Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Çi ye “Babîlona Mezin”

Çi ye “Babîlona Mezin”

DI KITÊBA Eyantîda hene gilî-gotinên usa yên ku em gerekê raste-rast fem nekin, çimkî mena van giliya tiştekî din e. Mesele, di kitêba Eyantîda tê gilîkirinê derheqa jinekê ku li ser eniya wê nivîsar e “Babîlona Mezin”. Ev jin rûniştiye li ser “elalet” û mileta (Eyantî 17:1, 5, 15). Lê çimkî bi rastiyê tu jin nikare li ser elaletê rûnê, lema jî femdarî ye wekî xebera “Babîlona Mezin” bi sîmbolîk gerekê fem bikin. Were em pêbihesin ev jina qav çi tê hesabê?

Di kitêba Eyantî 17:18-da li ser vê jina bi sîmbolîkî usa tê gotinê: “Ew jina ku te dît, ew bajarê mezin e, yê ku padşatiyê li ser padşên dinyayê dike”. Çimkî “bajarê mezin” serwêrtiya “padşêd dinyayê” dike, lema jî em dikarin bêjin, ku ev jina bi navê “Babîlona Mezin” heye teşkîleteke mezine hemdinyayê, ya ku li ser temamiya dinyayê hukum dike. Lê gelo ev çi teşkîlet e? Ev heye teşkîleta hemû rêlîgiyên qelp. Were em binihêrin ça rêzên ji kitêba Eyantî, evê yekê îzbat dikin.

Teşkîlet dikare bibe ya polîtîkê (siyasetiyê), ya tucaretiyê û ya rêlîgiyayê. Jin bi navê “Babîlona Mezin” nikare bibe teşkîleta polîtîkê, çimkî di Xebera Xwedêda nivîsar e ku “padşêd dinyayê” dêmek teşkîletên polîtîka vê dinyayê, “tevî vê qavî kirin”. Qaviya vê jina bi sîmbolîk di wê yekêda ne, ku ewê peyman girêdayî ye tevî serwêrên vê dinyayê û ew hemû tiştî dike ku qewatê hilde û bikaribe li ser wan hukum ke. Ahan, lema jî ew tê navkirinê “qava bi nav û deng” (Eyantî 17:1, 2; Aqûb 4:4).

Babîlona Mezin ne jî teşkîleta tucaretiyê ye, çimkî “bazirganêd dinyayê”, yan jî teşkîletên tucaretiyê wê bigirîn çaxê bibînin ku ew tê hilşandinê. Di Eyantîda usa jî tê gilîkirinê, wekî bazirganên û padşên dinyayê ji Babîlona Mezin “wê dûr bisekinin” (Eyantî 18:3, 9, 10, 15-17). Ji vir tê kifşê, wekî Babîlona Mezin teşkîleta polîtîkayê û tucaretiyê nîne, ev heye teşkîleta rêlîgiyayê.

Dîsa îzbatkirinek heye ku Babîlona Mezin, ev heye teşkîleta rêlîgiyayê. Di Eyantîda tê gotinê, ku ew “bi sêrbaziya” hemû mileta dixalifîne (Eyantî 18:23). Hemû cûrên sêrbaziyê ji cina ne, lema jî ecêbmayî nîne ku Kitêba Pîroz li ser “Babîlona Mezin” dibêje “cî-war, miskenê cina” (Eyantî 18:2; Qanûna Ducarî 18:10-12). Ev teşkîlet usa jî miqabilî hebandina rast derdikeve, û pey “pêxember û cimeta Xwedê” dikeve (Eyantî 18:24). Babîlona Mezin haqas zef hebandina rast nefret dike, ku bi zulmî pey “şedêd Îsa” dikeve û hela wana dikuje jî (Eyantî 17:6). Ça tê kifşê, jin bi navê Babîlona Mezin, tê hesabê teşkîleta hebandina qelpe hemdinyayê, dêmek hemû rêlîgiyên ku miqabilî Yahowa Xwedê derdikevin.