Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 11

Paşî Dewatê

Paşî Dewatê

“Hizkirin tu car kuta nabe” (1 KORINTÎ 13:8).

1, 2. Gelo çaxê çetinayî zewacêda hene, ew tê hesabê ku zewac bêkêr e? Şiroveke.

 ZEWAC pêşkêşa ji Yehowa ye. Ew dikare emirê meriva bextewar ke. Lê yeke, hemû zewacada dikare problêm pêşda bên. Diqewime usa bê kifşê, wekî ew problêm wê tu car kuta nebin, û jin-mêr wê nikaribin heleqetiya usa nêzîk xwey kin, çawa berê.

2 Em gerekê ecêbmayî nemînin, gava zewacêda rastî çetinaya tên. Bi rastî, çaxê çetinayî hene, ev nayê hesabê wekî zewaca me bêkêr e. Derecên usa jî hebûne, çaxê jin û mêr rastî çetinayên mezin hatine, lê karibûne dîsa hevra baş bin û zewaca xwe hê qewî kin. Gelo çawa?

HELEQETIYA NÊZÎK XWEY KIN TEVÎ XWEDÊ Û TEVÎ HEVDU

3, 4. Carna zewacêda çi dikare biqewime?

3 Merivên ku hev distînin, gelek ji hev cude dibin, mesele, fikirada, kirada, û wê yekêda çi hiz dikin û çi hiz nakin. Usa jî, eyd-qeydên wan û ça hatine mezinkirinê dikare mîna hev nîbe. Wede û qewat lazim e, wekî ewana hevdu rind nas kin û fem kin.

4 Jin-mêr dikarin şixulên xweva usa mijûl bin, wekî hêdî-hêdî dilsarî bikeve orta wan. Û dikare bê kifşê, wekî her kes seva xwe dijî. Lê gelo çi dikare alî wan bike, wekî hindava hevdu sar nebin?

Şîretên ji Kitêba Pîroz gelek ferz in bona zewaca baş

5. a) Çi dikare alî Mesîhiya bike, wekî heleqetiya nêzîk tevî jin yan mêrê xwe xwey kin? b) Anegorî Îbranî 13:4, nihêrandina me ser zewacê gerekê, çi cûreyî be?

5 Yehowa şîretên lapî baş dide, kîjan ku dikarin alî te û hevalzewacê te bikin, wekî heleqetiya nêzîk xwey kin tevî Xwedê û tevî hevdu (Zebûr 25:4; Îşaya 48:17, 18). Ew mera dibêje: “Zewaca her kesî bira hurmet be” (Îbranî 13:4, DT). Çi ku hûn hesab dikin, wekî hêjayî hurmetkirinê ye, gerekê bona we ferz û qîmet be. Yehowa dixwaze, wekî nihêrandina te ser zewacê hema usa be.

HIZKIRIN HINDAVA YEHOWA DIKARE ALÎ ZEWACA TE BIKE

6. Çi tê gotinê Metta 19:4-6-da derheqa nihêrandina Yehowa ser zewacê?

6 Yehowa zewaca pêşin saz kir. Kurê wî, Îsa, got: “We ne xwendiye, serê sêrîda Efirandar ‘ew nêr û mê xuliqandin?’ û got: ‘Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek’. Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Bona vê yekê ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Metta 19:4-6). Serê sêrîda Yehowa zewac usa saz kir, wekî ew heta-hetayê bikişîne. Ewî dixwest, wekî neferên malê şabûnê bistînin ji heleqetiya nêzîk orta hevdu û bextewar bin.

7. Jin û mêr ça dikarin zewaca xwe qewî kin?

7 Roja îroyîn jin û mêr rastî gelek çetinaya tên. Carna çetinayî usa giran in, wekî ewana difikirin ku halê wan xirab e û gerekê ji hev biqetin. Lê hergê em nihêrandina Yehowa ser zewacê, hildidin hesab, ew yek wê alî me bike (1 Yûhenna 5:3).

8, 9. a) Çi derecada em gerekê guh bidine rêberiya Yehowa hindava zewacê? b)  Em ça dikarin bidine kifşê ku zewaca xwe qîmet dikin?

8 Rêberiyên ji Yehowa timê bona kara me ne. Çawa me îda dît, ew şîretê dide me: “Zewaca her kesî bira hurmet be” (Îbranî 13:4, DT; Waîz 5:4). Hergê em guh bidine rêberiya Yehowa hingê jî, çaxê mera çetin e, emê eseyî karê bistînin (1 Têsalonîkî 1:3; Îbranî 6:10).

9 Em zewaca xwe gelek qîmet dikin, lema jî xwe dûr digirin ji xeber û kirên usa, ku dikarin ziyanê bidin zewaca me. Dewsê em dixwazin heleqetiya xwe tevî hevalzewacê xwe diha qewî kin. Lê em ça dikarin ewê yekê bikin?

ZEWACA XWE BI XEBER Û KIRA HURMET KE

10, 11. a) Çi cûre çetinayî hine zewacada hene? b) Çira gelek ferz e, ku em çi cûreyî tevî jin yan mêrê xwe xeber didin?

10 Jin û mêr dikarin bi gelek cûra dilê hev bêşînin. Em zanin, wekî Mesîhî tu car gerekê destê xwe ser jin yan mêrê xwe hilnekişînin yan jî tiştekî usa nekin, ku aliyê fîzîkîda ziyanê bidine hev. Xêncî wê yekê, em usa jî dikarin pê giliya ziyanê bidine hev. Gilî dikarin mîna şûr tûj bin. Kulfetekê got: “Mêrê min pê giliya min birîndar dike. Rast e, ser bedena min dexme tune ne, lê giliyên usa ça ‘Tu seva min bargiran î!’ û ‘Tu qe ne tiştek î!’ dilê min birîndar dikin”. Mêrekî got, wekî jina wî timê xeberdanêda wî nimiz û bêhurmet dike. Ewî got: “Ez ne jî dikarim wan giliyên, ku jina min minra dibêje, ber meriva bêjim. Lema jî minra çetin e tevî wê xeber dim, û ji bo wê yekê ez heta dereng ciyê xebatê dimînim. Wêderê ez xwe diha bêxofiyêda texmîn dikim”. Rojên meda xeberên ku meriva bêhurmet, nimiz û aliyê êmosiyalîda birîndar dikin, bûne tiştekî tebiyetî.

11 Çaxê mêr û jin hevra sert xeber didin, ew yek ça dexme dimîne ser dilê wan, û gelek wede lazim e, wekî ev êş derbaz be. Zelal e, ku Yehowa naxwaze, wekî jin û mêr hindava hevda xwe usa bidine kifşê. Lê carna, tu ne jî dikarî texmîn kî ça dilê hevalzewacê xwe dêşînî. Tu dikarî bifikirî, ku hindava hevalzewacê xwe heyf î, lê gelo hevalzewacê te çi difikire? Lê hergê te tiştekî usa got ku dilê hevalzewacê te êşiya, gelo tuyê hazir bî nav xweda guhastina bikî? (Galatî 5:15; bixûne Efesî 4:31.)

12. Ewên ku zewacêda nin, heleqetiya wan tevî Yehowa ça dikare bikeve bin qeziyê?

12 Seva Yehowa gelek ferz e, ku tu çi cûreyî xeber didî tevî hevalzewacê xwe, firqî tune ber meriva yan başqe. (Bixûne 1 Petrûs 3:7.) Aqûb 1:26 tîne bîra me: “Heger yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e”.

13. Çi cûreyî kesek dikare dilê jin yan mêrê xwe bêşîne?

13 Hene derecên usa, kîjanada jin û mêr gerekê bi qedir bin hindava hestên hev. Mesele, hevalzewacê te wê ça xwe texmîn ke, hergê tu gelek wext tevî kesekî din derbaz kî? Dibeke dilê hevalzewacê te wî çaxî jî bêşe, hergê seva wê yekê meniya te heye. Mesele tu tevî kesekî derdikevî xizmetiyê yan jî alîkariyê didêyî, wekî ew, problêma xwe safî ke? Jineke Mesîhî dibêje: “Çaxê ez divînim wekî mêrê min çiqas wede xerc dike bona xûşkeke civatê, dilê min dêşe û ez xwe nimiz hesab dikim”.

14. a) Em çi pêdihesin ji Destpêbûn 2:24? b) Kîjan pirsa em gerekê bidine xwe?

14 Çawa Mesîhî, cabdariyên me hene hindava dê-bavê me û usa jî hindava xûşk-birên me civatêda. Lê çaxê em dizewicin, cabdariya meye sereke, îda hindava hevalzewacê me ye. Yehowa got, wekî mêr “xwe li jina xwe bigire” (Destpêbûn 2:24). Hest û fikirên jin yan mêrê me gerekê gelek ferz bin bona me. Pirsê bide xwe: “Gelo ez wede, hizkirin û dîna xwe haqas didime hevalzewacê xwe, çiqas ew hewce û hêja ye?”

15. Çira Mesîhiyê ku zewacêda ne gerekê fesal be, wekî heleqetiya xwe tevî merivên din nêzîk neke?

15 Hergê em heleqetiya nêzîk tevî kesekî saz dikin, ne ku tevî jin yan mêrê xwe, ew dikare çetinaya malbetêda pêşda bîne. Dikare biqewime ku êmosiyalîda em tevî kesekî din bêne girêdanê û hestên romantîk hindava wî merivî nav meda pêşda bên (Metta 5:28). Ew hest dikarin hê qewî bin û te bibine berbi tiştekî usa, çi ku dikare zewaca te bêhurmet ke.

“CÎ-NIVÎN HELAL BE”

16. Kitêba Pîrozda çi temî tê dayînê derheqa zewacê?

16 Kitêba Pîrozda, paşî wan xebera: “Zewaca her kesî bira hurmet be, DT”, tê gotinê: “Cî-nivîn helal be, çimkî Xwedê wê dîwana çevder û zinêkara bike” (Îbranî 13:4). Xebera “cî-nivîn” tê hesabê heleqetiya sêksûalî orta jin û mêrda (Metelok 5:18). Çawa em dikarin qedir bidine kifşê, hindava wan heleqetiya û cî-nivînê xwe heram nekin?

17. a) Nihêrandina gelek merivên vê dinyayê ser qaviyê, çi cûreyî ye? b) Mesîhî gerekê ça binihêrin ser qaviyê?

17 Roja îroyîn, hine meriv difikirin ku tiştekî normal e, hevalzewacê xwera neamin bin. Em gerekê îzinê nedin, wekî nihêrandina vê dinyayê ser me hukum be. Yehowa mera zelal dide kifşê, wekî ew qaviyê nefret dike (Bixûne Romayî 12:9; Îbranî 10:31; 12:29). Hergê em tevî kesekî qaviyê bikin, yê ku hevalzewacê me nîne, bi wê yekê emê zewaca xwe heram kin. Usa emê qedir nedine kifşê hindava normên Yehowa û ziyanê bidine heleqetiya xwe tevî wî. Lema em gerekê xwe ji qaviyê dûr bigirin û aliyê wêda qe gavekê jî nekin. Dikeve nava wê yekê usa jî fikirên nerast û netemiz hindava kesekî din (Îbo 31:1).

18. a) Çira bênamûsî mîna hebandina xudanên qelpra ye? b) Ça Yehowa dinihêre ser bênamûsiyê?

18 Wedê Îsraêlên berê, anegorî Qanûna Mûsa, qavî dihate hesabê ça gunekî gelek giran, usa çawa hebandina xudanên qelp. Cezakirin bona herd guna jî mirin bû (Qanûna Kahîntiyê 20:2, 10). Bênamûsî çi cûreyî mîna hebandina xudanên qelpra bû? Hergê Îsraêlî xudanên qelp diheband, bi wê yekê ewî sozê xwe ku Yehowara aminiyê xwey ke, nedianî sêrî. Hergê ewî bênamûsî kir, ew tê hesabê, wekî ewî sozê xwe neanî sêrî, ku hevalzewacê xwera amin bimîne (Derketin 19:5, 6; Qanûna Ducarî 5:9; bixûne Malaxî 2:14.) Zelal e, wekî wedê berê Yehowa bênamûsî hesab dikir ça gunekî gelek giran.

19. Çi dikare alî me bike, wekî em safîkirinên bîlanî bikin?

19 Lê çi em dikarin bêjin derheqa roja îroyîn? Rast e em bin Qanûna Mûsada nînin, lê dîsa jî nihêrandina Yehowa nehatiye guhastinê. Mîna wê yekê, ça emê tu car serê xwe ber xudanên qelp daneynin, hema usa jî emê tu car bênamûsiyê nekin û bi wê yekê neaminiyê hindava hevalzewacê xwe nedine kifşê (Zebûr 51:1, 4; Kolosî 3:5). Hergê em tiştekî usa bikin, emê zewaca xwe û navê Xwedê Yehowa bêhurmet kin. (Binihêre Elametiya Zêde 26.)

ÇAWA ZEWACA XWE QEWÎ KIN

20. Ça bîlanî dikare zewacêda karê bîne?

20 Em ça dikarin zewaca xwe qewî kin? Xebera Xwedê dibêje: “Bi serwaxtîyê mal tê çêkirinê û bîlantîyê tê qedîmkirinê” (Metelok 24:3). Mal dikare sar û vala be, yan germ, xweş û rihet be. Ewê yekê em dikarin derheqa zewacê jî bêjin. Merivê bîlan hemû tiştî dike, wekî zewaca wî bêxof, rihet û bextewar be.

21. Çawa zanebûn dikare zewaca me qewî ke?

21 Derheqa wê malê Kitêba Pîrozda dîsa usa tê gotinê: “Pê zanistîyê hindur bi her tiştêd biha û xişirêd hewaskarva tê tijîkirinê” (Metelok 24:4). Ew çi ku tu ji Xebera Xwedê hîn dibî, dikare zewaca te diha baş ke (Romayî 12:2; Fîlîpî 1:9). Çaxê hûn tevayî Kitêba Pîroz yan edebyetên me dixûnin, şêwir kin, wekî hûn ça dikarin zewaca xweda, çi ku we xwand, bidine xebatê. Mecalê bigerin, seva ku hizkirin û qedir hindava hev bidine kifşê, hevra heyf bin û bona hev xem kin. Ji Yehowa hîvî kin, wekî alî we bike, wekî hûn hunurên usa nav xweda pêşda bînin, wekî zewaca we hê qewî be û hê zêde hizkirinê bidine kifşê hindava hevda (Metelok 15:16, 17; 1 Petrûs 1:7).

Wedê qulixkirina tevî malbetê, îtbariya xwe rêberiya Yehowa bînin

22. Çima em gerekê hizkirin, qedir û qîmetê bidine kifşê hindava hevalzewacê xwe?

22 Em gerekê hemû tiştî bikin, wekî hizkirin, qedir û qîmetê bidine kifşê hindava mêr yan jina xweda. Wî çaxî wê zewaca me hê qewî û hîmgirtî be. Ya lape ferz ew e, wekî bi wê yekê emê dilê Yehowa şa kin (Zebûr 147:11; Romayî 12:10).