Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 17

Hizkirina Xwedêda Bimîne

Hizkirina Xwedêda Bimîne

“Xwe bidine ser avakirina baweriya xweye pîroz . . . xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin” (CIHÛDA 20, 21).

1, 2. Çi em gerekê bikin, seva ku nava hizkirina Xwedêda bimînin?

 EM GIŞK jî dixwazin sihet-qewat bin. Lema jî em xwarina kêrhatî dixwin, sportêva mijûl dibin û bona bedena xwe xem dikin. Rast e, seva wê yekê lazim e qewatê bidine xebatê, lê axiriya wê yekê şabûn e. Em usa jî gerekê tiştekî dinda sihet-qewat bin.

2 Dibeke me gelek gavên baş avîtiye seva Yehowa rind nas kin, lê dîsa jî em gerekê berdewam kin qewatê bidine xebatê, wekî heleqetiya xwe tevî wî diha nêzîk kin. Çaxê Cihûda digote Mesîhiya, wekî “xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin”, ewî usa jî kifş kir ça ewê yekê bikin. Ewî gote wan: “Xwe bidine ser avakirina baweriya xweye pîroz” (Cihûda 20, 21). Lê em ça dikarin baweriya xwe ava kin, dêmek qewî kin?

BERDEWAM KE BAWERIYA XWE QEWÎ KE

3-5. a) Mîrê-cina dixwaze, wekî tu ça binihêrî ser normên Yehowa? b) Ça tu dinihêrî ser qanûn û prînsîpên Yehowa?

3 Gelek ferz e, wekî tu xwexa îzbat bî ku riya Yehowa ya lape baş e. Mîrê-cina dixwaze te bide bawerkirinê, wekî normên Yehowa gelek çetin in, û ne hêsa ye pê wan norma bijîn. Ew usa jî dixwaze me bide bawerkirinê, wekî meriv wê diha bextewar dibe, hergê xwexa safî dike çi bona wî baş e û çi na. Mîrê-cina hela hê ji wedê baxçê Êdênêda dixwest, wekî meriv wê yekê bawer kin (Destpêbûn 3:1-6). Heta roja îro jî, ew dixwaze ewê nêta xwe bîne sêrî.

4 Lê Mîrê-cina rast e? Gelo normên Yehowa gelek sert in? Na. Bide ber çevê xwe, wekî tu baxçekî bedewda digerî û sûreke bilind divînî, ya ku riya te digire, wekî derbazî cîkî din bî. Dibeke tu dişirmîş bî, “Çima ew sûr riya min digire?” Lê wî çaxî tu mire-mira şêr dibihêyî, yê ku pişt sûrê ye. Gelo niha tuyê çi bifikirî derheqa wê sûrê? Tuyê razî bî, ku ew sûr te xwey dike, wekî nebî xurê şêr! Prînsîpên Yehowa mîna wê sûrê ne, lê Mîrê-cina mîna şêr e. Xebera Xwedê dibêje: “Serwaxt bin, hişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Petrûs 5:8).

5 Yehowa dixwaze, wekî em bi emirê lapî baş bijîn. Ew naxwaze, wekî Mîrê-cina me bixapîne. Lema jî ewî qanûn û prînsîp dane me, yê ku me xwey dikin û diha bextewar dikin (Efesî 6:11). Aqûb nivîsî: “Lê ewê ku çevê xwe ji qanûna kamile ku aza dike nabire û nava wêda dimîne . . . ew wan kirinêd xweda xwezilî ye” (Aqûb 1:25).

6. Ça em dikarin îzbat bin, wekî rêberiyên Yehowa lapî baş in?

6 Çaxê em pê rêberiya Yehowa dijîn, wî çaxî emirê me baş dibe û heleqetiya me tevî wî qewî dibe. Mesele, em karê distînin çaxê qebûl dikin teglîfkirina Xwedê, ku her gav wîra dua bikin (Metta 6:5-8; 1 Têsalonîkî 5:17). Usa jî em gelek bextewar dibin, çaxê tînin sêrî vê temiya Yehowa, wekî tevayî top bin seva ku Wî bihebînin û hêlanê bidine hêvdu, usa jî bi temamî şixulkariyê bikin belakirina mizgîniyêda (Metta 28:19, 20; Galatî 6:2; Îbranî 10:24, 25). Çaxê em difikirin derheqa wê yekê, ku ça ev hemû tişt alî me dikin, wekî em baweriyêda qewî bimînin, wî çaxî em diha îzbat dibin, wekî rêberiyên Yehowa lapî baş in.

7, 8. Çi dikare alî me bike, wekî em ber xwe nekevin seva cêribandinên, ku dikarin axiriyê biqewimin?

7 Diqewime em ber xwe dikevin, wekî axiriyêda baweriya me wê qayîm bê cêribandinê. Hergê fikirên usa têne hişê te, ewan xeberên Yehowa bîne bîra xwe: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî. Xwazî te guh bida qanûnên min! Hingê wê edilaya te mîna çêm bûya û rastiya te mîna pêlên berê” (Îşaya 48:17, 18, DT).

8 Çaxê em gura Yehowada dimînin, edilayî dilê meda mîna çêm e, ya ku wê tu car ziha nebe, û rastiya me wê mîna pêlên berê be, ya ku hertim devê berê temiz dike. Emirê meda çi jî biqewime, em dikarin aminiya xwe xwey kin. Kitêba Pîroz soz dide: “Tu barê xwe bide Xudan Ewê hilgire dewsa te. Ewê tu car nehêle, wekî yê rast bilikume” (Zebûr 55:22).

“BÊNE SER HÎNBÛNA GIHÎŞTΔ

9, 10. Çi tê hesabê gihîştî bin?

9 Hergê hûn heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin, wî çaxî hûnê “bêne ser hînbûna gihîştî” (Îbranî 6:1). Çi tê hesabê gihîştî bin?

10 Çaxê em emirda mezin dibin, ew yek nayê hesabê, wekî em dibine Mesîhiyên gihîştî. Seva ku em gihîştî bin, em gerekê Yehowa bikine Dostê xweyî lapî nêzîk û ser tişta usa binihêrin ça ew dinihêre (Yûhenna 4:23). Pawlos nivîsî: “Yêd ku li gora binyata merivayê dijîn, ew ser tiştêd binyata merivayê difikirin, lê yêd li gora Ruh dijîn, ew ser tiştêd Ruh difikirin” (Romayî 8:5). Belê, merivê ruhanîda gihîştî, tiştên matêriyalî û rihetiyê, nake nêta jîyîna xwe. Dewsê ew xizmetkirina Yehowara, datîne ciyê pêşin û emirê xweda bijartinên bîlanî dike (Metelok 27:11; bixûne Aqûb 1:2, 3.) Ew îzinê nade xwe tiştên xirab bike. Merivê gihîştî zane, ça rast xwe bide kifşê û hema usa jî dike.

11, 12. a) Pawlos çi digot derheqa feresetê Mesîhiya, ku “qencî û xirabiyê” ji hev derxin? b) Mesîhiyê gihîştî çi cûreyî mîna sportsmênê pêşdaçûyî ye?

11 Em gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku gihîştî bin. Pawlosê şandî nivîsî: “Lê xwarina giran bona merivêd gihîştî ye, yêd ku sewdayê xweda ketî-rabûyî ne [hînkirî ne], qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbranî 5:14). Ew xeber “ketî-rabûyî” dêmek “hînkirî”, hindava sportsmêna dihate xebitandinê.

12 Çaxê em divînin, ku sportsmên sportêda pêşdaçûyî ye, em fem dikin, wekî ewî gelek wede û qewat daye xebatê. Ew nehatiye bûyînê ça sportsmên. Çaxê zar tê bûyînê, ew hê nizane ça gerekê dest-nigê xwe bide xebatê. Lê wede şûnda, ew hîn dibe ça tişta destê xweda bigire û ça rê here. Hînkirin dikare alî wî bike, wekî ew bibe sportsmên. Mîna wê yekê mera jî wede û hînkirin lazim e, wekî bibine Mesîhiyên gihîştî.

13. Çi wê alî me bike, wekî em hîn bin usa bifikirin, ça Yehowa difikire?

13 Wê edebyetêda me şêwir kir, wekî ça em dikarin usa bifikirin, çawa Yehowa û nihêrandina xwe bikin mîna ya wî. Em usa jî hîn bûn normên Yehowa qîmet kin û hiz kin. Çaxê em safîkirina dikin, em pirsa didine xwe: “Vê derecêda ez kîjan qanûn yan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarim bidime xebatê? Û çi cûreyî? Yehowa dixwaze ku ez çi bikim?” (Bixûne Metelok 3:5, 6; Aqûb 1:5.)

14. Seva ku baweriya me qewî be, em gerekê çi bikin?

14 Em hertim dixebitin, wekî baweriya me hindava Yehowa hê qewî be. Çawa xwarina kêrhatî bedena me qewî dike, usa jî lêkolînkirina derheqa Yehowa baweriya me qewî dike. Çaxê me destpêkir Kitêba Pîroz hîn bin, sêrîda em rastiyên sereke derheqa Yehowa û riyên wî hîn bûn. Lê çiqas wede derbaz dibû, haqas mera lazim dibû diha kur rastiyê fem kin. Hema ew yek Pawlos hilda hesab, çaxê got: “Xwarina giran bona merivêd gihîştî ye”. Çaxê em emirê xweda didine xebatê wê yekê, çi ku pêdihesin, wî çaxî em bîlaniyê qazanc dikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Serî serwaxtî ye” (Metelok 4:5-7; 1 Petrûs 2:2).

15. Çira ferz e, wekî em bi dil û can Yehowa û xûşk-bira hiz bikin?

15 Rast e, meriv dikare sihet-qewat be, lê seva ku sihet-qewata xwe xwey ke, lazim e hertim pey xwe binihêre. Mîna wê yekê Mesîhiyê gihîştî zane, wekî ew gerekê hertim qewatê bide xebatê, seva heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey ke. Pawlos tîne bîra me: “Hûn dilê xwe bicêribînin û dîna xwe bidinê, ka hûn nava baweriyêda ne?” (2 Korintî 13:5). Mera ne tenê baweriya qewî lazim e, lê hê zêde tişt. Hizkirina me hindava Yehowa û xûşk-bira gerekê berdewam be, mezin be. Pawlos got: “Heger ... hemû zanebûnê fem bikim û heger baweriya min jî haqas hebe, heta çiya jî ji cî biguhêzim, lê hizkirin dilê minda tunebe, ez ne tu tişt im” (1 Korintî 13:1-3).

BIRA HIŞ-AQILÊ TE SER HÊVIYA TE BE

16. Mîrê-cina dixwaze, wekî em xwe ça texmîn kin?

16 Mîrê-cina dixwaze, wekî em bifikirin, ku em nehêja ne razîbûna Xwedê bistînin. Ew dixwaze, wekî em dilteng bin û bifikirin, wekî çetinayên me nayêne safîkirinê. Ew naxwaze, wekî em îtbariya xwe xûşk-bira bînin û bextewar bin (Efesî 2:2). Mîrê-cina zane, wekî fikirên meye nerast dikarin me gişkara ziyanê bînin û usa jî heleqetiya me tevî Yehowa xirab kin. Lê Yehowa mera tiştekî usa dide, çi ku dikare alî me bike, wekî em miqabilî wan fikirên nerast şer kin. Ewî hêvî daye me.

17. Gelo hêvî çiqas ferz e?

17 Kitêba Pîrozda, 1 Têsalonîkî 5:8-da, hêviya me beramberî kumzirihê dibe, yê ku eskera dikirine serê xwe, seva bêne xweykirinê, kumzirih usa jî tê navkirinê “hêviya xilaziyê, ÎM”. Hêviya me ser sozên Yehowa dikare hiş-aqilê me xwey ke û alî me bike miqabilî fikirên nerast derên.

18, 19. Hêviyê ça Îsa qewî dikir?

18 Hêviyê Îsa qewî dikir. Şeva pêşiya mirina wî, derecên çetin pey hev rastî wî dihatin. Hevalekî wîyî nêzîk nemamiya wî kir. Yekî din înkar kir, wekî wî nas dike, lê yên din jî ew hîştin û revîn. Bineliyên welatê wî jî miqabilî wî derketin û xwestin, wekî wî ser stûna dar dardakin. Çi alî wî kir, wekî ewî ber haqas çetinaya teyax dikir? “Bona wê şabûna pêşiya xwe xaç [stûn, DT] hilanî, şerm ber tiştekî hesab nekir, paşê kêleka Xwedêye rastê ser text rûnişt” (Îbranî 12:2).

19 Îsa zanibû, hergê ew heta xilaziyê teyax ke, wê Bavê xwe rûmet ke û bide îzbatkirinê, wekî Mîrê-cina derewîn e. Ewê hêviyê, şabûneke mezin wîra anî. Ewî usa jî zanibû, wekî zûtirekê ewê dîsa vegere ezmên, cem Bavê xwe. Ewê hêviyê usa jî alî wî kir, wekî teyax ke. Mîna Îsa em jî, gerekê hiş-aqilê xwe bidine ser hêviya xwe. Usa emê bikaribin teyax kin nava hemû çetinayada.

20. Çi dikare alî te bike, nihêrandina rast xwey kî?

20 Yehowa baweriya me û sebira me divîne (Îşaya 30:18; bixûne Malaxî 3:10.) Ew soz dide, wekî wê “xwestinêd dilê te bide te” (Zebûr 37:4). Lema jî, hiş-aqilê xwe bide ser hêviya xwe. Mîrê-cina dixwaze, wekî tu hêviya xwe unda kî û bifikirî, wekî sozên Yehowa wê tu car neyêne sêrî. Lê nehêle, wekî fikirên nerast bikevine hişê te! Hergê tu texmîn dikî, wekî fikirên usa bal te pêşda tên û hêviya te sist dibe, alîkariyê ji Yehowa bixwaze. Bîra xweda xwey ke wan giliyên ji Fîlîpî 4:6, 7: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilaya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke”.

21, 22. a) Nêta Yehowa derheqa erdê çi ye? b) Te çi safî kiriye bikî?

21 Timê dişirmîş be derheqa axiriya baş, yên ku hîviya me ye. Zûtirekê ser dinyayê hemû meriv wê Yehowara xizmet kin (Eyantî 7:9, 14). Tenê bide ber çevê xwe jîyîna dinya tezeda. Ewê usa baş be, wekî em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe! Mîrê-cina, cinên wî û hemû zulmî wê kuta bin. Tuyê tu car nexweş nekevî û ne jî bimirî. Tuyê her roj ji jîyînê şabûnê bistînî û her şebeq tuyê pê qewatê tije rabî. Hemû meriv wê tevayî bixebitin û erdê bikine cinet. Xwarina hemûşka wê têr-tije be û wê bêxofiyêda bijîn. Merivên zordar û zulm wê tune bin, lê hemûşk wê hindava hevdu qenc û heyf bin. Wî wedeyî ser erdê însanet wê bextewar be, çimkî “azayî û rûmeta zarêd Xwedê” bistînin (Romayî 8:21).

22 Yehowa dixwaze bibe Dostê meyî nêzîk. Lema jî çiqas destê te tê bike, wekî gura Yehowada bimînî û her roj nêzîkî wî bî. Were em hemûşk jî heta-hetayê hizkirina Xwedêda bimînin! (Cihûda 21).