Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 7

Tu Jîyînê Usa Qîmet Dikî Çawa Xwedê Qîmet Dike?

Tu Jîyînê Usa Qîmet Dikî Çawa Xwedê Qîmet Dike?

“Çimkî kanîya jîyanê li cem Te ye” (ZEBÛR 36:9).

1, 2. Kîjan pêşkêşa qîmet, Yehowa daye me?

 YEHOWA pêşkêşeke qîmet daye me her kesî. Ew pêşkêş jîyîn e (Destpêbûn 1:27). Ew dixwaze, wekî em bi emirekî bextewar bijîn. Lema jî ew prînsîpa dide me, seva ku em hîn bin safîkirinên rast bikin. Em gerekê wan prînsîpa bidine xebatê, seva ku bibine merivên usa, yên ku “qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbranî 5:14). Hergê em usa bikin, emê îzinê bidin, wekî Yehowa me hîn ke, ku em rast bifikirin. Çaxê em pê prînsîpên Xwedê dijîn û divînin, wekî ew yek çi karê mera tîne, em fem dikin, ku ew prînsîp çiqas qîmet in.

2 Emir dikare gelek çetin be. Em dikarin gelek car rastî derecên usa bên, derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda rêberiya konkrêt nehatiye dayînê. Mesele, mera dikare lazim be bijbêrin mêtodên qenckirinêye xûnêva girêdayî. Çawa em dikarin safîkirinên usa bikin, ku dilê Yehowa şa kin? Prînsîpên Kitêba Pîroz mera didine kifşê, ku Yehowa ça dinihêre ser jîyînê û xûnê. Hergê em wan prînsîpa rind fem kin, emê bikaribin safîkirinên bîlanî bikin û îsafa temiz xwey kin (Metelok 2:6-11). Were niha çend prînsîpa şêwir kin.

ÇAWA XWEDÊ DINIHÊRE SER EMIR Û XÛNÊ?

3, 4. a) Çawa Yehowa eyan kir nihêrandina xwe ser xûnê? b) Xûn çi tê hesabê?

3 Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî xûn pîroz e, çimkî ew tê hesabê emir. Emir jî gelek qîmet e ber çevê Yehowa. Paşî wê yekê, çaxê Qayîn birê xwe kuşt, Yehowa gote wî: “Dengê xûna birê te ji erdê şikîyatê xwe li min dike” (Destpêbûn 4:10). Xûna Habîl dihate hesabê emirê wî. Çaxê Qayîn birê xwe Habîl kuşt, dêmek ewî emir ji wî stand.

4 Paşî Sêlava wedê Nuh, Xwedê gote meriva, wekî ewana dikarin goşt bixwin, lê temîke usa da wan: “Goşt saxîyêda, awa gotî xûnêva nexwin” (Destpêbûn 9:4). Ew temî hatibû dayînê bona hemû zuretên Nuh, hela hê mera jî. Eyan e, wekî bona Yehowa xûn tê hesabê emir. Nihêrandina me jî gerekê mîna ya wî be (Zebûr 36:9).

5, 6. Çawa Qanûna Mûsa dide kifşê nihêrandina Yehowa ser xûnê?

5 Yehowa Qanûnêda, ya ku Ewî dabû Mûsa, got: “Heger yekî . . . xûna heywanekî bixwe, ezê berê xwe bidime ew kesê xûnxwar û wî ji nava cimeta wî unda kim. Çimkî emirê her bînberî xûnêda ye” (Qanûna Kahîntiyê 17:10, 11).

6 Qanûna Mûsada hatibû gotinê, wekî ewê ku heywana bona xwarinê dikuje, gerekê pêşiyê xûna wî birêje ser erdê. Bi wê yekê eyan dibû, wekî emirê heywên paşda vedigere bal Efirandarê vî, Yehowa (Qanûna Ducarî 12:16; Hezeqêl 18:4). Lê Yehowa dewa nedikir, wekî Îsraêlî usa bikin, ku niqitke xûn goştda nemîne. Hergê wana usa dikir, çawa ji wan dihate dewakirinê, wekî xûn bê rêtinê, wî çaxî wana dikaribû bi îsafa temiz ew goşt bixwarana. Çaxê wana hindava xûna heywana qedir didane kifşê, bi wê yekê wana qedirê Yehowa, Pêşkêşdarê emir, digirtin. Qanûnê usa jî ji Îsraêliya dewa dikir, wekî seva baxşandina gunên xwe heywana bikine qurban. (Binihêre Elametiya Zêde 19 û 20.)

7. Çawa Dawid qedir hindava xûnê da kifşê?

7 Em dikarin ji derecekê bivînin, ku xûn çiqas qîmet e. Ew derece qewimî çaxê Dawid şer dikir tevî Filistiya. Eskerên Dawid dîtin, wekî ew gelek tî ye, lema jî wana emirê xwe kirine bin qeziyê, çûne meydana dijmina, seva wîra avê bînin. Lê çaxê wana av anî û dane Dawid, ewî înkar kir avê vexwe, û ber Yehowa rêt. Dawid got: “Ya Yahowa naqewime ku ez vê yekê bikim! Ezê ça xûna van meriya vexwim, yên ku nefsa xwe dane ber qeziyê”. Dawid fem dikir ku emir û xûn çiqas qîmet e ber çevê Xwedê (2 Samûyêl 23:15-17, DT).

8, 9. Roja îroyîn nihêrandina Mesîhiya ser xûnê, gerekê çi cûreyî be?

8 Paşî mirina Îsa, cimeta Xwedêra îda nelazim bû Qanûna Mûsa biqedînin. Lê Yehowa ji Mesîhiya dewa dikir çend temiyên wê Qanûnê bînin sêrî. Rast e wanara îda nelazim bû heywana bikine qurban, lê ewana dîsa jî gerekê xwe “dûrî . . . xûnê” bigirtana. Ev usa ferz bû, çawa xwe dûr bigirin ji bênamûsiyê û pûta (Karên Şandiya 15:28, 29).

Ça ez dikarim şirovekim safîkirina xwe hindava firaksiyên xûnê?

9 Ew yek roja îroyîn jî ferz e. Em çawa Mesîhî zanin, wekî Yehowa ye Kaniya jîyînê, û emir ji wî ye. Em usa jî fem dikin, wekî xûn pîroz e û tê hesabê emir. Lema em gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz hildine hesab, çaxê safî dikin kîjan mêtodên qenckirinê yên ku xûnêva girêdayî ne, bidine xebatê.

XEBITANDINA XÛNÊ MÊDÎSÎNÊDA

10, 11. a) Nihêrandina Şedên Yehowa ser xebitandina xûnê û çar parên wê, çi cûreyî ye? b) Kîjan safîkirinên şexsî, her Mesîhî gerekê xwexa bike?

10 Şedên Yehowa fem dikin, wekî ev gotin “dûrî . . . xûnê . . . bin” tê hesabê, ne ku tenê xûnê nexwin û venexwin, lê hê zêde tişt. Ew usa jî tê hesabê xûnê berî xwe nedin, ne jî xûna xwe bidine xweykirinê, seva berî kesekî din bidin. Ew hin jî tê hesabê, ku tu yek ji çar parên xûnêye sereke, dêmek êrîtrosît, lêykosît, trombosît û plazma, berî xwe nedin.

11 Ew çar parên xûnêye sereke têne parevekirinê ser parên diha hûr, yên ku hatine navkirinê ça firaksiya. Her Mesîhî gerekê xwexa safî ke, ku kîjan firaksiya dikare qebûl ke, lê kîjan na. Usa jî gerekê safî ke tevî kîjan mêtodên qenckirinê, yên ku xûnêva girêdayî ne, qayîl be. Her kes gerekê xwexa safî ke, wekî tevî xûna wî çi bikin û çi na, wedê opêrasiyayê, wedê analîza xûnê, usa jî wedê mêtodeke qenckirinê. Ew mêtod ev e, ku xûn tu cîkî nayê xweykirinê, lê ji bedenê dikeve maşîna xebitandina xûnê, tê temizkirinê û paşda vedigere bedenê. (Binihêre Elametiya Zêde 21.)

12. a) Çira safîkirinên meye ser hîmê îsafa me, gelek ferz in bona Yehowa? b) Çawa em dikarin hindava mêtodên qenckirinê safîkirinên bîlanî bikin?

12 Gelo bona Yehowa ferz e safîkirina meye şexsî, ya ku girêdayî ye tevî îsafa me? Erê, ferz e. Yehowa hildide hesab nêt û fikirên me. (Bixûne Metelok 17:3; 24:12.) Wî çaxî gava em ber safîkirinê sekinîne, ku kîjan mêtodên qenckirinê bijbêrin, em gerekê dua bikin, wekî Yehowa rêberiyê bide me û usa jî wan mêtodên qenckirinê lêkolîn kin. Paşî wê yekê, em gerekê bidine xebatê îsafa xweye ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî, seva ku safîkirina şexsî bikin. Em gerekê ji kesekî nepirsin, ku ewî wê çi bikira hergê dewsa me bûya, û tu kes gerekê hukum neke ser safîkirina me. Her Mesîhî wê xwexa “xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5; Romayî 14:12).

QANÛNA YEHOWA EYAN DIKE HIZKIRINA WÎ HINDAVA ME

13. Çi em pêdihesin derheqa Yehowa ji qanûn û prînsîpên wî hindava xûnê?

13 Her tişt çi ku Yehowa me hîn dike, bona kara me ye û hizkirina wî mera eyan dike (Zebûr 19:7-11). Lê usa nîbe, ku hûn tenê bona kara xwe guh bidine Yehowa. Em guh didine wî çimkî wî hiz dikin. Hizkirina me hindava Yehowa hêlanê dide me, wekî em xûnê berî xwe nedin (Karên Şandiya 15:20). Ew yek usa jî kar e bona sihet-qewata me. Roja îroyîn, gelek meriv zanin derheqa ziyana ku ji xûnberdanê pêşda tê û gelek hekîm bawer in, wekî opêrasiya, ku bê xûn tê kirinê diha baş e bona sihet-qewata meriva. Ew yek eyan e, wekî rêberiyên Yehowa bîlan in û ji hizkirinê ne (Bixûne Îşaya 55:9; Yûhenna 14:21, 23).

14, 15. a) Yehowa kîjan qanûn dabûn cimeta xwe, seva ku wana xwey ke? b) Tu ça dikarî wan prînsîpên, ku ser hîmê wan qanûna ne, bidî xebatê?

14 Qanûnên Xwedê hertim têne dayînê bona kara cimeta wî. Yehowa Îsraêlên berêra qanûn kifş kir, seva ku wana ji qeziya xwey ke. Mesele, qanûnekêda dihate gotinê, wekî xweyê malê gerekê dora banê mala xwe sûr ke, seva ku tu kes jorda nekeve (Qanûna Ducarî 22:8). Qanûneke dinda dihate gotinê derheqa heywana. Hergê gayê kesekî meriva dixist, ew cabdar bû miqatî gayê xwe be, seva ziyanê nede tu kesî (Derketin 21:28, 29). Hergê Îsraêlî guh neda vê qanûnê, û ji bo wê yekê kesek bimira, ew seva wê yekê cabdar bû.

15 Ji wan qanûna tê kifşê, wekî emir çiqas qîmet e ber çevê Yehowa. Zanebûna wê yekê çawa gerekê ser me hukum be? Em gerekê bidine kifşê, wekî emir qîmet dikin, bi wê yekê ku ça em xem dikin bona avayî û ereba xwe, çawa erebê dajon, û çi cûre hêsabûn dijbêrin. Hine meriv, îlahî yên cahil difikirin, wekî wê tiştek neyê serê wan, lema jî ewana xwe dikine bin qeziyê û derecên xofda fesal nînin. Lê Yehowa naxwaze, wekî em jî usa dişirmîş bin. Ew dixwaze, wekî em emirê xwe û emirê merivên din qîmet kin (Waîz 11:9, 10).

16. Çawa Yehowa dinihêre ser zarberkirinê?

16 Emirê her merivekî qîmet e ber çevê Yehowa. Hela hê emirê zara ku hê nehatiye bûyînê jî, qîmet e ber çevê wî. Qanûna Mûsada dihate gotinê, hergê kesek bê hemdê xwe ziyanê bide kulfeteke hemle, û ew kulfet bimire yan jî zar ber here, ew kes ber çevê Yehowa tê hesabê mêrkuj. Ew tê hesabê, hergê ewî kesî nexwestiye jî, lê usa qewimî ku yek mir, ew kes gerekê emir ji ber emirva bida. (Bixûne Derketin 21:22, 23.) Ber çevê Xwedê zara zikê dêda jî merivê sax e. Ji bo wê derecê, tu ça difikirî, Xwedê ça dinihêre ser zarberkirinê? Ça tu dişirmîş dibî, Xwedê çi texmîn dike, gava divîne ku her sal bi mîlîona zar têne berkirinê?

17. Çi dikare dil bide ber wê kulfetê, ya ku zar ber xwe kiribû pêşiya ku Yehowa nas kira?

17 Lê hergê kulfet heta Yehowa nas kira, îda zar ber xwe kiribû? Ew kulfet dikare bawer be, wekî Yehowa ser hîmê qurbana Îsa dikare bibaxşîne wê (Lûqa 5:32; Efesî 1:7). Hergê kulfet bi dil û can gunê xwe tobe dike, ew îda gerekê xwe neheq texmîn neke. “Dilşewat û rem e Xudan . . . Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e, haqasî jî guneyêd me ji me dûr xistî ne” (Zebûr 103:8-14).

FIKIRÊN ZULM JI HIŞÊ XWE DERXE

18. Çira em gerekê hemû tiştî bikin, seva ku fikirên zulm ji dilê xwe derxin?

18 Qedir hindava jîyînê dêmek pêşkêşa Xwedê, ji dil dertê. Ew qedir usa jî eyan dibe wê yekêda, çawa em xwe didine kifşê hindava meriva. Yûhennayê şandî nivîsî: “Her kesê ku birê wî ber çeva reş e, ew mêrkuj e” (1 Yûhenna 3:15). Em dikarin ne jî texmîn kin, ça em dikarin destpêkin kesekî nefret kin. Ji bo nefretkirinê meriv dikare kesekî din bêhurmet ke, badîhewa wî neheq ke, yan jî mirinê wîra bixwaze. Yehowa zane em hindava meriva çi difikirin (Qanûna Kahîntiyê 19:16; Qanûna Ducarî 19:18-21; Metta 5:22). Hergê em texmîn dikin, wekî fikirên xweda yekê nefret dikin, em gerekê ser xwe bixebitin, wekî van fikira ji xwe dûr xin (Aqûb 1:14, 15; 4:1-3).

19. Nihêrandina Yehowa ser zulmiyê, çawa gerekê ser me hukum be?

19 Dîsa bi cûrekî din jî em dikarin qedir bidine kifşê hindava emir. Ji Zebûra 11:5 em pêdihesin, wekî Yehowa “dijene nepak û yê zulmê hiz dike”. Hergê em dijbêrin wedederbazkirinên usa, yên ku bi zulmiyê tije ne, usa em didine kifşê, wekî zulmiyê hiz dikin. Gelo çira em naxwazin hişê xwe pê xeber, fikir û şiklên zulm tije kin? Çimkî em dixwazin, wekî fikirên me temiz û cayîz bin. (Bixûne Fîlîpî 4:8, 9.)

PIŞTGIRIYA WAN ORGANÎZASIYONA NEKIN YÊN KU EMIR QÎMET NAKIN

20-22. a) Çawa Yehowa dinihêre ser dinya Mîrê-cina? b) Çawa xizmetkarên Xwedê dikarin bidine kifşê, wekî para vê dinyayê nînin?

20 Dinya Mîrê-cina qedir nade kifşê hindava emir, û Yehowa ewê yekê hesab dike ça kuştin û xûnrêtin. Nava gelek qirnada, ji bo neheqiya polîtîkayê, bi mîlîona meriv têne kuştinê, gelek xizmetkarên Yehowa jî dikevine nava wî hesabî. Kitêba Pîrozda ser wan serwêrtiya tê gotinê cenewir (Daniyêl 8:3, 4, 20-22; Eyantî 13:1, 2, 7, 8). Roja îroyîn kirîn-firotana çeka bîzinêseke mezin e. Meriv xwera kara mezin distînin ji wan tişta, çi ku seva kuştina meriva tê çêkirinê. Eyan e, “temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19).

21 Lê Mesîhiyên rast “ne para dinyayê ne”. Cimeta Yehowa tevnebûyînê xwey dike hindava pirsên polîtîkê û şer-dewa. Ewana kesekî nakujin û piştgiriya tu organîzasiyên ku meriva dikujin, nakin (Yûhenna 15:19; 17:16). Gava Mesîhî rastî peyketina jî tên, ewana kînê najon. Îsa hîn dikir, wekî em gerekê hela dijminên xwe jî hiz bikin (Metta 5:44; Romayî 12:17-21).

22 Rêlîgiyên vê dinyayê jî neheq in kuştina bi mîlîona merivada. Derheqa Babîlona Mezin, dêmek împêriya rêlîgiya qelp, Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xûna pêxember û cimeta Xwedê kete stûyê wî bajarî, belê xûna wan hemûya ku li ser rûyê erdê hatine rêtinê”. Gelo hûn dikarin fem kin, ku çima Yehowa temiyê dide me: “Ji nava wê derkevin, cimeta min”? Ewên ku Yehowa dihebînin, nabine para wan rêlîgiyên qelp (Eyantî 17:6; 18:2, 4, 24).

23. Çi tê hesabê ji Babîlona Mezin “derkevin”?

23 “Derkevin” ji Babîlona Mezin tê hesabê, wekî em eyan kin ku îda para rêlîgiya qelp nînin. Mesele, mera dikare lazim be îzbat bin, wekî navê me ji wan rêlîgiya hatiye derxistinê û em îda endemê wan nînin. Lê ew jî bes nîne. Em usa jî gerekê kirên xirab, yên ku rêlîgiyên qelp dikin, nefret û înkar kin. Rêlîgiyên qelp hertim meriva berbi bênamûsiyê, polîtîkê û timayê hêlan dikin (Bixûne Zebûr 97:10; Eyantî 18:7, 9, 11-17). Ji bo vê yekê, bi mîlîona meriv emirê xwe unda dikin.

24, 25. Ew yek ku em Yehowa nas dikin, ça edilayê û îsafa temiz dide me?

24 Heta ku me Yehowa nas kira, her kes ji me dibeke piştgiriya wan tiştên xirab dikir, çi ku dinya Şeytan dike. Lê niha em hatine guhastinê. Me kirîn qebûl kir, û emirê xwe tesmîlî Xwedê kir. Em ser xwe texmîn dikin “wextêd jiyîndariyê” ji Yehowa. Edilayî dilê meda ye û îsafa me temiz e, çimkî em zanin, wekî Yehowa ji me razî ye (Karên Şandiya 3:19, 20; Îşaya 1:18).

25 Hergê berê me xwe organîzasiyona usa digirt, ya ku qedir hindava emir nedida kifşê, Yehowa dikare ser hîmê kirînê bibaxşîne me. Em bi rastî jî qîmet dikin pêşkêşa Yehowa, dêmek jîyînê. Em alî meriva dikin, ku derheqa Yehowa pêbihesin û xwe ji dinya Mîrê-cina dûr bigirin, û usa jî şabûnê bistînin ji heleqetiya nêzîk tevî Xwedê. Bi wê yekê em didine kifşê, wekî emir qîmet dikin (2 Korintî 6:1, 2).

DERHEQA PADŞATIYÊ MERIVARA ELAM KE

26-28. a) Kîjan xebata qîmet Yehowa da Hezeqêl? b) Roja îroyîn, Yehowa çi ji me dewa dike?

26 Wedê Îsraêlên berê, Yehowa gote Hezeqêl pêxember, wekî cimetêra elam ke ku Orşelîm zûtirekê wê bê wêrankirinê û wana hîn ke, ku çi gerekê bikin seva xilaz bin. Hergê Hezeqêl ew yek elamî cimetê nekira, wî çaxî ewê seva xûna wan meriva ber çevê Yehowa neheq bihata hesabê (Hezeqêl 33:7-9). Hezeqêl her tişt dikir seva elametiyê bela ke, bi wê yekê dida kifşê, wekî emir qîmet dike.

27 Yehowa temî daye me, seva ku merivara elam kin, wekî zûtirekê dinya Mîrê-cina wê bê kutakirinê, û alî wan bikin, wekî xilaz bin û bigihîjine dinya teze (Îşaya 61:2; Metta 24:14). Em dixwazin hemû tiştî bikin, seva ku ewê mizgîniyê merivara elam kin. Em dixwazin mîna Pawlos bêjin: “Cabdarê xûna we tu kesî nînim, çimkî min xwe neda paş, temamiya qirara Xwedê wera got” (Karên Şandiya 20:26, 27).

28 Gelek tiştên din jî hene, çida em gerekê xwe temiz xwey kin. Were serên dinda derheqa wan tişta şêwir kin.