Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 19

Xwe di nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin

Xwe di nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin
  • Çi tê hesabê Xwedê hiz kin?

  • Ça xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey kin?

  • Ça Yahowa vê xelat ke wan meriya, kî ku xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey dikin?

Gelo di van rojên çetinda tê Yahowa bikî sitara xwe?

1, 2. Roja îroyîn kîderê em dikarin cî sitarê bibînin?

BIDE ber çevê xwe ewrayî ye, bayê qayîm tê û tu rêda diçî. Nişkêva ezman dibe terî, birûsk şewq dide, dibe gure-gura ewr ezmana, û baraneke qayîm dibare. Tu bi leze-lez dora xwe dinihêrî û cî sitarê digerî, seva ku birevî xwe xwey kî. Tu sitarekê dibînî, ku dikare te ji ba û baranê xwey ke. Tê çiqas şa bî bona vê sitarê!

2 Roja îroyîn jî em di wedê giranda dimînin. Çimkî roj bi roj halê dinyayê hê çetin dibe. Lê heye cî sitar ku dikare me ji zîyanê xilaz ke. Gelo ev çi cî sitar e? Dîna xwe bidê çi tê gotinê di Kitêba Pîrozda: “Ezê ji Yahowara, bibêjim: ‘Tu stargeha ku ez xwe lê diparêzim û keleha minî, Xwedayê min, ew e û ez li wî ewle me’” (Zebûr 91:2, AB).

3. Ça Yahowa seva me dikare bibe sitar?

3 Tu tenê dişirmîş be, ku Yahowa Efirandarê Himzor û herî Jorin dikare seva me bibe sitar. Yahowa dikare me xwey ke, çimkî ew ji wan kesên, yan jî tiştên ku dikarin zîyanê bidine me, qewattir e. Hergê ziyanek jî bigihîje me, Yahowa dikare halê me baş ke. Lê ça em dikarin Yahowa bikin sitara xwe? Em gerekê gumana xwe bidin li ser wî. Xêncî vê yekê Kitêba Pîroz me hêlan dike: “Xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin” (Cihûda 21). Belê, em gerekê xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey kin, seva vê yekê lazim e ku heleqetiya xwe tevî Bavê xweyî ezmana baş kî. Û wî çaxî em dikarin guman bin, ku ew wê seva me bibe sitar. Lê ça em dikarin heleqetiya xwe tevî Xwedê baş kin?

PÊBIHESE DERHEQA HIZKIRINA XWEDÊ, Û CABA HIZKIRINA WÎ BIDE

4, 5. Ça Yahowa hizkirinê hindava me nîşan dike?

4 Seva ku xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey kin, em gerekê fem bikin ku ça Yahowa hindava me hizkirinê nîşan dike. Hela dişirmîş be li ser wan tişta, çi ku tu ji Kitêba Pîroz bi saya vê kitêbê pêhesiyayî. Efirandarê me Yahowa maleke xas, dêmek dinya da me. Ewî xem kir ku li ser erdê hebe bê hesab xwarin, av, hemû tiştên tebiyetê, cûre-cûre heywan û ciyên gelek bedew, yên ku bona dîtinê hewas in. Bi saya Kitêba Pîroz, Xwedê navê xwe û hunurên xweye baş mera eyan kir. Di Xebera wîda usa jî tê gilîkirinê, ku Xwedê Kurê xweyî hizkirî şande erdê, yê ku gele çerçirî û mir seva me (Yûhenna 3:16). Lê ev pêşkêş çi tê hesabê seva me? Ev gumana emirê baş di axiriyêda, dide me.

5 Seva ku axiriya me baş be, Xwedê dîsa tiştek kir. Ewî padşatî li ezmana kifş kir, û Îsa Mesîh kire Padşa. Zûtirekê ev padşatî wê hemû kul-derdên meriya kuta ke û erdê bike cinet. Hela tu tenê dişirmîş be, em dikarin di edilayêda û bextewariyêda heta-hetayê bijîn! (Zebûr 37:29). Xêncî vê yekê îro jî Xwedê rêberiyê dide me, wekî em bikaribin bi emirekî rast bijîn. Xwedê usa jî mecala duakirinê daye me, wekî em bikaribin jêra xeber din û derheqa nêt-fikirên xwe bêjin. Ev tenê çend mesele ne, yên ku nîşan dikin wekî ça Yahowa hizkirina xwe hindava însanetê û her me yekê nîşan dike.

6. Ça tu dikarî caba hizkirina Yahowa bidî?

6 Werê niha em dişirmîş bin li ser pirseke ferz: ‘Ça ez dikarim caba hizkirina Yahowa bidim?’ Gelek wê bêjin: “Belê, ez gerekê Yahowa hiz bikim”. Tu jî usa dişirmîş dibî? Îsa Mesîh got, ku temiya here mezin ev e, ku: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” (Metta 22:37). Bi rastiyê jî, gele menî hene ku tu Yahowa Xwedê hiz bikî. Lê ça em dikarin Yahowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe, hiz bikin?

7. Hizkirin hindava Xwedê vê çida me hêlan ke? Şiroveke.

7 Ça ji Kitêba Pîroz tê kifşê hizkirin hindava Xwedê gele ferz e. Lê tenê hizkirina me hebe ev bes nîne. Were em meselekê bêjin. Dendika sêvê lazim e, seva ku daçikînî wekî dara sêvê mezin be û sêvên xweş bide. Lê hergê tu sêv bixwazî û kesek dendika sêvê bide te, tê razî bî? Femdarî ye, na. Usa jî hizkirina hindava Xwedê, ew lazim e, lê ev tenê destpêbûn e. Gerekê hizkirinê nav xweda mezin kî, wekî paşê pê şixulên xwe berên xweş bidî. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Çimkî bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin. Û temiyên wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3). Hergê em bi rastiyê Xwedê hiz dikin, hizkirina me hindava wî timê gerekê mezin be û berên baş dêmek kirên meye baş bide. Belê, bi şixulên me gerekê bê kifşê, wekî em Xwedê hiz dikin. (Bixûne Metta 7:16-20.)

8, 9. Ça em dikarin hizkirina û razîbûna xwe Xwedêra nîşan kin?

8 Hergê em guh didine temiyên Xwedê û di emirê xweda prînsîpên wî diqedînin, bi vê yekê em nîşan dikin ku Xwedê hiz dikin. Çetin nîne evê yekê bikî, çimkî qanûnên Yahowa ne giran in. Ev qanûn alî me dikin ku em di emirê xweda lezetê bibînin û bextewar bin (Îşaya 48:17, 18). Hergê em bi rêberiya Xwedê dijîn, bi vê yekê em nîşan dikin ku gele qîmet dikin evê yekê, çi ku Bavê meyî ezmana seva me kiriye. Lê yazix, ku îro tenê hine merî razîbûna xwe Xwedêra nîşan dikin. Em naxwazin bibine mîna wan merivên bê şêkir, yên ku dijîtin wedê Îsa Mesîh. Carekê çaxê Îsa dehe merivên kutî qenc kir, ji wana tenê yek vegeriya seva ku razîbûna xwe Îsara eyan ke (Lûqa 17:12-17). Bêyî şik em jî dixwazin bibine mîna vî merivê şêkir, ne ku mîna van nehe merivên bê şêkir!

9 Kîjan in temiyên Yahowa ku em gerekê xwey kin? Di vê kitêbêda me xeber da derheqa gele temiyên Yahowa û were em dîsa çend ji van temiya biwekilînin. Hergê em temiyên Yahowa biqedînin û xwey kin, ev yek wê alî me bike ku xwe di nava hizkirina Yahowada xwey kin.

HÊ ZÊDE NÊZÎKÎ XWEDÊ BE

10. Şiroveke, çira usa ferz e dîsa jî berdewan kî derheqa Yahowa Xwedê pêbihesî?

10 Seva ku tu nêzîkî Yahowa bî, gelek ferz e wekî pêbihesî derheqa wî. Ev yek tu car gerekê neyê sekinandinê. Mesele, bide ber çevê xwe wekî tu derva rûniştiyî, êvareke sar e û te agir vêxistye wekî xwe germ kî. Teyê bihîşta ku agir hêdî-hêdî kêmbûya û bitemiriya? Femdarî ye na. Teyê timê dar biavîta ser agir, seva ku agir bişxule û te germ ke. Çimkî emirê te vê yekêva girêdayî ye. Ça seva ku agir netemire lazim e dar, usa jî seva ku hizkirina me hindava Xwedê kuta nebe, lazim e derheqa Xwedê timê zanebûnê bistînin (Metelok 2:1-5).

Seva ku agir bişxule dar lazim e, usa jî seva ku hizkirina me hindava Xwedêda timê hebe, zanebûn lazim e

11. Ça giliyên Îsa hukum bû li ser şagirtên wî?

11 Îsa dixwest ku şagirtên wî hindava Yahowa û Xebera wî hizkirina xwe xwey kirana û hê mezin kirana. Paşî wê yekê ku Îsa ji mirinê rabû, ewî du şagirtên xwera çend pêxembertî ji Nivîsarên Îbraniya şirovekir, yên ku li ser wî hatibûn serî. Ev yek li ser şagirtên wî ça hukum bû? Pey hine wedera wana got: “Lema, gava ewî rêda mera xeber dida û nivîsar mera şirovedikirin, agir dilê me diket” (Lûqa 24:32).

12, 13. (a) Roja îroyîn gelek merî di hindava hizkirina Xwedê û Kitêba Pîrozda, çi li ser xwe texmîn kirine? (b) Çi em dikarin bikin, ku hizkirina me sar nebe?

12 Çaxê tu pêdihesiyayî ku çi hîn dike Kitêba Pîroz, dilê te bi şabûnê û hizkirina hindava Xwedê tije dibû, û te dixwest meriyara derheqa vê rastiyê gilî kira? Bêyî şik te ev şabûn û hizkirin texmîn kiriye. Gele meriya jî ev yek li ser xwe texmîn kirine. Niha jî gele ferz e, wekî tu hizkirina xwe di hindava Xwedêda xwey kî û mezin kî. Em naxwazin çev bidine vê dinyayê. Îsa Mesîh pêşda got ku “hizkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12). Lê çi em dikarin bikin, seva ku hizkirina me hindava Yahowa û rastiya Kitêba Pîroz sar nebe?

13 Berdewan ke derheqa Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh pêbihese (Yûhenna 17:3). Dişirmîş be li ser wan tişta, çi ku tu ji Xebera Xwedê pêdihesî, û pirsê bide xwe: “Gelo ev yek çi min hîn dike derheqa Yahowa Xwedê? Çi meniya min heye, ji bo çi jî ez gerekê Yahowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe hiz bikim?” (Bixûne Zebûr 143:5.) Dişirmîşbûna usa wê alî te bike, ku hizkirina te hindava Yahowa hê zêde be û kêm nebe.

14. Ça duakirin dikare alî me bike, wekî xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey kin?

14 Seva ku hizkirina te hindava Yahowa hê mezin be, lazim e her gav dua bikî (1 Têsalonîkî 5:17). Ji serê 17 em pêhesiyan, ku duakirin ev ji Xwedê pêşkêşeke qîmet e. Mesele çaxê merî her gav hevra xeber didin û dilê xwe hev dura vedikin, ewana hê nêzîkî hev dibin û heleqetiya wan mezin dibe. Evê yekê em usa jî dikarin bêjin derheqa Yahowa, hergê em her gav wîra dua dikin, ev yek heleqetiya me tevî Yahowa hê qewî dike û me nêzîkî wî dike. Gelek ferz e wekî duayên me bê nêt, pir xeber û bi ezberî nîbin. Em gerekê usa Yahowara xeber din, ça zar tevî bavê xwe xeber dide. Çaxê em dua dikin em gerekê bi qedir û bi dil û can tevî Yahowa xeber din, aza dilê xwe wîra wekin û helal bin (Zebûr 62:8). Belê, hînbûna Kitêba Pîroze xwexa, û duayên meye bi dil û can, ev heye pareke ferz, ji qulixkirina me, û alî me dike ku em xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey kin.

BI ŞABÛN YAHOWARA QULIX KE

15, 16. Çira dannasînkirin ev heye qedrekî mezin û ça xizne?

15 Hînbûna Kitêba Pîroze xwexa û duakirin, ev heye pareke ji qulixkirina me, yê ku em xwexa başqe derbaz dikin. Niha were em xeber din, derheqa vê qulixkirinê, ya ku em ber temama didine kifşê, dêmek xeber didin meriyara derheqa baweriya xwe. Tu îda xeber didî meriyara derheqa rastiyên Kitêba Pîroz? Bi rastiyê jî ev qedrekî gelek mezin e! Çaxê em meriyara gilî dikin rastiyê derheqa Yahowa Xwedê, ya ku em hîn bûne, bi vê yekê em fermaneke ferz pêk tînin, ya ku hemû mesîhiyên rastra hate dayînê. Dêmek dannasînkirina mizgîniya xêrê, derheqa Padşatiya Xwedê. (Bixûne Metta 24:14; 28:19, 20.)

16 Pawlosê şandî qulixkirina xwe Xwedêra, gelek qîmet dikir, û ev beramberî xiznê kir (2 Korintî 4:7). Çaxê tu xeber didî meriyara derheqa Yahowa Xwedê û qirara wî, bi vê yekê tu şixuleke lape baş dikî. Ev heye qulixkirin Axayê herî başra, qulixkirina usa kareke mezin tîne. Bi dannasînkirinê tu alî merivên helal dikî, ku ewana bikaribin nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin û bisekinin li ser riya rastiyê, ya ku dibe berbi emirê heta-hetayê! Ji vî şixulî ferztir û çêtir îda çi dikare hebe? Çaxê tu gilî dikî meriyara derheqa Yahowa û Xebera wî, tu baweriya xwe qewî dikî û hizkirina te hindava Yahowa hê mezin dibe. Yahowa gelek qîmet dike hemû tiştî, çi ku tu seva wî dikî (Îbranî 6:10). Berdewan ke dannasînkirina bi dil û can, û ev yek wê alî te bike, ku xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey kî. (Bixûne 1 Korintî 15:58.)

17. Çira dannasînkirin, ev şixuleke bê eglekirine?

17 Gele ferz e bînin bîra xwe ku dannasînkirin derheqa Padşatiya Xwedê ev şixuleke bê eglekirin e. Gelo çira? Xebera Xwedê mera dibêje: “Roja mezin ya Xudan nêz e, nêz e û zef bilezî tê” (Sêfanya 1:14). Belê, ev roja ku Yahowa evê dinya neheq kuta ke, zû nêzîk dibe! Lema jî em gerekê derheqa vê yekê meriyara elam kin. Wanara lazim e bizanibin wekî niha ew wede ye, ku ewana gerekê Yahowa Xwedê qebûl kin ça Serwêrê Himzor. Roja Xwedê “derengî” nakeve (Hebaqûq 2:3).

18. Çira em gerekê nêzîkî mesîhiyên rast bin û eşkere tevayî Yahowara qulix kin?

18 Yahowa dixwaze wekî em tevî qulixkarên wîyî rast bibine yek û tevayî em eşkere navê wî rûmet kin. Lema jî di Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin, çawa ku hineka xwera kiriye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku Roja Axretê nêzîk dibe” (Îbranî 10:24, 25). Belê, çaxê em di civatêda tevî xûşk-birên xweye ruhanî top dibin, ev bona me mecaleke baş e, seva ku Xwedayê xweyî hizkirîra qulix kin û wî rûmet kin. Li ser civata em usa jî dikarin hêlana bidine hev û hev qewî kin.

19. Ça em dikarin di civatêda hizkirinê hindava hev qewî kin?

19 Çaxê em nêzîkî cûre-cûre qulixkarên Yahowa dibin, bi vê yekê em di civatêda hizkirin û hevaltiya xwe hindava hev hê qewî dikin. Gelek ferz e, ku em xeysetên baş nav hevda bigerin, çimkî xwexa Yahowa nav meda tiştên baş digere. Hîviyê nîbe ku xûşk-birên te di civatêda gerekê qedandî bin. Bîne bîra xwe, ku her kes bi cûre-cûre çapa nêzîkî Xwedê dibe. Kesek dikare zû di ruhanîda pêşda here, hinek jî hêdî-hêdî û em temam şaşiya dikin. (Bixûne Kolosî 3:13.) Hevaltiyê bike tevî wan meriya, yên ku gelek Yahowa hiz dikin, ev yek wê alî te bike ku di ruhanîda mezin bî û pêşda herî. Belê, hergê tu tevî xûşk-birên xweyî ruhanî Yahowara qulix kî, tuyê bikaribî xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey kî. Lê Yahowa ça wê xelat ke wan meriya, yên ku bi aminiyê wîra qulix dikin û bi vê yekê xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey dikin?

XWE LI “JIYÎNA” RAST BIGIRE

20, 21. Çi ye “jiyîna ku rastî jiyîn e”, û çira ev gumaneke baş e?

20. Yahowa qulixkarên xweye amin wê bi emir xelat ke. Lê derheqa emirekî ça xeberdan diçe? Mesele, îro em dikarin bêjin ku em rastî jî dijîn? Hinek dibek wê bêjin ku em bîna xwe dikişînin, dixwin, vedixivin, dêmek em dijîn lê çi dikin. Hela hê çaxê tiştekî baş diqewime, dibêjin: “Eva rastî jî jiyîn e”. Lê Kitêba Pîroz dibêje wekî jîyîna rastî cûrekî mayîn e.

Yahowa dixwaze ku tu jîyîna rastî bistînî. Lê tu dixwazî?

21. Xebera Xwedê me hêlan dike, “jiyîna ku rastî jiyîn e qazinc kin” (1 Tîmotêyo 6:19). Ça ji van giliya tê kifşê, “jiyîna ku rastî jiyîn e” em dikarin tenê di axiriyêda qazanc kin. Çaxê em bibine qedandî, emê bi jîyîneke rastî bijîn, dêmek usa çawa Xwedê seva me qirar kiriye. Çaxê em di cinetêda emirê heta-hetayê bistînin, emê tu car nexweş nekevin û kal pîr nebin. Emê di edilayêda û bextewariyêda bijîn. Hingê emê bistînin “jiyîna ku rastî jiyîn e”, dêmek emirê heta-hetayê (1 Tîmotêyo 6:12). Bi rastiyê jî gumaneke meye çiqas baş heye!

22 Ça tu dikarî “jiyîna ku rastî jiyîn e” qazanc kî?

22. Lê ça em dikarin “jiyîna ku rastî jiyîn e qazanc kin?” Pêşiya ku Pawlosê şandî ev gilî bigota, ewî gote mesîhiya ku ewana gerekê “qenciya bikin” û “bi kirinên qenc dewletî bin” (1 Tîmotêyo 6:18). Ev giliyên Pawlos nayêne hesabê, ku bi kirên xweye qenc em hêjayî jîyîna rast dibin, çimkî jîyîna rast em tenê bi saya “kerema Xwedê” dikarin bistînin. Lê ji giliyên Pawlos tê kifşê, ku lazim e em zanebûnên ji Kitêba Pîroz rast bidin xebatê (Romayî 5:15). Yahowara zef hewas e xelat ke wan meriya, kî ku bi aminiyê wîra qulix dikin. Ew dixwaze wekî tu “jiyîna rastî” bistînî. Her kes kî ku xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey dike, dikare jîyîneke usa bistîne û bextewar be bi emirê heta-hetayê.

23. Çira gele ferz e, xwe di nava hizkirina Xwedêda xwey kî?

23 Her kes ji me gerekê pirseke usa bide xwe: “Ez qewata xwe gişkî didim xebatê wekî qulix kim Xwedêra usa, ça Kitêba Pîroz hîn dike?” Hergê em her roj evê pirsê didine xwe û texmîn dikin ku caba vê pirsê belê ye, dêmek em li ser rêke rast sekinîne. Yahowa sitara me ye, lema jî em dikarin bawer bikin wekî di rojên axiriyêye çetinda wê me xwey ke. Yahowa usa jî wê me derbazî dinya nû ke, yê ku îda gele nêzîk e. Bi rastiyê jî emirekî çiqas baş hîviya me ye û çiqas emê şa bin ku wedê axiriya vê dinyayê me bijartineke rast kiriye! Hergê tu îda îro bijartineke usa bikî, tuyê jîyîna rastî bistînî, dêmek emirê heta-hetayê, yê ku Yahowa seva însanetê qirar kiriye!