Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 6

Çawa Xwera Wedederbazkirina Bijbêrin

Çawa Xwera Wedederbazkirina Bijbêrin

“Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 KORINTÎ 10:31).

1, 2. Çira em gerekê fesal bin çaxê wedederbazkirina dijbêrin?

 BIDE ber çevê xwe, wekî tu dixwazî êmîşekê bixwî, lê divînî alîk xirab bûye. Tuyê çi bikî? Tuyê bixwî, yan bavêjî? Yan tê aliyê xirab ker kî bavêjî, lê aliyê baş bixwî?

2 Em dikarin bêjin, wekî wedederbazkirin mîna wî êmîşî ye. Hinek ji wan dikarin me xweş bên, lê heçî zef dikarin xirab bin, çimkî bênamûsiyêva, zulmiyêva, yan tiştên cinava girêdayî ne. Lê çaxê tu wedederbazkirina dijbêrî, gelo tu usa dibêjî: “Ewa bijartina min e. Ez dikarim bijbêrim ew wedederbazkirin kîjan min xweş tê”? Yan tu dibêjî: “Hemû wedederbazkirin xirab in”? Yan tu fesal xwera dijbêrî wedederbazkirina, kîjanîda xirabî tune ye û tera şabûnê tîne?

3. Derheqa çi em gerekê bifikirin, çaxê wedederbazkirinê dijbêrin?

3 Me gişkara lazim e hêsabûn û wedederbazkirin, lema jî em gerekê bijartineke baş bikin. Seva wê yekê, lazim e pirseke usa bidine xwe, ku çawa bijartina wedederbazkirinê dikare hukum ke ser heleqetiya me tevî Yehowa.

“HER TIŞTÎ BONA ŞIKIRDAYÎNA XWEDÊ BIKIN”

4. Kîjan prînsîpa Kitêba Pîroz, dikare alî me bike, wekî wedederbazkirinên baş bijbêrin?

4 Çaxê me xwe tesmîlî Yehowa kir, me soz da, wekî emê temamiya emirê xwe wîra xizmet kin. (Bixûne Waîz 5:4.) Me soz da, wekî emê “her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Korintî 10:31). Em gerekê bîr nekin, wekî em Şedên Yehowa ne, ne tenê wedê civatê yan xizmetiyê, lê wedê hêsabûnê û wedederbazkirinê jî.

5. Xizmetkirina me Yehowara gerekê çi cûreyî be?

5 Her tiştên ku em emirê xweda dikin, girêdayî ye tevî xizmetkirina me Yehowara. Pawlos ew yek şirovedikir bi wan giliya: “Qalibê xwe tesmîlî Xwedê kin çawa qurbaneke sax, pîroz, li Xwedê qebûl” (Romayî 12:1, DT). Îsa got: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” (Marqos 12:30). Em her gav dixwazin hemû tiştên lapî baş bidine Yehowa. Çaxê Îsraêlên berê heywan Yehowara dikirine qurban, wana gerekê heywanên bêqisûr baniya. Hergê qisûra heywan hebûya, Xwedê wê ew qurban qebûl nekira (Qanûna Kahîntiyê 22:18-20). Xizmetkirina me jî dikare mîna wê qurbana pê ziyanê be. Çira?

6, 7. Çawa wedederbazkirina me dikare hukum be ser xizmetkirina me Yehowara?

6 Yehowa mera dibêje: “Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im” (1 Petrûs 1:14-16; 2 Petrûs 3:11). Yehowa xizmetkirina me qebûl dike tenê wî çaxî, hergê ev pîroz e, dêmek temiz e (Qanûna Ducarî 15:21). Xizmetkirina me nikare temiz bê hesabê, hergê em wan tişta dikin, çi ku Yehowa nefret dike. Mesele bênamûsî, zulmî yan tiştên cinava girêdayî (Romayî 6:12-14; 8:13). Hergê em usa wede derbaz kin, emê dilê Yehowa bêşînin. Ji bo wê yekê, xizmetkirina me dikare ber çevê Yehowa netemiz û nelayîq bê hesabê û ziyana qewî bide heleqetiya me tevî wî.

7 Çawa em dikarin bi bîlanî xwera wedederbazkirina bijbêrin? Kîjan prînsîpên ji Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku têderxin, kîjan wedederbazkirin cayîz e, lê kîjan na?

TIŞTÊN XIRAB NEFRET KIN

8, 9. Wedederbazkirinên çi cûreyî em înkar dikin û çira?

8 Roja îroyîn hene gelek cûre wedederbazkirin. Hinek ji wana cayîz in bona Mesîhiya, lê heçî zef na. Werên em pêşiyê têderxin, ku em gerekê xwe ji kîjan wedederbazkirina dûr bigirin.

9 Nava gelek sînemada, malperada, bernamên têlêvîziyonêda, vîdêo lîstikada û kilamada hene bênamûsî, zulmî û tiştên cinava girêdayî. Gelek car tiştên xirab usa têne xanê, ça tiştên bêxof û ken. Lê Mesîhî pişta xwe didin wan wedederbazkirina, yên ku miqabilî normên Yehowa ne (Karên Şandiya 15:28, 29; 1 Korintî 6:9, 10). Çaxê em înkar dikin wan wedederbazkirina, usa em Yehowara didine kifşê, wekî tiştên xirab nefret dikin (Zebûr 34:14; Romayî 12:9).

10. Em çi ziyanê dikarin bistînin, çaxê nerast wedederbazkirina dijbêrin?

10 Lê hinek difikirin, wekî ew wedederbazkirin kîjanada zulmî, bênamûsî yan tiştên cinava girêdayî hene, xirab nînin. Ewana usa difikirin: “Ew yek çi ziyanê dikare minra bîne? Ezê emirada tiştên usa nekim”. Hergê em usa difikirin, dêmek em xwexa xwe dixapînin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e” (Yêremya 17:9). Hergê em şabûnê ji wan tişta bistînin çi ku Yehowa xweş nayê, emê ça bikaribin bêjin, wekî em wan tişta nefret dikin? Çiqas zêde em mijûl bin wan wedederbazkirinava, haqas zêde ew yek bona me wê bibe tiştekî normal. Axiriyê, îsafa me wê sist be û nikaribe rast rêberiyê me bike, çaxê em berbi şaşiya herin (Zebûr 119:70; 1 Tîmotêyo 4:1, 2).

11. Çawa Galatî 6:7 dikare alî me bike, bi bîlaniyê wedederbazkirina bijbêrin?

11 Xebera Xwedêda tê gotinê: “Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine” (Galatî 6:7). Bi rastî, gava em ji tiştên xirab şabûnê distînin, axiriyê em dikarin xwexa jî wan tişta bikin. Mesele, hinek dikarin bikevine ber bayê wedederbazkirina, ku bênamûsiyêva girêdayî ne û axiriyê xwexa bênamûsiyê bikin. Lê Yehowa alîkariya lazim dide me, seva em bikaribin bi bîlaniyê wedederbazkirina bijbêrin.

SER HÎMÊ PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ SAFÎKIRINA BIKIN

12. Çi wê alî me bike safîkirinên rast bikin, hindava wedederbazkirina?

12 Hine wedederbazkirinada zelal tê kifşê, wekî ew Yehowa xweş nayên û em fem dikin, ku gerekê xwe ji wan dûr bigirin. Lê hergê çetin e ewê yekê têderxin? Yehowa bona me qanûn kifş nekiriye, ku çi îzin e binihêrin, bibihên û bixûnin, û çi îzin nîne. Lê dewsê ew dixwaze, wekî em îsafa xwe bidine xebatê, ya ku ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî ye. (Bixûne Galatî 6:5.) Yehowa wan prînsîpa dide me, yên ku me hîn dikin, mîna wî ser her tişta binihêrin. Ew prînsîp alî me dikin rast îsafa xwe hîn kin. Ew yek wê alî me bike “bizanibin çi ye qirara Xudan” û safîkirinên usa bikin, yên ku wê Yehowa xweş bên (Efesî 5:17).

Prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dikin, rast xwera wedederbazkirina bijbêrin

13. Çira safîkirinên Mesîhiya hindava wedederbazkirina ji hev cude dibin? Lê Mesîhî gerekê çi hildin hesab?

13 Gelek car safîkirina Mesîhiya hindava wedederbazkirina dikare ji hev cude be. Gelo çira? Çimkî her kes tiştekî begem dike. Usa jî, ew çi ku dikare bona yekî cayîz be, bona yên din cayîz nîne. Lê çi jî hebe, seva ku Mesîhî safîkirinên rast bikin, ewana gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz hildin hesab (Fîlîpî 1:9). Ew yek wê alî me bike wedederbazkirinên usa bijbêrin, yên ku Xwedê xweş tên (Zebûr 119:11, 129; 1 Petrûs 2:16).

14. a) Çira ferz e bifikirin, ku çiqas wede em xerc dikin ser wedederbazkirina? b) Pawlos çi şîret da Mesîhiya?

14 Usa jî ferz e bifikirin, ku çiqas wede em xerc dikin ser wedederbazkirina. Ew yek wê mera bide kifşê, hela wedederbazkirin çiqas ferz e seva me. Seva me, Mesîhiya, lapî qîmet emirê meda, ew heye xizmetkirina me Yehowara. (Bixûne Metta 6:33.) Lê em dikarin ne jî texmîn kin, çawa wedederbazkirin dikare gelek wede ji me bistîne. Pawlos temî da Mesîhiya: “Nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta. Dest bidine ber wext” (Efesî 5:15, 16). Ferz e, wekî em îzbat bin, ku xizmetkirina me Xwedêra emirê meda ciyê pêşin digire. Lema jî em gerekê kifş kin, ku em çiqas wede dikarin xerc kin ser hêsabûn û wedederbazkirinê (Fîlîpî 1:10).

15. Çawa em dikarin xwe xwey kin ji wedederbazkirinên usa, kîjan ku dikarin ziyanê bidine heleqetiya me tevî Yehowa?

15 Femdarî ye, wekî em gerekê înkar kin wan wedederbazkirina yên ku Yehowa xweş nayên. Lê çi em gerekê bikin hergê hene wedederbazkirinên usa, kîjanîda em dudilî dibin? Gelo em gerekê fesal bin? Bifikire derheqa wê yekê. Hergê hûn riya ser çiyêra diçin, gelo hûnê qeraxê rêra herin ji kîderê dikarin bikevin? Hemikî na. Hergê hûn emirê xwe qîmet dikin, hûnê xwe ji ziyanê dûr bigirin. Ewê yekê em dikarin beramberî bijartina me, hindava wedederbazkirina bikin. Xebera Xwedêda tê gotinê: “Ji xirabîyê nigê xwe dûr xe” (Metelok 4:25-27). Lema jî em xwe dûr digirin ne ku tenê ji wan wedederbazkirina, yên ku em zanin ku xirab in, lê usa jî ji yên usa ku em difikirin, wekî dikarin ziyanê bidine heleqetiya me tevî Yehowa.

NIHÊRANDINA YEHOWA HILDE HESAB

16. a) Çi ne ew hine tişt, çi ku Yehowa nefret dike? b) Çawa em didine kifşê, ku nefret dikin wan tişta, çi ku Yehowa nefret dike?

16 Zebûrbêj nivîsî: “Gelî Xudan Hizkirîya, bijenine xirabîyê!” (Zebûr 97:10). Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin derheqa fikir û hestên Yehowa. Pirsê bide xwe, wekî çi ku tu pêdihesî ça dikare alî te bike nihêrandina Yehowa hildî hesab. Mesele, em pêhesiyan, wekî Yehowa nefret dike “zimanê derewîn, destêd ku xûna bêsûc dirêjin, dilê ku tivdîra xirab dertîne, nigêd ku bona xirabîyê zû direve” (Metelok 6:16-19). Em hîn dibin, ku gerekê xwe dûr bigirin ji “bênamûsî, . . . pûtparistî, pîresêrtî, . . . hevsûdî, hêrsketin, . . . çevê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçiksantî û çi ku mîna van in” (Galatî 5:19-21). Te dîna xwe daye, çawa ew prînsîpên ji Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, ku rast wedederbazkirina bijbêrî? Em dixwazin guh bidine şîretên Yehowa her derecên emirê xweda, firqî tune em tenê ne yan na (2 Korintî 3:18). Çaxê em tenê ne, safîkirinên me didine kifşê, ku em bi rastî merivne çi cûreyî ne (Zebûr 11:4; 16:8).

17. Pêşiya ku em wedederbazkirina bijbêrin, çi cûre pirsa em gerekê bidine xwe?

17 Gava tu wedederbazkirina dijbêrî, pirsê bide xwe: “Çawa bijartina min wê hukum be ser heleqetiya min tevî Yehowa? Çawa ew yek wê hukum be ser îsafa min?” De werên em hine prînsîpên din şêwir kin, yên ku dikarin alî me bikin, wekî wedederbazkirina rast bijbêrin.

18, 19. a) Pawlos çi şîret da Mesîhiya? b) Kîjan prînsîp wê alî me bikin, rast wedederbazkirina bijbêrin?

18 Çaxê em wedederbazkirina dijbêrin, dêmek em tiştên usa dijbêrin, çi ku wê hişê me tije kin. Pawlos nivîsî: “Çi ku bi maqûltiyê ye, çi ku bi heqiyê ye, çi ku bi helaliyê ye, çi ku bi xweşiyê ye, çi ku bi firasetiyê ye û her tiştêd ku esilî û layîqî qencgotinê ne, ser van tişta bifikirin” (Fîlîpî 4:8). Gava em hişê xwe bi tiştên temiz tije dikin, em dikarin bêjin: “Bira gotinêd devê min û ew fikirêd dilê min li ber Te bêne qebûlkirin Xudanê . . . min” (Zebûr 19:14).

19 Pirsê bide xwe: “Ez hişê xwe bi çi tije dikim? Gelo paşî wê yekê çaxê min filan fîlm yan bernama têlêvîziyonê nihêrî, fikirên min temiz û cayîz man yan na? Gelo ez edilayê texmîn dikim û îsafa min temiz e? (Efesî 5:5; 1 Tîmotêyo 1:5, 19). Gelo ez dikarim aza Yehowara dua bikim? Yan minra çetin e? Gelo ez ji bo wê wedederbazkirinê hêlan nabim, ku derheqa zulmiyê û bênamûsiyê bifikirim? (Metta 12:33; Marqos 7:20-23). Gelo ez nakevime ‘kirasê bendê vê dinyayê’, çaxê wedederbazkirina dijbêrim?” (Romayî 12:2). Cabên meyî helal wê alî me bikin, wekî em bivînin çi em dikarin bikin, seva ku heleqetiya xwe tevî Yehowa xwey kin. Em dixwazin mîna zebûrbêj dua bikin. Ewî got: “Çevê min xwey ke ji boş-betalîyê” * (Zebûr 119:37).

SAFÎKIRINA ME HUKUM DIBE SER MERIVA

20, 21. Çawa em dikarin hildin hesab nihêrandina, merivên din, gava em wedederbazkirina dijbêrin?

20 Dîsa prînsîpên ferz, ew in: “Her tişt edet e, lê her tişt ava nake. Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:23, 24). Rast e azaya meye bijartinê heye, lê ew yek nayê hesabê, wekî em gerekê her tiştî bikin. Em pêşda gerekê bifikirin derheqa wê yekê, ça safîkirinên me dikarin hukum bin ser xûşk-birên me.

21 Îsafa meriva ji hev cude dibe. Mesele, îsafa te îzinê dide te, wekî tu bernameke têlêvîziyonê binihêrî. Lê tu pêdihesî, wekî îsafa xûşk-bira nahêle, wekî hine ji wan bernama binihêrin. Gelo tuyê çi bikî? Rast e îzina te heye wê bernamê binihêrî, lê gelo çira tu dikarî safî kî nenihêrî? Çimkî tu naxwazî “neheqiyê li xûşk-birêd xwe” bikî, yan jî “li ber Mesîh neheqiyê” bikî (1 Korintî 8:12). Em naxwazin tiştên usa bikin, ku bibine kevirê likumandinê bona xûşk-bira (Romayî 14:1; 15:1; 1 Korintî 10:32).

22. Çawa em dikarin bi bîlanî xwe bidine kifşê, gava bijartinên xûşk-bira ji yên me cude dibin?

22 Lê hergê îsafa te îzinê nade te, wekî wan tişta binihêrî, bixûnî yan jî bikî, çi ku îsafa merivên din îzinê dide wan? Ji bo wê yekê ku tu xûşk-bira hiz dikî û qedire wan zanî, tuyê zorê wana nekî, wekî ewana bijartinên mîna te bikin. Merivê ku erebê dajo zane, wekî merivên din dikarin yan hê zû yan hê hêdî bajon, lê yeke ewana jî ajovanên baş in. Mîna vê yekê, çawa tu usa jî xûşk-bira ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz safîkirina dikin, lê dîsa jî fikirên we hindava wedederbazkirina dikarin ji hev cude bin (Waîz 7:16; Fîlîpî 4:5).

23. Çi wê alî me bike, wekî rast wedederbazkirina bijbêrin?

23 Dêmek çi wê alî me bike, wekî rast wedederbazkirina bijbêrin? Çaxê em guh bidine îsafa xwe, ya ku ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz hînkirî ye, û xem bikin bona xûşk-bira, wî çaxî emê bijartinên baş bikin. Hingê emê şabûnê bistînin ji wê yekê, ku em “her tiştî bona şikirdayîna Xwedê” dikin.

^ Hê zêde prînsîp derheqa wê yekê, ku çawa rast wedederbazkirina bijbêrin, em dikarin bivînin ji wan rêza Metelok 3:31; 13:20; Efesî 5:3, 4 û Kolosî 3:5, 8, 20.