Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Nema ji Koma Rêberiyê

Nema ji Koma Rêberiyê

Bona wan yên ku Yehowa Xwedê û Xebera wî hiz dikin:

Îsa got: “Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32). Hela bînin bîra xwe, we çi ser xwe texmîn kir, gava cara pêşiyê derheqa rastiya ji Kitêba Pîroz pêhesiyan! Şabûneke mezin ew bû, wekî vê dinyayêda ku bi derewa tije ye, em derheqa rastiyê pêhesiyan (2 Tîmotêyo 3:1).

Yehowa Xwedê dixwaze, wekî em derheqa rastiyê pêbihesin. Em meriva hiz dikin, lema jî dixwazin derheqa rastiyê wanara gilî kin. Lê seva ku Xwedêra xizmet kin, diha zêde tişt lazim e. Em bi dil û can prînsîpên Yehowa qîmet dikin, lema jî em gerekê her tiştî bikin, seva ku bijîn ça Mesîhî. Îsa da kifşê ku em ça dikarin Xwedêra îzbat kin, wekî wî hiz dikin. Ewî got: “Heger hûn temiyêd min xwey kin, hûnê hizkirina minda bimînin, çawa ku min temiyêd Bavê xwe xwey kirin û hizkirina wîda dimînim” (Yûhenna 15:10).

Îsa bi rastî Bavê xwe hiz dike û her tiştî çi ku Bav ji wî dewa dike, tîne sêrî. Hergê wê yekêda em çev bidine Îsa, emê dilê Yehowa şa kin û hizkirina wî qazanc kin. Îsa got: “Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin gava biqedînin” (Yûhenna 13:17).

Em bawer in, wekî ev edebyet wê alî we bike, wekî hûn anegorî rastiya ji Kitêba Pîroz bijîn û bibine dostên Xwedê. Em dua dikin, wekî hizkirina we hindava Xwedê hê zêde be û “hizkirina Xwedêye . . . ku jiyîna heta-hetayê bide we”, nav xweda xwey kin (Cihûda 21).

Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa