Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 1

Hizkirina Xwedê Heta-Hetayê ye

Hizkirina Xwedê Heta-Hetayê ye

“Bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin. Û temiyêd wî ne giran in” (1 YÛHENNA 5:3).

1, 2. Çira tu Xwedê Yehowa hiz dikî?

 TU XWEDÊ hiz dikî? Hergê te emirê xwe tesmîlî wî kiriye, ew yek dide kifşê ku tu wî hiz dikî û hesab dikî ça Dostê xweyî nêzîk. Lê pêşiya ku te Xwedê hiz kira, ewî tu hiz kirî. Ji Kitêba Pîroz em dixûnin: “Em hiz dikin, çimkî ewî pêşda em hizkirin” (1 Yûhenna 4:19).

2 Bifikire derheqa wê yekê, Yehowa hizkirinê çi cûreyî mera dide kifşê. Ewî maleke bedew daye me, dêmek erd û her tiştên ser, seva ku em ji jîyînê şabûnê bistînin (Metta 5:43-48; Eyantî 4:11). Yehowa dixwaze, wekî heleqetiya me tevî wî nêzîk be, û seva wê yekê ewî mecal da me, ku hê zêde derheqa wî pêbihesin. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, bi wê yekê em guh didine Yehowa. Lê çaxê em dua dikin, ew guh dide me (Zebûr 65:2). Yehowa bi saya ruhê xweyî pîroz rêberiyê û qewatê dide me (Lûqa 11:13). Ewî hela hê Kurê xweyî hizkirî jî şande ser erdê, wekî me ji gune û mirinê aza ke. (Bixûne Yûhenna 3:16; Romayî 5:8.)

3. Çawa em dikarin heleqetiya nêzîk tevî Yehowa xwey kin?

3 Hela bifikire derheqa hevalê xweyî nêzîk, yê ku wedê baş û wedê çetin jî tevî te bû. Lazim e qewatê bidine xebatê, wekî hevaltiya nêzîk qewî xwey kin. Ewê yekê em dikarin bêjin derheqa dostiya me tevî Yehowa, kîjan ku dikare bibe Dostê meyî lapî nêzîk. Dostiya me tevî wî dikare heta-hetayê be. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin” (Cihûda 21). Ça em dikarin ewê yekê bikin? Kitêba Pîroz caba wê pirsê dide: “Bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin. Û temiyêd wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3).

“BI VÊ YEKÊ EM HIZKIRINA XWE HINDAVA XWEDÊDA DIDINE KIFŞÊ”

4, 5. a) Çi tê hesabê “hizkirina xwe hindava Xwedêda”? b) Çawa hizkirina te hindava Yehowa zêde dibû?

4 Kitêba Pîroz bi van giliya “hizkirina xwe hindava Xwedêda”, çi dixwaze bêje? Ew nabêje derheqa hizkirina Xwedê hindava me, lê derheqa hizkirina me hindava wî. Lê tê bîra te kengê hizkirina te hindava Yehowa pêşda hat?

Gava te xwe tesmîlî Yehowa kir û tu hatî nixumandinê, usa te da kifşê, wekî wî hiz dikî û dixwazî heta-hetayê gura wîda bimînî

5 Hela bîne bîra xwe, te çi ser xwe texmîn kir, gava te cara pêşiyê bihîst, wekî Yehowa dixwaze tu heta-hetayê ser erdê cinet bijîyî. Û tu pêhesiyayî ku Yehowa seva wê yekê çi kir. Te fem kir, wekî Yehowa pêşkêşeke çiqas qîmet da me, gava Kurê xweyî hizkirî şande ser erdê (Metta 20:28; Yûhenna 8:29; Romayî 5:12, 18). Çaxê tu pêhesiyayî, wekî Yehowa çiqas te hiz dike, ewê yekê dilê te girt û hizkirina te hindava wî diha zêde bû. (Bixûne 1 Yûhenna 4:9, 10.)

6. Çi tê hesabê kesekî hiz bikî? Hizkirina hindava Yehowa, te hêlan dike çi bikî?

6 Çaxê tu texmîn dikî, ku hizkirina te heye hindava Xwedê, ew tenê destpêbûn e. Mesele, kengê em kesekî hiz dikin, em ne tenê dibêjin “ez te hiz dikim”. Lê hizkirin hêlanê dide me, ku wê yekê bikin, çi ku wî kesî dikare şa ke. Bi wî cûreyî, hizkirina te hindava Yehowa wê hêlanê bide te, wekî tu usa bijîyî, çawa ku wî xweş tê. Çaxê hizkirina te mezin be, tuyê safî kî xwe tesmîlî Yehowa bikî û bêyî nixumandinê. Gava tu ewê yekê bikî, usa tuyê soz bidî Yehowa, wekî tê heta-hetayê wîra xizmet kî. (Bixûne Romayî 14:7, 8.) Lê çawa tu dikarî sozê xwe bînî sêrî?

“EM TEMIYÊD WÎ DIQEDÎNIN”

7. Hergê em Yehowa hiz dikin, dêmek em gerekê çi bikin? Hine ji temiyên wî kîjan in?

7 Em Yehowa hiz dikin, lema jî “temiyêd wî diqedînin”. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî Yehowa dixwaze em ça bijîn. Mesele, ew qedexe dike gelek îçkê vexwin, diziyê, derewa û bênamûsiyê bikin, usa jî serê xwe ber tiştekî yan kesekî din daynin, xêncî Yehowa (1 Korintî 5:11; 6:18; 10:14; Efesî 4:28; Kolosî 3:9).

8, 9. Çawa em dikarin nihêrandina Yehowa pêbihesin, hergê dereca me usa ye, ku Kitêba Pîrozda bona wê derecê qanûn nehatiye dayînê? Meselê bîne.

8 Lê seva ku em Yehowa xweş bên, bes nîne tenê guh bidine temiyên wî. Ewî bona hemû derecên emirê me qanûn nedaye. Carna emê bikevine derecên usa, ku Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî em gerekê çi bikin. Derecên usada em ça dikarin safîkirinên rast bikin? (Efesî 5:17). Ji Kitêba Pîroz em dikarin pêbihesin derheqa wan prînsîpa, yên ku hîmê rastiyên sereke ne û nihêrandina Yehowa mera eyan dikin. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em destpêdikin Yehowa rind nas kin. Em pêdihesin çawa Yehowa difikire, çi hiz dike û çi ber çevê wî reş e (Bixûne Zebûr 97:10; Metelok 6:16-19; binihêre Elametiya Zêde 1).

9 Mesele, em ça safî dikin, ku ji têlêvîziyon yan ji întêrnêtê çi binihêrin? Yehowa raste-rast nabêje çi em gerekê bikin. Lê bi saya prînsîpên xwe, ew alî me dike safîkirinên rast bikin. Wedederbazkirinên roja îroyînda gelek zulmî û bênamûsî hene. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî Yehowa “dijene nepak û yê zulmê hiz dike” û wekî ew “wê dîwana çevder û zinêkara bike” (Zebûr 11:5; Îbranî 13:4). Çawa ew prînsîp alî me dikin safîkirinên rast bikin? Çaxê em zanin, wekî Yehowa filan tiştî nefret dike, yan hesab dike ça bênamûsî, em gerekê xwe ji wî tiştî dûr bigirin.

10, 11. Çira em gura Yehowa dikin?

10 Çira em gura Yehowa dikin? Em gura Yehowa dikin ne ji bo wê yekê, ku em ditirsin bêne cezakirinê yan jî rastî wan çetinaya bên, kîjan ku wê ji bo safîkirinên meye nerast bin (Galatî 6:7). Lê em gura Yehowa dikin, çimkî wî hiz dikin. Çawa zar dixwaze dilê bavê xwe şa ke, usa jî em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmana şa kin. Gava tu zanî, wekî Yehowa te qebûl dike, wê yekê çêtir tu tişt tune! (Zebûr 5:12; Metelok 12:2; binihêre Elametiya Zêde 2).

11 Em gura Yehowa dikin ne tenê wî çaxî, gava mera hêsa ye, yan ji bo wê yekê ku tu rêke din tune. Em qanûnên wî najbêrin, ku kîjanê biqedînin û kîjanê na (Qanûna Ducarî 12:32). Lê em bi temamî guh didine hemû temiyên wî, mîna zebûrbêj yê ku nivîsî: “Emirêd Tera ezê şa bim, kîjana ku ez hiz dikim” (Zebûr 119:47; Romayî 6:17). Em dixwazin mîna Nuh bin, yê ku hemû temiyên Yehowa dianî sêrî û bi wê yekê hizkirina xwe hindava wî eyan dikir. Kitêba Pîrozda derheqa Nuh tê gotinê, wekî “ewî usa jî kir” (Destpêbûn 6:22). Gelo tu dixwazî, wekî Yehowa derheqa te jî usa bêje?

12. Çawa em dikarin dilê Yehowa şa kin?

12 Çi Yehowa texmîn dike, çaxê em gura wî dikin? Bi wê yekê em dilê wî şa dikin (Metelok 11:20; 27:11). Hela bide ber çevê xwe! Em dilê Efirandarê erd û ezmana şa dikin, gava gura wî dikin. Lê ew tu car zorê me nake ewê yekê bikin, çimkî ewî azaya bijartinê daye me. Ew tê hesabê, wekî em xwexa dikarin bijbêrin, ku tiştên rast yan tiştên nerast bikin. Yehowa dixwaze, wekî hizkirina me hindava wî me hêlan ke, safîkirinên rast bikin, seva bextewar bin (Qanûna Ducarî 30:15, 16, 19, 20; binihêre Elametiya Zêde 3).

“TEMIYÊD WÎ NE GIRAN IN”

13, 14. Em ji ku zanin, wekî temiyên Yehowa ne giran in, seva bînin sêrî? Meselê gilî ke.

13 Lê hergê em difikirin, wekî temiyên Yehowa me dikine nav sînora û çetin e guh bidine wan? Kitêba Pîrozda eyan tê gotinê: “Temiyêd wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3). Rêzên dinda xebera Yûnanî, ku tê hesabê “giran”, tê xebitandinê çaxê derheqa serwêrê nebaş tê gilîkirinê, yê ku ziyanê dide meriva (Metta 23:4; Karên Şandiya 20:29, 30). Lê temiyên Yehowa ne giran in, dêmek çetin nîne wan temiya bînin sêrî. Her temiyên wî karê mera tînin.

14 Besa xeberê, tu alî hevalê xwe dikî, wekî ew derbazî mala teze be. Ewî hûr-mûrê xwe kiriye qutiyada. Hinek ji wan qutiya sivik in, lê hinek giran in û seva vana hildin du meriv lazim in. Gelo hevalê te wê tera bêje, wekî qutiya giran hildî? Hemikî na! Lê çira? Çimkî ew naxwaze, wekî tu ziyanê bistînî. Mîna wî hevalî, Yehowa jî tu car wê ji me dewa neke vê yekê bikin, çi ku dikare ziyanê bide me (Qanûna Ducarî 30:11-14). Yehowa zane qewata me çiqas e. “Ew zane . . . û bîr tîne ku em xalî ne” (Zebûr 103:14).

15. Çira em dikarin bawer bin, wekî temiyên Yehowa bona me kêrhatî ne?

15 Mûsa gote cimeta Îsraêlê, wekî em gerekê bi normên Yehowa bijîn, seva ku “temamîya rojêd meda mera qenc be” û ew me “sax bihêle” (Qanûna Ducarî 5:28-33; 6:24). Ew temî bona meye jî. Çi ku Yehowa ji me dewa dike, gişk bona kara me ye. (Bixûne Îşaya 48:17.) Bavê me Yehowa zane ku bona me çi ye lape baş (Romayî 11:33). Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Hemû tiştên ku Yehowa dibêje û dike, ji bo hizkirina wî ye.

16. Rast e em gunekar in û dinya zulmda dijîn, lê çima em bawer in, wekî dikarin gura Xwedêda bimînin?

16 Timê hêsa nîne gura Xwedê bikin. Em dijîn dinya zulmda, serwêrê kîjanî Mîrê-cina ye. Ew ser meriva hukum dike, wekî ewana xirabiyê bikin (1 Yûhenna 5:19). Em usa jî gerekê miqabilî hest û fikirên xweyî nerast şer kin, yên ku dikarin me berbi gune bivin û miqabilî Xwedê derxin (Romayî 7:21-25). Lê hizkirina me hindava Yehowa, alî me dike wan tişta bikin, çi ku rast e. Ew divîne, wekî em çiqas qewat didine xebatê, seva ku gura wîda bimînin, lema jî ew alî me dike, dêmek ruhê pîroz dide me (1 Samûyêl 15:22, 23; Karên Şandiya 5:32). Em dikarin bi saya ruhê pîroz xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda bînin, yên ku alî me dikin gura Xwedêda bimînin (Galatî 5:22, 23).

17, 18. a) Ji vê edebyetê emê çi hîn bin? b) Serê dinda emê derheqa çi şêwir kin?

17 Ji wê edebyetê, emê pêbihesin, wekî em çi cûreyî gerekê bijîn, seva ku Xwedê xweş bên. Emê usa jî pêbihesin çawa şîret û prînsîpên wî, emirê xweyî şexsîda bidine xebatê. Bîr nekin, wekî Yehowa tu car zorê me nake, ku guhdariya wî bikin. Hergê em safî dikin gura wî bikin, emirê me wê diha baş be û axiriya baş jî hîviya me be. Ya lape ferz ew e, wekî guhdarîkirina me dide kifşê, ku em çiqas zef Xwedê hiz dikin. (Binihêre Elametiya Zêde 4.)

18 Xwedê mera îsaf daye, seva em bikaribin rastiyê û xirabiyê ji hev derxin. Çaxê em îsafa xwe hîn dikin, ew yek alî me dike temiyên Yehowa biqedînin. Gelo îsafa me çi cûreyî ye û çawa em dikarin vê hîn kin? Were em pêbihesin.