Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 16

Miqabilî Mîrê-cina Derê

Miqabilî Mîrê-cina Derê

“Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (AQÛB 4:7).

1, 2. Çi em gerekê bizanibin derheqa Şeytan û cinên wî?

 YEHOWA soz dide, wekî emir dinya tezeda wê gelek xweş be. Axiriyê emê usa bijîn, çawa ku serê-sêrîda xwestina Xwedê bû. Lê niha em dinya usada dijîn, kîjan destê Şeytan û cinên wîda ne (2 Korintî 4:4). Rast e, em wana nikarin bivînin, lê ewana bi rastî hene û gelek qewat in.

2 Vî serîda emê şêwir kin, ku ça em dikarin xwe nêzîkî Yehowa bigirin û xwe ji Mîrê-cina xwey kin. Yehowa soz dide, wekî wê alî me bike. Lê dîsa jî em gerekê bizanibin, kîjan in mêtodên Mîrê-cina û ça cinên wî dikarin me bixapînin, seva ku hicûmî ser me kin.

“MÎNA ŞÊR MIRE-MIRA WÎ YE”

3. Mîrê-cina çi dixwaze serê me bike?

3 Mîrê-cina dibêje, wekî em seva kara xwe Yehowara xizmet dikin û hergê em bikevine derecên çetin, emê îda Wîra xizmet nekin. (Bixûne Îbo 2:4, 5.) Çaxê kesek nîşan dike, wekî dixwaze derheqa Yehowa pêbihese, Şeytan û cinên wî ewê yekê texmîn dikin û dixwazin wî bidine sekinandinê. Ewana gelek hêrs dikevin, çaxê meriv xwe tesmîlî Yehowa dike û tê nixumandinê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Mîrê-cina “mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Petrûs 5:8). Mîrê-cina dixwaze heleqetiya me tevî Xwedê kuta ke (Zebûr 7:1, 2; 2 Tîmotêyo 3:12).

Mîrê-cina hêrs dikeve çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin

4, 5. a) Mîrê-cina çi nikare bike? b) Çi tê hesabê “miqabilî Mîrêcin bisekinin”?

4 Lê em gerekê ji Şeytan û cinên wî netirsin, çimkî Yehowa wê nehêle, wekî ewana tiştekî serê me bikin. Yehowa soz dide, wekî “elaleteke . . . mezin”, dêmek Mesîhiyên rast, wê ji “tengasiya mezin” xilaz bin (Eyantî 7:9, 14). Mîrê-cina nikare tiştekî usa bike, wekî nehêle em xilaz bin, çimkî Yehowa cimeta xwe xwey dike.

5 Hergê em ji Yehowa dûr nekevin, Mîrê-cina wê nikaribe heleqetiya me tevî Xwedê xirab ke. Xebera Xwedê me dide bawerkirinê: “Her ku hûn bi Xudanra bin, ew jî bi wera be” (2 Dîrok 15:2; bixûne 1 Korintî 10:13.) Gelek merivên amin yên wedê berê, mesele Habîl, Henox, Nuh, Sera û Mûsa miqabilî Mîrê-cina disekinîn û Yehowara amin diman (Îbranî 11:4-40). Em jî dikarin vê yekêda çev bidine wan. Xebera Xwedê usa dibêje: “Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7).

EM BERDEWAM DIKIN ŞER BIKIN

6. Çi cûreyî Mîrê-cina hicûmî ser me dike?

6 Mîrê-cina zane, wekî Yehowa wê nehêle, ku ew hemû tişt çi ku dixwaze bîne serê me, lê yeke ew hemû mecala dide xebatê, seva heleqetiya me tevî Yehowa sist ke. Roja îroyîn, Mîrê-cina bi cûre-cûre mêtoda hicûmî ser me dike û wan mêtoda îda bi hezara sala dide xebatê. Gelo ew çi mêtod in?

7. Çima Mîrê-cina hicûmî ser cimeta Yehowa dike?

7 Yûhennayê şandî usa nivîsiye: “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Mîrê-cina ev dinya zulm kiriye bin destê xwe û dixwaze cimeta Yehowa jî bike bin destê xwe (Mîxa 4:1; Yûhenna 15:19; Eyantî 12:12, 17). Mîrê-cina zane, ku wedê wî hindik maye, lema jî ew pey her kesî ji me dikeve, wekî em Xwedêra amin nemînin. Carna Mîrê-cina şexsî hicûmî ser me dike, û gelek car hicûmkirinên wî bi fêlbaziyê ne.

8. Her Mesîhî gerekê çi fem bikin?

8 Efesî 6:12-da em xeberên usa dixûnin: “Şerê me . . . miqabilî ordiyêd ruhaniye xirabe li diyarê ezmana ne”. Şeytan û cinên wî hicûmî ser her Mesîhîkî kirine. Em gerekê fem bikin, wekî ewên ku xwe tesmîlî Yehowa kirine, wî şerîda nin. Pawlosê şandî, nema xweye Efesiyara, sê cara hêlanê dide Mesîhiya, wekî ewana “qewîn bisekinin” (Efesî 6:11, 13, 14).

9. Şeytan û cinên wî çi dixwazin serê me bikin?

9 Şeytan û cinên wî dixwazin bi cûre-cûre mêtoda me bixapînin. Hergê em cêribandinekêda serketine, ew nayê hesabê, wekî emê sed selefî cêribandinên dinda jî teyax kin. Mîrê-cina dixwaze bivîne em çida sist in û telika dayne, ku me bigire. Lê em dikarin nekevine telikên wî, çimkî em ji Kitêba Pîroz derheqa telikên Mîrê-cina pêdihesin (2 Korintî 2:11; binihêre Elametiya Zêde 31). Yek ji wan telika sêrbazî ye.

XWE JI CINA DÛR BIGIRE

10. a) Çi ye sêrbazî? b) Yehowa ça dinihêre ser sêrbaziyê?

10 Sêrbazî ew heye tevgirêdana tevî cina, bi saya hine tişta, mesele koçektî, felikvekirin, benik-bûtik yan xeberdana tevî miriya. Kitêba Pîroz mera dibêje, ku sêrbazî “kirêt e” û em nikarin hin sêrbaziyêva mijûl bin, hin jî Yehowara xizmet kin (Qanûna Ducarî 18:10-12; Eyantî 21:8). Mesîhî gerekê xwe ji hemû cûre sêrbaziya dûr bigirin (Romayî 12:9).

11. Hergê tiştên sêrbaziyê mera hewas bin, ew yek dikare me berbi çi bive?

11 Mîrê-cina zane, ku hergê dîna me here ser tiştên sêrbazî, hingê wîra wê diha hêsa be, me bike nava şixulên sêrbaziyê. Hemû cûre sêrbazî, wê heleqetiya me tevî Yehowa xirab kin.

MÎRÊ-CINA DIXWAZE ME BIXAPÎNE

12. Mîrê-cina dixwaze me çida bide bawerkirinê?

12 Mîrê-cina dixwaze meriva bixalifîne. Ew hêdî-hêdî şikê dike dilê meriva, heta ku meriv “ji xerabra dibêjin qenc, ji qencra dibêjin xerab” (Îşaya 5:20). Mîrê-cina dixwaze meriva bide bawerkirinê, ku şîretên ji Kitêba Pîroz bêkêr in û wekî emê diha bextewar bin, hergê normên Xwedê pişt guhê xweva bavêjin.

13. Mîrê-cina çi cûreyî şik dikire dila?

13 Mêtoda Mîrê-cina ya sereke ew e, ku şikê bike dilê me. Ew îda gelek wext evê mêtodê dide xebatê. Baxçê Êdênêda, Mîrê-cina seva ku şikê bike dilê Hêwayê, ji wê pirsî: “Rastî Xwedê gotîye wekî ji hemû darêd baxçe gerekê nexwin?” (Destpêbûn 3:1). Wede şûnda, rojên Îboda, Mîrê-cina hema ber çevê meleka pirs da Yehowa: “Ma Îbo ji cîhê vala ji Xwedê ditirse?” (Îbo 1:9). Mîrê-cina, paşî nixumandina Îsa, pê xeberên usa wî dicêriband: “Heger tu Kurê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan” (Metta 4:3).

14. Mîrê-cina sêrbaziyê ça dide kifşê?

14 Roja îroyîn jî, Mîrê-cina berdewam dike şikê bike dila. Ew hine cûrên sêrbaziyê usa dide kifşê, ça tiştekî hewas û bi wê yekê dixwaze, wekî meriv bifikirin, ku sêrbaziyêda tiştekî xirab tune. Hela hê hine Mesîhiya jî destpêkirine ser wê yekê çevê xwe dadin (2 Korintî 11:3). Lê em çi gerekê bikin, wekî xwe ji wê yekê xwey kin? Ça em dikarin îzbat bin, wekî em neketine telika Mîrê-cina? Were du dereca binihêrin, kîjanada em dikarin bêne xapandine: wedederbazkirin û mêtodên qenckirinê.

MÎRÊ-CINA XWESTINÊN ME MIQABILÎ ME DIDE XEBATÊ

15. Çawa bi saya wedederbazkirina, em dikarin bikevine nava sêrbaziyê?

15 Roja îroyîn gelek sînem, vîdêo, bernamên têlêvîziyonê, lîstikên ser komputerê û malperên întêrnêtê tije ne bi sêrbaziyê, koçektiyê û qewatên netebiyetî. Gelek meriv ser wê yekê dinihêrin, ça ser tiştekî normal û ne jî fem dikin, wekî îzinê didine cina, wekî ser emirê wan hukum kin. Meriv dikare tiştên cinava bê girêdanê bi saya horoskopê, felikvekirina bi karta, nihêrandina ser qahweyê û desta. Mîrê-cina usa dike, wekî ew tişt hewas û bêxof bêne kifşê. Meriv usa jî dikarin bifikirin, wekî xofî wê yekêda tune, hergê tiştên cinava girêdayî binihêrin, çimkî ewana xwexa wan tişta nakin. Çima fikirên usa xof in? (1 Korintî 10:12).

16. Çima em gerekê xwe ji wedederbazkirinên sêrbaziyêva girêdayî, dûr bigirin?

16 Şeytan û cinên wî nizanin em derheqa çi difikirin. Lê pê şixul û safîkirinên meye derheqa wedederbazkirina, dikarin têderxin çi me xweş tê. Usa jî çaxê em dijbêrin sînema, kilama, kitêbên koçektiyê, benik-bûtik, û tiştên dine cinava girêdayî, hingê Şeytan û cinên wî dikarin têderxin, wekî ev tişt mera hewas in. Wî çaxî ewana wê bixwazin hê zêde me bikine nava sêrbaziyê. (Bixûne Galatî 6:7.)

17. Mîrê-cina ça dikare hukum ke ser xwestina me, wekî sihet-qewat bin?

17 Mîrê-cina usa jî dikare ser me hukum ke, bi xwestina meye sihet-qewat bin. Roja îroyîn gelek meriv ji bo nexweşiya diçerçirin. Diqewime meriv gelek cûre qenckirin cêribandiye, lê qenc nebûye (Marqos 5:25, 26). Ji bo wê yekê, ew dikare usa dilteng be, wekî ser hemû cûrên qenckirinê jî qayîl be. Lê em, ça Mesîhî, gerekê fesal bin, wekî tevî mêtodên qenckirinêye sêrbaziyêva girêdayî, qayîl nebin (Îşaya 1:13).

Îtbariya xwe Yehowa bîne çaxê tu nexweş î

18. Ji kîjan mêtodên qenckirinê Mesîhî gerekê xwe dûr bigire?

18 Wedê Îsraêlên berê, hebûn merivên usa ku sêrbaziyêva mijûl dibûn. Yehowa digote wan: “Dema hûn destên xwe vekin, ezê çevên xwe ji we veşêrim; dema hûn zahf duayan bikin jî ezê guhdarî nekim” (Îşaya 1:15). Hela bide ber çevê xwe, wekî Yehowa ne jî dixwest guh bida duayên wan! Em naxwazin tiştekî usa bikin, çi ku wê heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke û riya wî bigire alî me bike, îlahî gava em nexweş in (Zebûr 41:3). Pêşiya ku mêtoda qenckirinê bijbêrin, em gerekê lêkolîn kin, hela ew mêtod sêrbaziyêva û qewata netebiyetîva girêdayî nîne (Metta 6:13). Hergê girêdayî ye, dêmek em gerekê xwe ji wê mêtodê dûr bigirin! (Binihêre Elametiya Zêde 32.)

SERHATIYÊN CINAVA GIRÊDAYÎ

19. Mîrê-cina çi dike, wekî gelek meriv wî bitirsin?

19 Hine meriv difikirin ku Şeytan û cinên wî kesên rêalî nînin, lê hinek ji qewimandinên emirê xweda zanin, wekî ewana rêalî ne. Gelek meriv bin tirsa ruhên xirabda dijîn û bûne dîlê eyd-qeyda. Lê hinek jî tirsê dikine dilê meriva bi wê yekê, ku gilî dikin cin çi serê meriva dikin. Gelek car serhatiyên usa hewasa meriva pêşda tînin, û ewana hêlan dibin derheqa wê yekê merivên dinra jî gilî kin. Serhatiyên wî cûreyî tirsa Mîrê-cina dikine ser meriva.

20. Çawa dikare usa biqewime, wekî em derewên Mîrê-cina bela kin?

20 Bifikire derheqa wê yekê, wekî Mîrê-cina dixwaze, ku meriv wî bitirsin (2 Têsalonîkî 2:9, 10). Ew yekî derewîn e û zane ça hukum ke ser wan meriva, yên ku hewasa xwe hindava sêrbaziyê pêşda tînin. Û ew dikare usa bike, wekî meriv baweriya xwe wan tişta bîne, çi ku nerast in. Ew meriv dikarin gilî kin derheqa wan tişta, çi ku bi texmîna wan, wana dîtiye yan bihîstiye. Ewana çiqas car gilî dikin, haqas car jî tişta serda zêde dikin. Em naxwazin wê yekêda piştgiriya Mîrê-cina bikin, ku bi wan serhatiya, tirsa wî bikine ser meriva (Yûhenna 8:44; 2 Tîmotêyo 2:16).

21. Dewsa ku derheqa serhatiyên cina xeber din, em gerekê derheqa çi xeber din?

21 Hergê yek ji Şedên Yehowa xwexa rastî dereceke cinava girêdayî hatiye, ewê, seva wede tevî hevala hewas derbaz ke, serhatiyên cinava girêdayî gilî neke. Cimeta Yehowa gerekê Şeytan û cinên wî netirsin. Lê dewsê em gerekê dîna xwe bidine ser Îsa û qewata, ku Yehowa daye wî (Îbranî 12:2). Îsa şagirtên xwera serhatiyên derheqa cina gilî nedikir. Ewî dîna xwe dida mizgîniya derheqa Padşatiyê û ser “kirêd Xwedêye mezin” (Karên Şandiya 2:11; Lûqa 8:1; Romayî 1:11, 12).

22. Em çi safîkirina gerekê bikin?

22 Bira tu car bîra me neçe, wekî nêta Mîrê-cina ew e, wekî heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke. Ew hemû mecala dide xebatê, seva ku nêta xwe bîne sêrî. Em zanin, wekî Mîrê-cina gelek mêtoda dide xebatê, û em xwe dûr digirin ji her tiştên cinava girêdayî. Em gerekê “cî nedine Mîrêcin”, ku aminiya me sist ke. (Bixûne Efesî 4:27.) Belê hergê em pêşberî Mîrê-cina derên, emê bikaribin xwê ji telikên wî dûr bigirin û bin perê Yehowada bêne xweykirinê (Efesî 6:11).