Elametiyê Zêde
Pêxembertiya Daniyêl Derheqa Hatina Îsa Mesîh
DANIYÊLÊ pêxember, weke 500 sal pêşiya bûyîna Îsa Mesîh dijît. Yahowa elametiya usa da Daniyêl, bi saya çi jî ewî dikaribû tê derxista ew wede, kengê ku Îsa wê bihata rûnkirinê yan kifşkirinê ça Îsa Mesîh. Daniyêlra hatibû gotinê: “Bizanibe û fem bike, ku bona ava kirina Orşelîmê û bona anîna rewşa [nisila] Daniyêl 9:25).
wê yê berê ji derketina emir, heta serwêrê ku hatiye mesîh kirin, heft hefte û şêst û du hefte wê hebin” (Seva ku tê derxin wedê hatina Îsa Mesîh, pêşiyê em gerekê pêbihesin ku kengê destpêbû ew wede, derheqa kîjanî jî Daniyêl pêxembertî kir. Di pêxembertiyêda hatibû gotinê, wekî ev wede wê destpêbe paşî wê yekê, ça fermana “ava kirina Orşelîmê” bê dayînê. Lê gelo ev ferman kengê hatibû dayînê? Di kitêba Nehemiyada nivîsiye, wekî ev ferman hate derxistin wedê padşatiya Artahşaşt, gava îda bîst sal bû ku ewî padşatî dikir (Nehemiya 2:1, 5-8). Bi giliyên terîxzana, Artahşaşt Padşa di sala 474-da B.D.M. destpêkir padşatiyê bike. Dêmek 20 saliya padşatiya Artahşaşt, dikeve sala 455. Ji vir tê kifşê, ku ew wede derheqa çi jî Daniyêl digot, di sala 455-da destpêbû.
Daniyêl eyan kir, wekî heta hatina Îsa Mesîh çiqas wede gerekê derbaz bûya. Di pêxembertiyêda hatibû gotinê ku “heft hefte û şêst û du hefte”, bi temamiyê ev derdikeve 69 hefte. Lê gelo ev wede çiqasî dirêj dibe? Ji hine welgerandinên Kitêba Pîroz rind tê kifşê, wekî xeberdan derheqa heftiyê sala diçe, ne ku derheqa heft rojên heftiyê. Dêmek her heftiyê sala, derdikeve 7 sal. Cimeta Cihûya derheqa van heftiyê sala rind zanibûn. Mesele, her sala hefta di Îsraêlêda dihate hesabê sala Şemiyê (Derketin 23:10, 11). Dêmek pêxembertî derheqa 69 hefte, ev tê hesabê 69 wede û di her ji van wedada 7 sal hene. Hergê 7 derba 69 hesab kin, wê derdikeve 483 sal, dêmek 69 hefte ev 483 sal in.
Niha em îda dikarin hesab kin, wekî kengê Îsa Mesîh gerekê bihata. Hergê em ji sala 455 berî dewrana me B.D.M., bijmêrin 483 sal, emê bigihîjne sala 29 dewrana me D.M. Hema di vê salêda Îsa hate nixumandinê û kifş bû ça Mesîh! * (Lûqa 3:1, 2, 21, 22). Gelo ev yek ecêbmayî nîne, ku pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz usa hûr bi hûr hatine sêrî?
^ abz. 2 Ji sala 455 B.D.M. heta sala 1 B.D.M. 454 sal in. Ji sala 1 B.D.M. heta sala 1 D.M. salek e. Lê ji sala 1 D.M. heta sala 29 D.M. 28 sal in. Ev sê wede, dêmek (454+1+28) bi temamiyê 483 sal dertên. Di sala 33 D.M., Îsa hate kuştinê, ev qewimî wedê 70 hefteda (Daniyêl 9:24, 26). Binihêre kitêba “Dîna Xwe Bide Pêxembertiya Daniyêl!” serê 11, ya ku li ser gele zimana hatiye derxistin. Usa jî “Femkirina Nivîsarê” para 2, rûpêla 899-901, Îngl. Evan neşirkirina Şedên Yahowa derxistine.