Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 2

Îsafa Temiz Ber Xwedê

Îsafa Temiz Ber Xwedê

“Îsafa xwe temiz xwey kin” (1 PETRÛS 3:16, DT).

1, 2. Çira ciyê nenasda, tera rêberî lazim e? Çi Yehowa daye me, seva ku rêberiyê me bike?

 BIDE ber çevê xwe, wekî tu beriya mezinra derbaz dibî. Bakî qewî toza mezin radike. Nava vê tozêda, tu dikarî unda bî. Ça tu dikarî têderxî, kîjan alîra gerekê herî? Kesek yan tiştek lazim e, wekî rêberiyê te bike. Ew dikare kompos be, tev, steyrk, xerîte yan merivekî ku rind rê-dirbên beriyê zane. Belê, gelek ferz e, wekî kesek yan tiştek rêberiyê te bike, çimkî ew yek dikare emirê te xilaz ke.

2 Her kes rastî çetinaya tê, û ji bo wê yekê dikare xwe usa texmîn ke ça bêjî unda bûye. Lê Yehowa îsaf daye me, seva ku rêberiyê me bike (Aqûb 1:17). De were em pêbihesin, çi tê hesabê îsaf û ev ça dixebite. Usa jî emê pêbihesin ku em ça dikarin îsafa xwe hîn kin, çira em gerekê îsafa merivên din hildin hesab û çawa îsafa temiz dikare emirê me diha baş ke.

ÇI TÊ HESABÊ ÎSAF Û ÇA EV DIXEBITE?

3. Çi tê hesabê îsaf?

3 Îsaf pêşkêşeke qîmet e ji Yehowa. Ew tê hesabê, wekî em dikarin têderxin, çi ye rastî û çi ye xirabî. Xebera Yûnanî ku Kitêba Pîrozda tê gotinê “îsaf”, tê hesabê “xwexa xwe nas kin”. Çaxê îsafa me rast dixebite, ev alî me dike pêbihesin bi rastî em merivne çi cûreyî ne. Bi saya wê yekê, em dikarin helal bin hindava fikir û hestên xwe. Îsafa rast rêberiyê me dike wê yekê bikin, çi ku rast û baş e, û xwe ji xirabiyê dûr bigirin. Hergê em tiştên rast dikin, îsafa me, ya ku rast dixebite, nav meda şabûnê pêşda tîne. Lê hergê em tiştên nerast dikin îsafa me, me diçerçirîne. (Binihêre Elametiya Zêde 5.)

4, 5. a) Çi qewimî çaxê Adem û Hêwayê guh nedane îsafa xwe? b) Kitêba Pîrozda çi mesele hene derheqa wê yekê, ku îsaf ça dixebite?

4 Her kes ji me xwexa dikare safî ke, guh bide îsafa xwe yan na. Adem û Hêwayê safî kirin, guh nedine îsafa xwe û axiriyê gune kirin. Lê çaxê wana fem kirin ku rast nekirin, îda dereng bû. Çimkî wana îda temiya Xwedê pişt guhê xweva avîtibûn (Destpêbûn 3:7, 8). Rast e, îsafa wana bêqisûr bû û wana zanibû, wekî nerast e gura Xwedê nekin, lê dîsa jî guh nedane îsafa xwe.

5 Lê gelek merivên gunekar guh dane îsafa xwe. Îbo meseleke baş mera hîşt. Ewî safîkirinên baş dikir, lema jî hêlan bû bêje: “Dilê min, min şermezar nake!” (Îbo 27:6). Çaxê Îbo got “dilê min”, ewî derheqa îsafa xwe digot, ya ku rastî û xirabiyê ji hev derdixe. Dawid carna guh nedida îsafa xwe û gura Yehowa nedikir. Wede şûnda dilê wî, wî diçerçirand û ewî xwe “xerab” texmîn dikir (1 Samûyêl 24:5). Çimkî îsafa wî digote wî, wekî ewî tiştên nerast kiriye. Gava ewî guh dida îsafa xwe, ewê yekê alî wî dikir cara duda şaşiyên usa neke.

6. Çira em dikarin bêjin, wekî îsaf pêşkêş e ji Xwedê, bona însanetê?

6 Hela hê merivên ku Yehowa nas nakin jî, dikarin têderxin, çi rast e û çi xirab e. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin” (Romayî 2:14, 15). Mesele, heçî zef meriv zanin, wekî nerast e bikujin yan diziyê bikin. Ew yek bona wan femdarî ye, çimkî ewana guh didine îsafa xwe, ya ku Yehowa daye, seva ku qenciyê û xirabiyê ji hev derxin. Ew meriv dikarin bi saya dengê îsafa xwe li gora prînsîpên Yehowa bijîn, û emirê xweda safîkirinên rast bikin.

7. Çira carna îsafa me dikare nerast rêberiyê me bike?

7 Lê carna îsafa me dikare nerast rêberiyê me bike. Mesele, ji bo wê yekê ku em neqedandî ne, fikir û hestên meyî nerast dikarin ser îsafa me hukum kin û usa îsafa me wê nerast rêberiyê me bike. Îsafa rast xwexa pêşda nayê (Destpêbûn 39:1, 2, 7-12). Gerekê îsafa xwe hîn kin. Yehowa ruhê xweyî pîroz û prînsîpên ji Kitêba Pîroz daye me, seva alî me bike (Romayî 9:1). Were em pêbihesin, ça em dikarin îsafa xwe hîn kin.

ÇA EM DIKARIN ÎSAFA XWE HÎN KIN?

8. a) Çawa xwestinên dil dikarin hukum kin ser îsafa me? b) Pêşiya ku safîkirina bikin, em gerekê kîjan pirsê bidine xwe?

8 Hine meriv difikirin, wekî guh bidine îsafa xwe, tê hesabê pey xwestinên dilê xwe herin. Ewana difikirin, wekî hemû tiştî çi ku dilê wan dixwaze, dikarin bikin û hesab dikin, wekî ev yek rast e. Lê xwestinên dilê me û gunekariya me dikarin me bixalifînin. Xwestinên dilê me dikarin usa qewî bin, wekî hukum kin ser îsafa me. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e; ma kî dikare wî fêhm bike?” (Yêremya 17:9). Diqewime ew çi ku em hesab dikin rast, bi rastiyê nerast e. Mesele, Pawlos pêşiya ku bibûya Mesîhî, cimeta Xwedê dizêrand û ewî tirê rast dike. Ew difikirî, wekî îsafa wî temiz e. Lê wede şûnda ewî got: “Hakimê min Xudan e” (1 Korintî 4:4; Karên Şandiya 23:1; 2 Tîmotêyo 1:3). Çaxê Pawlos derheqa nihêrandina Yehowa ser kirên xwe pêhesiya, ewî fem kir, wekî lazim e guhastina bike. Femdarî ye, pêşiya ku em tiştekî bikin, lazim e pirsê bidine xwe, “Gelo Yehowa çi ji min dewa dike?”

9. Çi tê hesabê tirsa hindava Xwedê?

9 Hergê tu kesekî hiz dikî, tuyê nexwazî dilê wî bêşînî. Em Yehowa hiz dikin û lema jî naxwazin wan tişta bikin, çi ku dikare dilê wî bêşîne. Tirsa wê yekê ku dilê Yehowa neêşînin gerekê bal me gelek qewî be. Ewê yekê em dikarin ji mesela Nehemiya bivînin. Ewî serwêrtiya xwe usa nedida xebatê, wekî hebûnê qazanc ke. Gelo çira? Ewî şirovekir û got: “Ji ber tirsa Xwedê tiştekî wusa nekirim” (Nehemiya 5:15). Nehemiya nedixwest tiştekî usa bike, wekî dilê Yehowa bêşîne. Mîna Nehemiya em jî ditirsin, ku pê kirên xweyî nerast, dilê Yehowa bêşînin. Ji Kitêba Pîroz em dikarin pêbihesin çi Yehowa xweş tê. (Binihêre Elametiya Zêde 6.)

10, 11. Kîjan prînsîpên ji Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin, safîkirinên rast bikin hindava îçkevexwarinê?

10 Mesele, Mesîhîra dikare lazim be safî ke îçkê vexwe yan na. Kîjan prînsîp dikare alî wî bike, wekî safîkirina rast bike? Kitêba Pîroz îçkevexwarinê qedexe nake. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî şerav pêşkêşa ji Xwedê ye (Zebûr 104:14, 15). Lê Îsa digote şagirtên xwe, wekî ewana xwe gelek îçkevexwarinêva negirin (Lûqa 21:34). Usa jî Pawlos digote Mesîhiya, wekî xwe ji “serxweşiyê” dûr bigirin (Romayî 13:13). Ewî got, wekî yên serxweş wê “Padşatiya Xwedê war nebin” (1 Korintî 6:9, 10).

11 Mesîhî gerekê pirsa bide xwe: “Gelo îçkevexwarin bona min ferz e? Lê gelo seva ku xwe baş texmîn kim, minra ese lazim e îçkê vexwim? Gelo seva ku mêrxas bim, minra lazim e îçkê vexwim? Gelo ez dikarim xwe kontrol kim, çiqas îçke vexwim? * Gelo ez dikarim tevî hevalên xwe bê îçke jî rind wede derbaz kim?” Em dikarin alîkariyê ji Yehowa bixwazin, seva safîkirinên bîlanî bikin. (Bixûne Zebûr 139:23, 24.) Usa em îsafa xwe hîn dikin, wekî têderxe kengê kîjan prînsîpa ji Kitêba Pîroz mera lazim e. Lê em gerekê dîsa tiştekî hildin hesab. Were em pêbihesin çi.

ÇIRA EM ÎSAFA MERIVA HILDIDINE HESAB

12, 13. Çira îsafa me dikare cude be ji îsafa merivên din? Derecên usada em gerekê xwe ça bidine kifşê?

12 Îsafa hemû meriva mîna hev nîne. Îsafa te dikare filan tiştîda îzinê bide te, lê îsafa merivên din dikare îzinê nede wî, ku wî tiştî bike. Mesele, tu dikarî safî kî îçkê vexwî, lê kesekî din safî dike venexwe. Gelo çira safîkirina du meriva usa ji hev cude dibe?

Îsafa ku rast hînkirî ye, dikare alî te bike îçkevexwarinêda safîkirina rast bikî

13 Ser nihêrandin û safîkirina meriva hukum dike ew yek, ku ew kîderê hatiye mezinkirinê, usa jî nihêrandina neferên wî, yan ewî çi emir derbaz kiriye û dîsa tiştên din. Hene meriv, kîjan ku berê îçkêva girêdayî bûne û nikaribûne xwe kontrol kin, lê niha safî kirine qe venexwin (1 Padşatî 8:38, 39). Hergê tu kesekîra bêjî, wekî îçkê vexwe, lê ew înkar ke, gelo tê ça xwe bidî kifşê? Tuyê bixeyîdî? Tuyê zorê wî bikî vexwe? Yan jî tuyê pirsên zêde bidî wî, ku pêbihesî çira ew venaxwe? Hilbet tuyê usa nekî, çimkî tu qedirê wî digirî û îsafa wî hildidî hesab.

14, 15. Çi derece hebû rojên Pawlosda? Pawlos çi şîret da?

14 Rojên Pawlosda, dereceke usa qewimî, ku da kifşê, wekî çawa îsafa meriva dikare ji hev cude be. Hine goşt ku bazarada difirotin, pêşiyê hatibûn qurbankirinê bona pûta (1 Korintî 10:25). Pawlos difikirî, wekî tiştekî nerast wê yekêda tune, hergê ewî goştî bikirin û bixwin. Bona wî her xwarin ji Yehowa bû. Lê hine bira, yên ku berê pût dihebandin, cûrekî din ser wê yekê dinihêrîn. Wana hesab dikir, wekî nerast e goştê usa bixwin. Lê gelo Pawlos usa difikirî: “Îsafa min, min eciz nake. Îzina min heye, çi dixwazim wî jî dixwim”?

15 Pawlos usa nedifikirî. Hestên xûşk-bira bona Pawlos usa ferz bûn, ku bona wan nebe kevirê likumandinê, ew hazir bû qe goşt nexwe. Pawlos got, wekî gerekê “ne ku em li xwe xweş bên”. Ewî zêde kir û got: “Mesîh jî ne ku li xwe xweş hat” (Romayî 15:1, 3). Mîna Îsa, Pawlos jî diha bona yên din xem dikir, ne ku bona xwe. (Bixûne 1 Korintî 8:13; 10:23, 24, 31-33.)

16. Çira em gerekê birê xwe sûcdar nekin, ji bo wê yekê ku îsafa me ji hev cude dibe?

16 Lê tuyê ça xwe bidî kifşê hergê îsafa kesekî din îzinê didê wekî wê bike, çi ku ber çevê te nerast e? Em gerekê fesal bin û ser ya xwe nesekinin, ku îzbat kin, wekî em rast in, lê ewana na. (Bixûne Romayî 14:10.) Yehowa îsaf daye me, wekî em xwe sûcdar kin, ne ku merivên din (Metta 7:1). Em naxwazin usa bikin, wekî ji bo safîkirinên meye şexsî civatêda dilsarî bikeve orta xûşk-bira. Lê dewsê, em mecalê digerin, wekî hizkirinê û yektiyê nav civatêda zêde kin (Romayî 14:19).

EM DIKARIN KARÊ BISTÎNIN JI ÎSAFA TEMIZ

17. Çi tê serê îsafa hine meriva?

17 Petrûsê şandî nivîsî: “Îsafa xwe temiz xwey kin” (1 Petrûs 3:16). Sed heyf, çaxê meriv destpêdike prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva bavêje, axiriyê îsafa wan îda wana eciz nake. Pawlos got, wekî îsafa wî cûreyî tê bêjî “kizirî ye” (1 Tîmotêyo 4:2). Qe usa bûye ku dereke te kûr şewitiye? Çerm paşî şewatê hişk dibe û tiştekî texmîn nake. Hergê meriv berdewam dike xirabiyê bike, îsafa wî tê bêjî dikizire û îda tiştekî texmîn nake.

Îsafa ku rast hînkirî ye, dikare rêberiyê emirê me bike, şabûn û edilayê bike dilê me

18, 19. a) Gava em neheqiya xwe texmîn dikin, ew yek çi karê dikare mera bîne? b) Em çi dikarin bikin, hergê em ji bo gunên xweyî berê xwe sûcdar dikin?

18 Çaxê em texmîn dikin, wekî me tiştekî nerast kiriye, îsafa me destpêdike me biçerçirîne. Ew yek alî me dike, wekî em fem kin, ku me çi nerast kiriye û careke din ewê yekê nekin. Şaşiyên me gerekê bona me ders bin. Mesele, Dawid Padşa gune kir, lê îsafa wî, ew hêlan kir gunê xwe bide rûyê xwe. Ewî destpêkir kirên xwe nefret ke û dilê xweda safî kir, wekî dîsa guh bide Yehowa. Ji mesela xweye şexsî, Dawid hêlan bû derheqa Yehowa bêje, wekî ew yekî “qenc û afû kir î” ye (Zebûr 51:1-19; 86:5; binihêre Elametiya Zêde 7).

19 Lê paşî wê yekê jî, gava meriv gunê xwe bide rûyê xwe, îsafa wî dîsa jî dikare wî biçerçirîne. Ji bo wê yekê, meriv dikare dilteng be û xwe bêkêr hesab ke. Hergê tu jî carna ewê yekê ser xwe texmîn dikî, bîr neke, wekî tu nikarî tiştên derbazbûyî vegerînî. Lê Yehowa bi temamî dibaxşîne wan, yên ku gunê xwe didine rûyê xwe. Hergê tu niha wê yekê dikî çi ku rast e, dêmek tu temiz î ber çevê Yehowa. Dibeke tu dilê xweda xwe sûcdar dikî, lê Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Xwedê ji dilê me mestir e”. (Bixûne 1 Yûhenna 3:19, 20.) Ew yek tê hesabê, wekî hizkirina Xwedê dikare alî te bike, şer bikî tevî hestên usa ça şermî û xwesûcdarkirin. Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa me dibaxşîne. Çaxê meriv baxşandina Yehowa qebûl dike, ew bi edilaya dil û bi şabûnê dikare wîra xizmet ke (1 Korintî 6:11; Îbranî 10:22).

20, 21. a) Ev edebyet wê çida alî te bike? b) Yehowa çi cûre azayî daye me? Û çawa em dikarin ewê azayê rast bidine xebatê?

20 Ev edebyet usa hatiye çêkirinê, wekî alî te bike îsafa xwe hîn kî, wekî wan rojên paşinda tu bêyî xweykirinê. Ewê usa jî alî te bike prînsîpên ji Kitêba Pîroz cûre-cûre derecên emirê xweda bidî xebatê. Rast e vê edebyetêda bona her derecên emirê me rêberî nehatiye dayînê, çimkî Yehowa azaya bijartinê daye me hemûya. Lê em dijîn pê “qanûna Mesîh”, ya ku ser hîmê prînsîpên Xwedê ye (Galatî 6:2). Ji bo wê yekê, ku Kitêba Pîrozda bona her derecên emirê me rêberî nayê dayînê, ew nayê hesabê, wekî em dikarin tiştên nerast bikin (2 Korintî 4:1, 2; Îbranî 4:13; 1 Petrûs 2:16). Dewsê em azaya xwe usa didine xebatê, seva ku hizkirina xwe hindava Yehowa bidine kifşê.

21 Hergê em derheqa prînsîpên Kitêba Pîroz difikirin û emirê xweda didine xebatê, usa em hîn dibin, ku qencî û xirabiyê ji hev derxin û mîna Yehowa bifikirin (Îbranî 5:14). Çaxê em usa bikin, îsafa me wê rast hînkirî be û temamiya emirê meda wê rêberiyê me bike, seva ku em hizkirina Xwedêda bimînin.

^ Gelek hekîm dibêjin, wekî bona wan meriva yên ku îçkêva hatine girêdanê, çetin e xwe kontrol kin, çiqas vexwin. Hekîm şîreteke usa didin, wekî merivên wî cûreyî gerekê qe îçkê venexwin.