Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 15

Ji Xebata Xwe Şabûnê Bistîne

Ji Xebata Xwe Şabûnê Bistîne

“Her meriv gerekê . . . lezetê bivîne ji hemû kirên xwe” (WAÎZ 3:13, DT).

1-3. a) Heçî zef meriv ça dinihêrin ser xebata xwe? b) Kîjan pirsa emê şêwir kin wî serîda?

 SER temamiya dinyayê meriv gelek qewat û wedê xwe xerc dikin, seva ebûra xwe û malbeta xwe bikin. Gelek meriv xebata xwe hiz nakin, û hinek jî dikevine strêsê ji bo wê yekê, ku her roj gerekê herine xebatê. Dibe tu jî xwe usa texmîn dikî. Lê tu çi dikarî bikî, seva ku xebata te tera şabûnê bîne? Çawa tu dikarî nihêrandina xwe ser xebatê biguhêzî?

2 Yehowa dibêje me: “Her meriv gerekê bixwe, vexwe û lezetê bivîne ji hemû kirên xwe. Ew dayîna Xwedê ye” (Waîz 3:13, DT). Yehowa em usa efirandine, wekî hewcetî û xwestina me heye, ku bixebitin. Ew dixwaze, wekî em şabûnê bistînin ji wê yekê, çi ku em dikin. (Bixûne Waîz 2:24; 5:18.)

3 Dêmek, çi dikare alî me bike, wekî em şabûnê ji xebata xwe bistînin? Mesîhî gerekê xwe ji kîjan cûrê xebatê dûr bigire? Çawa em dikarin usa bikin, wekî xebata me rê me negire Yehowara xizmet kin? Û kîjan e şixulê lapî ferz, ku em dikarin bikin?

DU HOSTEYÊN HERÎ MEZIN

4, 5. Nihêrandina Yehowa ser xebatê çi cûreyî ye?

4 Yehowa gelek hiz dike bixebite. Destpêbûn 1:1-da nivîsar e: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin”. Paşî wê yekê ça Xwedê erd û her tiştên ser efirand, ewî got, wekî hemû çêkirina wî “gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31). Efirandarê me çi ku çêkir, gişk wî xweş hat (1 Tîmotêyo 1:11).

5 Yehowa xebathiz e. Îsa got: “Bavê min heta niha şixulê xwe dike” (Yûhenna 5:17). Rast e, em derheqa hemû çêkirinên Yehowa nizanin, lê dîsa jî hinek ji wan mera eyan in. Yehowa dijbêre wan meriva, yên ku wê tevî Kurê wî Îsa Mesîh, serwêrtiyê Padşatiya wîda bikin (2 Korintî 5:17). Usa jî Yehowa rêberiyê dide meriva û bona wan xem dike. Şixulê belakirina mizgîniyê nav temamiya dinyayêda, alî bi mîliyona meriva dike, wekî Yehowa nas kin û hêviya jîyîna heta-hetayê ser erdê, cinetêda bistînin (Yûhenna 6:44; Romayî 6:23).

6, 7. Îsa xebata çi cûreyî dikir?

6 Îsa jî mîna Bavê xwe xebathiz e. Ew pêşiya ku bihata ser erdê, “hosteyê” Xwedê bû, û tevî wî her tiştên ser erdê û ezmana çêdikir (Metelok 8:22-31; Kolosî 1:15-17). Hela hê ser erdê jî Îsa berdewam dikir bi dil û can bixebite. Ew ji biçûktaya xweda hîn dibû, ku bibe necar û bikaribe tişta çêke û mala ava ke. Ewî şixulê xwe usa baş dikir, ku meriva wî nas dikirin ça “necar” (Marqos 6:3).

7 Lê dîsa jî bona Îsa şixulê lapî ferz ser erdê ew bû, ku mizgîniya xêrê bela ke û derheqa Yehowa meriva hîn ke. Wedê wî sê sal û nîv hebû, seva ku şixulê belakirina mizgîniyê bike, û ew sibehê zû heta êvarê gelek dixebitî (Lûqa 21:37, 38; Yûhenna 3:2). Îsa bi seda kîlomêtir rêyên toz û xalîra niga diçû, seva ku mizgîniya xêrê bigihîne gelek meriva (Lûqa 8:1).

8, 9. Çima Îsa ji xebata xwe şabûn distand?

8 Bona Îsa, qedandina qirara Xwedê, mîna xwarinê bû. Ewê yekê qewat dida wî. Hebûn rojên usa, ku Îsa şixulên mizgîniyêva usa mijûl dibû, wekî wede nedidît seva nan bixwe (Yûhenna 4:31-38). Ewî her mecal dida xebatê, seva ku derheqa Bavê xwe meriva hîn ke. Lema jî ewî dikaribû Yehowara bêje: “Min tu li ser rûyê erdê rûmet kirî, ew şixulê te dabû min ku ez bikim min anî sêrî” (Yûhenna 17:4).

9 Femdarî ye, wekî Yehowa û Îsa gelek dixebitin û şabûnê distînin ji xebata xwe. Em dixwazin “çev bidine Xwedê”, û usa jî em dixwazin pey gavên Îsa herin (Efesî 5:1; 1 Petrûs 2:21). Lema jî em her şixulên xweda qewatê xerc dikin, wekî hê baş bikin.

NIHÊRANDINA ME SER XEBATÊ GEREKÊ ÇI CÛREYÎ BE?

10, 11. Çi dikare alî te bike, wekî xebata xwe hiz bikî?

10 Em, ça cimeta Yehowa, qewatê didine xebatê, seva ku ebûra xwe û malbeta xwe bikin. Em dixwazin nihêrandina me hindava xebatê rast be, lê ew yek ne her gav hêsa ye. Hergê em xebata xwe hiz nakin, em çi dikarin bikin, wekî şabûnê bistînin ji xebatê?

Hergê tu nihêrandina rast ser xebatê xwey dikî, ew yek wê alî te bike, wekî ji hemû cûre xebatê şabûnê bistînî

11 Nihêrandina rast xwey ke. Dibeke mecala me tune xebata xwe biguhêzin, lê em dikarin niherandina xwe biguhêzin. Hergê em fem kin, wekî Yehowa çi ji me dewa dike, ew yek dikare alî me bike. Mesele: Yehowa dixwaze, wekî malxê malê çiqas dikare, ebûra malbeta xwe bike. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ewê ku bona neferên xwe xem nake “ji nebawera jî xirabtir e” (1 Tîmotêyo 5:8). Hergê tu malxê malê yî, tu bi temamî qewata xwe didî xebatê, seva neferên xwe xwey kî. Firqî tune tu xebata çi cûreyî dikî, çaxê tu bona neferên xwe xem dikî, Yehowa ji te razî dibe.

12. Ew yek ku em xebathiz û helal in, çi karê mera tîne?

12 Xebathiz û helal be. Ew yek wê alî te bike, wekî şabûnê ji xebata xwe bistînî (Metelok 12:24; 22:29). Hergê tu rast û helal bî, dêmek pera, wede û tişta nedizî, mezinê xebatê wê bikaribe îtbariya xwe te bîne (Efesî 4:28). Lê diha ferz ev e, wekî Yehowa divîne ku tu rind xebata xwe dikî û helal î. Wî çaxî îsafa te “rihet e”, çimkî tu zanî, wekî Xwedayê ku tu hiz dikî, ji te razî ye (Îbranî 13:18; Kolosî 3:22-24).

13. Çi karê dikare mera bîne ew yek, ku em ser xebatê helal in?

13 Rabûn-rûniştandina me ser xebatê, dikare rûmetê bide Yehowa. Ew yek jî menî ye, wekî em rind xebata xwe bikin (Tîto 2:9, 10). Usa dikare biqewime, wekî ji bo mesela teye baş, yek ji hevalxebatçiyên te bixwaze Kitêba Pîroz hîn be. (Bixûne Metelok 27:11; 1 Petrûs 2:12.)

ÇI CÛRE XEBAT EZ GEREKÊ XWERA BIJBÊRIM?

14-16. Çi em gerekê hildin hesab, çaxê xwera xebatê dijbêrin?

14 Kitêba Pîrozda nenivîsar e, wekî Mesîhî kîjan xebatê dikarin qebûl kin, lê kîjanê na. Lê prînsîpên usa hatine dayînê, ku dikarin alî me bikin xebateke baş xwera bijbêrin (Metelok 2:6). Pirsên ku jêrê nivîsar in, dikarin alî me bikin prînsîpên ji Kitêba Pîroz bidine xebatê.

Xebateke usa bigere, kîjan miqabilî prînsîpên Yehowa nîne

15 Gelo ser vê xebatê ezê mecbûr bim tiştekî usa bikim, çi ku ber çevê Yehowa nerast e? Em pêhesiyan, wekî Yehowa çi nefret dike, mesele dizî û derewî (Derketin 20:4; Karên Şandiya 15:29; Efesî 4:28; Eyantî 21:8). Lema jî em gerekê fesal bin, seva ku xwe dûr bigirin ji xebatên usa, ku miqabilî normên Yehowa ne. (Bixûne 1 Yûhenna 5:3.)

16 Gelo ev xebat piştgiriya wan tişta nake, çi ku Yehowa nefret dike? Mesele, tuyê çi bikî hergê te teglîf kin, wekî bibî sêkrêtarê nexweşxaneke usada, kîderê tenê zarberkirinê dikin? Tiştekî xirab wê yekêda tune, wekî em bibine sêkrêtar. Lê em zanin Yehowa ça dinihêre ser zarberkirinê. Rast e, tê xwexa zarberkirinêda şixulkariyê nekî, lê gelo tuyê texmîn nekî, wekî bi nihêrandina Yehowa tu jî tevî wî guneyî dibî? (Derketin 21:22-24).

17. Çi dikare alî me bike, wekî safîkirinên usa bikin, ku Yehowa xweş bên?

17 Çaxê em prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê, usa em dikarin bibine ew meriv, derheqa kîjana Îbranî 5:14-da tê gotinê, “yêd ku sewdayê xweda ketî-rabûyî ne, qencî û xirabiyê ji hev derdixin”. Pirsa bide xwe: “Hergê ez ewê xebatê qebûl kim, gelo ezê nebim kevirê likumandinê bona merivên din? Gelo ji bo wê xebatê wê lazim nîbe, ku hevalzewac û zarên xwe bihêlim û herim welatekî din? Û ew yek wê ça ser wan hukum be?”

“KÎJAN HERE QENC E, HÛN WÊ BIBIJÊRIN”

18. Çima mera dikare çetin be xizmetkirinê daynin ciyê pêşin?

18 Wan “rojêd axiriyêda” dikare çetin be, wekî xizmetkirina Yehowara, daynin ciyê pêşin (2 Tîmotêyo 3:1). Hêsa nîne xebatê bivînî û unda nekî. Em mecbûr in bona malbeta xwe xem kin, lê em zanin, wekî xizmetkirina me gerekê ciyê pêşin bigire. Em gerekê nehêlin, wekî tiştên matêrîalî emirê meda ciyê ferz bigirin (1 Tîmotêyo 6:9, 10). Ça em dikarin wan tişta bijbêrin “kîjan here qenc e” û hin jî ebûra malbeta xwe bikin? (Fîlîpî 1:10).

19. Ça îtbariya me hindava Yehowa dikare alî me bike, nihêrandina rast ser xebatê xwey kin?

19 Bi temamî îtbariya xwe Yehowa bîne. (Bixûne Metelok 3:5, 6.) Em zanin, wekî Yehowa divîne em hewcê çi ne û bona me xem dike (Zebûr 37:25; 1 Petrûs 5:7). Xebera Wî mera dibêje: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, razî bin, çimkî Xwedê got: ‘Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim’” (Îbranî 13:5). Yehowa naxwaze, wekî em timê ber xwe kevin, ku emê ça ebûra malbeta xwe bikin. Gelek car ewî daye kifşê, wekî ew dikare bona hewcên cimeta xwe xem bike (Metta 6:25-32). Em çi xebatê jî bikin, gerekê timê Xebera Xwedê hîn bin, mizgîniya xêrê bela kin û herine civatê (Metta 24:14; Îbranî 10:24, 25).

20. Çawa em dikarin jîyîna xwe hêsa kin?

20 Çevê xwe pak xwey kin. (Bixûne Metta 6:22, 23.) Ew tê hesabê, wekî em gerekê emirê xwe hêsa kin û diha zef dîna xwe bidine ser xizmetkirina Yehowara. Em zanin, wekî wê neaqilayî be, hergê em îzinê bidin, wekî pere, hebûk û hacetên teze bona me diha ferz bin, ne ku heleqetiya me tevî Yehowa. Lê wê çi alî me bike, seva em tiştên ferz daynin ciyê pêşin? Em gerekê hemû tiştî bikin, wekî nekevine bin deyna. Lê hergê tu heta niha bin deynada nî, her tiştî bike, wekî deynê xwe kêm kî, yan ji bi temamî bidî. Hergê em fesal nîbin, tiştên matêrîalî dikarin gelek wede û qewatê ji me bistînin, û emê îda nikaribin wede veqetînin bona dua, hînbûnê yan xizmetkirinê. Dewsa ku pey tiştên matêrîalî kevin, em dixwazin hîn bin, ku “bi wan em razî bin”, çi ku bal me heye (1 Tîmotêyo 6:8). Û em çi derecada bin jî, wê baş be bifikirin, ça em dikarin diha zêde Yehowara xizmet kin.

21. Çima hûn gerekê safî kin, çi gerekê ciyê pêşin bigire dilê weda?

21 Nêtên rast dayne pêşiya xwe. Em gerekê wede, qewat û perê xwe bi bîlanî bidine xebatê. Hergê em fesal nîbin, dibeke tiştên neferz, mesele xwendina bilind yan pere, wedê meyî qîmet ji me bistînin. Îsa got: “Lê berê pêşin . . . Padşatiya Xwedê bigerin” (Metta 6:33). Safîkirin, xeyset, grafîk û nêt-fikirên me eyan dikin, ku dilê meda çi ciyê pêşin digire.

XEBATA LAPE FERZ, KÎJAN EM DIKARIN BIKIN

22, 23. a) Kîjan e xebata lape ferz, ya ku em ça Mesîhî gerekê bikin? b) Çi dikare alî me bike şabûnê bistînin ji xebata xwe?

22 Xizmetkirina me Yehowara û belakirina mizgîniya xêrê, xebateke lape ferz e bona me (Metta 24:14; 28:19, 20). Mîna Îsa em jî dixwazin wê xebatêda her tiştî bikin. Hinek xizmetkar derbazî wî cîyî bûne, kîderê hewcetiya mezin heye. Lê hinek jî zimanê xerîb hîn dibin, wekî merivara ser zimanê wan mizgîniyê bela kin. Hûn dikarin tevî wan xûşk-bira xeber din, yên ku wê yekêda cêribandî ne. Ewana wê tera gilî kin çawa jîyîna wana bextewar û baş bûye. (Bixûne Metelok 10:22.)

Xizmetkirina Yehowara gerekê lape ferz be jîyîna teda

23 Roja îroyîn, gelek ji me seva ku malbeta xwe xwey kin, êpêce wede xerc dikin ser xebatê û hela hê çend xebata dikin jî. Yehowa divîne û qîmet dike wê yekê, wekî em hemû tiştî dikin, seva ku malbeta xwe xwey kin. Firqî tune, em kîjan xebatê dikin, were em berdewam kin çev bidine Yehowa û Îsa, wekî bi xîret bixebitin. Û em gerekê bîra xweda xwey kin, ku xebata lape ferz ew e, wekî em Yehowara xizmet kin û mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê hemûyara gilî kin. Ew yek wê bi rastî şabûnê mera bîne.