Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 12

Xeberdana Te Bira “Kêrî Guhdara” Bê

Xeberdana Te Bira “Kêrî Guhdara” Bê

“Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên” (EFESÎ 4:29).

1-3. a) Kîjan e yek ji pêşkêşa qenc, ya ku Yehowa daye me? Çawa em dikarin vê pêşkêşê nerast bidine xebatê? b) Ça em gerekê pêşkêşa xeberdanê bidine xebatê?

 BIDE ber çevê xwe, wekî bavek bîsîklêtê pêşkêşî kurê xwe dike. Ew gelek şa dibe, wekî karibû pêşkêşeke usa bide kurê xwe. Lê hergê kur bêterbet bîsîklêtê dajo, kesekî dixe û ziyanê didê? Wî çaxî bav wê xwe ça texmîn ke?

2 Yehowa ye pêşkêşdarê “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” (Aqûb 1:17). Yek ji pêşkêşa wîye qenc bona me, ew heye fereseta xeberdanê. Fereseta xeberdanê mecalê dide me fikir û hestên xwe bidine kifşê. Em dikarin tiştên usa bêjine meriva, çi ku wê alîkariyê û dilgermiyê bide wan. Lê usa jî em dikarin tiştên usa bêjin, çi ku dikare dilê meriva bêşîne.

3 Qewata xeberdanê gelek mezin e, û Yehowa me hîn dike, ça ewê pêşkêşê rast bidine xebatê. Ew mera dibêje: “Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan” (Efesî 4:29). Were em şêwir kin, ku ça em dikarin vê pêşkêşa ji Xwedê bidine xebatê, wekî wî xweş bên û meriva bişidînin.

XEBERDANA XWE KONTROL KE

4, 5. Em ji Kitêba Pîroz çi pêdihesin derheqa qewata xeberê?

4 Qewata xebera heye, lema jî em gerekê fesal bin, hela em çi dibêjin û ça dibêjin. Metelok 15:4-da tê gotinê: “Zarê şîrin dara jîyînê ye, lê yê xalifî êşa dila ye”. Çawa dara bedew meriva geş dike û hewasê tîne, usa jî xeberên qenc guhdarvanara hewas in û wana geş dikin. Lê xeberên sert dikarin dilê meriva bêşînin û ewana xwe xirab texmîn kin (Metelok 18:21).

Xeberdana nerm dilgerm dike

5 Metelok 12:18-da tê gotinê: “Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin”. Xeberên sert dikarin dil bêşînin û heleqetiyê xirab kin. Diqewime tê bîra te, ça kesekî bi xeberên sert dilê te gelek êşand. Rêza ji vê Metelokê usa berdewam dibe: “Zimanê serwaxta dermanê dila ye”. Xeberên qenc dikarin êşê ji dil derxin. Hergê orta hevala hevkeve, xeberên qenc dikarin alî wan bikin, wekî ewana hev bên. (Bixûne Metelok 16:24.) Hergê em bîra xweda xwey dikin, wekî xeberên me dikarin ser meriva hukum bin, wî çaxî emê xeberdanêda fesal bin.

6. Çima nehêsa ye xeberdana xwe kontrol kin?

6 Meniya din, seva ku xeberdanêda fesal bin, ew e ku em gişk neqedandî ne. “Sitqê dilê mêriv ji zarotîyêda xirab e”, û xeberên me eyan dikin, wekî çi dilê meda heye (Destpêbûn 8:21; Lûqa 6:45). Lema jî dikare mera çetin be xeberdana xwe kontrol kin. (Bixûne Aqûb 3:2-4.) Lê yeke, em gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku xeberdana xwe tevî meriva baş kin.

7, 8. Xeberdana me ça dikare hukum be ser heleqetiya me tevî Yehowa?

7 Em gerekê xeberdanêda fesal bin, çimkî em ber Yehowa cabdar in seva wê yekê, ku çi em dibêjin û ça em xeber didin. Aqûb 1:26-da tê gotinê: “Heger yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e”. Ser zimanê orîjînalî xebera “pûç e” usa jî dikare bê hesabê “badîhewa ye” (1 Korintî 15:17). Hergê em fesal nîbin çaxê xeber didin, em dikarin heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab kin (Aqûb 3:8-10).

8 Eyan e, wekî meniyên meye ferz hene, bona çi jî gerekê em fesal bin wê yekêda, ku çi dibêjin û ça xeber didin. Seva ku pêşkêşa xeberdanê usa bidine xebatê ça Yehowa xweş tê, lazim e bizanibin, ku gerekê xwe ji çi cûre xeberdanê dûr bigirin.

XEBERÊN KU DILE MERIVA DÊŞÎNIN

9, 10. a) Çi cûreyî xeberdan rojên îro normal in? b) Çima em xwe ji xeberdanên heram dûr digirin?

9 Roja îroyîn xeberên necayîz û xirab bûne ça tiştekî normal. Gelek meriv difikirin, wekî lazim e sond bixwin yan jî xeberên necayîz bidine xebatê, seva ku fikirên xwe zelal eyan kin. Sînemada gelek car, seva ku kenê meriva bînin, henekên necayîz didine xebatê, yên ku bênamûsiyêva girêdayî ne. Lê Pawlosê şandî digot: “Hûn van hemûya ji xwe dûr xin: Hêrsê, berzeqiyê, xirabiyê, kifirî-zifiriyê û xeberêd necayîz ji devê xwe” (Kolosî 3:8). Ewî usa jî digot, wekî “henekêd qelpê xirab” nava Mesîhiyên rastda qe gerekê neyêne gotinê (Efesî 5:3, 4).

10 Xeberdana bênamûsiyêva girêdayî dilê Yehowa dêşîne û usa jî dilê wan, yên ku Yehowa hiz dikin. Ew ça tiştekî heram tê hesabê. Xebera “heramî” ku Kitêba Pîrozda nivîsar e dikeve nava “kirêd binyata însên” (Galatî 5:19-21). “Heramî”, tê hesabê gelek cûre gune. Xeysetekî heram dikare meriv berbi gunekî din jî bibe. Hergê meriv xwera kiriye xeyset xeberên heram û bênamûsî bide xebatê, û naxwaze xwe biguhêze, wî çaxî ew gerekê ji civatê bê derxistinê (2 Korintî 12:21; Efesî 4:19; binihêre Elametiya Zêde 23).

11, 12. a) Çi tê hesabê geveztî? b) Çima em gerekê xwe dûr bigirin ji buxdana?

11 Usa jî em gerekê xwe ji geveztiyê dûr bigirin. Bona me normal e, derheqa jîyîna meriva pêbihesin, û tiştên teze ji jîyîna hevala û neferên xwe hevra gilî kin. Hela hê qirna yekêda jî Mesîhiya derheqa hev pirs dikirin, û dixwestin bizanibin çida ewana dikarin alî hev bikin (Efesî 6:21, 22; Kolosî 4:8, 9). Lê xeberdana derheqa meriva hêsa dikare derbazî geveztiyê be. Û hergê em berdewam kin geveztiyê bikin, emê tiştên derew bêjin, yan jî derheqa tiştên meriva yê şexsî gilî kin, çi ku îzin tune kesekî din bizanibe. Hergê em fesal nîbin, geveztî dikare me berbi wê yekê bive, wekî em şera gilî kin û buxdana bavêjine meriva. Fêrisa Îsa neheq dikirin wan tiştada, çida ew neheq nîbû, bi wê yekê buxdan davîtine wî (Metta 9:32-34; 12:22-24). Buxdan dikare navê meriva bêxe, şer-dewa û kul-derda pêşda bîne, usa jî dikare heleqetiya orta hevala xirab ke (Metelok 26:20).

12 Yehowa dixwaze, wekî em bi saya xeberdanê alîkariyê û hêlana bidine meriva, ne ku hevala bikine dijminên hev. Yehowa nefret dike wan yên ku “bira berî hev dide” (Metelok 6:16-19). Buxdanbêjê pêşin Mîrê-cina bû, yê ku buxdan avîte Xwedê (Eyantî 12:9, 10). Roja îroyîn gelek belabûyî ye şera bavêjine hev. Lê ew yek gerekê civatên Mesîhiyada tune be (Galatî 5:19-21). Em gerekê fesal bin hindava xeberdana xwe, û pêşiya ku gilîkî bêjin, gerekê rind bifikirin. Pêşiya ku derheqa meriva gilî-gotinekê bela kî, pirsê bide xwe: “Gelo çi ku ez dixwazim bêjim, rast e? Gelo ew gilîkî qenc e? Gelo ev xeberdan wê alîkariyê bide? Gelo minê bixwesta, wekî ew meriv derheqa kê ez gilî dikim, wan giliya bibihê? Lê gelo minê ça xwe texmîn kira, hergê kesekî tiştekî usa derheqa min bigota?” (Bixûne 1 Têsalonîkî 4:11.)

13, 14. a) Ça xeberdana necayîz ser meriva hukum dike? b) Çi tê hesabê bêhurmetkirin? Çima Mesîhî gerekê ser xwe bixebite, wekî kesekî bêhurmet neke?

13 Her kes ji me carna tiştên usa dibêje, seva çi jî poşman dibe. Lê dîsa jî em xwera naxwazin bikine xeyset ser meriva xeber din, yan derheqa wana tiştên nerast û xirab bêjin. Xeberdana necayîz gerekê ji devê me derneyê. Pawlos dibêje: “De bira her telayî, hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî ji we dûr bin” (Efesî 4:31). Welgerandineke dinda ya Kitêba Pîroz, xebera “kifirî-zifirî” hatiye welgerandinê ça “giliyên zulm”, “kîn” û “xeberdana bêhurmet”. Xeberdana necayîz û kifirî-zifirî meriva bêhurmet dike û dikare usa ser wan hukum ke, wekî ewana xwe bêkêr hesab kin. Îlahî zar gelek nazik in û em hêsa dikarin dilê wan bêşînin, lema jî em gerekê xeberdanêda fesal bin, wekî ziyanê nedine wan (Kolosî 3:21).

14 Kitêba Pîroz gelek sert qedexe dike xeberdana, ku meriva bêhurmet dike. Xeberdana bêhurmet tê hesabê, her gav meriva nimiz kin, seva dilê wan bêşînin. Çiqas wê nerast be, hergê kesek bi wî cûreyî tevî zar, jin yan mêrê xwe xeber de! Ew meriv, yê ku berdewam dike xeberên bêhurmet bide xebatê û naxwaze xwe biguhêze, nikare bimîne ça endemê civatê (1 Korintî 5:11-13; 6:9, 10). Ça em îda pêhesiyan, hergê em giliyên bêhurmet, derew yan zulm didine xebatê, wî çaxî em ziyanê didine heleqetiya xwe tevî Yehowa û meriva.

XEBERDANA KU KÊRÎ GUHDARA TÊ

15. Çi cûre xeberdan heleqetiyê qewî dike?

15 Çawa em dikarin pêşkêşa xeberdanê usa bidine xebatê, çawa ku Yehowa dixwaze? Rast e, Kitêba Pîrozda nayê gotinê, kîjan xebera em gerekê bidine xebatê û kîjana na, lê tê gotinê, wekî xeberên usa bêjin, “ku kêrî guhdara tên” (Efesî 4:29). Xeberên ku ava dikin, temiz, qenc û rast in. Yehowa dixwaze, wekî em pê xeberên xwe hêlanê û alîkariyê bidine meriva. Ew yek dikare nehêsa be, çimkî seva tiştên baş bêjin, diha zêde qewat lazim e, ne ku seva tiştên xirab û bêkêr bêjin (Tîto 2:8). Were em şêwir kin çend dereca, ça em dikarin pê xeberên xwe hêlanê bidine meriva.

16, 17. a) Çira em gerekê payê meriva bidin? b) Em dikarin payê kê bidin?

16 Yehowa û Îsa bi merdaniyê paya didin. Wê yekêda em dixwazin çev bidine wana (Metta 3:17; 25:19-23; Yûhenna 1:47). Payên meye, ku hêlana didine meriva, nîşan dikin, wekî em bona wan difikirin. Metelok 15:23-da tê gotinê: “Çiqas xweşe her xeber wextê xweda!” Çaxê kesek seva şixulê me, bi dil û can payê me dide, yan bona tiştên ku me kiriye, razîbûnê dide kifşê, usa em hêlanê distînin (Bixûne Metta 7:12; binihêre Elametiya Zêde 27).

17 Hergê te xwera kiriye xeyset tiştên baş nav merivada bivînî, tera wê hêsa be bi dil û can payê wan bidî. Mesele, tu civatêda divînî, wekî kesek gelek rind xwe hazir kiriye bona gotara xwe, yan kesekî qewatê dide xebatê, seva caba xwe bide. Yan cahil mektebêda piştgiriya rastiyê dikin, yan merivê emirda mezin hertim derdikeve xizmetiyê. Tu pê paya dikarî hêlanê bidî wan. Usa jî gelek ferz e, wekî mêr bêje jina xwe, ku wê hiz dike û qîmet dike (Metelok 31:10, 28). Çawa şînkayî hewcê tev û avê ye, hema usa jî meriv hewce ne, wekî wana qîmet kin. Ew yek îlahî seva zara ferz e. Mecalê bigere, wekî payê wan bidî seva xeyset-hunur û şixulên wane baş. Payî dikare nav wanda mêrxasiyê pêşda bîne û wana hêlan ke, wekî diha zêde qewatê bidine xebatê, seva ku xwe rast bidine kifşê.

Em dikarin hêlanê û dilbîniyê bidine meriva bi wê yekê, ku em çi dibêjin û ça dibêjin

18, 19. Çira em gerekê, çiqas destê me tê, hêlanê û dilbîniyê bidine meriva? Çawa em dikarin ewê yekê bikin?

18 Çaxê em hêlanê û dilbîniyê didine meriva, usa em çev didine Yehowa. Ew bi dil û can xem dike bona wan, dilê kîjana şikestî ye û yên ku “zulmê dîtine” (Îşaya 57:15). Yehowa dixwaze, wekî em “dil bidine hev” û “dil bidine ber tirsoneka” (1 Têsalonîkî 5:11, 14). Çaxê em usa dikin, Yehowa divîne û qîmet dike qewata ku em didine xebatê.

19 Diqewime civatêda tuyê bivînî, wekî kesek ber xwe dikeve. Tu çi dikarî bêjî, seva alîkariyê bidî wî merivî? Diqewime tu nikarî çetinaya wî safî kî, lê tu dikarî bidî kifşê, wekî tu hindava wîda bêxem nînî. Mesele, tu dikarî seva wî merivî wede bivînî, wekî tevayî wede derbaz kin. Tu dikarî ji Kitêba Pîroz rêzeke usa bixûnî, wekî hêlanê bidî wî û usa jî tevî wî dua bikî (Zebûr 34:18; Metta 10:29-31). Wî merivî bide bawerkirinê, wekî xûşk-birên civatêda wî hiz dikin (1 Korintî 12:12-26; Aqûb 5:14, 15). Bi wî cûreyî xeber de, wekî zelal bê kifşê, ku xeberdana te bi dilê temiz û helal e. (Bixûne Metelok 12:25.)

20, 21. Ji bo çi merivara dikare hêsa be şîreta qebûl kin?

20 Em wî çaxî jî dikarin kêrî guhdara bên, kengê şîretên baş didine wan. Carna me gişkara şîret lazim e, çimkî em neqedandî ne. Metelok 19:20-da tê gotinê: “Guh bide şîreta û hînkirinê qebûl ke, wekî axiriyêda tu bibî bîlan, DT”. Ne ku tenê rûspî dikarin şîreta bidin, lê dê-bav borcdar in rêberiyê zarên xwe bikin (Efesî 6:4). Usa jî xûşk dikarin şîreta bidine hevdu (Tîto 2:3-5). Ji bo wê yekê, ku em xûşk-bira hiz dikin, em dixwazin şîreta usa bidine wan, wekî ewana bînteng nebin. Çi dikare wê yekêda alî me bike?

21 Diqewime tê bîra te, wekî kesekî şîreteke baş usa da te, wekî tera hêsa bû qebûl kî. Çira te ew şîret kêrhatî hesab kir? Dibeke ji bo wê yekê, ku te texmîn kir, wekî ew meriv bi rastî seva te xem dike. Yan jî diqewime ewî merivî bi nermî û hizkirinê tevî te xeber da (Kolosî 4:6). Xêncî vê yekê ew şîret ser hîmê Kitêba Pîroz bû (2 Tîmotêyo 3:16). Firqî tune, em şîretê hema ji Kitêba Pîroz dixûnin yan na, serî ew e, wekî şîret ser hîmê nivîsarên pîroz be. Tu kes gerekê fikirên xwe ser yên dinva neke, yan nivîsarên pîroz usa nede xebatê wekî piştgiriya fikirên xwe bike. Hergê tu bînî bîra xwe, wekî ew şîret çi cûreyî tera hate dayînê, ew yek wê alî te bike, çaxê tu xwexa jî şîreta bidî meriva.

22. Gelo tuyê pêşkêşa xweye xeberdanê ça bidî xebatê?

22 Fereseta xeberdanê, pêşkêşa ji Xwedê ye. Hizkirina me hindava wî hêlanê dide me, wekî wî feresetî rast bidine xebatê. Bîr neke, wekî em dikarin pê xebera yan dilê meriva bêşînin, yan jî wana qewî kin. Lema jî, em gerekê çiqas dikarin usa bikin, wekî pê xeberên xwe meriva qewî û dilgerm kin.