekî qedirê safîkirinên wî digirin.

Serê 4, abzasa 7

 12 RÛSPÎ

Yehowa birên cêribandî, dêmek rûspiya, dide xebatê, wekî bona civatê xem kin (Qanûna Ducarî 1:13; Karên Şandiya 20:28). Ewana alî me dikin, wekî em heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin û usa jî, wekî hebandina me bi edilayî û organîze be (1 Korintî 14:33, 40). Seva ku bira bi saya ruhê pîroz bêne kifşkirinê ça rûspî, ewana gerekê anegorî dewakirinên ji Kitêba Pîroz bijîn (1 Tîmotêyo 3:1-7; Tîto 1:5-9; 1 Petrûs 5:2, 3). Em bi şabûn tevî rûspiya şixulkariyê dikin, çimkî em îtbariya xwe teşkîleta Xwedê tînin û piştgiriya wî dikin (Zebûr 138:6; Îbranî 13:17).

Serê 4, abzasa 8

 13 MALXÊ MALÊ

Yehowa cabdarî daye dê-bava, wekî ewana miqatî zar û malbeta xwe bin. Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî mêr malxê malê ye. Hergê malbetêda bav tune, wî çaxî cabdariya malxê malê, dê hildide ser xwe. Ew cabdarî tê hesabê, wekî seva xwarinê, kinca û ciyê jîyînê xem bikin. Gelek ferz e, wekî malxê malê alî neferên xwe bike, wekî ewana Yehowara xizmet kin. Mesele ew alî wan dike, seva ewana hertim bêne ser civata, derkevine xizmetiyê û tevayî Kitêba Pîroz hîn bin. Usa jî malxê malê cabdar e malbetêda safîkirina bike. Ew hertim dixwaze mîna Îsa qenc û serwaxt be, lê ne ku sert û babax be. Ew yek malbetêda hizkirinê pêşda tîne û her neferê malê, xwe bêxofiyêda texmîn dike û heleqetiya wan tevî Yehowa diha qewî dibe.

Serê 4, abzasa 12

 14 KOMA RÊBERIYÊ

Koma Rêberiyê, ew heye koma ji çend mêra, hêviya kîjana jîyîna ser ezmana ye û Xwedê bi saya wan rêberiya cimeta xwe dike. Qirna yekêda, Yehowa bi saya Koma Rêberiyê, rêberî civata Mesîhiya dikir, bona hebandin û xizmetkirinê (Karên Şandiya 15:2). Roja îroyîn birên ku Koma Rêberiyêda xizmet dikin, cabdariya hildidin ser xwe, wekî rêberî û temiya bidine cimeta Xwedê û wana xwey kin. Çaxê ew bira safîkirina dikin, ewana guh didine rêberiyên ji Xebera Xwedê û ruhê pîroz. Îsa ser wan mêrên amin digot, “xulamê amin û serwaxt” (Metta 24:45-47).

Serê 4, abzasa 15

 15 SERGIRÊDAN

Carna civatêda xûşkara dikarin şixuleke usa bidin, çi ku gerekê bira bike. Çaxê xûşk ewî şixulî dike, ew serê xwe girêdide û bi wê yekê qedir hindava normên Yehowa dide kifşê. Lê tenê hine derecada lazim e xûşk serê xwe girêdin. Mesele, xûşk serê xwe girêdide, çaxê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û wê demê mêrê wê yan jî birê nixumandî wêderê ye (1 Korintî 11:11-15).

Serê 4, abzasa 17

 16 TEVNEBÛYÎN

Em tevnebûyînê xwey dikin çaxê tevî pirsên polîtîkêva girêdayî nabin (Yûhenna 17:16). Cimeta Yehowa piştgiriya Padşatiya wî dike. Em jî mîna Îsa, nakevine nav şixulê vê dinyayê.

Yehowa temî daye me, ku em “gura serwêr û hukumeta bikin” (Tîto 3:1, 2; Romayî 13:1-7). Lê usa jî qanûna Xwedêda tê gotinê, wekî em gerekê nekujin. Lema îsafa Mesîhiya îzinê nade wan, wekî herine şer. Hergê mecala Mesîhî heye, ku dewsa here eskeriyê, qulixa bajarvaniyê biqedîne, ew dîsa jî gerekê hilde hesab, gelo îsafa wî îzinê dide wî, ewî şixulî bike.

Em tenê ber Yehowa serê xwe datînin, çimkî ew Efirandarê me ye. Rast e em qedirê sîmbolên dewletê digirin, lê em hurmetê nadine beyreqê û kilamên nasîonalî nastirên (Îşaya 43:11; Daniyêl 3:1-30; 1 Korintî 10:14). Usa jî xizmetkarên Yehowa xwexa safî dikin, wekî wedê bijartina serwêra, dengê xwe seva wan nedin, çimkî me dengê xwe îda seva serwêrtiya Xwedê daye (Metta 22:21; Yûhenna 15:19; 18:36).

Serê 5, abzasa 2

 17 RUHÊ VÊ DINYAYÊ

Ev dinya, fikir û nihêrandina Mîrê-cina bela dike. Nihêrandina usa, bûye tiştekî tebiyetî seva merivên ku Yehowa hiz nakin, çev nadine wî û normên wî pişt guhê xweva davêjin (1 Yûhenna 5:19). Nihêrandin û kirên wî cûreyî ruhê vê dinyayê didine kifşê (Efesî 2:2). Cimeta Yehowa her tiştî dike, seva ku nekeve bin hukumê ruhê vê dinyayê (Efesî 6:10-18). Dewsê, em xwe riya Yehowa digirin û dixebitin, wekî nêt-fikirên wî xwey kin.

▸ Serê 5, abzasa 7

 18 RABERÎBÛN

Raberîbûn tê hesabê, derketina himberî rastiya ji Kitêba Pîroz. Raber miqabilî Yehowa derdikevin û miqabilî Îsa, yê ku Padşê Padşatiya Xwedê ye. Raber usa jî hemû tiştî dikin, seva ku meriv bikevine bin bayê wan û piştgiriya wan bikin (Romayî 1:25). Ewana dixwazin şikê bikine dilê xizmetkarên Yehowa. Çawa qirna yekêda, usa jî roja îroyîn, civatên Mesîhiyada hine meriv dibine raber (2 Têsalonîkî 2:3). Ewên ku Yehowara amin in, xwe dûr digirin ji rabera. Usa jî em hewasa xwe hindava fikirên rabera pêşda naynin û îzinê nadine meriva, wekî me hêlan kin, ku em bixûnin yan bibihên fikirên rabera. Em Yehowara amin dimînin û emê tenê wîra xizmet kin.

Serê 5, abzasa 9

 19 KEWANDIN

Îsraêlên berê, yên ku bin qanûna Mûsada dijîtin, ji Yehowa hîvî dikirin, wekî gunên wan bibaxşîne. Wana genim, bizir û heywan ça qurban bona kewandinê dianîn. Evê yekê dikire bîra wan, wekî Yehowa hazir e, gunê temamiya cimetê û gunê her kesî başqe, bibaxşîne. Lê çaxê Îsa emirê xwe ça qurban da seva gunê me, îda nelazim bû qurbana bona kewandinê bînin. Îsa bû qurbaneke bêqisûr, yê ku “carekê bona her tim” hatibû dayînê (Îbranî 10:1, 4, 10).

Serê 7, abzasa 6

 20 QEDIR HINDAVA HEYWANA

Bi Qanûna Mûsa îzina cimetê hebû, wekî goştê heywana bixwin. Usa jî wanara temî hatibû dayînê, wekî heywana bikine qurban (Qanûna Kahîntiyê 1:5, 6). Lê Yehowa tu car nedixwest, wekî cimeta wî bêrem be hindava heywana (Metelok 12:10). Lema jî nav Qanûnêda temiyên usa hebûn, wekî hindava heywana bêrem nîbin. Îsrayêliyara temî hatibû dayînê, wekî rind heywanên xwe xwey kin (Qanûna Ducarî 22:6, 7).

Serê 7, abzasa 6

 21 FIRAKSIYÊN XÛNÊ Û CÛRÊN XEBITANDINA XÛNÊ

Firaksiyên xûnê. Xûn ji çar parên sereke ye; êrîtrosît, lêykosît, trombosît û plazma. Ew çar par têne parevekirinê ser parên diha hûr, yên ku hatine navkirinê ça firaksiya *.

Mesîhî înkar dikin xûnê bi temamî yan yek ji çar parên wêye sereke berî xwe din. Lê gelo ewana dikarin firaksiyên xûnê qebûl kin? Kitêba Pîrozda derheqa wê yekê eyan nayê gotinê. Her Mesîhî gerekê xwexa, pê îsafa xweye ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî, safî ke.

Hine Mesîhî safî dikin, hemû cûre firaksiyên xûnê înkar kin. Dibeke meniya wan ew e, wekî Qanûna Xwedê ji Îsraêliya dewa dikir xûna heywan “birêje li ser erdê” (Qanûna Ducarî 12:22-24).

Lê hine Mesîhî cûrekî mayîn difikirin. Îsafa wana îzinê dide wan ku hine firaksiyên xûnê qebûl kin. Ewana difikirin, wekî firaksiyên hûr, îda nayêne hesabê emirê efirîn, ji kîjanî xûn hatiye hildanê.

Çaxê derheqa firaksiyên xûnê safîkirina dikî, ser wan pirsa bifikire:

  • Ez fem dikim, wekî înkarkirina hemû firaksiyên xûnê tê hesabê, wekî ezê usa jî înkar kim hine dermanên, ku nexweşiya qenc dikin, yan jî yê ku xûnê didine sekinandinê?

  • Çawa ezê hekîmra şirovekim, ku çima ez înkar dikim yan qebûl dikim yek yan jî çend firaksiyên xûnê?

Mêtodên qenckirinê. Mesîhî xûna xwe berî kesekî nadin û usa jî nadine xweykirinê, seva wedê opêrasiya berî kesekî din yan berî xwe din. Lê hine mêtodên qenckirinê hene, kîjanada xûna merivê nexweş bona wî didine xebatê. Her Mesîhî gerekê safîkirina şexsî bike, ku xûna wî çawa gerekê bê xebitandinê wedê opêrasiyayê, wedê analîza xûnê, yan wedê mêtodeke qenckirinê. Wedê wan mêtodên qenckirinê, xûn dikare ser hine wede ji bedenê bê derxistinê. (Seva hê zêde înformasiya, binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Cotmehê, sala 2000, rûpêlên 30-31.)

Mesele, wedê mêtodeke qenckirinê ya bi navê hêmodîlûsiya, pêşiya ku opêrasiyê destpêkin, hine xûn ji bedenê wedelû derdixin û dewsê prêparata usa berdidinê, çi ku xûnê zêde dike. Wedê opêrasiyê yan jî pey opêrasiyê, xûna wî, ku hatibû derxistinê, paşda berî bedenê didin.

Mêtodeke din nav dikin ça rênfûziya. Wê mêtodêda xûna meriv, ya ku wedê opêrasiyê lê diçe, top dibe, tê temizkirinê û wedê opêrasiyê, yan jî hema paşî opêrasiyayê, dîsa vedigere bedena wî.

Her hekîmek dikare bi cûrê xwe wan mêtoda bide xebatê. Lema jî, pêşiyê ku ser mêtodeke qenckirinê qayîl bin, mesele ser opêrasiyê, analîza xûnê, yan mêtodeke din, Mesîhî gerekê pêbihese, ku xûna wî wê çi cûreyî bê xebitandinê.

Çaxê derheqa mêtodên qenckirinêye xûnêva girêdayî safîkirina dikî, ser wan pirsa dişirmîş be:

  • Hergê xûna min ji bedenê derê û ser hine wede sîrkûlasiya xûnê bê sekinandinê, gelo îsafa min wê îzinê bide min, wekî vê xûna derketî hesab kim ça para bedena xwe, û ji min nayê dewakirinê ku ev “birêje li ser erdê”? (Qanûna Ducarî 12:23, 24).

  • Gelo îsafa mine ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî, wê min biçerçirîne yan na, hergê wedê mêtoda qenckirinê xûna min hildin û bidine xebitandinê, seva hine guhastina nav wêda bikin û paşda vegerînin bedena min?

  • Gelo ez fem dikim, hergê ez hemû mêtodên qenckirinêye xûnêva girêdayî înkar dikim, ev tê hesabê, wekî ez usa jî înkar dikim analîza xûnê, hêmodîlûsiya yan aparata usa, ya ku sîrkûlasiya xûnê dike?

Pêşiya ku derheqa firaksiyên xûnê û mêtodên qenckirinêye xûnêva girêdayî, safîkirina bikin, em gerekê duada ji Yehowa rêberiyê bixwazin û lêkolîna bikin (Aqûb 1:5, 6). Paşê, em gerekê ser hîmê îsafa xwe, ku pê Kitêba Pîroz hînkirî ye, safîkirina bikin. Em gerekê ji merivên din nepirsin, ku wana wê çi bikira dereca meda, û tu kes jî gerekê ser safîkirina meye şexsî hukum neke (Romayî 14:12; Galatî 6:5).

Serê 7, abzasa 11

 22 TEMIZAYÎ NAMÛSIYÊDA

Temizayî namûsiyêda tê hesabê, wekî rabûn-rûniştandina me û kirên me ber çevê Yehowa temiz bin. Namûsî tê hesabê, wekî fikir, xeberdan û kirên xweda temiz bin. Yehowa ji me dewa dike, wekî em xwe ji heramiyê yan bênamûsiyê dûr bigirin (Metelok 1:10; 3:1). Heta ku rastî cêribandina bên, em gerekê pêşda safî kin hertim xwe li normên Yehowa bigirin. Em gerekê her gav Yehowara dua bikin, wekî ew alî me bike, em fikirên xwe temiz xwey kin û cêribandinada serkevin (1 Korintî 6:9, 10, 18; Efesî 5:5).

Serê 8, abzasa 11

 23 KIRÊN XIRAB Û HERAMÎ

Xirabî tê hesabê xeberdan yan rabûn-rûniştandina usa, kîjan miqabilî normên Yehowa ne û eyan dikin, wekî meriva şerma xwe unda kirine. Merivên usa didine kifşê, wekî qedirê qanûnên Xwedê nagirin. Çaxê bênamûsî yan heramî tê kirinê, komîtêya dîwankirinê derheqa vê qewimandinê safîkirina dike. Cûre-cûre kirên xirab û netemiz dikevine nava heramiyê. Hine qewimandinên bênamûsiyêva girêdayî, dikarin bêne safîkirinê bi saya komîtêya dîwankirinê ya civatêda, ew wê yekêva girêdayî ye, ku gune çiqas giran e (Galatî 5:19-21; Efesî 4:19; seva hê zêde elametî, binihêrin “Pirsên Xwendevana” ji “Birca Qerewiliyê” ya 15 Tîrmehê, sala 2006).

Serê 9, abzasa 7; Serê 12, abzasa 10

 24 MASTÛRBASIYA

Yehowa usa kir, wekî malbetêda heleqetiya sêksûalî orta jin û mêrda, ça eyankirina hizkirinê be. Lê hergê kesek mastûrbasiyêva mijûl dibe, dêmek organên xweye cinsî miz dide, ew heramiyê dike. Ew xeyset dikare heleqetiya wî tevî Yehowa xirab ke. Û usa jî dikare xwestinên mirdar nav wîda pêşda bîne, û nihêrandina wî ser heleqetiya sêksûal nerast be (Kolosî 3:5). Ew meriv bal kîjana ev xeysetê heram heye, dikare wîra çetin be vî xeysetî ji xwe dûr xe, lê dîsa jî ew gerekê şerê xwe berdewam ke, heta ku serkeve (Zebûr 86:5; 1 Yûhenna 3:20). Hergê tu jî wî halîda nî, bi dil û can ji Yehowa alîkariyê hîvî ke. Xwe ji tiştên usa dûr bigire, çi ku wê xwestinên xirab nav teda pêşda bînin, mesele ji pornografiyê. Usa jî xeber de tevî dê yan bavê xwe, yên ku Mesîhî ne, yan jî tevî hevalekî ruhanîda gihîştî, yê ku qedirê qanûnên Yehowa digire (Metelok 1:8, 9; 1 Têsalonîkî 5:14; Tîto 2:3-5). Tu dikarî bawer bî, wekî Yehowa divîne û qîmet dike, wekî tu qewatê didî xebatê, seva temizaya namûsiyê xwey kî (Zebûr 51:17; Îşaya 1:18).

Serê 9, abzasa 9

 25 PIREJINÎ

Pirejinî tê hesabê, wekî çend jinên mêrekî hene. Yehowa zewac usa saz kir, wekî jin tenê mêrekî bistîne û mêr tenê jinekê. Wedê Îsraêliya, Yehowa îzin dida, wekî mêr çend jina bistîne, lê serê-sêrîda ewî ew yek qirar nekiribû. Roja îro Yehowa îzinê nade, wekî nav cimeta wîda pirejinî hebe. Gerekê mêr tenê jinekê bistîne û jin tenê mêrekî (Metta 19:9; 1 Tîmotêyo 3:2).

Serê 10, abzasa 12

 26 HEVQETANDIN Û BAŞQEJÎTIN

Yehowa dixwest, wekî jin û mêr temamiya emirê xwe tevayî bijîn (Destpêbûn 2:24; Malaxî 2:15, 16; Metta 19:3-6; 1 Korintî 7:39). Ewî îzin da, wekî jin û mêr tenê wî çaxî ji hev biqetin, hergê yek ji wan bênamûsiyê bike. Yehowa îzinê dide jin yan mêrê neneheq, wekî safî ke ji hevalzewacê xweyî ku bênamûsî kiriye, biqete yan na (Metta 19:9).

Carna Mesîhî dikarin safî kin, ji hevalzewacê xwe başqe bijîn, hela hê wî çaxî jî, hergê kesek ji wan bênamûsî nekiriye (1 Korintî 7:11). Derecên usada ku jêrê nivîsar in, Mesîhî dikarin safî kin başqe bijîn.

  • Çaxê mêr naxwaze xem ke bona malbeta xwe: Mêr înkar dike, ebûra neferê xwe bike, û ji bo wê yekê neferên wî birçî û bê pere dimînin (1 Tîmotêyo 5:8).

  • Ziyana fîzîkî: Çaxê jin yan mêr texmîn dike, wekî ji bo hevalzewac sihet-qewat û emirê wî (wê) ketiye bin qeziyê (Galatî 5:19-21).

  • Çaxê hevalzewac rê wî (wê) digire, wekî heleqetiya wî (wê) tevî Yehowa hebe: Çaxê hevalzewac nahêle, ew Yehowara xizmet ke (Karên Şandiya 5:29).

Serê 11, abzasa 19

 27 PAYÎDAYÎN Û HÊLANKIRIN

Her kes hewcê paya û hêlana ye (Metelok 12:25; 16:24). Em dikarin pê xeberên qenc û dilgerm hev hêlan kin û qewî kin. Bi wê yekê em alî xûşk-bira dikin, wekî ewana teyax kin û hela hê derecên çetinda jî Yehowara xizmet kin (Metelok 12:18; Fîlîpî 2:1-4). Hergê yek xwe dilteng texmîn dike, em gerekê bi qedir guh bidine wî û hestên wî hildine hesab. Ew yek dikare alî me bike fem kin, wekî çi em gerekê bêjin yan bikin seva alîkariyê bidine wî (Aqûb 1:19). Xwera nêtê dayne, wekî diha nêzîk xûşk-bira nas kî, seva bizanibî ewana hewcê çi alîkariyê ne. Wî çaxî tuyê bikaribî alî wan bikî, wekî ewana nêzîkî Kaniya dilşewatiyê û hemû berdiliyê bin (2 Korintî 1:3, 4; 1 Têsalonîkî 5:11).

Serê 12, abzasa 16

 28 DEWAT

Kitêba Pîrozda nayê dayînê rêberî derheqa edetên dewata. Her cîkî edet û dewakirinên dewata bi cûrê xwe ye (Destpêbûn 24:67; Metta 1:24; 25:10; Lûqa 14:8). Pareke lape ferz ya dewatê, ew heye soz ya ku bûk û zeva didine hev ber Yehowa. Gelek bûk û zeva dixwazin, wekî heval û merivên wan wêderê bin, kîderê ewana sozê zewacê didine hev û dixwazin wekî rûspî gotara ser hîmê Kitêba Pîroz bêje. Usa jî bûk û zeva ku dikevine zewacê gerekê xwexa safî kin, wekî ça dewata wana derbaz be (Lûqa 14:28; Yûhenna 2:1-11). Bûk û zeva gerekê îzbat bin, wekî bi hemû wan tişta, çi ku ewana safî dikin ser dewata xwe bikin, Yehowa wê rûmet be (Destpêbûn 2:18-24; Metta 19:5, 6). Prînsîpên Kitêba Pîroz, dikarin alî wan bikin, wekî safîkirinên baş bikin (1 Yûhenna 2:16, 17). Hergê bûk û zeva safî kirine, îçkê daynin ser texte, ewana gerekê îzbat bin, wekî wê her tişt baş û layîq derbaz be (Metelok 20:1; Efesî 5:18). Lê hergê safî dikin, wekî ser dewata wan kilam û lîstik hebin, ewana gerekê îzbat bin, wekî ew tişt wê Yehowa rûmet kin. Bûk û zevên Mesîhî gerekê dîna xwe bidine ser heleqetiya xwe tevî Yehowa û tevî hev, ne ku ser wê yekê dewata wan çiqas nav-deng û biha derbaz be (Metelok 18:22; seva hê zêde elametî, binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Cotmehê, sala 2006, rûpêlên 18-31).

Serê 13, abzasa 18

 29 SAFÎKIRINÊN BÎLANÎ

Em gerekê ser hîmê prînsîpên ji Kitêba Pîroz safîkirinên bîlanî bikin. Mesele, Mesîhî tevî hevalzewacê xweyî nebawer, aliyê merivên wîyî nebawerda hatiye teglîfkirinê ser cejinekê, ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e. Hergê tu rastî dereceke usa bêyî, tuyê çi bikî? Hergê îsafa te îzinê dide te, wekî tu herî, tu dikarî hevalzewacê xwera şirovekî, wekî tuyê eyd-qeydên vê cejinê nekî. Usa jî tu gerekê pêşda bifikirî, gelo ew safîkirina te, wê bona kesekî nebe kevirê likumandinê (1 Korintî 8:9; 10:23, 24).

Yan jî diqewime mezinê xebata te, wedê cejinê pera pêşkêş bide te. Gelo tuyê înkar kî ewê pêşkêşê? Eseyî nîne. Safîkirina te dikare ser hîmê wê yekê be, ça mezinê xebata te ser wê yekê dinihêre. Ew vê pêşkêşê ça pareke cejinê hesab dike, yan dixwaze razîbûnê tera bide kifşê? Ew pirs û derecên din wê alî te bikin, safî kî wan pêşkêşa qebûl kî, yan na.

Dereceke din jî dikare usa be, mesele kesek wedê cejinê pêşkêşekê bide te û bêje: “Ez zanim, wekî tu wan cejina derbaz nakî, lê ez dixwazim ewê pêşkêşê bidime te”. Dibeke ew meriv dixwaze tera qenciyê bike. Yan jî diqewime tu texmîn dikî, wekî ew dixwaze baweriya te bicêribîne û te bike nava vê cejinê? Çaxê tu ser wan dereca difikirî, paşê îda xwexa dikarî safî kî, ewê pêşkêşê qebûl kî, yan na. Hemû safîkirinên xweda em dixwazin îsafa temiz û aminiya xwe Yehowara xwey kin (Karên Şandiya 23:1).

Serê 13, abzasa 22

 30 PIRSÊN QANÛNÊVA GIRÊDAYÎ

Hergê em orta hevda çetinaya zû safî dikin, ew çetinayî derbazî problêma mezin nabe û usa em edilayê xwey dikin (Metta 5:23-26). Bona her Mesîhîkî gerekê ferz be, wekî ew Yehowa rûmet ke û civatêda yektiyê xwey ke (Yûhenna 13:34, 35; 1 Korintî 13:4, 5).

Hergê Mesîhî ji bo pirsên xebatêva girêdayî, hev fem nakin, ewana gerekê hemû tiştî bikin, seva nav hevda wan pirsa safî kin, ne ku hev bidine dîwanê. Yekê Korintî 6:1-8-da, Pawlosê şandî şîreta dide derheqa dîwankirina orta Mesîhiya. Hergê hev bidine dîwanê ew yek dikare xirab hukum be ser navê Yehowa û ser civatê. Kitêba Metta 18:15-17-da tê gotinê, wekî sê gav hene, yên ku Mesîhî dikarin bikin, seva derecên çetin safî kin, mesele buxdanbêjî û xapandin. 1) Pêşiyê ewana gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku xwexa çetinaya safî kin. 2) Hergê ew çetinayî safî nebû, ewana dikarin bipirsin ji yek yan du xûşk-birên ruhanîda gihîştî, seva ku alî wan bikin. 3) Paşê, hergê lazim be, ewana dikarin ji rûspiya alîkariyê bixwazin, seva ewê çetinayê safî kin. Hingê rûspî wê qewatê bidine xebatê, seva bi saya prînsîpên Kitêba Pîroz alî wan bikin edilayê xwey kin. Hergê yek ji wan naxwaze guh bide prînsîpên Kitêba Pîroz, dibeke lazim be seva safîkirina wê derecê civatêda rûspî komîtêya dîwankirinê saz kin.

Hene derece kîjanada lazim e herine bal dîwanê, mesele çaxê jin û mêr hev diqetin, îzinê bistînin seva xweyîtiyê zara bikin, alîmêntên zara bistînin, ji kompaniya bêxofiyê heqê xwe bistînin, çaxê bîznês ziyanê distîne, yan jî çaxê peymanê çêdikin, wekî hebûn bigihîje kê. Hergê Mesîhî, ewan hemû tişta rast dide xebatê, wekî hemû tiştî pê edilayê safî ke, wî çaxî ew mîqabilî şîreta Pawlos dernayê.

Hergê tiştên usa biqewime mesele, bênamûsiya bi destê zorê, zorbetî hindava zara, qaçaxtî, dizî, yan kuştin, Mesîhî dikare derheqa wan qewimandina elamî serwêra bike. Hingê ew miqabilî şîreta Pawlos dernayê.

Serê 14, abzasa 14

 31 DEREWÊN MÎRÊ-CINA

Ji wedê baxçê Êdênê destpêkirî, heta roja îro Mîrê-cina qewatê dide xebatê, seva ku meriva bixalifîne (Destpêbûn 3:1-6; Eyantî 12:9). Ew zane, hergê ew hiş-aqilê me xirab ke, wî çaxî ewê bikaribe usa ser me hukum ke, wekî em tiştên nerast bikin (2 Korintî 4:4; Aqûb 1:14, 15). Ew bi saya polîtîkayê, rêlîgiyayê, komêrsiyayê, wedederbazkirina, xwendina bilind û gelek tiştên din nihêrandina xwe bela dike, seva ku însanet nêt-fikirên wî qebûl ke (Yûhenna 14:30; 1 Yûhenna 5:19).

Mîrê-cina zane, wekî wedê wî hindik maye, seva meriva bixapîne. Lema ew hemû tiştî dike, seva ku çiqas dikare gele meriva bixalifîne. Lê ew diha zef dixwaze wana bixalifînê, yên ku Yehowara xizmet dikin (Eyantî 12:12). Hergê em fesal nîbin, Mîrê-cina dikare hêdî-hêdî hiş-aqilê me xirab ke (1 Korintî 10:12). Mesele, Yehowa dixwest, wekî zewac heta-hetayê bikişîne (Metta 19:5, 6, 9). Lê gelek meriv roja îroyîn zewacê hesab dikin, ça tiştekî wedelû, çimkî hêsa dikarin ji hev biqetin. Ew nihêrandin bi saya sînem û bernamên têlêvîziyonê bela dibe. Em gerekê îzbat bin, wekî em îzinê nadin ku nihêrandina vê dinyayê hindava zewacê, ser me hukum be.

Dîsa Mîrê-cina dixwaze ser me hukum ke bi saya wê yekê, ku em bixwazin xwe serî xwe bin (2 Tîmotêyo 3:4). Hergê em fesal nîbin, emê qedir hindava birên cabdar unda kin, yên ku ji Yehowa hatine kifşkirinê. Mesele, bira dibeke miqabilî rêberiya rûspiyên civatê derê (Îbranî 12:5). Yan xûşk dikare rola malxê malê, ku Yehowa daye wî, bike bin şikê (1 Korintî 11:3).

Em gerekê îzinê nedine Mîrê-cina, wekî ser hiş-aqilê me hukum ke. Dewsê em dixwazin çev bidine nihêrandina Yehowa û berdewam kin “ser tiştêd jorin bifikirin” (Kolosî 3:2; 2 Korintî 2:11).

Serê 16, abzasa 9

 32 MÊTODÊN QENCKIRINÊ

Em gişk jî dixwazin sihet-qewat bin û bi mêtodên lapî baş bêne qenckirinê çaxê nexweş in (Îşaya 38:21; Marqos 5:25, 26; Lûqa 10:34). Roja îroyîn hene gelek cûre derman û mêtodên qenckirinê. Gelek ferz e, wekî em gura prînsîpên ji Kitêba Pîroz bikin, çaxê safî dikin kîjan mêtoda qenckirinê bijbêrin. Em bîr nakin, wekî tenê Padşatiya Xwedê wê bikaribe me bi temamî ji nexweşiya qenc ke. Em naxwazin haqas bikevine derdê sihet-qewata xwe, wekî xizmetkirina xwe Yehowara, pişt guhê xweva bavêjin (Îşaya 33:24; 1 Tîmotêyo 4:16).

Em gerekê fesal bin, wekî qayîl nebin tevî wan mêtodên qenckirinê, yên ku cinava girêdayî ne (Qanûna Ducarî 18:10-12; Îşaya 1:13). Lema jî pêşiya ku qayîl bin mêtodeke qenckirinê yan filan dermanî bidine xebatê, em gerekê pêbihesin ev mêtod yan derman tevî çi girêdayî ne û fikirên ça pêşda tîne (Metelok 14:15). Tu car bîr nekin, wekî Mîrê-cina gelek dixwaze me bike heleqetiya tevî cina. Hergê hişê mera derbaz be, wekî diqewime ev mêtoda qenckirinê, cinava girêdayî ye, wê baş be ewê mêtodê înkar kin (1 Petrûs 5:8).

Serê 16, abzasa 18

^ Hine hekîm çar parên xûnêye sereke nav dikin ça firaksiya. Lema jî, dibeke tera lazim be şirovekî, wekî tu naxwazî çawa xûnê bi temamî berî xwe dî, usa jî başqe-başqe çar parên wêye sereke, dêmek êrîtrosît, lêykosît, trombosît û plazma.