Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 7

Gumana Rastî seva Miriyên Te

Gumana Rastî seva Miriyên Te
  • Em ji ku zanin ku mirî wê rastî jî sax bin?

  • Yahowa ça dinihêre ser saxkirina miriya?

  • Kî wê bê saxkirinê?

1-3. Ev çi dijmin e ku pey me hemûya ketiye, û çira sozên ji Kitêba Pîroz dilê me rihet dike?

BIDE ber çevê xwe, wekî tu ji dijminekî xwe direvî. Ew gele ji te qewattir e û ji te zûtir direve. Tu zanî ku ew merivekî gelek bêxwedê ye, çimkî ewî ber çevê te çend hevalên te kuştiye. Tu çiqasî hê zû direvî, ew yeke pey te dikeve û hê nêzîkî te dibe. Îda tu dişirmîş dibî, ku halê te gelek xirab e, tu guman seva te tune. Lê nişkêva tu pêşiya xwe merivekî dibînî. Ew ji dijminê te gelek car qewattir e û ew soz dide te, ku wê te xilaz ke. Wî çaxî tuyê çiqas şa bî, usa nîne?

2 Îro rastî jî dijminekî usa bêxwedê heye, yê ku pey te ketiye. Ew pey hemû meriva ketiye. Ça em pêşda pêhesiyan, Kitêba Pîroz dibêje ku ev dijmin heye mirin. Tu kes ji me nikare ji wî bireve, yan jî tevî wî şer bike. Gelek meriya ji bo wî dijminî, merivên xweye nêzîk unda kirine. Lê Yahowa ji wî dijminî gelek qewattir e. Ew heye xilazkarê me, û ewî îda îzbat kiriye ku dikare me ji mirinê xilaz ke. Yahowa soz dide ku wê evî dijminî, dêmek mirinê bide hildanê. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Dijminê xilaziyê ku wê kokê lê bîne, mirin xwexa ye” (1 Korintî 15:26). Eva rastî jî mizgînîke xêr e!

3 Were em niha hinekî dişirmîş bin, ku gava merivekî meyî nêzîk dimire em çi li ser xwe texmîn dikin. Bi saya vê yekê emê bikaribin fem bikin, ku sozê Yahowa Xwedê çiqas dikare me bextewar ke. Çimkî Yahowa soz dide ku mirî wê bêne sax kirinê (Îşaya 26:19). Ewana wê dîsa jî bijîn. Eva sozê Xwedê, heye guman seva miriya.

GAVA MERIVEKÎ MEYÎ NÊZÎK DIMIRE

4. (a) Çira ew yek ku Îsa fem dikir êşa meriya, nîşan dike mera ku Yahowa çi li ser xwe texmîn dike gava merivekî me dimire? (b) Îsa tevî kê hevaltî dikir?

4 Gava merivekî me dimire, êşeke mezin dikeve dilê me û ew mera dibe kul-derdekî mezin. Lê wedê usa em dikarin dilbîniyê ji Kitêba Pîroz bistînin. (Bixûne 2 Korintî 1:3, 4.) Kitêba Pîroz alî me dike em pêbihesin, ku Yahowa û Îsa Mesîh derheqa mirinê çi dişirmîş dibin. Îsayê ku hemû aliyava mîna Bavê xwe ye, zane ku çaxê merivekî meriya dimire, ev kedereke çiqas mezin e (Yûhenna 14:9). Çaxê Îsa di Orşelîmêda bû, ew gele cara diçû gundê kêlekê bi navê Beytanya, seva ku serîkî Lazar, Meryemê û Mertayê xe. Paşwextiyê ewana bûne dostên wî. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Îsa Merta, xûşka wê û Lazarê birê wan hiz dikirin” (Yûhenna 11:5). Lê ça em îda pêşda pêhesiyan, paşê usa qewimî ku Lazar mir. Lê gelo Îsa çi li ser xwe texmîn kir, çaxê pêhesiya ku Lazar mir?

5, 6. (a) Gava Îsa dît ku bira-pismam û dostên Lazar ça şîna Lazar dikin, ev yek ça li ser Îsa hukum bû? (b) Ew yek ku Îsa ji bo mirina Lazar ber xwe ket, ça me dilgerm dike?

5 Çaxê Îsa pêhesiya ku Lazar mir ew çû cem xûşkên wî û dostên wî, yên ku şîna Lazar dikirin. Gava Îsa ewana dîtin, gelek ber xwe ket, “kesera kûr hatê û dilê wî êşiya”. Paşê jî, çawa em ji vê serhatiyê pêdihesin “Îsa giriya” (Yûhenna 11: 33, 35). Lê gelo giriyê Îsa dihate hesabê, ku gumana wî tune bû? Na. Bi rastiyê Îsa îda zanibû ku keremetek wê biqewime (Yûhenna 11:3, 4). Lê yeke ew ber xwe ket.

6 Girî û berxweketina Îsa, me dilgerim dike. Çimkî ji vê yekê eşkere tê kifşê, ku mirin ber çevê Îsa û Yahowa reş e. Lê qewata Yahowa digihîjê şer bike tevî mirinê û wî bide hildanê! Were em binihêrin bi saya qewata Yahowa, Îsa çi karibû bikira?

“LAZAR, DERKEVE”

7, 8. Çira bi nihêrandina meriya, seva Lazar tu çare îda tune bû, lê Îsa çi kir?

7 Çimkî Lazar di şkeftêda defin kiribûn, lema jî Îsa got wekî kevirê ber derê şkeftê wêda kin. Lê Merta qayîl nîbû ku şkeftê vekin, çimkî Lazar îda çar roj bû ku miribû û dibek bîn jî ketibû bedena wî (Yûhenna 11:39). Hin jî, bi nihêrandina meriya seva miriya îda çi çar heye?

Saxkirina Lazar, şabûneke mezin anî (Yûhenna 11:38-44).

8 Gava kevir wêda kirin, Îsa bi dengekî bilind kire gazî: “Lazar, derkeve!” Zanî wî çaxî çi qewimî? “Yê mirî . . . derkete derva” (Yûhenna 11:43, 44). Dikarî bidî ber çevê xwe şabûna meriyên dor-ber? Seva hineka Lazar heval bû, seva yên din jî bira-pismam, û wana zanibû ku ew miriye. Lê wa ew ber wan sekiniye, dîsa ew Lazar. Wana çevê xwe bawer nedikirin. Gelek ji wan ji şabûnê direvine ber Lazar wekî wî hemêz kin. Ji vir em dibînin, wekî qewata Yahowa rastî jî digihîjê, ku tevî mirinê şer bike û wî bide hildanê!

Êlyas kurê jinebîkê sax kir (1 Padşatî 17:17-24).

9, 10. (a) Ça Îsa nîşan kir, ku qewata saxkirinê ji kê ye? (b) Ji xwendina mesela derheqa saxbûnê, kara me çi ye?

9 Îsa eşkere nîşan kir, ku ewî ev keremet bi qewata xwe nekir. Pêşiya ku gazî Lazar bike, Îsa Yahowara dua kir û nîşan kir ku ev qewata saxkirinê ji Yahowa ye. (Bixûne Yûhenna 11:41, 42.) Yahowa dîsa gelek car ev qewat daye xebatê, xêncî Lazar di Kitêba Pîrozda dîsa heyşt mesele hene derheqa saxkirina miriya. * Xwendin û dişirmîşbûna derheqa van mesela, gelek hewas e. Ji van mesela em pêdihesin, ku Yahowa Xwedê firqiyê nake orta meriya. Ji wan saxkiriya hebûne cahil jî, kal-pîr jî, mêr jî, jin jî, Îsraêlî û ne Îsraêlî jî. Usa jî ji van mesela em dibînin, ku meriv ça pir şadibûn. Mesele, dikarî bidî ber çevê xwe çaxê Îsa keçika cahil sax kir, şabûna dê-bavê wê çiqas mezin bû? (Marqos 5:42). Belê, Yahowa seva şabûnê menîke usa dabû wan, ku wana tu car wê bîrnekirana.

Petrûsê şandî, jineke mesîhî bi navê Xezal ji mirinê rakir (Karên Şandiya 9:36-42).

10 Femdarî ye wekî merivên ku Îsa sax kiribûn, axiriyê dîsa mirin. Lê ev yek tê hesabê, ku Îsa badîhewa wana sax kir? Na. Çimkî bi saya van keremeta, em derheqa miriya rastiyê pêdihesin, û gumanê distînin bona miriyên xwe.

EM ÇI HÎN DIBIN JI SERHATIYÊN DERHEQA SAXBÛNÊ?

11. Ça serhatiya derheqa Lazar îzbat dike wan giliya, kîjan ku di Waîz 9:5-da nivîsîne?

11 Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku “mirî tiştekî nizanin” (Waîz 9:5). Serhatiya derheqa Lazar evê yekê rind îzbat dike. Çaxê Lazar ji mirinê rabû, ewî qet gilî kiriye seva emirê li ser ezmana? Yan jî qet gilî kiriye, ku merî cîkî diçerçirin, yan jî cenim heye? Na. Di Kitêba Pîrozda tune cîkî usa, wekî Lazar derheqa tiştên usa gilî kira. Heta Lazar mirî bû, van çar roja ewî “tiştek nizanibû”. Lazar, ça bêjin bi xewa mirinê raza bû (Yûhenna 11:11).

12. Em çira dikarin bawer bikin, ku Lazar rastî jî ji miriê rabû?

12 Serhatiya derheqa Lazar usa jî nîşan dike, ku saxkirin rastî jî heye, ev çîrok nîne. Şedên wê yekê ku Îsa Lazar ji mirinê rakir, gelek merî bûn. Hela hê serkarên dînê cihûya jî, ku Îsa ber çevê wan reş bû, nikaribûn înkar kirana keremeta wî. Wana serda jî giliyên usa gotin: “Emê çi bikin? Eva meriva [Îsa] gelek nîşana dike?” (Yûhenna 11:47). Gelek meriv dihatin, wekî Lazarê saxbûyî bibînin. Paşê, gelek ji wana destpêkirin ji Îsa bawer kin. Lazarê saxbûyî wanara dibû îzbatkirin, ku Îsa rastî jî ji Yahowa Xwedêda hatiye şandinê. Eva îzbatkirin haqasî qewî bû, ku serkarên dînê cihûya xwestin hin Îsa, hin jî Lazar bikujin (Yûhenna 11:53; 12:9-11).

13. Li ser çi hîmî em dikarin bawer kin, ku Yahowa dikare miriya rake?

13 Gelo bi aqlayî ye bawer kin ku meriv dikare bê saxkirinê? Belê, çimkî Îsa dibêje ku wextekê bê, çaxê “hemûyên tirbada wê dengê wî bibihên” û wê rabin (Yûhenna 5:28). Yahowa heye Efirandarê hemû tiştî. Çetin e bawer bikî, wekî ew dikare merivekî tezeda biefirîne? Vira gelek tişt tevî bîra Yahowa girêdayî ye. Lê gelo ew dikare miriyên me di bîra xweda xwey ke? Bidin hesabê xwe, ku di ezmênda mîlyard-mîlyarda steyrk hene, û Yahowa navê her yêkê ji wana, zane! (Îşaya 40:26). Lema jî em dikarin guman bin, ku Yahowa dikare hemû tiştî, hûr bi hûr, derheqa miriyên me di bîra xweda xwey ke û hazir e wana tezeda biefirîne.

14, 15. Çi ji giliyên Îbo tê kifşê, Yahowa ça dinihêre li ser rakirina miriya?

14 Lê gelo, Yahowa ça dinihêre ser rakirina miriya? Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî Yahowa gele dixwaze, ku meriya ji mirinê rake. Merîkî amin bi navê Îbo, pirseke usa dabû: “Heger meriv bimire, gelo dikare dîsa bijî?” Bi vê yekê Îbo dixwest bigota, wekî çaxê ew bimire, wê di tirbêda be, heta ku Yahowa Xwedê wî bîra xwe bîne. Ewî gote Yahowa: “Tê gazî min bikî, ezê jî caba te bidim. Tê bîra efirandinên destên xwe bikî” (Îbo 14:13-15, DT).

15 Ji vir em dibînin, ku Yahowa dixwaze û gelek hîviya wê rojê ye, çaxê mirî wê sax bin. Ev yek me gelek dilgerim dike, usa nîne? Lê gelo, kî wê bê saxkirinê, û ewana kîderê wê bijîn?

“HEMÛYÊN TIRBADA”

16. Gava merî bêne saxkirinê, emirê wan li ser erdê wê çi cûreyî be?

16 Serhatî derheqa saxkirina miriya, yên ku di Kitêba Pîrozda nivîsar in, alî me dikin fem bikin, wekî li axiriyê Yahowa Xwedê seva meriya wê çi bike. Ji van serhatiya usa jî tê kifşê, wekî ew miriyên ku hatibûn saxkirinê, dîsa jî li ser erdê tevî bira-pismamên xwe dijîtin. Dêmek di axiriyêda jî, gava mirî bêne saxkirinê, ewana wê li ser erdê bijîn, lê hingê jîyîn wê hê xweş be. Ça em îda ji serê 3 pêhesiyan, nêt-qirara Xwedê ew e, wekî erd bi temamiyê bibe cinet. Lema jî merivên meye nêzîk, gava bêne saxkirinê wê li cinetê ser erdê bijîn, kîderê îda şer, zulmî û nexweşî wê tune bin. Li vir ser erdê, ewana wê bikaribin heta-hetayê bijîn, û bi rastiyê jî bextewar bin.

17. Kîjan merî wê bêne saxkirinê?

17 Lê gelo, kî wê bê saxkirinê? Di Kitêba Pîrozda usa nivîsar e: “Hemûyên tirbada wê dengê wî [Îsa] bibihên” û “wê . . . rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Di Kitêba Eyantî 20:13-da jî tê gilîkirinê: “Berê miriyêd xwe dan, Mirinê û Dîyarê Miriya jî miriyêd xwe dan”. Bi vê yekê em fem dikin, ku heçî zef ji miriya wê rabin. (Zêde elametî derheqa “Dîyarê Miriya” binihêre li ser rûpêla 212-213.) Dêmek mezelê hemû miriya wê bêne valakirinê. Hemû merî, yên ku mirine, dîsa vegerin jîyînê. Pawlosê şandî derheqa vê yekê got: “Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15). Lê ev yek çi tê hesabê?

Di cinetêda, mirî wê bêne saxkirinê, û dîsa tevî bira-pismamên xwe tevayî bijîn

18. Kî ne merivên “heq”, yên ku bêne saxkirinê, û ev gumana saxkirinê ji çi te aza dike?

18 Merivên “heq”, ev hene meriyên rast, derheqa kîjana em di Kitêba Pîrozda pêhesiyan, yên ku pêşiya bûyîna Îsa Mesîh diman. Hela dişirmîş be derheqa Nuh, Birahîm, Sara, Mûsa, Rût, Ester û dîsa gelek merivên din. Derheqa hine ji van meriyên amin, di kitêba Îbranî serê 11-da tê gilîkirinê. Merivên “heq”, usa jî têne hesabê ew qulixkarên Yahowa, yên ku îda di wedê meda mirine. Bi saya gumana saxkirinê, tirsa me ber mirinê tine (Îbranî 2:15).

19. Kî ne “neheq” û Yahowa bi remtiya xwe çi mecalê dide wan?

19 Lê pirsek pêşda tê: ew merivên ku Xwedêra qulix nekirine û mirine, lê halê wan wê ça be? Ev mîlyarda merivên “neheq” ji aliyê Yahowa Xwedêda wê neyne bîr kirinê. Ewana jî wê bêne saxkirinê û mecalê bistînin, wekî hîn bin derheqa Xwedê û wîra qulix kin. Nava hezar sala ev hemû mirî wê bêne saxkirinê û bikaribin bi şabûnê tevî merivên din, amin Yahowara qulix kin. Ev rastî jî wê zemanekî xweş be. Ev wede di Kitêba Pîrozda tê navkirinê “Roja Axretê”. *

20. Çi ye “geenna”, û kî dikeve li geennayê?

20 Lê ev yek tê hesabê, wekî her kes ji meriya yên ku li ser erdê diman, wê bêne saxkirinê? Na. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî hine ji miriya, di “cenimêda” nin (Lûqa 12:5). Di hine welgerandinên Kitêba Pîrozda xebera Îbranî “geenna”, yan jî bi zimanê Yûnanî “geenna”, hatiye tercimekirinê “cenim”. Mesele berê, geena navê ciyê gemarê bû, yê ku pişt dîwarê Orşelîmê bû. Li wir cinyaz û cûre-cûre bermayî dişewitandin. Lê tenê cinyazê wan meriva davîtine geennayê, yên ku ne hêjayî definkirinê bûn û ne jî saxkirinê. Lema jî xebera geenna bi sîmbolîkê tê hesabê qirkirina heta-hetayê. Rast e Îsa Mesîh wê dîwana merivên sax û mirî bike, lê hakimê herî jorin dimîne Yahowa (Karên Şandiya 10:42). Yahowa tucar sax nake wan meriva, yên ku zulm û xirab in, û naxwazin xwe biguhêzin.

SAXKIRIN SEVA JÎYÎNA LI EZMANA

21, 22. (a) Çi tê hesabê “rabûna miriyaye pêşin”? (b) Kî bû yê pêşin, ku ça kesê ruhanî hate saxkirinê?

21 Di Kitêba Pîrozda usa jî tê gilîkirinê derheqa saxkirina meriya, yên ku li ser ezmana wê bijîn ça kesên ruhanî (Eyantî 20:6). Derheqa saxkirina usa di Kitêba Pîrozda tenê meselek heye, ev heye mesele Îsa Mesîh.

22 Gava Îsa Mesîh mir, Yahowa nehîşt, wekî Kurê wî di Tirbêda bimîne (Zebûr 16:10; Karên Şandiya 13:34, 35). Yahowa ji mirinê Îsa rakir, lê ew îda ça meriv nîbû. Petrûsê şandî evê yekê şirovedike: “Ew aliyê bedenîda hate kuştinê, lê aliyê ruhanîda jiyînêra hate vegerandinê” (1 Petrûs 3:18). Bi rastiyê jî ev keremeteke mezin bû. Îsa paşda vegeriya li jîyînê, lê îda ça kesê ruhanî û qewat! (Bixûne 1 Korintî 15:3-6.) Îsa yê pêşin e ji wan, kîjanî qedrekî usa standine, dêmek vî cûreyî hatine saxkirinê. Çimkî xêncî Îsa dîsa kesên usa hebûn, yên ku qedrekî usa gerekê bistandana (Yûhenna 3:13).

23, 24. Kî dikeve nava koma “keriyê pêzî biçûk”, û hesabê wan çiqas e?

23 Îsa zanibû, ku paşî rabûna ji mirinê, ewê zûtirekê vegere li ezmana. Lema jî pêşiya mirina xwe ewî gote şagirtên xwe, ku ew diçe wanara “cî hazir” ke (Yûhenna 14:2). Merî yên ku biçûna li ezmên, Îsa wana nav dike ça “keriyê pêzî biçûk” (Lûqa 12:32). Lê gelo, çiqas in yên dikevine nava vê kuma biçûke mesîhiyên amin? Yûhennayê şandî evê yekê di kitêba Eyantî 14:1-da wa şirovedike: “Paşê min dîna xwe dayê, va Berx [Îsa Mesîh] li serê çiyayê Sîyonê sekinî bû û sed çil çar hezar meriv tevî wî bûn, ku li ser eniya wan navê wî û navê Bavê wî nivîsar bûn”.

24 Ev 144 000 mesîhiyên amin wê bêne saxkirinê seva ku li ezmana bijîn. Di nav wanda usa jî şagirtên Îsaye pêşin hene, yên ku şandî têne navkirinê. Lê ev saxkirin wê kengê destpêbe? Pawlosê şandî got, wekî ev yek wê biqewime roja hatina Îsa Mesîh (1 Korintî 15:23). Hatina Îsa, ev tê hesabê wede çaxê Îsa wê destpêke serwêrtiyê bike. Em îda di wedê hatina Îsa Mesîhda dimînin. Derheqa vê yekê emê di serê 9-da hûr bi hûr pêbihesin. Lema jî roja îroyîn ji wan 144 000 meriva, kî ku dimire, pêra-pêra tê saxkirinê seva jîyîna li ezmana (1 Korintî 15:51-55). Lê elaleteke mezin wê bêne saxkirinê, seva ku li cinetê ser erdê bijîn.

25. Di serê mayînda emê derheqa çi xeber din?

25 Belê, Yahowa bi rastiyê jî dijminê me, dêmek mirinê, wê bide hildanê! (Bixûne Îşaya 25:8.) Lê niha dibek jî pirsek bal te pêşda tê: ‘Seva çi hinek ji meriva, gerekê li ezmana bijîn?’ Seva ku ji ezmana padşatiyê bikin. Derheqa vê yekê, hê zêde emê di serê mayînda pêbihesin.

^ abz. 9 Meselên din hûn dikarin di van kitêbada bibînin: 1 Padşatî 17:17-24; 2 Padşatî 4:32-37; 13:20, 21; Metta 28:5-7; Lûqa 7:11-17; 8:40-56; Karên Şandiya 9:36-42; 20:7-12.

^ abz. 19 Seva zêde elametî derheqa “Roja Axretê” binihêre li ser rûpêla 213-215.