Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 15

Hebandina ku Xwedê Qebûl Dike

Hebandina ku Xwedê Qebûl Dike
  • Gelo Xwedê hemû hebandina qebûl dike?

  • Em ça dikarin hebandina rast nas kin?

  • Roja îroyîn kî ne qulixkarên Xwedêye rast?

1. Hergê em rast Xwedêra qulix kin, emê çi karê bistînin?

YAHOWA Xwedê bona me gele xem dike û dixwaze, wekî em ji rêberiya wîye bi hizkirinê karê bistînin. Hergê em rast Xwedêra qulix kin, emê bextewar bin û bikaribin xwe ji problêma xwey kin. Emê usa jî kerem û alîkariya wî bistînin (Îşaya 48:17). Roja îroyîn bi seda hebandin hene û her kes ji wan dibêjin, ku ewana rastiyê derheqa Xwedê hîn dikin. Lê hînkirinên wan derheqa wê yekê, ku kî ye Xwedê û ew çi ji me dewa dike, ji hev gele cuda dibin.

2. Ça em dikarin bizanibin kîjan e hebandina rast ku Yahowa qebûl dike, û kîjan mesele alî me dike evê yekê fem bikin?

2 Lê ça tu dikarî bizanibî, kîjan e hebandina rast ku Yahowa qebûl dike? Lazim nîne hîn bî yan jî himberî hev kî hînkirinên hemû rêlîgiya. Tenê lazim e pêbihesî, çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa hebandina rast. Mesele, di gele welatada problêmeke usa heye, ku perên qelp çêdikin. Hergê tera şixul bidana wekî tu gerekê perên qelp têderxî, teyê ev yek ça bikira? Teyê destpêkira hemû cûre perên qelp hînbûyayî nas kira û bîra xweda cûrên wan xwey kira? Femdarî ye na. Wê diha aqilayî bûya hergê te wedê xwe xerc kira li ser wê yekê, ku perên rast rind hînbûyayî nas bikî. Çaxê tu îda bizanibî ku perên rast çi cûreyî ye, tuyê bikaribî perên qelp jî têderxî. Hema usa jî çaxê em hîn dibin ku ça hebandina rast nas kin, emê îda bikaribin têderxin ku hebandinên qelp kîjan in.

3. Em çi gerekê bikin seva ku Xwedê xweş bên?

3 Gele ferz e wekî em Yahowara qulix kin usa, ça ew dixwaze. Gelek merî bawer dikin wekî Xwedê hemû hebandina qebûl dike. Lê Kitêba Pîroz evê yekê hîn nake. Bes nîne tenê bêjin: “Ez Xwedê bawer dikim!”. Pawlosê şandî derheqa hineka usa got: “Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirên xwe wî înkar dikin, heram û xweserîxwe ne û her kirineke qencra bêkêr in” (Tîto 1:16). Seva ku em Xwedê xweş bên, lazim e em hîn bin Xwedê çi ji me dewa dike, û wan dewakirina biqedînin. Lê kî ku qirara Xwedê naqedîne, Îsa li ser wan got “neheqno” (Metta 7:21-23). Ça qîmetê perên qelp tune, usa jî bi rastiyê qîmetê hebandinên qelp tune. Hê zêde, hebandinên usa ziyandar in.

4. Çi tê hesabê giliyê Îsa derheqa du riya û her rêk berbi çi dibe?

4 Yahowa her kesîra mecalê dide, wekî ewana emirê heta-hetayê bistînin. Seva ku em di cineta li ser erdê heta-hetayê bijîn, em gerekê Xwedêra rast qulix kin û bijîn usa ça ew qebûl dike. Yazix wekî merî nîvê zef naxwazin evê yekê bikin. Lema jî Îsa got: “Derê tengra bikevine hindur, çimkî fire ye ew derî û ber e ew riya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin. Lê gelekî teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jiyînê û hindik in ewên ku wê rêyê dibînin” (Metta 7:13, 14). Hebandina rast, berbi emirê heta-hetayê dibe. Lê hebandina qelp, berbi mirinê dibe. Yahowa naxwaze wekî kesek ji meriya bimire, lema jî ew hemû ciya û gişkara mecalê dide, wekî bikaribin derheqa wî hîn bin (2 Petrûs 3:9). Bi rastiyê, ew yek ku em ça Xwedê dihebînin, bona me dikare bê hesabê yan emir yan mirin.

ÇA TÊDERXIN HEBANDINA RAST

5. Ça em dikarin nas kin wan meriya, kî ku di hebandina rastda ne?

5 Ça em dikarin bibînin “riya ku dibe berbi jiyînê”? Îsa Mesîh got ku hebandina rast em dikarin nas kin bi kirên wan meriva, yên ku di vê hebandinêda nin. Ewî usa got: “Dara qenc berê qenc dide”, serda jî zêde kir: “Awa hûnê wana ji kirên wan nas bikin” (Metta 7:17, 20). Bi cûrekî mayîn bêjin, kî ku di hebandina rastda nin, têne naskirinê pê bawerî û kirên xwe. Rast e ewana neqedandî ne û şaşiya dikin, lê ça kom ewana hemû tiştî dikin, wekî qirara Xwedê biqedînin. Werê em niha xeber din derheqa şeş tişta, bi saya kîjana emê bikaribin nas kin wan meriya, kî ku Xwedêra rast qulix dikin.

6, 7. Ça qulixkarên Xwedê dinihêrin li ser Kitêba Pîroz û di vê yekêda Îsa ça dibe mesele?

6 Hînkirinên qulixkarên Xwedê li ser hîmê Kitêba Pîroz in. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina jiyîna rastiyêda, wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona hemû kirinêd qenc hazir sekinî be” (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Pawlosê şandî mesîhiyara usa nivîsî: “Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rast jî usa ye” (1 Têsalonîkî 2:13). Ça tê kifşê bawerî û hînkirinên hebandina rast li ser hîmê dişirmîşbûn û erf-edetên meriva nînin. Ew tenê li ser hîmê Xebera Xwedê ne, dêmek Kitêba Pîroz.

7 Di vê pirsêda Îsa Mesîh meseleke baş mera hîşt, çimkî hînkirinên wî timê li ser hîmê Xebera Xwedê bûn. Di duakirinêda Bavê xweyî ezmanara ewî got: “Xebera te rastî ye” (Yûhenna 17:17). Îsa baweriya xwe Xebera Xwedê dianî û hînkirinên wî hema rast ji Xebera Xwedê bûn. Eva yeka em ji ku zanin? Çaxê Îsa dixwest ji Xebera Xwedê tiştek bigota ewî timê digot: “Nivîsar e”. Paşê Xebera Xwedê digot (Metta 4:4, 7, 10). Roja îroyîn jî qulixkarên Xwedê ji xwe hîn nakin. Ewana bawer dikin ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye, û hînkirinên xwe bi temamî li ser vê kitêbê hîm dikin.

8. Çi tê hesabê Yahowara qulix kî?

8 Kî ku di hebandina rastda ne, tenê Yahowara qulix dikin û navê wî eyan dikin. Îsa Mesîh got: “Biperize [qulix ke, DT] Xwedayê xwe Yahowa û bi tenê ji wîra xizmetê bike” (Metta 4:10, AB). Lema jî qulixkarên Xwedê ber tu kesî serê xwe danaynin pêştirî Yahowa Xwedê. Ewana Yahowara qulix dikin û meriyara gilî dikin ku navê Xwedayê rast çi ye û ew yekî ça ne. Di kitêba Zebûr 83:18-da, nivîsar e: “Navê te, Yahowa ye! Û yê ku li ser tevahiya Gerdûnê Herî Bilind e, tenê tu yî (AB)”. Îsa alî meriya dikir wekî ewana Xwedê nas kin, û bi vê yekê mesele mera hîşt. Di duakirinêda ewî got: “Min navê te ji wan merivara eşkere kir yên ku te ji dinyayê dan min” (Yûhenna 17:6, ÎM). Hema usa roja îroyîn qulixkarên rast, hîn dikin meriya derheqa navê Xwedê, qirara wî û usa jî xeyset-hunurên wî.

9, 10. Mesîhiyên rast bi çi cûreyî hindava hev hizkirinê nîşan dikin?

9 Qulixkarên Xwedê hindava hev hizkirina helal û nexwehizî nîşan dikin. Îsa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:35). Mesîhiyên pêşin jî hizkirina usa hindava hev nîşan dikirin. Bi rastiyê jî hizkirina ku Xwedê dixwaze wekî bal me hebe, alî me dike wekî em hiz bikin hemû mileta û tevî wan di edlayêda bin, û hilnedine hesab ku ewana merîne kesîb yan dewletî ne, merivne navdar in yan belengaz in. Ev hizkirin meriya biratiya rastda qewî girêdide. (Bixûne Kolosî 3:14.) Lê ev merî kî ku di hebandina qelpda nin, cem wana biratiya usa bi hizkirin tune. Evê yekê em ji ku zanin? Ewana hevdu dikujin ji bo vê yekê ku ewana ji cûre-cûre mileta û bereka nin. Lê mesîhiyên rast çek hilnadine destê xwe, seva ku kesekî ji biratiya xwe yan jî merivên din bikujin. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Zarêd Xwedê û zarêd Mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rastiyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hiz nake.  . . . Gerekê em hevdu hiz bikin. Mîna Qayîn nîbin, ku ji Yê Xirab bû û birê xwe kuşt” (1 Yûhenna 3:10-12; 4:20, 21).

10 Lê hizkirina helal nayê hesabê tenê kesekî nekujî, ev tiştekî hê zêde ye. Mesîhiyên rast hazir in wedê xwe, qewata xwe û xercên xwe bidin, seva ku alî hev bikin û hevdu bişidînin (Îbranî 10:24, 25). Ewana di tengasiyada alî hev dikin û hindava meriva, rast û helal in. Mesîhiyên rast di emirê xweda pêk tînin evê şîreta ji Kitêba Pîroz: “Hemûyara qenciyê bikin” (Galatî 6:10).

11. Çira ferz e, ku Îsa Mesîh qebûl kin ça mecala xilazkirinêye tek di aliyê Xwedêda?

11 Mesîhiyên rast, Îsa Mesîh qebûl dikin ça mecala xilazkirinêye tek di aliyê Xwedêda. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Bi kesekî mayîn xilazbûn tune, çimkî bin perê ezmênda navekî din merivara nehatiye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin” (Karên Şandiya 4:12). Ça em ji serê 5 pêhesiyan, Îsa emirê xwe seva merivên guhdar ça kirîn berva da (Metta 20:28). Xêncî vê yekê Xwedê, Îsa di Padşatiya ezmanada kifş kir ça Padşa, seva ku ew li ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike. Hergê em dixwazin heta-hetayê bijîn em gerekê gura Îsa bikin û hînkirinên wî biqedînin, çimkî Xwedê evê yekê ji me dewa dike. Lema jî di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Ewê ku Kur bawer dike, jiyîna wîye heta-hetayê heye. Ewê ku gura Kur nake, ew jiyînê nabîne” (Yûhenna 3:36).

12. Çi tê hesabê ji vê dinyayê nîbin?

12 Mesîhiyên rast ne ji vê dinyayê ne. Çaxê Îsa ber serwêrê Romê Pîlato sekinîbû, got: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36). Hemû mesîhiyên rast kîjan welatîda jî bimînin, ewana xwe hesab dikin bineliyên Padşatiya ezmana û lema jî xwe ji şixulên polîtîka vê dinyayê xwey dikin û dûr digirin. Mesîhiyên rast nakevine nav şer-dewa. Xêncî vê yekê ewana miqabilî wan dernayên, kî ku dikeve nav şixulê polîtîkê, yan jî kî dixwaze di şixulê polîtîkêda xwe pêşda bibe, mesîhiyên rast ne jî dengê xwe didin seva ku kesekî bijbêrin ça serwêr. Rast e mesîhiyên rast xwe ji polîtîkê dûr digirin, lê ewana bi qanûnê vî welatî dijîn. Lê gelo çira? Çimkî Xebera Xwedê temîke usa dide wana, wekî “gura wan hukumetiyada” bin, “ku ser” wanra ne (Romayî 13:1). Lê çaxê qanûna welat dewa dike wekî mesîhî gerekê tiştekî usa bikin ku miqabilî qanûna Xwedê ye, hingê mesîhiyên rast pey mesela şagirta diçin yên ku gotin: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:29; Marqos 12:17).

13. Ça mesîhiyên rast dinihêrin li ser Padşatiya Xwedê, û ji bo vê yekê ewana çi şixulî dikin?

13 Mesîhiyên rast dannasîn dikin ku tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên însanetê safî ke. Îsa Mesîh got: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). Mesîhiyên rast meriya hêlan nakin ku gumana xwe bidine ser serwêrên merivayî, dewsê ewana dannasîn dikin ku tenê Padşatiya Xwedê heye gumana meriya, ku dikare hemû problêmên wan safî ke (Zebûr 146:3). Îsa Mesîh em hîn kirin, wekî derheqa vê serwêriyê dua bikin. Ewî got: “Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:10). Di Xebera Xwedêda pêşda hatiye pêxembertîkirinê ku ev Padşatiya ezmana wê “hemû van padşatiya [yê ku îro hene] alt ke û kutasiya wan bîne, lê ew xwexa wê her û her bimîne” (Daniyêl 2:44, DT; Eyantî 16:14; 19:19-21).

14. Bi dişirmîşbûna te, kîjan hebandin rast e?

14 Derheqa çi jî me niha xeber da, pirsa bide xwe: ‘Hînkirinên kîjan hebandinê li ser hîmê Kitêba Pîroz in? Kî navê Xwedê Yahowa eyan dike? Di kîjan hebandinêda merî bi rastiyê hevdu hiz dikin û baweriya xwe Îsa Mesîh tînin? Kî xwe ji şixulên vê dinyayê dûr digire, û derheqa Padşatiya Xwedê dannasîn dike, wekî tenê ew e gumana meriya? Ji hemû hebandinên dinyayê, kîjan hebandin van hemû tişta dike?’ Hemû îzbatkirin didine kifşê, wekî ev hene Şedên Yahowa. (Bixûne Îşaya 43:10-12.)

LÊ TUYÊ ÇI BIKÎ?

15. Xêncî wê yekê, wekî bawer kin ku Xwedê heye, çi dîsa lazim e bikin?

15 Seva ku Xwedê şa bikin, bes nîne tenê baweriya xwe wî bînin. Çimkî di Kitêba Pîrozda nivîsar e, ku hela hê cin jî bawer dikin wekî Xwedê heye (Aqûb 2:19). Eşkere ye ku ewana qirara Xwedê naqedînin û Xwedê jî wana qebûl nake. Lê seva ku Xwedê me qebûl ke, em ne ku tenê gerekê bawer bikin ku ew heye, lê usa jî em gerekê qirara wî biqedînin. Hê zêde, mera lazim e wekî em ji hebandina qelp derên û xwe li hebandina rast bigirin.

16. Çi em gerekê bikin, hergê em hebandina qelpda girêdayî ne?

16 Pawlosê şandî nîşan kir, ku em gerekê tevî şixulên hebandina qelp nîbin. Ewî nivîsî: “Bona vê yekê Xudan dibêje: ‘De rabin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştên heram nekevin, û ezê we qebûl kim’” (2 Korintî 6:17; Îşaya 52:11). Lema jî mesîhiyên rast ji wan hemû tişta xwe dûr digirin, çi ku hebandina qelpva girêda ye.

17, 18. Çi ye “Babîlona Mezin”, û çira em gerekê zûskava “ji nava wê” derkevin?

17 Kitêba Pîroz nîşan dike ku hemû hebandinên qelp tevayî têne navkirinê “Babîlona Mezin * (Eyantî 17:5). Ev nav tîne bîra me şeherekî kevin dêmek Babîlon, kîderê paşî Sêlava Dinyayê hemû hebandinên qelp pêşda hatin. Gele hînkirin û erf-edet yên ku niha nav hebandina qelpda hene, hema ji şeherê Babîlonê derketine. Mesele, bineliyên Babîlonê sêyekane bawer dikirin, yan sê kes Xwedêke. Roja îroyîn jî hînkirineke ferz ya gelek hebandina, ev heye hînkirin derheqa sêyekane. Lê Kitêba Pîroz rind eyan dike û hîn dike ku tenê Xudayek heye, ev Yahowa ye û Îsa Mesîh jî Kurê wî ye (Yûhenna 17:3). Bineliyên Babîlonê usa jî bawer dikirin, ku paşî mirinê ruh yan nefsa meriya derdikeve û dijî, yan jî di cenimêda dikare biçerçire. Îro hînkirin derheqa vê yekê, ku paşî mirinê merî dijî yan jî dikare di cenimêda biçerçire, di gele hebandinada bela bûye.

18 Rast e hînkirinên Babîlonê nav temamiya dinyayê bela bûne, lê Babîlona Mezin ya roja îroyîn, ev heye koma hemû hebandinên qelp li temamiya dinyayê. Xwedê pêxembertî kir, ku ev koma hebandina qelp, wê nişkêva bê kutakirinê. Niha tu fem dikî çira usa ferz e, wekî tu ji wan hemû tişta, çi ku Babîlona mezinva girêdayî ye, xwe dûr bigirî û xwey kî. Lema jî heta wede hê heye, Yahowa Xwedê dixwaze wekî tu zûskava “ji nava wê” derkevî. (Bixûne Eyantî 18:4, 8.)

Hergê tu Yahowara tevî cimeta wî qulix kî, tu çi jî unda kî, vî zêdetir bistînî

19. Çi wê tera bîne qulixkirina Yahowara?

19 Çaxê hinek pêbihesin ku tu dixwazî ji hebandina qelp derêyî, ewana dibek heleqetiya xwe tevî te biqetînin û naxwazin tevî te xeber din. Lê hergê tu Yahowara tevî cimeta wî qulix kî, tu çi unda kî tê vî zêdetir bistînî. Tuyê gele xûşk û birên ruhanî xwera qazinc kî, mîna şagirtên Îsaye pêşin yên ku hemû tişt hîşt in û pey wî çûn. Tuyê bibî para malbeta Yahowaye mezin, nava kîjanîda bi mîlyona mesîhiyên rast hene, yên ku hizkirina helal û rast hindava te wê nîşan kin. Xêncî wê yekê jî, gumana teye emirê heta-hetayê di dinya tezeda, wê hebe. (Bixûne Marqos 10:28-30.) Û diqewime ku wede derbaz be, hinek ji wan meriya kî ku ji bo baweriya te heleqetiya xwe tevî te qetand, ewana wê bixwazin pêbihesin derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz û bibine qulixkarên Yahowa.

20. Çi axirî hîviya wan meriva ye, kî ku xwe li hebandina rast digirin?

20 Kitêba Pîroz hîn dike, ku zûtirkê Xwedê ev dinya xirab wê kuta ke û dewsê dinya nû û rast wê kifş ke li ser kîjanî Padşatiya wî wê Padşatiyê bike (2 Petrûs 3:9, 13). Bi rastiyê jî emirekî çiqas baş hîviya meye! Di dinya nûda tenê hebandineke rast wê hebe. Gelo wê aqilayî nîbe, wekî tu îda îro hemû tiştî bikî çi ku lazim e, seva ku xwe li hebandina rast bigirî?

^ abz. 17 Hê zêde elametî derheqa wê yekê, ku çira Babîlona Mezin ev heye hemû rêlîgiyên qelp tevayî, binihêre Elametiyê Zêde li ser rûpêla 219-220