Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 9

“Ji Qaviyê Birevin!”

“Ji Qaviyê Birevin!”

“Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê, heramiyê, temê xirab, dilhavijiya xirab û timayê, ku pûtparistî ye” (KOLOSÎ 3:5).

1, 2. Bilam çi kir, seva ziyanê bide cimeta Yehowa?

 MESÎGIR diçe wî cîyî, kîderê dikare ew cûre mesî bigire, kîjanî dixwaze. Ew xwarina mesiya dijbêre û dike çengelê, ya ku ser dara mesîgira ye û davêje avê. Ew bi sebir hîviyê ye, wekî mesî devê xwe bavêje vê xwarinê û bê girtinê.

2 Mîna wê yekê, meriv jî dikarin bikevine telika. Mesele, çaxê Îsraêlî Deşta Mowabêda çadirada dijîtin, ewana îda nêzîkî Erdê Sozdayî dibûn. Padşê Mowabê soz da Bilam, wekî hergê ew nifira cimeta Îsraêl bike, ewê gelek pera bide wî. Axiriyê Bilam xwest usa bike, wekî Îsraêlî tiştekî usa bikin, ku bêne nifirkirinê. Ewî gelek fesal telik bijart. Ewî jinên Mowabî yên cahil şande zoma Îsraêlê, seva wana bide şaşkirinê (Jimar 22:1-7; 31:15, 16; Eyantî 2:14).

3. Çawa Îsraêlî ketine telika Bilam?

3 Gelo Bilam pê telika xwe gihîşte nêta xwe? Belê. Bi hezara mêrên Îsraêlî destpêkirin tevî qîzên Mowabê bênamûsiyê bikin. Û usa wana destpêkir serê xwe ber xudanên qelp daynin, usa jî ber xudanê heram, Bael-Pihorra, yê ku xudanê bênamûsiyê bû. Axiriyêda hema ber Erdê Sozdayî 24 000 Îsraêlî hatine qirkirinê (Jimar 25:1-9).

4. Çima bi hezara Îsraêlî bênamûsî kirin?

4 Çima haqas Îsraêlî, ketine telika Bilam? Ewana tenê derheqa xwestinên xwe difikirîn, û bîr kirin hemû tişt, çi ku Yehowa seva wana kiribû. Gelek meniyên Îsraêliya hebûn, wekî Xwedêra amin bimînin. Ewî ewana xilaz kirin ji dîltiya Misirê, beriyêda têr dikir, û bê xof ewana dibirine Erdê Sozdayî (Îbranî 3:12). Lê yeke wana bênamûsî kir. Pawlosê şandî nivîsî: “Em qaviyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û . . . qir bûn” (1 Korintî 10:8).

5, 6. Çi ders em dikarin xwera hildin ji qewimandina, ku Deşta Mowabêda qewimî?

5 Dinya teze gelek nêzîk e. Niha em jî mîna Îsraêliya nêzîkî Erdê Sozdayî ne (1 Korintî 10:11). Merivên roja îroyîn, ji cimeta Mowabî zêdetir xwe bênamûsiyêva girtine. Ew yek hêsa dikare hukum be ser cimeta Yehowa jî. Telika lape qewî, ya ku Mîrê-cina dide xebatê, ew heleqetiya sêksûalî ye (Jimar 25:6, 14; 2 Korintî 2:11; Cihûda 4).

6 Pirsê bide xwe: “Gelo ezê çi bijbêrim, şabûna ji rihetiya wedelû ya ku xwehiziyêva girêdayî ye, yan şabûna ji jîyîna heta-hetayê, dinya tezeda?” Bi rastî jî hêja ye, wekî hemû qewatê bidine xebatê, seva ku temiya Yehowa bînin sêrî: “Ji qaviyê birevin!” (1 Korintî 6:18).

ÇI TÊ HESABÊ QAVÎ?

7, 8. Çi tê hesabê bênamûsî? Çima ew pirs usa ferz e?

7 Roja îroyîn gelek meriv bêşerm bûne û xwe bêqedir didine kifşê hindava qanûna Xwedê, derheqa heleqetiya sêksûalî. Kitêba Pîrozda qavî tê hesabê, heleqetiya sêksûalî orta wan, yên ku hevra zewacêda nînin. Ew usa jî tê hesabê heleqetiya sêksûal orta du mêra yan du jina, usa jî herimandina tevî heywana. Dikevine nava wê yekê kirên sêksûalî tevî organên cinsî yên merivên din, sêksa oralî û analî, yan jî mizdana endemên şermî. Diqewime em şerm dikin wê têmê şêwir kin, lê em gerekê zelal fem bikin wan tişta, seva ku xwe dûr bigirin ji wê yekê, çi ku Xwedê nefret dike. (Binihêre Elametiya Zêde 23.)

8 Kitêba Pîroz mera eyan nîşan dike, wekî ewên ku berdewam dikin qaviyê bikin, nikarin bimînin ça endemên civatê (1 Korintî 6:9; Eyantî 22:15). Xêncî wê yekê, merivê qav qedirê xwe unda dike, û meriv îtbariya xwe wî yan wê naynin. Qavî her gav meriva dibe berbi çetinaya. Mesele, çetinayên usa pêşda tîne, ku îsaf wana diçerçirîne, jin hemle dertê, çetinayî zewacêda pêşda tên, û hela hê nexweş jî dikevin û dimirin. (Bixûne Galatî 6:7, 8.) Hergê meriv derheqa axiriya qaviyê bifikire, dibeke ew ne jî bixwaze wê yekê bike. Lê meriv diha zef difikirin derheqa xwestinên xweye şexsî, çi ku wana dibe berbi bênamûsiyê. Gava pêşin ew heye nihêrandina pornografiyê.

NIHÊRANDINA PORNOGRAFIYÊ GAVA PÊŞIN E

9. Çima pornografiya xof e?

9 Pornografiya usa hatiye çêkirinê, wekî xwestinên sêksûalî pêşda bîne. Roja îroyîn pornografiya hemû ciya heye; jûrnalada, kitêbada, mûsîkêda, bernamên têlêvîziyonêda, û heçî zef întêrnêtêda. Gelek meriv fem dikin, wekî pornografiya ziyanê tîne û gelek xof e. Ew yek xwestinên sêksûalî bi cûrê mirdar pêşda tîne û meriv qaviyêva tê girêdanê. Nihêrandina pornografiyayê dibe berbi wê yekê, ku meriv destpêdike mastûrbasiyêva mijûl be, çetinayî zewacêda pêşda tên, û hela hê jin-mêr ji hev diqetin jî (Romayî 1:24-27; Efesî 4:19; binihêre Elametiya Zêde 24).

Wê bi bîlanî be fesal bî, gava întêrnêtê didî xebatê

10. Prînsîpa Aqûb 1:14, 15-da nivîsar, ça alî me dike, wekî xwe ji qaviyê dûr bigirin?

10 Gelek ferz e, wekî em fem kin, ku ça dikare usa biqewime, wekî em bikevine telika qaviyê. Dîna xwe bidinê, Aqûb 1:14, 15-da çi tê gotinê: “Her kes dibe maşoqê dilhavijiyêd xwe, dixape û tê cêribandinê. Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe”. Çaxê fikirên xirab dikevine hişê te, derbêra wan fikira ji serê xwe derxe. Hergê te nişkêva şikleke êrotîk dît, pêra-pêra berê xwe biguhêze alîkî din! Kompotorê vêsîne, yan bernama têlêvîziyonê biguhêze. Îzinê nede, wekî xwestinên nerast bikevine dilê te. Hergê tu usa nekî, xwestinên nerast nav teda dikarin usa gur bin, wekî îda gelek çetin be wana kontrol kî. (Bixûne Metta 5:29, 30.)

11. Hergê fikirên xirab bal me pêşda bên, Yehowa ça dikare alî me bike?

11 Yehowa hê rind me nas dike, ne ku em xwexa û ew zane, wekî em neqedandî ne. Ew usa jî zane, wekî em dikarin xwestinên nerast alt kin. Yehowa dibêje me: “Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê, heramiyê, temê xirab, dilhavijiya xirab û timayê, ku pûtparistî ye” (Kolosî 3:5). Dikare ne hêsa be xwe kontrol kin, lê Yehowa sebirê dide kifşê hindava me û hazir e alî me bike (Zebûr 68:19). Birak nihêrandina pornografiyêva hatibû girêdanê û destpêkir mastûrbasiyê bike. Hevalên wîyî mektebê difikirîn, wekî ew yek bona saliyên emirê wan normal e. Lê ewî got: “Îsafa min ez diçerçirandim, ez bênamûsiyêda xeniqî bûm”. Ewî fem kir, wekî gerekê xwestinên xwe kontrol ke, û bi alîkariya Yehowa, ewî xeysetên xweye xirab ji xwe dûr xist. Hergê fikirên bênamûsî bal te pêşda tên, lavaya Yehowa bike, wekî “zorayiya qewatê” bide te, seva bikaribî fikirên xwe temiz xwey kî (2 Korintî 4:7; 1 Korintî 9:27).

12. Çira em gerekê “miqatî dilê xwe” bin?

12 Silêman nivîsî: “Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be, çimkî kaniya emir ji wî dertê” (Metelok 4:23). “Dilê” me eyan dike ku em dilê xweda merivne ça nin, dêmek çi ku Yehowa divîne. Ew çi em dinihêrin dikare gelek ser me hukum ke. Îboyê amin got: “Min bi çevê xwera peymanekê çêkir û ezê çawa çev bavêjim qîzikê?” (Îbo 31:1). Em jî gerekê mîna Îbo kontrol kin, em çi dinihêrin û derheqa çi difikirin. Û mîna zebûrbêj dua bikin: “Çevê min xwey ke ji boş-betalîyê û rîya Xweda Tu min bide jîyanê” (Zebûr 119:37).

DÎNAHÊ BIJARTINA NEAQILAYÎ KIR

13. Dînahê hevalên çi cûreyî xwera bijart?

13 Hevalên me dikarin baş yan xirab ser me hukum kin. Hergê tu wan hevala bijbêrî, yên ku pê prînsîpên Xwedê dijîn, ewana wê alî te bikin, wekî tu jî usa bijîyî (Metelok 13:20; bixûne 1 Korintî 15:33.) Ji mesela Dînahê em dikarin bivînin çiqas ferz e hevalên baş xwera bijbêrin. Ew qîza Aqûb bû, dêmek ew mezin dibû wê malbetêda, kîjanê Yehowa diheband. Dînah keçikeke namûs bû, lê tevî keçikên Kenanî, yên ku Yehowa nedihebandin nêzîk hevaltî dikir. Nihêrandina cimeta Kenanî ser heleqetiya sêksûalî gelek cude dibû ji nihêrandina cimeta Xwedê, û gişka ewana nas dikirin ça merivne bênamûs (Qanûna Kahîntiyê 18:6-25). Çaxê Dînah tevî hevalên xwe bû, ew rastî cahilekî Kenanî hat, navê kîjanî Şekem bû û ewî cahilî ew begem kir. Şekem malbeta xweda merivê “herî xweyîqedir” dihate hesabê. Lê ewî Yehowa hiz nedikir (Destpêbûn 34:18, 19).

14. Çi hate serê Dînahê?

14 Şekem ew tişt dikirin, çi ku seva wî normal û tebiyetî bûn. Ewî Dînah begem kir, lema jî “dest avîte wê û bi destê zorê ew rûreş kir”. (Bixûne Destpêbûn 34:1-4.) Ji bo wê yekê hin ewê ziyan stand, hin jî malbeta wê (Destpêbûn 34:7, 25-31; Galatî 6:7, 8).

15, 16. Çawa em dikarin bîlaniyê qazanc kin?

15 Ne eseyî ye em şaşiyên mîna yê Dînahê bikin, wekî paşê fem kin ku normên Yehowa bona me kêrhatî ne. “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve” (Metelok 13:20). Nêtê daynin pêşiya xwe, wekî “her rêya ku qenc e” fem bikin û usa xwe ji kul-derda dûr bigirin (Metelok 2:6-9; Zebûr 1:1-3).

16 Em dikarin bîlaniyê qazanc kin, hergê pêşiya ku tiştekî safî kin, Xebera Xwedê lêkolîn kin, dua bikin û şîretên ji xulamê amin û serwaxt bidine xebatê (Metta 24:45; Aqûb 1:5). Em zanin, wekî em gişk jî sist û gunekar in (Yêremya 17:9). Lê tuyê ça xwe bidî kifşê, hergê kesek tera dibêje, wekî tu berbi bênamûsiyê diçî? Gelo tuyê bixeyîdî, yan bi milûktiyê şîretê hildî? (2 Padşatî 22:18, 19).

17. Meselê bîne, ça şîretên ku xûşk-bira didine me, dikarin alî me bikin.

17 Mesele, dereceke usa bide ber çevê xwe. Ser xebatê mêrek dîna xwe dide xûşkeke me û dixwaze, wekî ewana destpêkin rastî hev bên. Ew mêr Yehowara xizmet nake, lê tê kifşê ça merivekî qenc û baş. Xûşkeke din, wana tevayî divîne û paşê dixwaze wê xûşkêra xeber de. Xûşka ku rastî gede tê, wê ça xwe bide kifşê gava şîretê bistîne? Gelo ewê xwe heq derxe, yan vê hesab ke, ku ew şîret bi bîlanî ye? Diqewime ew Yehowa hiz dike û dixwaze wê yekê bike, çi ku rast e. Lê hergê ew berdewam ke rastî wî xortê cahil bê, gelo wî çaxî ew dikare bêje, wekî ji qaviyê direve, yan ew xweda îtbar e? (Metelok 22:3; 28:26; Metta 6:13; 26:41).

JI MESELA ÛSIV HÎN BE

18, 19. Şiroveke, ça Ûsiv ji qaviyê revî.

18 Xortê cahil, Ûsiv, Misirêda dîl bû. Roj bi roj, jina axayê wî dikire ser wî, wekî tevî wê qaviyê bike, lê Ûsiv zanibû, wekî ew yek nerast e. Ewî Yehowa hiz dikir, û dixwest ew ji wî razî be. Jina axayê Ûsiv timê qewat dida xebatê, seva wî qayîl ke, wekî tevî wê razê, lê Ûsiv înkar dikir. Ji bo wê yekê ku ew xulam bû, ew nikaribû ji vê malê derketa. Rojekê, gava jina axa zorê wî dikir, wekî tevî wê razê, ew “revî derkete derva”. (Bixûne Destpêbûn 39:7-12.)

19 Hergê Ûsiv îzin bida, ku fikirên bênamûsî timê hişê wîda bûna, dibeke ew derece cûrekî mayîn xilaz bûya. Lê seva Ûsiv heleqetiya wî tevî Yehowa ji hemû tiştî ferztir bû. Ewî got: “Axayê min . . . tiştek jî ewî ji min na-na nekirîye pêştirî te, çimkî tu jina wî yî, ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?” (Destpêbûn 39:8, 9).

20. Em ji ku zanin, wekî Yehowa ji Ûsiv razî bû?

20 Rast e Ûsiv dûr bû ji mal û neferên xwe, lê dîsa jî ew amin dima Xwedêra û Yehowa wî kerem dikir (Destpêbûn 41:39-49). Yehowa gelek şa dibû, gava didît ku Ûsiv aminiyê dide kifşê (Metelok 27:11). Belê, derecên usada dikare çetin be xwe ji qaviyê dûr bigirin. Lê wan xebera bîr neke: “Gelî Xudan hizkirîya, bijenine xirabîyê! Ew emire aminêd Xwe xwey dike, ji destê nepaka xilaz dike” (Zebûr 97:10).

21. Ça birakî cahil çev da Ûsiv?

21 Her roj, cimeta Yehowa bi mêrxasî dide kifşê, wekî xirabiyê nefret dike û qenciyê hiz dike (Amos 5:15). Firqî tune em çend salî ne, yeke em dikarin Yehowara amin bimînin. Baweriya birakî cahil mektebêda hate cêribandinê. Keçikekê gote wî, wekî wê tevî wî bikeve heleqetiya sêksûal, hergê ew dersa matêmatîkayêda alî wê bike. Gelo ewî birayî çi safî kir? Ewî çev da Ûsiv. Ew dibêje: “Min pêra-pêra xwestina wê înkar kir. Min aminî xwey kir, usa min qedirê xwe û rihetî unda nekir”. Her “wextekî kin nava kêfa gunada” kul-derda û êşê dilda pêşda tîne (Îbranî 11:25). Ew yek ku em gura Yehowada dimînin, şabûna heta-hetayê tîne (Metelok 10:22).

BIHÊLE WEKÎ YEHOWA ALÎ TE BIKE

22, 23. Hergê me gunê giran kiriye, wî çaxî Yehowa ça dikare alî me bike?

22 Mîrê-cina wê hemû qewata xwe bide xebatê, seva te bike telika qaviyê, û ev yek dikare seva te bi rastî cêribandineke çetin be. Carna dikare fikirên xirab bikevine hişê me her kesî (Romayî 7:21-25). Yehowa me fem dike, çimkî zane “ku em xalî ne” (Zebûr 103:14). Lê hergê Mesîhî bênamûsiyê bike? Gelo seva wê yekê çare tune? Heye. Hergê meriv bona gunê xwe poşman dibe, Yehowa alî wî dike. Xwedê hazir e gunê wî “afû” ke (Zebûr 86:5; Aqûb 5:16; bixûne Metelok 28:13.)

23 Yehowa “pêşkêş bi cûrê meriva”, dêmek rûspî dane me, yên ku bi hizkirinê miqatî me dibin (Efesî 4:8, 12, DT; Aqûb 5:14, 15). Belê, Xwedê rûspî kifş kirine, seva ewana alî me bikin, wekî em heleqetiya baş tevî wî tezeda ava kin (Metelok 15:32).

SERWAXTIYÊ QAZANC KE

24, 25. Ça serwaxtî dikare alî me bike, ku ji bênamûsiyê birevin?

24 Seva ku safîkirinên rast bikin, mera lazim e fem kin, ku qanûnên Yehowa ça mera karê tînin. Em naxwazin çev bidine wî xortê cahil, derheqa kîjanî Metelok 7:6-23-da tê gotinê. Ew “bêfem” bû, lema jî kete telika qaviyê. Femkarî tê hesabê hê zêde tişt, ne ku tenê hiş-aqil. Hergê em femkar bin, emê qewata xwe bidine xebatê, seva ku fikirên Xwedê fem bikin û anegorî wê yekê bijîn. Wan xeberên bîlanî bîra xweda xwey kin: “Yê serwaxtîyê destîne, ew nefsa xwe hiz dike, yê bîlantîyê xwey dike, ew xêr û xweşîyê dibîne” (Metelok 19:8).

25 Gelo tu sed selefî bawer î, wekî normên Xwedê rast in? Tu bi rastî bawer î, wekî hergê bi wan norma bijîyî, tuyê bextewar bî? (Zebûr 19:7-10; Îşaya 48:17, 18). Hergê tu dudilî dibî, bîne bîra xwe ku Yehowa çiqas qencî seva te kiriye. Kitêba Pîroz dibêje: “Tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e!” (Zebûr 34:8). Hergê tu normên Xwedê xwey kî, çiqas here, tuyê hê zêde Xwedê hiz bikî. Çi ku Xwedê hiz dike, tu jî hiz bike, lê çi ku Xwedê nefret dike, tu jî nefret ke. Hiş-aqilê xwe bi tiştên baş tije ke, mesele çi ku bi rastiyê ye, çi ku bi heqiyê ye, çi ku bi helaliyê ye, çi ku bi xweşiyê ye û esilî ye (Fîlîpî 4:8, 9). Em dikarin çev bidine Ûsiv, yê ku bîlaniya Yehowa dida xebatê û kar ji wê distand (Îşaya 64:8).

26. Emê serên dinda çi şêwir kin?

26 Firqî tune tu zewacêda nî yan na, Yehowa dixwaze, wekî tu şa û bextewar bijîyî. Du serên dinda emê pêbihesin, ku çi dikare alî me bike, wekî zewaca xweda bextewar bin.