Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 13

Gelo Hemû Cejin Xwedê Xweş Tên?

Gelo Hemû Cejin Xwedê Xweş Tên?

“Bizanibin ku çi li Xudan xweş tê” (EFESÎ 5:10).

1. Em çi gerekê bikin, wekî îzbat bin, ku hebandina me Yehowa xweş tê û çira?

 ÎSA got: “Yêd rast dihebînin wê bi ruh û rastiyê Bavê bihebînin, çimkî Bav yêd aha dihebînin digere” (Yûhenna 4:23; 6:44). Em gerekê “bizanibin ku çi li Xudan xweş tê” (Efesî 5:10). Lê ne hertim hêsa ye ewê yekê bikin. Şeytan her tiştî dike, seva ku me bixalifîne, wekî em wan tişta bikin, çi ku Yehowa xweş nayê (Eyantî 12:9).

2. Gilî ke, çi qewimî nêzîkî Çiyayê Sînayê.

2 Mîrê-cina çi dike, seva ku me bixalifîne? Ew usa dike, wekî em qencî û xirabiyê ji hev dernexin. Hela bînine bîra xwe çi qewimî, çaxê cimeta Îsraêl nêzîkî Çiyayê Sînayê bû. Mûsa hilkişiya ser çiyê, û cimet hîviyê bû, kengê ew paşda vegere. Wext derbaz bû, ewana westiyan hîviya wî bin û gotine Harûn, wekî xudanekî bona wan çêke. Harûn ji zêr golik çêkir û cimetê cejin derbaz kir. Ewana dora golikê direqisîn û serê xwe ber datanîn. Ewana difikirîn, wekî bi wê yekê ku serê xwe ber golikê datînin, usa Yehowa dihebînin. Lema jî wana ew cejin nav kirin “cejina Xudan”, lê wana rast nedikir. Yehowa ew yek hesab kir ça pûtparistî, lema jî geleka ji wan qir kir (Derketin 32:1-6, 10, 28). Ji wê qewimandinê em çi dikarin hîn bin? Haş xwe hebin, wekî neyêne xapandinê. “Destê xwe li yê mirdar nexin” û bira Yehowa we hîn ke qencî ji xirabiyê hev derxin (Îşaya 52:11; Hezeqêl 44:23; Galatî 5:9).

3, 4. Çima kêrhatî ye hê zêde pêbihesin derheqa wê yekê, wekî cejin ji ku pêşda hatine?

3 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî şagirtên xwe hîn dikir, wekî ewana hebandina rastda mesela baş bihêlin. Paşî mirina wî, şagirta berdewam dikirin şagirtên teze derheqa prînsîpên Yehowa hîn kin. Lê paşî mirina şagirtên Îsa, şagirtên derew destpêkirin nav civatên Mesîhîtîda hînkirin û edetên qelp, usa jî cejinên pûtparista bela kin. Ewana hela hê jî cejinên pûtparista nav kirin ça cejinên Mesîhîtî (Karên Şandiya 20:29, 30; 2 Têsalonîkî 2:7, 10; 2 Yûhenna 6, 7). Gelek ji wan cejina heta niha jî belabûyî ne, û ewana ji hebandina qelp û ji cina ne *(Eyantî 18:2-4, 23).

4 Nav temamiya dinyayêda emirê merivada cejin ciyê gelek ferz digirin. Hergê tu diha zêde pêbihesî derheqa nihêrandina Yehowa hindava cejina, hingê tuyê bikaribî fem kî, ku lazim e nihêrandina xwe hindava cejina biguhêzî. Ev yek dikare ne hêsa be, lê bawer be, wekî Yehowa wê alî te bike. Were em şêwir kin, hine cejinên gelek belabûyî ji ku pêşda hatine, û paşê emê bikaribin fem kin nihêrandina Yehowa.

EYDA BÛYÎNA ÎSA JI KU PÊŞDA HATIYE?

5. Kîjan derece îzbat dikin, wekî Îsa 25 Kanûna Pêşinda nehatiye bûyînê?

5 Nav temamiya dinyayê gelek ciyada 25 Kanûna Pêşin cejina bûyîna Îsa derbaz dikin, çimkî difikirin, wekî Îsa vê rojê hatiye bûyînê. Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî Îsa kîjan rojê û kîjan mehêda hatiye bûyînê, lê ew eyan dike, wekî Îsa kîjan demsalêda hatiye bûyînê. Lûqa nivîsî, wekî çaxê Îsa Beytlehmêda hate bûyînê, wî çaxî “şivan hebûn, ku wê şevê xweyîtiya keriyê pezêd xwe dikirin” (Lûqa 2:8-11). Meha Kanûna Pêşin Beytlehmêda sar e, baran dibare û carna berf jî dikeve, lema jî em dikarin bêjin, wekî şivan wê nikaribûna şev tevî keriyên pezên xwe derva bimana. Em ji wê yekê çi pêdihesin? Îsa hate bûyînê çaxê hewa xweş bû, lema jî femdarî ye, wekî ew meha Kanûna Pêşin nîbû. Ça Kitêba Pîroz usa jî terîxî dide kifşê, wekî Îsa hatiye bûyînê meha Îlonê yan jî Cotmehê.

6, 7. a) Gelek eydên belabûyî, yên ku bûyîna Îsava girêdayî ne, ji ku pêşda hatin? b) Çi gerekê seva me bibe menî, wekî pêşkêşa bidine hev?

6 Wekî usa ye, lê eyda bûyîna Îsa, ji ku pêşda hatiye? Ev ji cejina pûtparista hatiye, cejina Romaya Satûrnal, ev cejin bona Satûrn bû, xudanê erdbêcerkirinê. “Ensîklopêdiya Amêrîkayêda” hatiye gotinê: “Cejina Satûrnal, yê ku Romayî meha Kanûna Pêşinda derbaz dikirin, ça mesele bû seva eyd-qeydên Cejina Bûyîna Îsa. Mesele, hine qeydên wê cejinê ew bûn, wekî wana kêf dikir, tişt pêşkêşî hev dikirin, û mûm vêdixistin”. Usa jî 25 Kanûna Pêşin cejina bûyîna xudanê tevê derbaz dikirin, navê kîjanî Mîtra bû, û Farisa ew dihebandin.

7 Heçî zef meriv roja îroyîn çaxê Cejina Bûyîna Îsa derbaz dikin, qe ne jî difikirin, ku ew yek ji hebandina qelp pêşda hatiye. Ewana Cejina Bûyîna Îsa hesab dikin ça mecal, wekî tevî malbeta xwe wede derbaz kin, xwarina xweş bixwin û hevra pêşkêşa bidin. Em malbet û hevalên xwe hiz dikin, û Yehowa dixwaze, wekî xizmetkarên wî hindava hev destvekirî bin. Kitêba 2 Korintî 9:7-da tê gotinê, wekî “Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike”. Yehowa naxwaze, wekî em tenê wedê cejina hevdura pêşkêşa bidin. Cimeta Yehowa cejinava girêdayî nîne, ewana hertim şa ne tişta pêşkêşî hev kin û tevî nefer û hevalên xwe wede derbaz kin, û kara xwe wê yekêda nagerin. Ewana ji bo hizkirinê pêşkêşa didin (Lûqa 14:12-14).

Zanebûna wê yekê, ku cejin ji ku pêşda hatine, wê alî me bike, wekî fem kin ji çi xwe dûr bigirin

8. Çaxê Îsa teze hatibû bûyîne, gelo steyrnasa hingê pêşkêş Îsara anîn? Şiroveke.

8 Nav merivada belabûyî ye, wekî gava Îsa teze afirda hatibû bûyînê, sê mêra pêşkêş wîra anîn. Lema jî gava eyda bûyîna Îsa derbaz dikin, ewê yekê dikine menî, wekî pêşkêşa bidine hev. Ew yek rast e, wekî çend mêra teseliya Îsa kirin û wîra pêşkêş anîn. Wedê berê ew yek tiştekî tebiyetî bû, ku pêşkêşa bidine merivên navdar (1 Padşatî 10:1, 2, 10, 13). Lê tu zanî, wekî ew sê mêr steyrnas bûn, merivên ku sêrbaziyêva mijûl dibûn û Yehowa nedihebandin? Hin jî, çaxê steyrnasa teseliya Îsa kirin, ew teze diya xwera nebibû, û ne jî afirda bû. Ewana teseliya wî kirin, çaxê ew îda “kurik” bû û malda dijît (Metta 2:1, 2, 11).

KITÊBA PÎROZDA ÇI TÊ GOTINÊ DERHEQA ROJA BÛYÎNÊ?

9. Kitêba Pîrozda derheqa roja bûyîna kîjan meriva, tê gotinê?

9 Roja ku zar tê bûyînê, roja şabûnê ye (Zebûr 127:3). Lê ew yek nayê hesabê, wekî em gerekê her sal roja bûyînê derbaz kin. Bifikire derheqa wê yekê: Kitêba Pîrozda tenê derheqa du meselên roja bûyînê tê gotinê. Yek ji wan roja bûyîna Firewinê Misirê bû û ya duda roja bûyîna Hêrodes Antîpas Padşa bû. (Bixûne Destpêbûn 40:20-22; Marqos 6:21-29.) Ji wan serwêra tu kes xizmetkarê Yehowa nîbû. Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî kesek ji xizmetkarên Yehowa roja bûyîna xwe derbaz kiriye.

10. Nihêrandina Mesîhiyên berê ser cejina roja bûyînê çi cûreyî bû?

10 “Ensîklopêdiya World Bûkda” (The World Book Encyclopedia) tê gotinê, wekî Mesîhiyên berê “eyda roja bûyînê hesab dikirin ça eyda pûtparista”. Eydên wî cûreyî ser hîmê hebandina qelp bûn. Mesele, Yûnaniyên berê bawer dikirin, wekî her meriv dihate xweykirinê aliyê ruhekîda, yê ku wedê bûyîna wî dihat, wekî wî xwey ke. Meriv difikirîn, wekî ew ruh girêdayî bû tevî xudanekî, yê ku roja bûyîna wî merivî, dihate bûyînê. Lema jî meriv bawer dikirin, hergê ewana dixwazin ku temamiya emirê xwe xweykirî bin, gerekê roja bûyîna xwe derbaz kin. Xêncî wê yekê, hebandina pûtparistada, roja bûyînê girêdayî ye tevî steyrnasiyê û horoskopê.

11. Çi Yehowa difikire derheqa wê yekê, ça em gerekê merdaniyê bidine kifşê?

11 Gelek meriv hesab dikin, wekî roja bûyînê gelek mexsûs e û her kes gerekê wî merivî bimbarek ke, pêşkêşa bide wî, û hizkirinê wîra eyan ke. Lê dewsa ku tenê rojeke mexsûs hizkirinê bidine kifşê hindava nefer û hevalên xwe, em dikarin temamiya salê ewê yekê bikin. Yehowa dixwaze, wekî em her gav qenc û merd bin. (Bixûne Karên Şandiya 20:35.) Em ne tenê roja bûyîna xwe, lê her roj razî ne seva pêşkêşa jîyînê (Zebûr 8:3, 4; 36:9).

Mesîhiyên rast ji bo hizkirinê pêşkêşa didin

12. Ça dikare roja mirinê ji roja bûyînê baştir be?

12 Kitêba Waîz 7:1-da tê gotinê: “Navê qenc ji rûnê bêhnxweş, û roja mirinê, ji roja bûyîna zilamekî xweştir e”. Ça dikare roja mirinê ji roja bûyînê baştir be? Çaxê em hatine bûyînê, me hê tu tişt emirê xweda nekiribû, ne tiştên baş ne jî xirab. Lê çaxê em emirê xwe tesmîlî Yehowa dikin û merivara qenciyê dikin, usa em “navê qenc” xwera qazanc dikin, û Yehowa wê wî çaxî jî me bîr neke, hergê em bimirin (Îbo 14:14, 15). Xizmetkarên Yehowa, ne sala xwe derbaz dikin ne jî ya Îsa. Îsa tenê temîk da, wekî cejinekê derbaz kin, ew heye Êvara Bîranîna Mirina wî (Lûqa 22:17-20; Îbranî 1:3, 4).

CEJINA HÊKESOR JI KU PÊŞDA HATIYE?

13, 14. Cejina Hêkesor tevî çi girêdayî ye?

13 Gelek meriv bawer dikin, wekî cejina hêkesor girêdayî ye tevî saxkirina Îsa. Lê bi rastî cejina Hêkesor girêdayî ye tevî xudan Eostra, xudanê Anglo-Saksona, dêmek xudanê ronkayê û baharê. “Kitêba Ferengoka Çîrokada” (The Dictionary of Mythology) tê gotinê, wekî ew usa jî xudanê berdariyê dihate hesabê. Hine edet û qeydên Hêkesorê girêdayî ne tevî wî xudanî. Mesele, “Ensîklopêdiya Brîtanîkada” (Encyclopædia Britannica) tê gotinê, wekî hêk “dihate hesabê sîmbola destpêbûna emir û saxbûyînê”. Lê kêvrûşk, hebandina pûtparistada gelek sal dihate hesabê ça sîmbola berdariyê. Eyan e, wekî cejina Hêkesor tevî saxkirina Îsa, girêdayî nîne.

14 Çaxê Yehowa divîne, ku meriv eydên hebandina qelp û saxkirina Kurê wî nav hev dixin, gelo ew yek wî xweş tê? Hilbet na (2 Korintî 6:17, 18). Em zanin, wekî Yehowa wê tu car ji me dewa neke, wekî cejina saxkirina Îsa derbaz kin.

EYD-QEYDÊN KU MIRIYAVA GIRÊDAYÎ NE

15. Çira Mesîhiyên rast xwe dûr digirin ji hine eyd-qeydên, ku miriyava girêdayî ne?

15 Mesîhiyên rast xwe dûr digirin ji eyd-qeydên ku miriyava girêdayî ne. Çaxê meriv dimire, qeydekî usa heye, wekî merivên wî temamiya şevê ber cinyazê wî dimînin. Wedê çelkirinê neferên wî gerekê çengek xalî yan kulîrka bavêjine ser tabûta wî. Usa jî hene eyd-qeydên usa, ku têne kirinê çend roja, meha yan sala paşî mirina meriva. Mesele, xwarin û vexwarinê dibin ser mezel yan jî datînine oda ku cinyaz têda danîbûn. Meriv ew her tiştî dikin, çimkî bawer dikin, yan çi mirî dikare alîkariyê yan jî ziyanê bide wan. Lê Kitêba Pîroz hîn dike, wekî mirî “tiştekî nizanin”. Lema jî ewên ku dixwazin xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin, gerekê şixulkariyê nekin nava wan eyd-qeydên qelpda, yên ku miriyava girêdayî ne (Waîz 9:5, 10).

DEWATÊN KU XWEDÊ XWEŞ TÊN

16, 17. Pêşiya ku karê dewatê bikin, gerekê derheqa çi bifikirin?

16 Dewat ew qewimandineke mexsûs e. Nav temamiya dinyayêda eyd-qeydên dewata ji hev cude dibin. Meriv ne jî difikirin derheqa wê yekê, ku qeydên dewatê ji ku pêşda hatine. Lema jî ewana nizanin, wekî hinek ji wan qeyda ji baweriya pûtparista pêşda hatine. Lê Mesîhiyên ku dixwazin bikevine zewacê, gerekê wê yekêda îzbat bin, ku dewata wan wê Yehowa xweş bê. Hergê ewana pêşda lêkolîn kin, ji ku qeydên dewatê pêşda hatine, wî çaxî ewana wê bikaribin safîkirinên rast bikin (Marqos 10:6-9).

17 Meriv difikirin, wekî hine qeydên dewata, malbeta tezera bextewariyê tînin (Îşaya 65:11). Mesele, hine ciyada meriv birinc yan tiştên din direşînin ser serê bûk-zevê. Ewana bawer dikin, wekî ew yek wê bextewariyê, zara û emirê dirêj bide wan, usa jî wana ji xirabiyê xwey ke. Lê Mesîhî fesal in û xwe dûr digirin ji qeydên usa, yên ku rêlîgiyên qelpva girêdayî ne. (Bixûne 2 Korintî 6:14-18.)

18. Kîjan prînsîpên ji Kitêba Pîroz em dikarin bidine xebatê, çaxê karê dewatê dikin?

18 Jin û mêrê Mesîhî dixwazin, dewata wana şa derbaz be, bi layîqî be û hewas be bona xwendiya dêmek mêvana. Mêvanên ku hatine ser dewatê, gerekê ne bûk-zevêra ne jî tu kesîra tiştên xirab, bêmerîfetî yan bênamûsî nebêjin (Metelok 26:18, 19; Lûqa 6:31; 10:27). Ser dewatên Mesîhiya “kubar-babaxiya vî emirî” gerekê neyê kifşê (1 Yûhenna 2:16). Çaxê tu xwe bona dewatê hazir dikî, usa bike, wekî paşê gava tu evê roja mexsûs bînî bîra xwe, şa bî ne ku poşman bî. (Binihêre Elametiya Zêde 28.)

SALXÎ JI KU PÊŞDA HATINE

19, 20. Salxî ji ku pêşda hatine?

19 Ser dewata û kêfa qeyde ye salxiya vexwin. Ser salxiyê kesek radibe, xeber dide û tiştên baş dibêje, lê merivên din kasa xwe hildikişînin û kasa hev dixin. Nihêrandina Mesîhiya ser wê yekê gerekê çi cûreyî be?

20 Kitêbekêda navê kîjanî “Kaniya Înformasiya Hemdinyayê Derheqa Îçkevexwarinê û Edeta” (International Handbook on Alcohol and Culture) tê gotinê, wekî diqewime salxî pêşda hatiye ji eyd-qeydên pûtparista, “kîjanada tiştên avîye pîroz pêşkêşî xudana dikirin”. Ew yek dihate kirinê, seva ku dua bikin, wekî merem û mirazê wan bêne sêrî. Wana duayên xwe bi wan giliya xilaz dikirin, “her bijî!” yan jî “sihet qewat bî!” Wedê berê meriva kas hildibirandin, wekî ji xudanên xwe kerema bixwazin. Lê Yehowa kerema bi wî cûreyî nade (Yûhenna 14:6; 16:23).

“GELÎ XUDAN HIZKIRÎYA, BIJENINE XIRABÎYÊ!”

21. Mesîhî gerekê xwe ji çi cûre cejina dûr bigirin?

21 Çaxê tu ber safîkirinê sekinîyî, filan cejinê bikî yan na, bifikire derheqa wê yekê, ku wêderê çi dikare biqewime. Mesele, hine cejin bi saya reqasên bênamûsiyê derbaz dibin, yan gele îçke vedixwin, û hela hê bênamûsiyê jî dikin. Cejinên usa dikarin carna piştgiriya emirê homosêksûalî û lêsbîanî bikin, usa jî hêlan kin berbi natsiyonalîzmê. Hergê em cejinên wî cûreyîda kar dikin, gelo em bi rastî nefret dikin ewê yekê, çi ku Yehowa nefret dike? (Zebûr 1:1, 2; 97:10; 119:37).

22. Çi dikare alî Mesîhî bike, wekî ew safî ke, filan cejinê derbaz ke yan na?

22 Mesîhî gerekê fesal bin, wekî xwe dûr bigirin ji wan cejina, kîjan Xwedê bêhurmet dikin. Pawlosê şandî nivîsî: “Heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Korintî 10:31; binihêre Elametiya Zêde 29). Bi rastî ne her cejin bênamûsiyêva, hebandina qelpva yan natsiyonalîzmêva girêdayî ne. Hergê cejin miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz dernayên, em dikarin xwexa safî kin, wê cejinê derbaz kin yan na. Em usa jî gerekê hildin hesab, safîkirina me wê ça hukum be ser merivên din.

BI SAYA XEBER Û KIRÊN XWE YEHOWA RÛMET KE

23, 24. Çawa em dikarin şirovekin neferên xwera, yên ku Şedên Yehowa nînin, wekî çima me safî kiriye hine cejina derbaz nekin?

23 Dibeke te îda safî kiriye cejinên usa derbaz nekî, yên ku Yehowa bêhurmet dikin. Lê dibeke hine neferên te, yên ku ne Şedên Yehowa ne, dişirmîş bin, wekî tu wana hiz nakî, yan jî naxwazî wede tevî wan derbaz kî. Dibeke ewana hesab dikin, wekî tenê wedê cejina, malbet dikare tevayî top be. Wî çaxî tu çi dikarî bikî? Gelek mecal hene, ku tu bidî kifşê, wekî wana hiz dikî û ewana bona te gelek qîmet in (Metelok 11:25; Waîz 3:12, 13). Tu dikarî wedêkî din gazî wan kî, ku tevayî wede derbaz kin.

24 Hergê neferên te dixwazin pêbihesin çima tu hine cejina derbaz nakî, tu dikarî înformasiya ji edebyetên me yan jî ji malpera jw.org bivînî, ya ku wê alî te bike meniya wê yekê şirovekî. Usa neke, wekî ewana bifikirin ku tu dixwazî wanara îzbat kî, wekî ewana nerast in, yan jî zorê wana bikî bi cûrê te bifikirin. Malbeta xwera bide kifşê, wekî heta te safîkirina şexsî bikira, te lêkolîn kiribû. Zû hêrs nekeve, “bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be” (Kolosî 4:6).

25, 26. Çawa dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, wekî prînsîpên Yehowa hiz bikin?

25 Gelek ferz e, wekî her kes ji me rind bizanibe, wekî em çira hine cejina derbaz nakin (Îbranî 5:14). Nêta me ew e, wekî Yehowa ji me razî be. Hergê zarên we hene, hûn gerekê wede bivînin, wekî alî zarên xwe bikin, ku ewana prînsîpên Kitêba Pîroz fem bikin û hiz bikin. Çaxê Yehowa, bona wan bibe kesê rêalî, wî çaxî ewana wê bixwazin wî xweş bên (Îşaya 48:17, 18; 1 Petrûs 3:15).

26 Yehowa şa dibe, çaxê divîne ku em hemû tiştî dikin, wekî hebandina me ber çevê wî temiz û helal be (Yûhenna 4:23). Lê gelek meriv difikirin, wekî vê dinya qelpda meriv nikare helal bimîne. Gelo ew yek rast e? Serê dinda emê hê zêde derheqa wê yekê şêwir kin.

^ Hûn dikarin înformasiya derheqa cejina bivînin van edebyetada: “Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyê”, “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yahowa” û ser malpera me jw.org.